Nameya ji Romayiyan re 12:1-21
12 Birano, ji ber dilşewatiya Xwedê ez ji we rica dikim ku hûn bedenên xwe wek qurbaneke sax, pîroz û ku li Xwedê xweş tê, pêşkêşî wî bikin. Bi vî awayî hûn dikarin bi aqlê xwe ji Xwedê re xizmet bikin.
2 Êdî îzin nedin vê dinyayê ku ew li ser we tesîr bike, lê bi nêrîneke nû xwe biguherînin, da ku hûn bi xwe daxwaza Xwedê fehm bikin, a ku qenc, meqbûl û bêkêmasî ye.
3 Ji ber qenciya mezin a ku Xwedê li min kiriye, ez ji we hemûyan rica dikim ku hûn bi awayekî maqûl li ser xwe bifikirin*. Bila her kes ji we li gor baweriya ku Xwedê daye we, bi awayekî maqûl bifikire.
4 Çimkî di bedenekê de gelek endam hene, lê karê wan ji hev cuda ye.
5 Bi eynî awayî, em çi qas gelek bin jî, em yek beden in, çimkî em bi Mesîh re di yekîtiyê de ne û bi hev ve girêdayî ne.
6 Ji ber qenciya mezin a ku Xwedê li me kiriye, her yek ji me cure cure xelat standine. Eger me xelata pêxembertiyê standiye, bila em li gor baweriya xwe pêxembertiyê bikin.
7 Eger me xelata xizmetê standiye, bila em çi ji destê me tê bikin ku xizmetê bikin. Eger me xelata hînkirinê standiye, bila em çi ji destê me tê bikin ku hîn bikin.
8 Eger xelata me ev e ku em dilê kesên din xurt bikin, bila em dilan xurt bikin. Eger xelata me dayîn e, bila em destvekirî bin. Yê ku rêberiyê dike, bila bi xîret rêberiyê bike. Yê ku dilovaniyê nîşan dide, bila vê yekê bi dil û can bike.
9 Bila hezkirina we ji dil be*. Ji xerabiyê nefret bikin û xwe li ya qenc bigirin.
10 Di biraheziyê de bi dilgermî ji hevdû hez bikin. Di qedirgirtinê de gava pêşîn bavêjin.
11 Jîr û jêhatî bin û tembel nebin. Bila ruhê pîroz agirê xîretkêşiyê di dilê we de vêxe. Bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikin.
12 Di hêviya xwe de dilxweş bin. Di tengasiyên xwe de sebir* bikin. Dev ji duakirinê bernedin.
13 Bi birayên xwe re* li gor hewcedariyên her yekî parve bikin. Li rêyan bigerin ku hûn mêvanheziyê nîşan bidin.
14 Xêra kesên ku zilmê li we dikin, bixwazin. Xêra wan bixwazin û nifiran li wan nekin.
15 Bi yên kêfxweş re kêfxweş bin; bi yên ku digirîn re bigirîn.
16 Çawa ku hûn li ser xwe difikirin, li ser kesên din jî eynî wisa bifikirin. Bi zêdeyî li ser xwe nefikirin, lê xwediyê nêrîneke dilnizm bin. Nefikirin ku hûn ji hemû kesên din biaqiltir in*.
17 Gava kesên din xerabiyê li we dikin, hûn xerabiyê li wan nekin. Tiştên ku di çavê hemû mirovan de qenc in, bikin.
18 Eger mumkin be, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin.
19 Delalno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê, çimkî di Nivîsarên Pîroz de wisa tê gotin: “Yehowa dibêje: ‘Heyfhilanîn îşê min e, ezê berdêla xerabiyê bidim.’”
20 Lê belê, tu wisa bike: “Eger dijminê te birçî ye, xwarinê bide wî. Eger ew tî ye, avê bide wî. Eger tu wisa bikî, tuyê dilê wî nerm bikî*.”
21 Nehêle ku xerabî te bindest bike, lê xerabiyê bi qenciyê bindest bike.
Jêrenot
^ Yan “zêdetir li ser xwe nefikirin”.
^ Bi herfî “bê durûtî be”.
^ Yan “tehemul”.
^ Bi herfî “Bi pîrozan re”.
^ Yan “bihîkmettir in”.
^ Bi herfî “pêtên êgir li ser serê wî top bikî”.