Li gor Lûqa 18:1-43

  • Mîsala jinebî û hakim (1-8)

  • Fêrisî û bacgir (9-14)

  • Îsa û zarok (15-17)

  • Pirsa serokekî dewlemend (18-30)

  • Îsa dîsa behsa mirina xwe dike (31-34)

  • Zilamekî kor ku pars dike, qenc dibe (35-43)

18  Paşê Îsa ji wan re mîsalek li ser vê got ku çi qas muhîm e ku ew her tim dua bikin û newestin. 2  Wî got: “Di bajarekî de hakimek hebû, yê ku ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî qedrê mirovan digirt. 3  Di eynî bajarî de jinebiyek jî hebû, ya ku bi dewamî diçû ba hakim û ji wî re digot: ‘Heqê min ji neyarê min bistîne.’ 4  Ji bo demekê wî nedixwest, lê paşê wî ji xwe re got: ‘Ez ne ji Xwedê ditirsim, û ne jî qedrê mirovan digirim, 5  lê ji ber ku ev jinebî dev jê bernade ku min aciz bike, ezê heqê wê bidim wê, da ku ew her gav neyê û bi daxwaza xwe serê min neêşîne.’” 6  Paşê Efendiyê me got: “Gelo we bala xwe da ku hakimê neheq çi got? 7  Gelo Xwedê wê heqê hilbijartiyên xwe, yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin wî, nede wan, û di eynî demê de bi wan re bisebir e? 8  Ez ji we re dibêjim, ewê zû heqê wan bide wan. Gava Kurê Mirov were, gelo ewê baweriyeke* wisa li ser rûyê erdê bibîne?” 9  Wekî din, Îsa ev mîsal ji hin kesên ku baweriya xwe bi rastdariya xwe dianî û kesên din bêqîmet didîtin, got: 10  “Du zilam hilkişiyan îbadetgehê, da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir bû. 11  Yê Fêrisî sekinî bû û di dilê xwe de wisa dua kir: ‘Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ez ne wek kesên din – rêbir, neheq, zinakar – im, û ne jî wek vî bacgirî me. 12  Ez di hefteyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka* her tiştê ku ez distînim, didim.’ 13  Lê bacgir, ê ku li cihekî dûr disekinî, nedixwest çavên xwe ber bi ezmên ve rake jî, lê wî li singê xwe dixist û digot: ‘Ya Xwedê, ez gunehkar im, rehmê li min bike.’ 14  Ez ji we re dibêjim, gava ev zilam vegeriya malê, ew di çavê Xwedê de ji yê Fêrisî rastdartir derket. Çimkî her kesê ku xwe bilind dike, wê bê nizmkirin. Lê kesê ku xwe nizm dike, wê bê bilindkirin.” 15  Mirovan zarokên biçûk dianîn ba Îsa, da ku ew destên xwe deyne ser wan. Lê gava şagirtan ev yek dît, wan nehişt ku ew vêya bikin. 16  Lê Îsa gazî zarokên biçûk kir û got: “Bihêlin, bila zarok werin ba min. Rê li ber wan negirin, çimkî Hukimdariya Xwedê aîdî kesên wek wan e. 17  Bi rastî, kesê ku Hukimdariya Xwedê mîna zarokekî qebûl neke, ewê tu caran nekeve wê.” 18  Serokekî ji wî pirsî: “Mamosteyê qenc, gerek ez çi bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?” 19  Îsa ji wî re got: “Tu çima ji min re dibêjî Mamosteyê qenc? Ji xeynî Xwedê tu kes ne qenc e. 20  Tu emiran dizanî: ‘Zinayê neke, nekuje, nedize, şahidiya derewîn neke, qedrê dê û bavê xwe bigire.’” 21  Hingê wî got: “Ji zaroktiya xwe ve ez xwe li van hemû emran digirim.” 22  Gava Îsa ev yek bihîst, wî jê re got, “Tiştek ji te kêm e: Her tiştê xwe bifiroşe û pereyan li feqîran belav bike. Hingê li ezmanan xezîneya te wê hebe. Û li pey min were.” 23  Gava wî ev yek bihîst, ew pir xemgîn bû, çimkî ew gelek zengîn bû. 24  Îsa li wî nêrî û got: “Ji bo kesên zengîn wê çi qas zehmet be ku bikevin Hukimdariya Xwedê! 25  Bi rastî, ev yek ku deveyek di qula derziyekê re derbas bibe, hêsantir e ji vê yekê ku mirovekî zengîn bikeve Hukimdariya Xwedê.” 26  Kesên ku ev yek bihîst, got: “Îcar kî dikare xelas bibe?” 27  Wî got: “Tiştên ku ji bo mirovan nemumkin in ji bo Xwedê mumkin in.” 28  Lê Petrûs got: “Ka binêre, di destê me de çi hebû, me hişt û em li pey te hatin.” 29  Wî ji wan re got: “Bi rastî, her kesê ku ji bo xatirê Hukimdariya Xwedê mal, yan jin, yan bira, yan dê û bav, yan zarok hiştibe, 30  ewê niha di vê demê de gelek qat zêdetir bistîne, û di dinyaya nû de jiyana herheyî bistîne.” 31  Paşê wî Diwanzdeh* dan aliyekî û ji wan re got: “Ka binêrin, em niha hildikişin Orşelîmê, û her tiştê ku bi destê pêxemberan li ser Kurê Mirov hatibû nivîsîn, wê bê cih. 32  Ewê bê dayîn destê mirovên miletên din, ewê qerfên xwe bi wî bikin, wî rezîl bikin û tif li wî bikin. 33  Û piştî ku ew wî bidin ber qamçiyan, ewê wî bikujin. Lê di roja sisêyan de ewê bê rakirin.” 34  Ji ber ku ev gotin ji wan veşartî bûn, wan maneya tiştên ku hatin gotin fehm nekirin. 35  Gava Îsa nêzîkî Erîhayê bû, zilamekî kor li kêleka rê rûniştî bû û pars dikir. 36  Ji ber ku wî bihîst ku gelek mirov derbas dibin, wî dipirsî ka çi diqewime. 37  Ji wî re gotin: “Îsayê Nasirayî derbas dibe!” 38  Hingê wî bi dengekî bilind gazî kir: “Îsa, Kurê Dawid, rehmê li min bike!” 39  Mirovên ku di pêşiyê de diçûn aciz bûn û ji wî re gotin ku bila ew hiş be. Lê wî bi dengekî hê jî bilindtir gazî kir: “Kurê Dawid, rehmê li min bike!” 40  Hingê Îsa sekinî û got ku bila wî zilamî bînin ba wî. Gava zilamê kor nêzîkî wî bû, Îsa jê pirsî: 41  “Tu çi dixwazî ku ez ji bo te bikim?” Wî got: “Efendiyê min, xwezî ku çavên min dîsa bibînin.” 42  Îsa ji wî re got: “Bila çavên te dîsa bibînin. Baweriya te tu qenc kirî.” 43  Di cih de çavên wî vebûn, ew li pey Îsa çû û pesnê Xwedê da. Û hemû kesên ku ev yek dît jî pesnê Xwedê da.

Jêrenot

Yan “vê baweriyê”.
Para 10an, yan ji 100î 10, a ku wek bac ji bo îbadetê dihat dayîn.
Yanî 12 şandî.