Nameya ji Romayiyan re 15:1-33

  • “Çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, gerek hûn jî hevdû qebûl bikin” (1-13)

  • Pawlos, xizmetkarê miletan (14-21)

  • Pawlos behsa rêwîtiya xwe dike (22-33)

15  Em, ên ku xurt in, gerek kêmasiyên kesên ku ne xurt in, hilgirin. Gerek em bi tenê li xêra xwe negerin.  Her yek ji me gerek xîret bike ku li xêra cîranê xwe bigere û tiştê ku ji bo wî qenc e, bike, da ku wî ava bike.  Çimkî Mesîh jî bi tenê li xêra xwe nedigeriya. Çawa ku Nivîsarên Pîroz dibêjin: “Heqaretên kesên ku heqaretê li te dikin, hatin serê min.”  Çimkî her tiştê ku ji berê ve di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn, ji bo perwerdeya me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir* û dilrehetiya ku Nivîsarên Pîroz didin me, hêviya me hebe.  Bila Xwedayê ku sebir û dilrehetiyê dide we, alî we bike ku nêrîna we jî wek nêrîna Mesîh Îsa be.  Bi vî awayî, hûnê di yekîtiyê de rûmetê bidin Xwedê, yê ku Bavê Efendiyê me Îsa Mesîh e.  Çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, gerek hûn jî hevdû qebûl bikin. Ev yek rûmetê dide Xwedê.  Ez ji we re dibêjim: Mesîh bû xizmetkarê Cihûyan*, da ku nîşan bide ku Xwedê rast e û îsbat bike ku sozên ku Xwedê dane bav û kalan pêbawer in,  û da ku miletên din ji ber rehma wî rûmetê bidin Xwedê. Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Loma ezê di nav miletan de rûmetê bidim te û bi kilaman pesnê navê te bidim.” 10  Û wisa jî tê gotin: “Ey miletno, bi xelkê wî re dilşad bin.” 11  Wekî din tê gotin: “Ey hûn, hemû miletno, pesnê Yehowa bidin, bila hemû xelk pesnê wî bidin.” 12  Wekî din, Îşaya dibêje: “Koka Yêşay wê derkeve, ewê rabe ku li ser miletan hukim bajo. Û milet wê hêviya xwe bi wî ve girêdin.” 13  Bila Xwedayê ku hêviyê dide, ji ber baweriya we, we bi dilxweşî û aştiyê ve tije bike. Belê, bila bi qeweta ruhê pîroz hêviya we xurt bibe. 14  Birano, ez bawer im ku hûn bi qenciyê ve tije ne û zanîna we heye, û hûn dikarin hevdû hîn bikin*. 15  Lê belê, ji ber qenciya mezin a ku Xwedê li min kiriye, min li ser hin tiştan bi eşkereyî ji we re nivîsî ku ez van tiştan dîsa bînim bîra we. 16  Ez ji bo miletan xizmetkarê Mesîh Îsa me. Ez di îşê pîroz ê belavkirina mizgîniya Xwedê de pir xîret dikim, da ku ev milet bibin qurbaneke ku li Xwedê xweş tê, qurbaneke ku bi ruhê pîroz ji bo wî hatiye pîrozkirin. 17  Ez dilxweş im ji ber ku ez şagirtê Mesîh Îsa me û îşê Xwedê dikim. 18  Ezê li ser tiştên ku min bi xwe kirine, xeber nedim. Lê ezê bi tenê li ser tiştên ku Mesîh bi destê min kirine û gotine, xeber bidim, da ku ez alî mirovên ji miletên din bikim ku ew guhdariya wî bikin. 19  Wan ji ber nîşan û mucîzeyên biqudret, ên ku bi ruhê Xwedê hatin çêkirin, guhdarî kir. Bi vî awayî, ji Orşelîmê bigire heta Îlîriyayê min bi awayekî baş mizgîniya li ser Mesîh belav kir. 20  Min ji xwe re kiriye armanc ku ez mizgîniyê li cihên ku navê Mesîh hatiye bihîstin, belav nekim, çimkî min nedixwest îşê ku mirovekî din dest pê kiriye, dewam bikim*. 21  Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Kesên ku xebera li ser wî ji wan re nehatiye gotin wê wî bibînin, û kesên ku nebihîstine wê fehm bikin.” 22  Ji ber vê yekê, rêya min gelek caran dihat girtin ku ez bêm ba we. 23  Lê niha min xizmeta xwe li van herêman xelas kiriye, û êdî gelek* sal e ku ez dixwazim we ziyaret bikim. 24  Loma, gava ez herim Spanyayê, ez hêvî dikim ku ezê we bibînim. Piştî ku em bi hev re hinek wext derbas bikin, ez hêvî dikim ku hûnê bikarin min hinek bi rê bikin. 25  Lê niha ez dikevim rê ku herim Orşelîmê, da ku destekê bidim birayan*. 26  Birayên li Makedonya û Axayayê dilxweş bûn ku ji bo belengazên di nav birayên* Orşelîmê de bexşan* bidin. 27  Wan birayan ev yek bi dil û can kir. Bi rastî, ew deyndarên wan bûn, çimkî birayên li Orşelîmê bi wan birayan re tiştên ruhanî* parve kiribûn. Loma ew bira deyndarên birayên li Orşelîmê bûn ku tiştên madî bi wan re parve bikin. 28  Piştî ku ez van bexşan bigihînim wan, ezê herim Spanyayê û di rê de ezê serî li we bidim. 29  Ez dizanim ku gava ez bigihîjim we, ezê ji we re têr û tije bereketên Mesîh bînim. 30  Birano, bi saya baweriya we ya bi Efendiyê me Îsa Mesîh û hezkirina ku ruhê pîroz dide, ez ji we rica dikim ku hûn bi min re ji dil ji Xwedê re ji bo min dua bikin. 31  Dua bikin ku ez ji destê nebawermendên li Cihûstanê bifilitim û ku birayên* li Orşelîmê ev bexşên* ku ez bi xwe re tînim bi dilxweşî qebûl bikin. 32  Hingê, eger Xwedê bixwaze, ezê bi kêfxweşî werim ba we û emê dilê hevdû xurt bikin. 33  Bila Xwedayê ku aştiyê dide bi we hemûyan re be. Amîn.

Jêrenot

Yan “tehemul”.
Bi herfî “yên ku sinetkirî ne”.
Yan “şîretan bidin hevdû”.
Bi herfî “li ser bingeha mirovekî din ava bikim”.
Yan belkî “çend”.
Bi herfî “pîrozan”.
Bi herfî “pîrozan”.
Yan “hediyeyan”.
Yanî “tiştên li ser Xwedê”.
Bi herfî “pîrozên”.
Yan “hediyeyên”.