Li gor Lûqa 15:1-32

  • Mîsala miya windabûyî (1-7)

  • Mîsala draxmaya windabûyî (8-10)

  • Mîsala kurê windabûyî (11-32)

15  Îcar hemû bacgir û gunehkar li derdora Îsa top dibûn ku guh bidin wî. 2  Lê hem Fêrisiyan û hem qanûnzanan pitepit dikir û digot: “Ev zilam gunehkaran qebûl dike û bi wan re xwarinê dixwe.” 3  Hingê Îsa ji wan re ev mîsal got: 4  “Kî ji we, yê ku 100 miyên wî hene û eger ew yekê ji wan winda bike, wê 99 miyên din li çolê nehêle û li miya windabûyî negere heta ku ew wê bibîne? 5  Û gava ew wê bibîne, ewê wê deyne ser milê xwe û kêfxweş be. 6  Û dema ew vegere malê, ew gazî heval û cîranên xwe bike û ji wan re bibêje: ‘Bi min re kêfxweş bin, çimkî min miya xwe ya windabûyî dîtiye.’ 7  Ez ji we re dibêjim, bi eynî awayî, li ezmên kêfxweşiya li ser gunehkarekî ku tobe kiriye, wê ji kêfxweşiya li ser 99 kesên rast, ên ku ne lazim e ku ew tobe bikin, zêdetir bibe. 8  Yan jî kîjan jinika ku 10 draxmayên* wê hene û yekî winda bike, qendîlê vênaxe, mala xwe paqij nake û baş lê nagere heta ku ew wê bibîne? 9  Û gava ew wê dibîne, ew gazî heval û cîranên xwe dike û dibêje: ‘Bi min re kêfxweş bin, çimkî min draxmaya windabûyî dîtiye.’ 10  Ez ji we re dibêjim, bi eynî awayî gava gunehkarek tobe dike, melekên Xwedê jî dilxweş dibin.” 11  Paşê Îsa got: “Du kurên zilamekî hebûn. 12  Kurê biçûk ji bavê xwe re got: ‘Bavo, para mîrasa min bide min.’ Hingê bav mal û milk di nav zarokên xwe de parve kir. 13  Piştî çend rojan kurê biçûk hemû tiştên xwe li hev top kirin û çû welatekî dûr. Û li wê derê wî bi jiyaneke bêedeb hemû mîrasa xwe beredayî xerc kir. 14  Gava wî her tiştê xwe xerc kir, li wê derê li temamiya welêt xelayeke mezin çêbû, û ew ket tengasiyê. 15  Heta wisa çêbû ku ew çû ba yekî ji xelkê wî welatî, û wî kesî ew şand nav erdê xwe ku şivantiya xenzîran* bike. 16  Hesreta dilê wî ew bû ku ew xwe bi xwarina xenzîran* têr bike. Lê tu kesî tiştek neda wî. 17  Gava hişê wî hat serê wî, wî got: ‘Ew qas paleyên bavê min hene ku bi zêdeyî nanê wan heye, lê ez li vir ji birçan dimirim! 18  Ezê rabim û herim ba bavê xwe û ji wî re bibêjim: “Bavo, min li dijî Xwedê* û li dijî te guneh kiriye. 19  Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin. Min wek yekî ji paleyên xwe qebûl bike.”’ 20  Hingê ew rabû û çû ba bavê xwe. Gava ew hê di rê de bû, bavê wî ew ji dûr ve dît û dilê wî pê şewitî. Ew bi lez çû pêşiya wî û xwe avêt stûyê wî û ew bi nermî maç kir. 21  Hingê kur ji bavê xwe re got: ‘Bavo, min li dijî Xwedê* û li dijî te guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.’ 22  Lê bav ji xulamên xwe re got: ‘Zû herin û kincê herî baş bînin û li wî bikin. Gustîlekê têxin tiliya wî, û solan* bixin lingên wî. 23  Golikê qelew bînin û şerjê bikin, û em bixwin û kêfxweş bin, 24  çimkî kurê min mirî bû û vegeriya jiyanê, ew windabûyî bû û hatiye dîtin.’ Û wan dest bi şahiyê kir. 25  Wê demê kurê wî yê mezin li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, wî dengê stran û govendê bihîst. 26  Wî gazî xizmetkarekî kir û jê pirsî ka çi çêbûye. 27  Xizmetkar jî got: ‘Birayê te hatiye û bavê te golikê qelew şerjê kir, çimkî birayê te sax û selamet vegeriya.’ 28  Lê ew hêrs ket û nexwest bikeve hundir. Hingê bavê wî derket û jê rica kir ku ew bikeve hundir. 29  Lê wî ji bavê xwe re got: ‘Ew qas sal e ku ez wek xulam xizmeta te dikim, û min tu car emrên te di pişt guhê xwe re neavêtin. Lê te tu car karikek neda min, da ku ez bi hevalên xwe re kêf bikim. 30  Lê gava ev kurê te, yê ku mal û milkê te bi fahîşeyan re xerc kir, hat, te ji bo wî golikê qelew şerjê kir.’ 31  Hingê bav jê re got: ‘Kurê min, tu her tim bi min re bûyî, û her tiştê min, ê te ye. 32  Lê gerek em şa û kêfxweş bibin, çimkî birayê te mirî bû û vegeriya jiyanê, ew windabûyî bû û hatiye dîtin.’”

Jêrenot

Draxma pereyê zîvî bû ku Yûnanan bi kar dianî.
Yan “beraz”.
Yan “xernûfên ku xenzîran dixwarin”.
Bi herfî “li dijî ezmên”.
Bi herfî “li dijî ezmên”.
Bi herfî “sandal”.