Li gor Lûqa 5:1-39

  • Masî bi mucîzeyê tên girtin; şagirtên pêşîn (1-11)

  • Zilamek ji nexweşiya cuzamê qenc dibe (12-16)

  • Îsa zilamekî felcbûyî qenc dike (17-26)

  • Îsa gazî Lêwî dike ku ew li pey wî here (27-32)

  • Pirsa li ser rojîgirtinê (33-39)

5  Carekê, gava Îsa li ber behra Genesaretê Peyva Xwedê hîn dikir, gelek mirov hatin û derdora wî teng dikirin, da ku guh bidin wî. 2  Wî du qeyîkên* girêdayî li ber behrê dîtin. Masîgir ji wan peya bûbûn û torên xwe dişûştin. 3  Îsa li yek ji wan qeyîkan, li qeyîka Şîmûn siwar bû, û ji wî xwest ku ew qeyîkê hinekî dûr bixe. Paşê ew rûnişt û ji qeyîkê dest pê kir ku mirovan hîn bike. 4  Gava wî xeberdana xwe xelas kir, wî ji Şîmûn re got: “Qeyîkê bibe cihekî kûr û torên xwe bavêje avê.” 5  Lê Şîmûn got: “Mamoste, me temamiya şevê xîret kir, lê me tu tişt negirt. Lê madem ku tu dibêjî, ezê toran bavêjim avê.” 6  Gava wan wisa kir, wan ew qas masî girtin ku torên wan dest pê kir ku bidirin. 7  Îcar wan bi îşaretan gazî hevalên xwe yên li qeyîka din kir, da ku ew werin û alî wan bikin. Ew hatin, her du qeyîk tijî masî kirin, wisa ku hindik ma ku qeyîk noq bibin. 8  Gava Şîmûn Petrûs ev yek dît, wî xwe li ber Îsa avêt ser çokan û got: “Dûrî min be, Efendiyê min, ez mirovekî gunehkar im.” 9  Çimkî ew û zilamên bi wî re bi girtina ew qas masiyan ecêbmayî man. 10  Bi eynî awayî, kurên Zebedî Aqûb û Yûhena, yên ku şirîkên Şîmûn bûn, ecêbmayî man. Lê Îsa ji Şîmûn re got: “Netirse. Ji niha û pê ve tuyê mirovan bigirî.” 11  Wan qeyîkên xwe kişandin ber devê behrê, dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn. 12  Careke din, gava Îsa li bajarekî bû, ew rastî zilamekî ku ji serî heta binî bi cuzamê* ketibû, hat. Gava wî Îsa dît, wî xwe avêt erdê û ji wî rica kir: “Efendiyê min, eger tu bixwazî, tu dikarî min qenc* bikî.” 13  Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: “Ez dixwazim! Qenc* bibe.” Di cih de nexweşiya cuzamê jê çû. 14  Îsa li wî emir kir ku ew ji tu kesî re tiştekî nebêje, û got: “Lê here û xwe nîşanî kahîn bide û wek ku Mûsa emir kiriye pêşkêşa ji bo qencbûna xwe bide, da ku kahîn bibînin* ku tu qenc bûyî.” 15  Lê belê, xebera li ser wî bi dewamî belav dibû û gelek mirov li hev top dibûn, da ku guh bidin wî û ji nexweşiyên xwe bên qenckirin. 16  Lê Îsa gelek caran diçû cihên tenha, da ku dua bike. 17  Rojekê, gava ku wî li malekê hîn dikir, Fêrisî û mamosteyên Qanûnê, yên ku ji her gundê Celîle û Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn, li wê derê rûniştî bûn. Yehowa qudret da Îsa ku mirovan qenc bike. 18  Hingê hin mirovan zilamekî felcbûyî* li ser darbestekê* anî. Wan dixwest wî bînin hundirê malê û li ber Îsa deynin. 19  Lê ji ber ku xelk pir bû, wan nikaribû wî bînin hundir, loma ew hilkişiyan ser banî û di nav qula ku wan li banî çêkir de, zilam daxistin jêr ber Îsa. 20  Gava wî baweriya wan dît, wî ji zilamê felcbûyî re got: “Gunehên te hatine efûkirin.” 21  Hingê qanûnzan û Fêrisî fikirîn û gotin: “Ew kî ye ku ew kufir dike? Ma ji xeynî Xwedê kî dikare gunehan efû bike?” 22  Îsa pê hesiya ku ew çi difikirin û ji wan re got: “Hûn çima di dilê xwe de wisa difikirin? 23  Ma çi hêsantir e? Ku ez bibêjim ‘Gunehên te hatine efûkirin’, yan ku ez bibêjim ‘Rabe û bimeşe’? 24  Lê da ku hûn bizanin ku heqê Kurê Mirov heye ku li ser rûyê erdê gunehan efû bike ...” Wî ji zilamê felcbûyî re got: “Ez ji te re dibêjim, rabe, darbesta xwe hilde û here mala xwe.” 25  Hingê ew li ber wan rabû, darbesta xwe hilda, çû mala xwe û pesnê Xwedê da. 26  Her kes heyran ma û wan dest pê kir ku pesnê Xwedê bidin. Ew bi tirs ve tije bûn û digotin: “Me tiştên wisa qet nedîtine!” 27  Piştî vê, Îsa derket derve û bacgirekî bi navê Lêwî dît, ê ku li cihê ku bac dihatin topkirin rûniştî bû. Îsa ji wî re got: “Li pey min were!” 28  Wî jî dev ji her tiştî berda, rabû û li pey wî çû. 29  Paşê Lêwî li mala xwe ziyafeteke mezin ji bo Îsa çêkir. Li wê derê, gelek bacgir û kesên din bi wan re xwarin dixwar*. 30  Hingê Fêrisî û qanûnzanên wan dest bi gazinan kir û ji şagirtên wî re got: “Hûn çima bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?” 31  Îsa ji wan re got: “Ne kesên ku siheta wan baş e, lê kesên nexweş hewceyî hekîm in. 32  Ez hatime, ne ku gazî kesên rast bikim, lê gazî gunehkaran bikim, da ku ew tobe bikin.” 33  Wan ji wî re got: “Şagirtên Yehya* gelek caran rojî digirin û dua dikin, û Fêrisî jî wisa dikin. Lê yên te dixwin û vedixwin.” 34  Îsa ji wan re got: “Heta ku zava bi wan re be, ma hûn dikarin zorê li birazavayan bikin ku ew rojiyê bigirin? 35  Lê belê ew roj wê bên ku zava wê ji wan bê standin, û wê çaxê ewê rojiyê bigirin.” 36  Wekî din, wî mîsalek da wan: “Tu kes pîneyekî ji kincekî nû jê nake ku wî li ser kincekî kevn bidirû. Eger ew wisa bike, îcar hem pîneyê nû wê biçire, hem jî pîneyê ji kincê nû li ser kincê kevn li hev nayê. 37  Wekî din, tu kes şeraba nû nake meşkên kevn. Eger ew wisa bike, şeraba nû wê meşkan biteqîne û şerab wê birije, û meşk jî wê xera bibin. 38  Lê gerek şeraba nû bikin meşkên nû. 39  Kesê ku şeraba kevn vedixwe, wê şeraba nû nexwaze, çimkî ewê bibêje: ‘Ya kevn xweş e.’”

Jêrenot

Yan “belem”.
Nexweşiyeke çerm.
Bi herfî “paqij”.
Bi herfî “paqij”.
Bi herfî “da ku ji wan re bibe şahidî”.
Yan “şel û şeht”.
Nivîneke ji bo hilgirtina kesên nexweş.
Yan “li ser sifrê rûniştîbûn”.
Yan “Yûhena”.