Nameya ji Romayiyan re 13:1-14

  • Guhdariya kesên ku hukim dajon, bikin (1-7)

    • Bacê bidin (6, 7)

  • “Hezkirin pêkanîna Qanûnê ye” (8-10)

  • “Wek di bin ronahiya rojê de, bila rabûn û rûniştina me baş be” (11-14)

13  Bila her kes guhdariya kesên ku hukim dajon*, bike. Çimkî her qudret ji Xwedê ye. Kesên ku niha hukim dajon, cihên ku Xwedê îzin daye wan, digirin.  Eger em li dijî hukûmetê rabin, em li dijî Xwedê hereket dikin. Kesên ku li dijî nîzama Xwedê radibin, ewê bên cezakirin.  Ne kesên ku qenciyê dikin, lê kesên ku xerabiyê dikin gerek ji hukimdaran bitirsin. Eger tu dixwazî ji tirsa hukûmetan bifilitî, qenciyê bike, û ewê pesnê te bidin.  Çimkî ew xulamên Xwedê ne û ev yek ji bo xêra te ye. Lê eger tu xerabiyê bikî, sebebê te heye ku tu bitirsî. Wan îzin û qudret standine ku kesên ku xerabiyê dikin, ceza bikin. Ew xizmetkarên Xwedê ne, û ew kesên ku xerabiyê dikin, ceza dikin.  Ji ber vê yekê, sebebên baş hene ku tu guhdariya wan bikî. Tuyê hem ji hêrsa wan birevî, hem jî wijdanê te wê rehet bibe.  Ji ber vê yekê tu bacê jî didî, çimkî ew xizmetkarên Xwedê ne û ji bo vê armancê ew xizmeta xelkê dikin.  Heqê kê heye ku tiştekî ji we bixwaze, bidin wî: Kesê ku bacê ji we dixwaze, bacê bidin wî, kesê ku dixwaze ku qedrê wî bê girtin, qedrê wî bigirin, kesê ku rûmetê dixwaze, rûmetê bidin wî.  Ji xeynî vê ku hûn ji hevdû hez bikin, nebin deyndarê tu kesî. Kesê ku ji cîranê xwe hez dike, qanûnê pêk tîne.  Çimkî emrê ku dibêje: “Zinayê neke, nekuje, nedize, çavê xwe neavêje tiştên kesên din” û hemû emrên din bi kurtasî vî emrî tînin zimên: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.” 10  Hezkirin xerabiyê li kesên din nake, loma hezkirin pêkanîna Qanûnê ye. 11  Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku wext êdî hatiye ku hûn ji xewê hişyar bibin. Niha xelasiya me ji dema ku em bûn bawermend nêzîktir bûye. 12  Şev derbas dibe û roj nêzîk bûye. Bila em dev ji karên tariyê berdin û çekên ronahiyê li xwe bikin. 13  Wek di bin ronahiya rojê de, bila rabûn û rûniştina me baş be. Bila em xwe ji van tiştan dûr bigirin: Ji kêfkirina bêsînor û bêedeb, serxweşî, bênamûsî, hereketên bêedeb, şer* û çavnebariyê. 14  Lê çav bidin mîsala Efendiyê me Îsa Mesîh û nefikirin ku hûn çawa dikarin xwestekên xwe yên nefsê têr bikin.

Jêrenot

Li vir behsa serwerên dewletê tê kirin.
Yan “pevçûn”.