Nameya ji Romayiyan re 11:1-36

  • Îsraîl ne bi temamî tê redkirin (1-16)

  • Mîsala dara zeytûnê (17-32)

  • Kûrahiya hîkmeta Xwedê (33-36)

11  Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê miletê xwe red kir? Helbet na! Ez bi xwe jî Îsraîlî me, ji zuriyeta Birahîm û eşîra Benyamîn im.  Xwedê miletê xwe, yê ku wî ji destpêkê ve hilbijartibû, red nekir. Ma hûn nizanin ku Nivîsarên Pîroz li ser Êlyas çi dibêjin ku wî çawa li ser Îsraîliyan ji Xwedê re gazin dikir?  Wî got: “Yehowa, wan pêxemberên te kuştin û qurbangehên te hilweşandin. Bi tenê ez mame, û ew niha dixwazin min jî bikujin.”  Lê Xwedê çi cewab da wî? Wî got: “Ji miletê min hê 7.000 mirov hene, yên ku ji Baal re îbadet nekiriye*.”  Niha jî eynî wisa ye. Komeke biçûk heye, ya ku Xwedê ji ber qenciya xwe ya mezin hilbijartiye.  Îcar, ev tê maneya ku Xwedê ew ji ber qenciya xwe ya mezin û ne ji ber kirinên wan hilbijartine. Yan na, qenciya wî ya mezin wê êdî nebe qenciya mezin.  Îcar em dikarin çi bibêjin? Tiştê ku xelkê Îsraîlê dixwest, wan nestand. Lê belê, yên ku Xwedê ew hilbijartin, ev yek stand. Yên mayî jî nedixwest guh bidin.  Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Xwedê ew kirin xeweke kûr, da ku çavên wan nebînin û guhên wan nebihîzin, û ev yek heta roja îro dewam dike.”  Wekî din, Dawid dibêje: “Bila sifreya wan ji wan re bibe dafik û xefik, da ku ew bikevin wê û bên cezakirin. 10  Bila çavên wan tarî bibin, da ku ew nebînin, û bila pişta wan di bin barekî giran de xwar be.” 11  Îcar pirsa min ev e: Ma Cihû terpilîn û ketin, da ku ew êdî ranebin? Helbet na! Lê bi gava xwe ya şaş, wan rê vekir ku mirovên ji miletên din xelasiyê bi dest bixin, û ev bû sebeb ku Cihû hesûdiyê bikin. 12  Ji ber gava wan a şaş bereket ket dinyayê, û bi kêmbûna hejmara wan, mirovên ji miletên din zêdetir bereketan distînin. Îcar, gava hejmara Cihûyan û miletên din temam bibe, ewê çi qas zêdetir bereketan bistînin! 13  Niha ez ji we re, yên ku ji miletên din in re, dibêjim: Madem ku ez wek şandî ji bo miletên din hatime şandin, ez qîmetê didim xizmeta xwe. 14  Wekî din, ez hêvî dikim ku ezê bikarim miletê xwe bi tiştê ku we standiye bihesidînim, da ku ez herî kêm hin kesan xelas bikim. 15  Xwedê ew red kirin, û bi vî awayî rê ji bo hemû mirovên dinyayê vebû ku ew bibin dostên Xwedê*. Eger Xwedê wan niha qebûl bike, ma ev naşibe vê yekê ku ewê ji mirinê vegerin jiyanê? 16  Eger pareke hevîr, a ku wek para pêşîn hatiye standin pîroz be, îcar temamiya hevîr jî pîroz e. Û eger koka darê pîroz be, çiqil jî pîroz in. 17  Lê belê, Xwedê çend çiqil ji darê birîn. Hingê tu, yê ku çiqilê dara zeytûnê ya çolê bûyî, li şûna wan çiqilan bi dara zeytûnê ve hatî tamandin, û tu ji koka dara zeytûnê feydeyê distînî. 18  Lê nefikire ku tu ji çiqilên din çêtir î. Eger tu difikirî ku tu çêtir î, ji bîr neke ku ne tu destekê didî kokê, lê kok destekê dide te. 19  Belkî tuyê bibêjî: “Çiqilên din hatin birîn, da ku ez bi darê ve bêm tamandin.” 20  Erê, rast e! Ji ber ku baweriya wan tune bû, ew hatin birîn, lê tu bi baweriya xwe di cihê xwe de dimînî. Loma pozbilind nebe, lê hay ji xwe hebe. 21  Madem ku Xwedê çiqilên eslî yên darê nedan paş, ma ewê te bide paş? 22  Xwedê hem qenc e hem jî sert e. Ew li hember kesên ku ketine sert e, çimkî baweriya wan tune bû. Lê eger tu di qenciya wî de bimînî, Xwedê wê li hember te qenc be. Yan na, tuyê jî ji darê bêyî birîn. 23  Eger Cihû dev ji bêbaweriya xwe berdin, ewê bi darê ve bên tamandin, çimkî ev yek di destê Xwedê de ye. 24  Tu ji dara zeytûnê ya çolê hatî birîn, û li hember tebîeta xwe bi dara zeytûnê ya baxçe ve hatî tamandin. Îcar wê çi qas hêsantir be ku çiqilên eslî bi dara xwe ve bên tamandin! 25  Birano, ez dixwazim ku haya we ji vê sira pîroz hebe, da ku hûn xwe di çavê xwe de wek kesên bihîkmet nebînin: Heta ku hejmara mirovên ji miletên din ên ku hatin hilbijartin temam nebe, hin Îsraîlî wê serhişk bimînin. 26  Bi vî awayî temamiya Îsraîlê wê xelas bibe. Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Ji Siyonê Xelaskarek wê derkeve, û ewê xerabiyê ji zuriyeta Aqûb dûr bixe. 27  Gava ez gunehên wan ji holê rakim, ezê peymanekê bi wan re girêdim.” 28  Rast e, ev ji bo xêra we ye ku ew dijminên mizgîniyê ne. Lê Xwedê ew hilbijartine, û ew ji ber bav û kalên wan ji wan hez dike. 29  Xwedê wê ji ber hediyeyên ku wî dane û ji ber kesên ku wî gazî wan kiriye, poşman nebe. 30  Çimkî we berê guhdariya Xwedê nedikir, lê niha ji ber neguhdariya Cihûyan, rehm li we hat kirin. 31  Niha ew kesên neguhdar in, û Xwedê rehmê li we dike. Lê wek li we, li wan jî rehm dikare bê kirin. 32  Xwedê ew hemû kirine girtiyên neguhdariyê, da ku ew bikare rehmê li wan hemûyan bike. 33  Çi qas mezin in bereketên Xwedê! Çi qas kûr in hîkmet û zanîna wî! Ma kî dikare hukmên wî fehm bike, û kî dikare rêyên wî bizane? 34  “Ma kî fikra Yehowa dizane, û kî dikare şîretê bide wî?” 35  Yan “Kê pêşî tiştek daye Xwedê ku gerek Xwedê li wî vegerîne?” 36  Çimkî her tişt ji Xwedê ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Ew her û her hêjayî rûmetê ye. Amîn.

Jêrenot

Bi herfî “li ber Baal neketin ser çokan”.
Bi herfî “bi Xwedê re li hev bên”.