Li gor Lûqa 23:1-56

  • Îsa li ber Pîlatos û Hêrodês disekine (1-25)

  • Îsa û du zilamên sûcdar li ser darê îşkenceyê tên xistin (26-43)

    • “Tuyê bi min re di cenetê de bî” (43)

  • Mirina Îsa (44-49)

  • Defnkirina Îsa (50-56)

23  Hemû kes rabûn û Îsa birin ba Pîlatos. 2  Wan ew sûcdar kir û got: “Me dît ku ev zilam miletê me li dijî hukûmetê radike, nahêle ku bac ji Qeyser* re bê dayîn û dibêje ku ew Mesîh e, padîşahek e.” 3  Îcar Pîlatos ji wî pirsî: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” Wî cewab da: “Tu bi xwe dibêjî.” 4  Hingê Pîlatos ji serokên kahînan û xelkê re got: “Ez tu sûcê vî zilamî nabînim.” 5  Lê ew li ser ya xwe man û gotin: “Wî xelkê temamiya Cihûstanê, ji Celîleyê heta vir, bi hînkirinên xwe rakiriye ser lingan.” 6  Gava Pîlatos ev yek bihîst, wî pirsî ka ev mirov ji Celîleyê ye. 7  Gava ew pê hesiya ku ew ji herêma ku di bin destê Hêrodês de ye, wî ew şand ba Hêrodês, ê ku wê demê li Orşelîmê bû. 8  Gava Hêrodês Îsa dît, ew pir şa bû. Çimkî wî ji demeke dirêj ve dixwest Îsa bibîne, ji ber ku wî gelek tişt li ser wî bihîstibûn û hêvî dikir ku ew çend mucîzeyan çêke. 9  Wî gelek pirs pirsîn, lê Îsa tu cewab neda wî. 10  Lê serokên kahînan û qanûnzan radibûn ser pêyan û bi hêrs ew sûcdar dikir. 11  Hingê Hêrodês û eskerên wî Îsa nizm kirin, qerfên xwe bi wî kir, kincên biqîmet li wî kirin û vegerandin ba Pîlatos. 12  Di wê rojê de, Pîlatos û Hêrodês, ên ku berê dijminên hev bûn, bûn hevalên hev. 13  Paşê Pîlatos gazî serokên kahînan, serokan û xelkê kir 14  û ji wan re got: “We ev zilam aniye ba min û gotiye ku ew xelkê li dijî hukûmetê radike. Min jî ew li ber we daye ber pirsan, lê min tu sûcê ku hûn dixin stûyê wî nedîtiye. 15  Hêrodês jî tiştek nedît, çimkî wî ew vegerand ba me, yanî vî zilamî tu tiştê ku hêjayî mirinê ye, nekiriye. 16  Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.” 17  ——* 18  Lê hemûyan kir qîrîn û got: “Wî bikuje û Barabas berde!” 19  (Ew zilam ji ber serhildaneke di bajêr de û ji ber mêrkujiyê hatibû avêtin hebsê.) 20  Pîlatos dîsa bi wan re xeber da, çimkî wî dixwest Îsa berde. 21  Hingê wan kir qîrîn: “Wî li darê îşkenceyê bixe*!” 22  Cara sisêyan wî ji wan re got: “Çima? Vî zilamî çi xerabî kiriye? Min tu tiştê hêjayî kuştina wî nedîtiye. Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.” 23  Lê dîsa ew li ser ya xwe man û bi dengekî bilind gotin ku gerek ew bê îdamkirin*, û dengê wan bi ser ket. 24  Û Pîlatos qerar da ku daxwaza wan bê cih. 25  Wî zilamê ku ji ber serhildanê û ji ber mêrkujiyê hatibû avêtin hebsê, ji bo wan berda û li gor daxwaza wan Îsa da îdamkirin. 26  Gava wan ew dibir, wan kesekî bi navê Şîmûnê Kirênî, yê ku ji nav zeviyan hatibû û li wê derê derbas dibû, girt û darê îşkenceyê danî ser pişta wî, da ku ew wî darî li pey Îsa bibe. 27  Gelek mirov li pey wî çûn, û di nav wan de jin jî hebûn, ên ku li singên xwe dixist û li ser wî digiriyan. 28  Îsa li jinan zivirî û got: “Keçên Orşelîmê, li ser min negirîn. Li ser xwe û zarokên xwe bigirîn. 29  Çimkî roj wê bên ku mirov wê bibêjin: ‘Çi qas dilxweş in jinên bêzaro, zikên ku zarok neanîne, û memikên ku şîr nedane!’ 30  Hingê ewê ji çiyayan re bibêjin: ‘Bikevin ser me!’, û ji giran re bibêjin: ‘Me veşêrin!’ 31  Eger ew van tiştan bikin, gava dar hê ter e, çi wê çêbe gava dar hişk bibe?” 32  Du zilamên din jî, yên ku sûcdar bûn, dibirin ku bi wî re îdam bikin. 33  Û gava ew gihîştin cihê bi navê “Qoqê Serî”, wan Îsa li kêleka wan du sûcdaran li ser darê îşkenceyê bizmar kir*. Yek li aliyê çepê û yê din jî li aliyê rastê bû. 34  Lê Îsa got: “Bavo, wan efû bike, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin.” Paşê eskeran pişk avêtin, da ku kincên wî di nav xwe de parve bikin. 35  Xelk li wê derê sekinî bû û temaşe dikir. Lê serokan qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: “Wî kesên din xelas kirin, eger ew Mesîhê Xwedê, yê Hilbijartî ye, bila ew xwe xelas bike.” 36  Eskeran jî qerfên xwe bi wî dikirin. Ew diçûn ba wî û şeraba tirş pêşkêşî wî dikirin 37  û digotin: “Eger tu Padîşahê Cihûyan î, xwe xelas bike.” 38  Li ser serê wî nivîsek jî hebû: “Ev Padîşahê Cihûyan e.” 39  Yekî ji wan sûcdaran çêrî wî dikir* û digot: “Ma tu ne Mesîh î? Xwe xelas bike û me jî xelas bike!” 40  Lê yê din li wî hilat û got: “Ma tu ji Xwedê natirsî? Te bi xwe jî eynî hukim standiye! 41  Me li gor kirinên xwe yên xerab heqê xwe standiye, lê vî zilamî tu tiştê xerab nekiriye.” 42  Hingê wî got: “Ya Îsa, gava ku tu bikevî Hukimdariya xwe, min bîne bîra xwe.” 43  Îsa ji wî re got: “Ez îro ji te re soz didim: Tuyê bi min re di cenetê de bî.” 44  Wê demê, hê li dora saet şeş* bû, lê tariyek ket ser rûyê erdê û heta saet neh* dewam kir, 45  çimkî rojê ronahî nedida. Hingê perdeya cihê pîroz di nîvî re çiriya. 46  Û Îsa bi dengekî bilind got: “Bavo, ez ruhê xwe didim destê te.” Piştî ku wî ev yek got, ew mir*. 47  Gava fermandar dît ku çi çêbû, wî dest pê kir ku pesnê Xwedê bide û got: “Bi rastî ev zilam mirovekî rast bû.” 48  Û hemû mirovên ku ji bo temaşekirinê li wê derê top bûbûn, dîtin ku çi çêbûye, û ew vedigeriyan malê û li singê xwe dixistin. 49  Hemû nasên Îsa ji dûr ve sekinî bûn. Jinên ku bi wî re ji Celîleyê hatibûn jî li wê derê bûn û ev tişt dîtin. 50  Li wê derê zilamekî bi navê Ûsiv hebû. Ew endamekî Mehkemeya Bilind a Cihûyan bû, û mirovekî qenc û rast bû. 51  (Vî zilamî piştgiriya plan û kirinên wan ên li ser Îsa nedikir.) Ew ji Arîmetyaê, bajarekî Cihûyan bû û li benda Hukimdariya Xwedê bû. 52  Ev zilam çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. 53  Wî cesed anî xwarê, di nav kitanekî xas de pêçand, û cesed li mezelekî ku li zinar hatibû kolan, danî. Hê kesek li wê derê nehatibû danîn. 54  Ew roj, roja Hazirkirinê* bû, û roja Sebtê* dest pê dikir. 55  Lê jinên ku bi Îsa re ji Celîleyê hatibûn jî diçûn mezel û dîtin ku cesed çawa hat danîn. 56  Paşê ew vegeriyan ku giyayên bêhndar û rûnên bêhnxweş hazir bikin. Lê belê, wan di roja Sebtê de li gor qanûnê îstirihet kir.

Jêrenot

Yan “Sezar”.
Ayeta 17an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Yan “li ser darê îşkenceyê îdam bike”.
Yan “li ser darê îşkenceyê bê îdamkirin”.
Yan “mix kir”.
Yan “peyvên pîs digotin”.
Nîvro, li dora saet diwanzdeh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Piştî nîvro, li dora saet sisê. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Yan “hilma xwe ya dawîn da”.
Wê rojê, Cihûyan xwe ji bo roja Sebtê hazir dikir.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.