Nameya ji Romayiyan re 16:1-27

  • Pawlos Fîbiyê dide naskirin (1, 2)

  • Silavên li Mesîhiyên Romayî (3-16)

  • Hay ji kesên ku cudahiyê bi pêş dixin hebin (17-20)

  • Silavên ji hevalkarên Pawlos (21-24)

  • Sira pîroz eşkere bûye (25-27)

16  Ez dixwazim ku hûn xwişka me Fîbiyê qebûl bikin. Ew destekê dide civata Kênxrêyayê.  Ji kerema xwe re wê bi awayekî ku layiqî xizmetkarên* Efendiyê me ye, qebûl bikin. Eger ew hewceyî tiştekî bibe, alîkariya wê bikin, çimkî ew li gelekan û li min jî xwedî derket.  Silavên min li Prîskîla û Akîlas bikin. Ew di îşê Mesîh Îsa de hevalkarên min in.  Wan ji bo xatirê min jiyana xwe xist talûkeyê. Ez û hemû civatên miletên din ji wan re spasdar in.  Silavan li civata ku di mala wan de top dibe jî bikin. Silavan li Epenetûsê delal bikin. Ew yek ji kesên pêşîn bû, yên ku li Asyayê bûn şagirtên Mesîh.  Silavan li Meryemê bikin. Wê bi kedeke mezin ji bo we kar kiriye.  Silavan li Andronîkos û Yûnîas bikin. Ew merivên min in û bi min re girtî bûn. Şandî wan baş nas dikin, û ew gelek sal berî min bûn şagirtên Mesîh.  Silavan li dostê minî delal Ampliyatos bikin. Ew jî şagirtê Efendiyê me ye.  Silavan li Ûrbanûs bikin. Ew di îşê Mesîh de hevalkarê me ye, û silavan li dostê minî delal Staxîs jî bikin. 10  Silavan li Apêlês bikin, ê ku Mesîh ji wî razî ye. Silavan li maliyên Arîstobûlos bikin. 11  Silavan li merivê min Hêrodiyon bikin. Silavan li maliyên Narkîsos bikin. Ew şagirtên Mesîh in. 12  Silavan li Trîfîna û Trîfosayê bikin. Ev xwişk bi kedeke mezin ji bo Efendiyê me kar dikin. Silavan li xwişka me ya delal Persîsê bikin, çimkî wê bi kedeke mezin ji bo Efendiyê me kar kiriye. 13  Silavan li Rûfûs bikin, Efendiyê me ew hilbijartiye. Û silavan li diya wî jî bikin, ew ji bo min jî wek dayik bû. 14  Silavan li Asînkrîtos, Flêgon, Hermês, Patrobas, Hermas û birayên bi wan re bikin. 15  Silavan li Fîlologos, Yûlya, Nêreûs û xwişka wî Olîmpas û hemû birayên* bi wan re bikin. 16  Bi dilgermî* silavan li hevdû bikin. Hemû civatên Mesîh silavan li we dikin. 17  Birano, ez ji we rica dikim, bila haya we ji kesên wisa hebe, yên ku cudahiyê bi pêş dixin, baweriya kesên din sist dikin û li dijî hîndariyên ku hûn hîn bûne radibin. Xwe ji kesên wisa dûr bigirin. 18  Çimkî kesên wisa ne xulamên Efendiyê me Mesîh in, lê ew xulamên xwestekên xwe ne. Ew bi gotinên xweş û xeberdana şîrîn mirovên saf dixapînin. 19  Her kes dizane ku hûn kesên guhdar in, û ez bi vê yekê gelek dilxweş im. Ez dixwazim ku hûn bihîkmet bin û tiştên qenc bikin, bêsûc bin û xwe ji xerabiyê dûr bigirin. 20  Xwedayê ku aştiyê dide wê di demeke nêzîk de Şeytan di bin lingên we de biperçiqîne. Bila kerema Efendiyê me Îsa bi we re be. 21  Hevalkarê min Tîmotêyos silavan li we dike. Wekî din, merivên min Lûkyos, Yason û Sosîpatros jî silavan li we dikin. 22  Ez Tertiyos, ê ku ev name nivîsiye, bi navê Efendiyê me silavan li we dikim. 23  Mazûvanê min Gayos jî, yê ku di mala wî de civat top dibe, silavan li we dike. Xezînedarê bajêr Êrastos û birayê wî Kuwartos jî silavan li we dikin. 24  ——* 25  Xwedê dikare bi destê mizgîniya ku ez belav dikim û bi xebera li ser Îsa Mesîh we xurt bike. Ev xeber bi eşkerekirina sira pîroz ve girêdayî ye, ya ku ji bo wexteke dirêj veşartî bû. 26  Lê niha ev sir eşkere bûye. Bi saya nivîsarên pêxemberan hemû milet bi vê sira pîroz hesiyan. Xwedayê meyî herheyî emir da ku ev sir di nav miletan de eşkere bibe, da ku ew bawer bikin û guhdariya wî bikin. 27  Bila ji Xwedê re, yê ku bi tenê ew bihîkmet e, bi navê Îsa Mesîh heta hetayê rûmet bê dayîn. Amîn.

Jêrenot

Bi herfî “pîrozên”.
Bi herfî “yên pîroz”.
Bi herfî “Bi maçeke pîroz”.
Ayeta 24an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.