Karên Şandiyan 3:1-26

  • Petrûs zilamekî seqet û belengaz qenc dike (1-10)

  • Gotara Petrûs a li Eywana Silêman (11-26)

    • “Hemû tişt bibin wek di destpêkê de bû” (21)

    • Pêxemberekî wek Mûsa (22)

3  Rojekê, Petrûs û Yûhena piştî nîvro li dora saet sisê* hilkişiyan îbadetgehê, ew wexta duayê bû.  Zilamekî ku ji bûyîna xwe ve seqet bû, dianîn wê derê. Her roj wan ew nêzîkî deriyê îbadetgehê, yê ku jê re Deriyê Bedew dihat gotin, didanîn. Bi vî awayî, wî dikaribû ji xelkê ku diket îbadetgehê pere bixwaze.  Gava wî dît ku Petrûs û Yûhena dixwazin bikevin îbadetgehê, wî ji wan pere xwest.  Lê Petrûs û Yûhena bala xwe da wî û got: “Li me binêre.”  Bi hêviya ku ewê tiştekî bidin wî, çavê wî li wan bû.  Lê belê, Petrûs got: “Ne zêrê min û ne jî zîvê min heye, lê tiştê ku li ba min heye ezê bidim te. Bi navê Îsa Mesîh ê Nasirayî*, rabe û bimeşe!”  Petrûs destê wî yê rastê girt û ew rakir ser lingan. Di cih de lingên wî qenc bûn,  û ew rabû ser xwe. Ew bi wan re ket îbadetgehê û rêve diçû, baz dida û pesnê Xwedê dida.  Û hemû mirovan dît ku ew dimeşe û pesnê Xwedê dide. 10  Wan ev zilamê ku li ber Deriyê Bedew ê îbadetgehê rûniştî bû û ji mirovan pere dixwest, nas kir. Mirov şaş û heyran man ku ew dikare bimeşe. 11  Gava wî zilamî hê destê Petrûs û Yûhena digirt, hemû mirov ecêbmayî man û li cihê ku jê re Eywana* Silêman dihat gotin, li hev top bûn. 12  Gava Petrûs ev yek dît, wî ji xelkê re got: “Ya zilamên Îsraîlê, hûn çima bi vê yekê ecêbmayî dimînin? Hûn çima li me wisa dinêrin, qey me bi qeweta xwe yan bi dîndariya xwe ev yek kir ku ew bikare bimeşe? 13  Xwedayê Birahîm, Îshaq û Aqûb, Xwedayê bav û kalên me, Xizmetkarê xwe Îsa birûmet kiriye, yê ku we da dest û li ber Pîlatos înkar kir, her çi qas Pîlatos xwest ku wî azad bike jî. 14  Belê, we yê pîroz û rast înkar kir û we xwest ku mêrkujek bê berdan, 15  lê we Serokê jiyanê kuşt. Lê belê, Xwedê ew ji nav miriyan rakir, û em şahidên vê yekê ne. 16  Lingên vî zilamê ku hûn niha dibînin û nas dikin, bi saya navê Îsa û bi saya baweriya me ya bi navê wî qenc bûne. Ji ber ku em bi Îsa bawer dikin, ev zilam li ber çavê we hemûyan qenc bûye. 17  Û niha birano, ez dizanim ku we jî wek serokên xwe ev yek bi nezanî kir. 18  Bi vî awayî, Xwedê ev tiştên ku wî ji berê ve bi devê pêxemberan gotibûn, yanî ev yek ku Mesîhê wî wê cefayê bikişîne, anî cih. 19  Loma tobe bikin û vegerin ba Xwedê, da ku gunehên we bên paqijkirin*, û hûnê ji aliyê Yehowa ve dilrihetiyê bistînin. 20  Û ewê Mesîhê ku wî ji bo we hilbijartiye, yanî Îsa bişîne. 21  Çawa ku Xwedê bi devê pêxemberên xwe yên pîroz, ên ku berê dijiyan, gotibû, lazim e ku Îsa Mesîh li ezmên li bendê bimîne heta ku hemû tişt bibin wek di destpêkê de bû. 22  Mûsa wisa got: ‘Xwedayê we Yehowa wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min bide we. Gerek hûn guh bidin her tiştê ku ew ji we re dibêje. 23  Her kesê ku guh nade wî Pêxemberî, ewê bê tunekirin.’ 24  Û hemû pêxemberan ji Samûêl bigire heta yên ku piştî wî hatin, wan jî bi eşkereyî xebera li ser van rojan dan bihîstin. 25  Kurên pêxemberan û vê peymanê, ya ku Xwedê bi bav û kalên we re girêdabû, hûn in. Xwedê ji Birahîm re got: ‘Bi destê zuriyeta te, hemû miletên li ser rûyê erdê wê bên bibereketkirin.’ 26  Piştî ku Xwedê Xizmetkarê xwe ji mirinê rakir, wî ew pêşî şand ba we ku we bibereket bike û alî her yekî ji we bike ku hûn dev ji kirinên xwe yên xerab berdin.”

Jêrenot

Bi herfî “saeta nehan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihatin hejmartin.
Yan “Nisret”.
Rê yan korîdora bi stûn û banî.
Bi herfî “xîşkirin”. Yanî tunekirin.