Karên Şandiyan 9:1-43

  • Saûl diçe Şamê (1-9)

  • Hananya tê şandin ku alî Saûl bike (10-19a)

  • Saûl li Şamê mizgîniya li ser Îsa belav dike (19b-25)

  • Saûl tê Orşelîmê (26-31)

  • Petrûs Eynêyas qenc dike (32-35)

  • Dorkas ji mirinê tê rakirin (36-43)

9  Lê Saûl, ê ku bi xezebeke mezin li dijî şagirtên Efendiyê me rabû û dixwest wan bikuje, çû ba kahînê mezin.  Saûl ji wî rica kir ku ji bo sînagogên* Şamê destûrnameyan bide wî, da ku ew hemû kesên ku aîdî Rêya Rastiyê ne, hem jin hem jî mêr, bigire û bîne Orşelîmê.  Gava ew hê di rê de bû û nêzîkî Şamê bû, ji nişka ve ji ezmên ronahiyekê li dora wî şewq da.  Ew ket erdê û dengek bihîst, ê ku ji wî re got: “Saûl, Saûl, tu çima zilmê li min dikî?”  Saûl pirsî: “Efendiyê min, tu kî yî?” Wî got: “Ez Îsa me, yê ku tu zilmê li wî dikî.  Rabe û bikeve bajêr, û li wê derê wê ji te re bê gotin ku gerek tu çi bikî.”  Zilamên ku bi Saûl re rêwîtî dikir, bê deng man û sekinîn, çimkî wan dengek bihîst, lê wan tu kes nedidît.  Saûl ji erdê rabû, û çavên wî vekirî bûn, lê wî nikaribû bibîne. Hingê wan destê wî girt û ew anî Şamê.  Û sê roj wî tiştek nedidît, û wî ne dixwar û ne jî vedixwar. 10  Li Şamê şagirtekî bi navê Hananya hebû. Efendiyê me di dîtiniyekê de ji wî re got: “Hananya!” Wî got: “Kerem ke, Efendiyê min.” 11  Efendiyê me ji wî re got: “Rabe û here kolana ku jê re Ya Rast tê gotin, û li mala Cihûda li zilamekî Tarsûsî yê bi navê Saûl bigere. Çimkî ew niha dua dike, 12  û wî di dîtiniyekê de dîtiye ku zilamekî bi navê Hananya hatiye û destên xwe danîn ser wî, da ku ew dîsa bibîne.” 13  Lê Hananya cewab da: “Efendiyê min, min ji gelekan bihîstiye ku vî zilamî li Orşelîmê çi qas xerabî li xizmetkarên te* kiriye. 14  Û wî ji serokên kahînan îzin standiye ku ew hemû kesên ku li vir jî gazî navê te dikin, bigire.” 15  Lê Efendiyê me ji wî re got: “Here, çimkî min ev zilam hilbijartiye ku ew navê min bigihîne hem miletên din, hem padîşahan, hem jî xelkê Îsraîlê. 16  Ezê bi eşkereyî nîşanî wî bidim ku ewê ji ber navê min çi qas cefayê bikişîne.” 17  Hingê Hananya çû û ket wê malê, destên xwe danîn ser Saûl û got: “Saûl, birayê min, Efendiyê me Îsa, yê ku di rê de ji te re xuya bû, ez şandime ba te, da ku tu dîsa bibînî û bi ruhê pîroz ve tije bibî.” 18  Di cih de tiştek ji çavê wî ket û wî dîsa dikaribû bibîne. Paşê ew rabû û hat vaftîzkirin*, 19  û wî xwarin xwar û qeweta wî vegeriya. Saûl çend roj li Şamê li ba şagirtan ma, 20  û wî di cih de dest pê kir ku di sînagogan de mizgîniyê belav bike ku Îsa Kurê Xwedê ye. 21  Lê hemû kesên ku ew bihîst, şaş man û gotin: “Ma ev ne ew zilam e, yê ku li Orşelîmê bi xezebeke mezin li dijî şagirtên Îsa* rabû? Ma ew nehatiye vir, da ku wan bigire û bibe ba serokên kahînan?” 22  Lê Saûl hê jî zêdetir bi awayekî jêhatî hîn dikir û îsbat dikir ku Îsa Mesîh e, û bi vê yekê Cihûyên Şamê şaş û metal dihîştin. 23  Piştî ku gelek roj derbas bûn, Cihû li rêyekê digeriyan ku wî bikujin. 24  Lê belê, Saûl bi vê yekê hesiya. Wan bi şev û roj nobedariya dergehên bajêr dikir, da ku wî bikujin. 25  Loma şagirtên wî ew bi şev kir zembîlekê, û ji pencereyeke ku di dîwarê bajêr de bû, daxist jêr. 26  Gava ew hat Orşelîmê, wî xîret kir ku beşdarî şagirtan bibe, lê hemû ji wî ditirsiyan, çimkî wan bawer nedikir ku ew jî bûye şagirt. 27  Hingê Barnabas hat ku alî wî bike. Wî ew bir ba şandiyan û ji wan re hûr û kûr behsa vê yekê kir ku çawa Saûl di rê de Efendiyê me dît û wî çawa bi Saûl re xeber da. Wekî din, wî got ku Saûl çawa li Şamê bi dilxurtî li ser navê Îsa xeber dida. 28  Saûl bi wan re ma, ew li Orşelîmê bi serbestî diçû û dihat û bi dilxurtî li ser navê Efendiyê me xeber dida. 29  Wî bi Cihûyên ku bi Yûnanî xeber dida, sohbet dikir û minaqeşe dikir, lê wan dixwest wî bikujin. 30  Gava bira bi vê yekê hesiyan, wan ew anî Qeyseriyayê û ji wê derê ew şand Tarsûsê. 31  Civatên li temamiya Cihûstan, Celîle û Sameriyayê di aştiyê de bûn. Ew xurt dibûn, û ji ber ku ew ji Yehowa ditirsiyan û ruhê pîroz qewet dida wan, hejmara wan zêde dibû. 32  Gava Petrûs li derdora wê herêmê digeriya, ew hat ba şagirtên* ku li Lîdayê dijiyan. 33  Li wê derê wî zilamekî bi navê Eynêyas dît, ê ku heşt sal di nav nivînan de bû, çimkî ew felc* bû. 34  Petrûs ji wî re got: “Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike. Rabe û nivîna xwe bide hev.” Û ew di cih de rabû. 35  Gava xelkê Lîdayê û deşta Şaronê dît ku ew zilam qenc bûye, wan jî bi Efendiyê me bawer kir. 36  Li Yafayê şagirteke bi navê Tabîta hebû (ev nav tê maneya “Dorkas”*). Wê gelek tiştên qenc dikirin û xêr li feqîran dikir. 37  Lê ew nexweş ket û mir. Piştî ku wan ew şûşt, wan ew li odeya jorîn danî. 38  Ji ber ku bajarê Lîdayê nêzîkî Yafayê bû, şagirt pê hesiyan ku Petrûs li wê derê ye. Loma wan du zilam şandin ba wî û ji wî rica kirin: “Ji kerema xwe re zû were ba me.” 39  Petrûs jî rabû û bi wan re çû. Gava ew gihîşt wê derê, wan ew bir odeya jorîn. Li wê derê hemû jinebî li dora Petrûs sekinîn, giriyan û kinc û kirasên ku Dorkasê ji wan re çêkiribûn, nîşanî wî dan. 40  Petrûs hemû derxistin derve, ket ser çokan û dua kir. Paşê ew zivirî, li jinika mirî nêrî û got: “Tabîta, rabe!” Wê çavên xwe vekirin, û gava wê Petrûs dît, ew rabû û rûnişt. 41  Petrûs destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Paşê wî gazî şagirtan* û jinebiyan kir, û wan dît ku ew sax e. 42  Ev yek li temamiya Yafayê belav bû, û gelekan bi Efendiyê me bawer kir. 43  Petrûs gelek roj li Yafayê li mala Şîmûnê çermker ma.

Jêrenot

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “li pîrozên te”.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Bi herfî “kesên ku gazî vî navî dikin”.
Bi herfî “yên pîroz”.
Yan “şel û şeht”.
Navê wê bi Aramî Tabîta ye, ya ku tê maneya Xezal.
Bi herfî “yên pîroz”.