Nameya ji Romayiyan re 1:1-32

  • Silavên Pawlos (1-7)

  • Pawlos dixwaze here Romayê (8-15)

  • “Yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî” (16, 17)

  • Ji bo yên xerab mehne tune ye (18-32)

    • Sifetên Xwedê di tiştên ku wî çêkirine de tên dîtin (20)

1  Ez, Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, yê ku wek şandî hatime gazîkirin û hilbijartin ku mizgîniya Xwedê belav bikim, vê nameyê dinivîsim.  Xwedê ev mizgînî ji berê ve bi destê pêxemberên xwe di Nivîsarên Pîroz de soz dabû.  Ev xeber li ser Kurê wî ye, yê ku ji zuriyeta Dawid bû.  Eşkere ye ku ew Kurê Xwedê ye, çimkî Xwedê qudreta ruhê xweyî pîroz bi kar anî ku wî ji mirinê rake. Belê, ew Efendiyê me Îsa Mesîh e.  Bi destê wî Xwedê qenciya xwe ya mezin li me kir. Îsa ez wek şandî hilbijartime, da ku ez alî mirovên ji hemû miletan bikim ku ew bawer bikin, guhdar bin û rûmetê bidin navê wî.  Hûn jî di nav van miletan de ne, yên ku hatine dawetkirin ku li pey Îsa Mesîh herin.  Ev name ji bo hemû kesên li Romayê ye, yên ku Xwedê ji wan hez kiriye û wek kesên pîroz gazî wan kiriye: Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh bi we re be!  Berî her tiştî, ez bi navê Îsa Mesîh ji bo we hemûyan ji Xwedayê xwe şikir re dikim, çimkî li seranserê dinyayê behsa baweriya we tê kirin.  Ez bi temamiya dilê xwe ji Xwedê re xizmet dikim û mizgîniya li ser Kurê wî didim bihîstin. Xwedê şahid e ku ez her tim di duayên xwe de behsa we dikim. 10  Ez dua dikim ku eger mumkin be û eger Xwedê bixwaze, ezê rojekê bêm ba we. 11  Ez hesreta wê rojê me ku ez we bibînim û pêşkêşeke ruhanî bidim we, da ku baweriya we xurt bikim; 12  yan jî da ku em hevdû xurt bikin, ez bi baweriya we û hûn bi baweriya min xurt bibin. 13  Birano, ez dixwazim ku hûn bizanin ku min gelek caran xîret kiriye ku ez bêm ba we, lê belê ev yek ne mumkin bû. Min dixwest ku xizmeta min wek di nav miletên din de, di nav we de jî netîceyên baş bîne. 14  Ez deyndarê hemû mirovan im: Hem kesên Yûnan û xerîb, hem jî kesên bihîkmet û nezan. 15  Loma ez pir dixwazim li Romayê ji we re jî mizgîniyê belav bikim. 16  Ez ji ber mizgîniyê şerm nakim. Çimkî bi destê mizgîniyê Xwedê qudreta xwe nîşan dide, da ku hemû kesên ku bawer dikin xelas bike, pêşî Cihûyan û paşê jî Yûnanan. 17  Rastdariya Xwedê ji kesên ku bawer dikin re eşkere dibe, û ev yek baweriya wan xurt dike. Wek ku di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: “Yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî.” 18  Xezeba Xwedê ji ezmên li dijî kirinên xerab û nerast, ên ku mirov dikin, tê rijandin*, çimkî ew nahêlin ku rastî eşkere bibe. 19  Hemû tiştên li ser Xwedê ji wan re bi zelalî hatine eşkerekirin, ji ber ku Xwedê xwe bi xwe ev tişt ji wan re eşkere kirine. 20  Eger em hûr û kûr bala xwe bidinê ku dinya çawa hatiye çêkirin, emê sifetên wî yên ku nayên dîtin, bibînin. Eger em li ser tiştên ku wî çêkirine kûr bifikirin, emê hîn bibin ku Xwedê yekî çawa ye. Ev tişt qudreta wî ya bêsînor nîşan didin û îsbat dikin ku ew Xwedê ye. Kesên ku çavên xwe li ser van îsbatan digirin, mehneya wan tune ye. 21  Wan Xwedê her çi qas nas dikir jî, wan ew wek Xwedayê xwe qebûl nekir û jê re şikir nekir. Wan xwe da fikrên pûç, û dilê wan ê nezan tarî bûye. 22  Ew xwe wek kesên bihîkmet nîşan didin, lê bi eslê xwe bêaqil in. 23  Li şûna ku ew rûmetê bidin Xwedayê ku her û her dijî, ew rûmetê didin pûtên ku dişibin mirovên ku dimirin û pûtên ku dişibin teyr, heywanên çarling, mar û xwijokan. 24  Îcar Xwedê dev ji wan berda û îzin da ku ew li gor daxwazên xerab ên dilê xwe hereket bikin û bedena xwe pîs bikin. 25  Li şûna rastiya Xwedê, ew ji derewê hez dikin. Ew ji tiştên ku Xwedê xuliqandine* re îbadetê dikin, li şûna ku ew ji Xaliq* re îbadetê bikin, ê ku gerek her û her pesnê wî bê dayîn. Amîn. 26  Loma Xwedê dev ji wan berda û ew dan destê xwestekên cinsî yên eyb û şerm. Jin dev ji tebîeta xwe berdidin û bi zilam re ranakevin, lê bi jinan re radikevin. 27  Bi eynî awayî, zilam jî dev ji tebîeta xwe berdidin û bi jinan re ranakevin, lê di şehweta xwe de bi zilaman re radikevin û bi hev re tiştên pîs dikin. Ji ber gunehên xwe, ewê temamiya cezayê xwe bistînin. 28  Ji ber ku wan hêja nedidît ku ew Xwedê qebûl bikin, Xwedê hişt ku ew dewam bikin ku li ser tiştên pûç bifikirin û tiştên ku gerek ew nekin, bikin. 29  Mirovên wisa bi van tiştan ve tije ne: Neheqî, xerabî, çavbirçîtî, neqencî, hesûdî, kuştin, şer, derew û hîlebazî. Ew paşgotiniyê dikin, 30  buxtanker in, ji Xwedê nefret dikin, bêedeb in, pozbilind in, qure ne û xerabiyê çêdikin*. Ew guhdariya dê û bavê xwe nakin, 31  serhişk in, li ser soza xwe namînin, hezkirina wan tune ye û ew bêrehm in. 32  Ew baş dizanin ku li gor qanûna Xwedê, mirovên ku tiştên wisa dikin hêjayî mirinê ne. Dîsa jî ew van tiştan dikin û bi kesên ku eynî tiştan dikin razî ne.

Jêrenot

Bi herfî “tê eşkerekirin”.
Yan “çêkirine; afirandine”.
Yan “Afirandêr”.
Yan “plan dikin”.