Karên Şandiyan 6:1-15

  • Heft zilam tên hilbijartin (1-7)

  • Steyfan tê sûcdarkirin ku ew kufir dike (8-15)

6  Di wan rojan de, hejmara şagirtan zêde dibû. Hingê Cihûyên ku bi zimanê Yûnanî xeber dida ji Cihûyên ku bi zimanê Îbranî xeber dida gazin kir, çimkî di dema belavkirina xwarinê de jinebiyên wan dihatin jibîrkirin.  Îcar Diwanzdehan* gazî hemû şagirtan kir û ji wan re got: “Çênabe ku em dev ji hînkirina peyva Xwedê berdin ku xwarinê belav bikin.  Loma birano, di nav xwe de heft birayên ku xwediyê navekî baş in û bi ruhê pîroz û hîkmet ve tije ne, hilbijêrin, da ku em vê wezîfeya muhîm bidin destê wan.  Lê emê bala xwe bidin duayê û hînkirina peyva Xwedê.”  Ev gotin li hemûyan xweş hat, û wan Steyfan, zilamekî ku baweriya wî xurt bû û tijî ruhê pîroz bû, hilbijart. Wekî din, wan Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolaosê Entakyayî, yê ku bû Cihû, hilbijartin.  Wan ew birin ba şandiyan, û piştî ku wan dua kir, wan destên xwe danîn ser wan.  Peyva Xwedê bi dewamî belav dibû, û hejmara şagirtan li Orşelîmê gelek zêde dibû. Û gelek kahîn jî bûn şagirt*.  Steyfanê ku bi kerem û qeweta Xwedê ve tije bû, di nav xelkê de nîşan û mucîzeyên mezin çêdikirin.  Lê hin zilamên ji Sînagoga Azadiyan bi çend kesên Kirênî, Îskenderî, Kîlîkî û Asyayî bi Steyfan re dest bi minaqeşeyê kir. 10  Lê belê, wan nikaribû li hemberî hîkmet û ruhê ku Steyfan pê xeber dida, bi ser bikevin. 11  Hingê wan bi dizîka serê mirovan tije kir ku ew wisa bibêjin: “Me bihîst ku ew li Xwedê û li Mûsa kufir dike.” 12  Wan xelk, rîspî û qanûnzan li dijî wî rakir ser lingan. Ew hatin, bi destê zorê Steyfan girt û ew bir Mehkemeya Bilind a Cihûyan. 13  Û wan şahidên derewîn derxistin pêş, da ku ew wisa bibêjin: “Ev zilam bi dewamî li dijî vî cihê pîroz û li dijî Qanûnê xeber dide. 14  Mesela, me bihîst ku wî got ku ev Îsayê Nasirayî* wê vî cihî hilweşîne û adetên ku Mûsa dane me, biguherîne.” 15  Hemû kesên ku li Mehkemeya Bilind a Cihûyan rûniştî bûn, li wî nêrî û dît ku rûyê wî wek rûyê melekekî bû.

Jêrenot

Yanî 12 şandî.
Yan “ev bawerî qebûl kir”.
Yan “Nisret”.