Nameya ji Romayiyan re 14:1-23

  • Hevdû mehkûm nekin (1-12)

  • Nebin sebebê ketina kesekî (13-18)

  • Aştî û yekîtiyê bi pêş bixin (19-23)

14  Kesê ku baweriya wî sist e qebûl bikin. Û eger nêrîna kesekî ji nêrîna we cuda be, wî mehkûm nekin.  Kesê ku baweriya wî xurt e her tiştî dixwe. Lê kesê ku baweriya wî sist e bi tenê sebzeyan dixwe.  Kesê ku her tiştî dixwe, bila kesê ku her tiştî naxwe kêm nebîne. Û kesê ku her tiştî naxwe, bila kesê ku her tiştî dixwe mehkûm neke. Çimkî Xwedê ev mirov qebûl kiriye.  Ma tu kî yî ku tu xizmetkarê kesekî din mehkûm dikî? Axayê wî wê qerarê bide ka tiştê ku ew dike rast e yan şaş e. Bi alîkariya Yehowa ev mirov dikare bi ser bikeve.  Hin kes difikirin ku rojek ji rojên din muhîmtir e, û hin kesên din difikirin ku hemû roj wek hev in. Bila her mirov bi tiştê ku ew difikire ku rast e, bawer be.  Kesên ku rojekê muhîmtir dibînin, ew vê yekê ji bo rûmeta Yehowa dikin. Kesên ku her tiştî dixwin, ew ji bo rûmeta Yehowa dixwin, çimkî ew ji bo xwarinê ji Xwedê re şikir dikin. Û kesên ku xwarinê naxwin, ew jî vê yekê ji bo rûmeta Yehowa dikin û ji Xwedê re şikir dikin.  Tu kes ji me ji bo xwe najî, û tu kes ji me ji bo xwe namire.  Çimkî eger em bijîn, emê ji bo Yehowa bijîn, û eger em bimirin, emê ji bo Yehowa bimirin. Îcar, ferq nake ku em dijîn yan dimirin, em aîdî Yehowa ne.  Bi eslê xwe, Mesîh ji ber vî sebebî mir û vegeriya jiyanê, da ku ew hem li ser kesên mirî hem jî li ser kesên sax bibe Efendî. 10  Lê tu çima birayê xwe mehkûm dikî? Yan tu çima birayê xwe kêm dibînî? Em hemû, emê li ber Xwedê bisekinin, û ewê hukmê me hemûyan bide. 11  Çimkî di Nivîsarên Pîroz de wisa tê gotin: “Yehowa dibêje: ‘Ez bi hebûna xwe sond dixwim, her kes wê li ber min bikeve ser çokan, û her kes wê qebûl bike ku Xwedê ez im.’” 12  Hingê, her yek ji me wê li ber Xwedê ji bo xwe hesab bide. 13  Loma dev jê berdin ku hûn hevdû mehkûm bikin. Lê belê, çi ji destê we tê bikin ku hûn baweriya birayê xwe sist nekin û nebin sebebê ketina wî. 14  Wek şagirtê Efendiyê me Îsa, ez bawer im ku her tiştê ku em dixwin bi xwe ne heram e. Lê eger kesek difikire ku tiştek heram e, îcar ew ji bo wî heram e. 15  Eger tu bi xwarina ku tu dixwî birayê xwe aciz dikî, tu êdî li ser rêya hezkirinê nameşî. Bi xwarina ku tu dixwî, baweriya kesê ku Mesîh ji bo wî mir, tune neke. 16  Sebeb nedin tu kesî ku ew li ser kirinên we yên qenc xerab xeber bidin. 17  Çimkî Hukimdariya Xwedê ne bi xwarin û vexwarinê ve girêdayî ye, lê ew bi rastdarî, aştî û dilxweşiya ku ruhê pîroz dide ve girêdayî ye. 18  Yê ku bi vî awayî ji Mesîh re xizmet dike li dilê Xwedê xweş tê û mirov ji wî razî ne. 19  Îcar, bila em çi ji destê me tê bikin ku di nav me de aştî hebe û em hevdû ava bikin. 20  Dev jê berde ku tu ji bo xatirê xwarinê karê destê Xwedê xera bikî. Rast e, her xwarin helal e, lê gerek tu xwarina ku dikare bibe sebebê ketina mirovekî nexwî. 21  Ya baş ev e ku tu ne goşt bixwî, ne şerabê vexwî û ne jî tiştekî wisa bikî ku dikare bibe sebebê ketina birayê te. 22  Tiştê ku tu pê bawer dikî, bila di nav te û Xwedê de bimîne. Eger tu ji ber tiştên ku li gor te rast in, xwe mehkûm nekî, tuyê dilxweş bî. 23  Eger şik û gumana mirovekî heye ka ew dikare tiştekî bixwe yan na, û ew dîsa jî dixwe, ew jixwe neheq e*, çimkî ew bê bawerî dixwe. Her tiştê ku mirov bê bawerî bike, guneh e.

Jêrenot

Yan “mehkûm bûye”.