Nameya ji Romayiyan re 2:1-29
2 Îcar, ferq nake ku tu kî yî, eger tu kesên din ji bo tiştên ku tu bi xwe dikî, mehkûm bikî, mehneya te tune ye. Gava tu kesên din mehkûm dikî, tu xwe mehkûm dikî.
2 Lê em dizanin ku gava Xwedê mirovên ku tiştên wisa dikin, mehkûm dike, hukmê wî rast e.
3 Eger tu mirovan ji bo tiştên ku tu bi xwe dikî, mehkûm dikî, ma tu difikirî ku tu dikarî ji hukmê Xwedê birevî?
4 Ma tu nabînî ku ew qencî, bêhnfirehî û sebra xwe bi zêdeyî nîşanî te dide? Ma tu fehm nakî ku Xwedê dixwaze bi qenciya xwe alî te bike ku tu tobe bikî?
5 Lê eger tu serhişk bî û nexwazî tobe bikî, Xwedê wê di roja xezeba xwe de, gava ew hukmê rast bide, te ceza bike.
6 Ewê li gor kirinên her kesî yan xelatê bide wî yan jî wî ceza bike.
7 Xwedê wê jiyana herheyî bide kesên ku bi dewamî qenciyê dikin. Mirovên wisa li rûmet, hurmet û jiyana heta hetayê digerin.
8 Lê belê, Xwedê wê xezeb û hêrsa xwe li ser kesên ku ji minaqeşekirinê hez dikin û guh nadin rastiyê, birijîne.
9 Her mirovê ku xerabiyê dike wê cefayê bikişîne, ferq nake ew Cihû be yan jî Yûnan be.
10 Lê her mirovê ku qenciyê dike wê rûmet, hurmet û aştiyê bistîne, pêşî Cihû û paşê jî Yûnan.
11 Çimkî Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan.
12 Her kesê ku bê Qanûna Mûsa guneh kiriye, ewê bê Qanûnê bimire. Lê her kesê ku di bin Qanûnê de guneh kiriye, ewê li gor Qanûnê hukim bistîne.
13 Ne kesê ku Qanûnê dizane di çavê Xwedê de yekî rast e, lê kesê ku li gor Qanûnê dijî di çavê Xwedê de yekî rast e.
14 Qanûn li ba kesên ku ne Cihû ne tune ye. Lê gava ew tiştên ku ji bo wan xwezayî ne dikin û bi vî awayî li gor Qanûnê dijîn, ew nîşan didin ku Qanûn di dilê wan de ye.
15 Ew îsbat dikin ku tiştên ku Qanûn hîn dike di dilê wan de nivîsî ne, û wijdanê wan jî vê yekê qebûl dike. Û ew ji aliyê fikrên xwe ve yan tên sûcdarkirin yan jî bêsûc tên dîtin.
16 Li gor mizgîniya ku ez belav dikim, roja ku Xwedê wê bi destê Mesîh Îsa mirovan ji bo kirinên wan û fikrên wan ên veşartî mehkûm bike, ev hemû tişt wê çêbin.
17 Tu xwe wek yekî Cihû bi nav dikî, û baweriya xwe bi qanûnê tînî û serbilind î ku tu aîdî miletê Xwedê yî.
18 Tu daxwaza Xwedê dizanî û tiştên rast qebûl dikî, çimkî tu li gor Qanûnê hatiyî perwedekirin.
19 Tu bawer î ku tu ji bo koran rêber î û ji bo kesên ku di nav tariyê de ne ronahî yî.
20 Ji ber ku tu esasê zanîn û rastiya Qanûnê dizanî, tu difikirî ku tu dikarî kesên nezan serrast bikî û zarokan hîn bikî.
21 Ey tu, yê ku kesên din hîn dikî, çima tu xwe hîn nakî? Tu dibêjî “Nedize”, lê çima tu bi xwe didizî?
22 Tu dibêjî “Zinayê neke”, lê çima tu bi xwe zinayê dikî? Tu dibêjî ku tu ji pûtan nefret dikî, îcar tu çima îbadetgehan talan dikî?
23 Tu ji ber zanîna qanûna Xwedê serbilind î, îcar çima tu Qanûnê binpê dikî û bi vê yekê Xwedê bêrûmet dikî?
24 Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: “Ji ber we di nav mirovên vê dinyayê de navê Xwedê tê reşkirin*.”
25 Eger tu xwe li Qanûnê digirî, feydeya sinetê heye. Lê eger tu xwe li Qanûnê nagirî, îcar sineta te bêfeyde ye.
26 Lê eger mirovekî ku nehatiye sinetkirin xwe li gor qaîdeyên rast ên Qanûnê digire, ma ew di çavê Xwedê de wek kesekî sinetkirî nayê dîtin?
27 Te perwerdeya li ser sinet û Qanûnê standiyê, lê tu li gor Qanûnê najî. Ji ber vê yekê kesê nesinetkirî, yê ku li gor Qanûnê dijî, te mehkûm dike.
28 Çimkî Cihûyekî rast ne tenê bi şeklê xwe Cihû ye, û sinet ne tenê li ser bedenê hatiye kirin.
29 Lê Cihûyekî rast di hundirê xwe de Cihû ye, û sineta wî jî bi ruhê pîroz li ser dilê wî hatiye kirin, û ne bi girtina Qanûnê ve girêdayî ye. Kesekî wisa ne ji mirovan, lê ji Xwedê pesnan distîne.
Jêrenot
^ Bi herfî “kufirkirin”.