Nameya ji Romayiyan re 10:1-21

  • Çawa bigihîjin rastdariya Xwedê (1-15)

    • Bi eşkereyî di heqê baweriya xwe de xeber bide (10)

    • “Her kesê ku gazî navê Yehowa bike, ewê xelas bibe” (13)

    • Lingên xweşik ên mizgînvanan (15)

  • Mizgînî tê redkirin (16-21)

10  Birano, daxwaza dilê min û ricaya min ji Xwedê ev e ku miletê min xelas bibe. 2  Ez dikarim şahidiya vê yekê bikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê ew daxwaza Xwedê bi temamî fehm nakin. 3  Ji ber ku wan nizanibû ku di çavê Xwedê de çi rast e, wan li gor nêrîna xwe hereket dikir. Di netîceyê de, wan xwe li rastdariya Xwedê nedigirt. 4  Çimkî Mesîh dawiya Qanûna Mûsa anî. Niha her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne wek kesekî rast tê hesabkirin. 5  Mûsa li ser rastdariya li gor Qanûnê wisa nivîsî: “Mirovê ku van tiştan dike wê bi saya wan bijî.” 6  Lê li ser rastdariya ku ji baweriyê tê, Peyva Xwedê wisa dibêje: “Di dilê xwe de nebêje: ‘Kî wê hilkişe ezmên?’ (da ku Mesîh bîne xwarê), 7  yan, ‘Kî wê dakeve çala bêbinî?’ (da ku Mesîh ji mirinê rake).” 8  Lê Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Peyv nêzîkî te ye, li ser devê te û di dilê te de ye.” Ev “peyv”, peyva baweriyê ye, ya ku em belav dikin. 9  Eger tu bi eşkereyî bibêjî ku Îsa Efendiyê me ye, û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji mirinê rakiriye, tuyê xelas bibî. 10  Çimkî ji bo ku tu wek kesekî rast bêyî hesabkirin, gerek tu bi dilê xwe bawer bikî. Lê ji bo ku tu xelas bibî, gerek tu bi devê xwe bi eşkereyî xeber bidî. 11  Çimkî Nivîsarên Pîroz wisa dibêjin: “Kesê ku bi wî bawer dike wê xeyalşikestî nebe.” 12  Di nav Cihû û Yûnanan de qet ferqek tune ye. Xudanê me* hemûyan yek e. Ew bi comerdî alî hemû kesên ku gazî wî dikin, dike. 13  Çimkî “her kesê ku gazî navê Yehowa bike, ewê xelas bibe.” 14  Lê belê, eger ew bi wî bawer nekin, ewê çawa gazî wî bikin? Û eger wan li ser wî qet nebihîstiye, ewê çawa baweriya xwe bi wî bînin? Û eger kesek nede bihîstin, ewê çawa bibihîzin? 15  Û eger ew neyên şandin, ewê çawa bidin bihîstin? Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Çi qas xweşik in lingên kesên ku mizgîniyê belav dikin!” 16  Lê ne hemûyan mizgînî qebûl kir. Çimkî Îşaya got: “Ya Yehowa, kê bawerî bi gotina ku wan ji me bihîstiye, anî?” 17  Îcar, bawerî ji bihîstinê tê, û ji bo ku mirov bibihîzin, gerek xebera li ser Mesîh bê belavkirin. 18  Lê ez li ser Îsraîlê dipirsim: Ma fersenda wan tune bû ku ew bibihîzin? Belê, fersenda wan hebû. Çimkî Nivîsarên Pîroz wisa dibêjin: “Dengê wan li seranserê dinyayê tê bihîstin, û xebera wan digihîje mirovên heta kujên dinyayê yên herî dûr jî.” 19  Lê ez dipirsim: Ma Îsraîl fehm nekir? Pêşî Mûsa got: “Ezê wisa bikim ku hûn hesûdiya mirovên ku ne milet in, bikin. Ezê hêrsa we ji ber miletekî bêaqil rakim.” 20  Paşê Îşaya bi dilekî xurt got: “Kesên ku li min nedigeriyan ez dîtim; kesên ku li min nedipirsiyan ez nas kirim.” 21  Lê ew li ser Îsraîlê wisa dibêje: “Temamiya rojê min destê xwe dirêjî mirovên neguhdar û serhişk kir.”

Jêrenot

Yan “Efendiyê me”.