Nameya ji Romayiyan re 3:1-31

  • “Xwedê wê her tim rastiyê bibêje” (1-8)

  • “Hem Cihû hem jî Yûnan gunehkar in” (9-20)

  • Mirov bi saya baweriyê rast tê derxistin (21-31)

    • “Tu kes nikare bigihîje rûmeta Xwedê” (23)

3  Feydeya vê yekê ku kesek Cihû ye çi ye? Yan jî feydeya sinetê çi ye?  Gelek feyde hene: Mesela, Xwedê xeberên xwe yên pîroz emanetî Cihûyan kirine.  Lê eger hin ji wan ne dilsoz bin, çi wê çêbe? Ma kêmasiya baweriya wan tê maneya ku Xwedê ne dilsoz e?  Helbet na! Eger hemû mirov derewan bikin jî, Xwedê wê her tim rastiyê bibêje. Çawa ku hatiye nivîsîn: “Tuyê di gotinên xwe de rast bêyî derxistin, û gava te sûcdar bikin, tuyê bi ser bikevî.”  Neheqiya me baş nîşan dide ku Xwedê heq e. Gava Xwedê hêrsa xwe tîne ser me, ma ew neheq e? (Ez wek hin mirovan dibêjim.)  Na! Xwedê ne neheq e! Eger wisa be, Xwedê wê çawa hukmê dinyayê bide?  Wekî din, eger derewa min zêdetir nîşan dide ku Xwedê rast e û rûmetê dide wî, hin kes wê bipirsin: “Îcar ez çima wek yekî gunehkar têm sûcdarkirin?”  Û em çima van gotinên ku hin kes davêjin ser me, nabêjin: “Bila em xerabiyê bikin, da ku qencî derkeve?” Mirovên ku van gotinan davêjin ser me, ewê li gor edaletê hukim bistînin.  Ma em Cihû ji kesên din çêtir in? Helbet na! Çawa ku me êdî gotibû, hem Cihû hem jî Yûnan gunehkar in. 10  Di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: “Mirovekî rast tune ye, heta yek jî tune ye. 11  Kesê ku fehm dike tune ye. Kesê ku li Xwedê digere tune ye. 12  Hemû mirovan xwe ji Xwedê dûr xist û bêkêr bûn. Kesê ku qenciyê dike tune ye, heta yek jî tune ye.” 13  “Xeberdana wan dikare mirovan bikuje*.” “Ew bi zimanê xwe derewan dikin.” “Jehra maran li ser lêvên wan e.” 14  “Devê wan tijî nifir û tehliyê ye.” 15  “Ew zalim in û xwînê dirijînin*.” 16  “Ew her tim mirovan wêran dikin û dibin sebebê perîşaniya wan, 17  û ew rêya aştiyê nizanin.” 18  “Tirsa Xwedê di dilê wan de tune ye.” 19  Em dizanin ku her tiştê ku di Qanûnê de nivîsî ye, ji bo kesên ku di bin Qanûnê de ne hatiye gotin. Armanca wê ev e ku mirov li mehneyan negerin, û ku eşkere bibe ku temamiya dinyayê li ber Xwedê sûcdar e û hêjayî ceza ye. 20  Loma ev yek ku mirov xwe li Qanûnê digire, nikare wî li ber çavê Xwedê rast derxîne. Qanûn alî me dike ku em fehm bikin ku guneh çi ye. 21  Lê belê niha em fehm dikin ku mirov bêyî Qanûnê dikare di çavê Xwedê de wek yekî rast bê derxistin. Ev yek di Qanûn û Nivîsarên Pêxemberan de jî tê gotin. 22  Rastdariya Xwedê bi saya baweriya bi Îsa Mesîh ji hemû kesên ku bawer dikin re, eşkere bûye. Çimkî Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan. 23  Hemûyan guneh kiriye û tu kes nikare bigihîje rûmeta Xwedê. 24  Xwedê ev hediye daye kesên ku wî bi qenciya xwe ya mezin ew wek kesên rast derxistine. Ji bo vê, Îsa Mesîh bi saya fîdyeyê ew ji guneh xelas kirine. 25  Xwedê Îsa wek qurban pêşkêş kir ku bi saya baweriya bi xwîna wî kefaretê bide mirovan. Xwedê ev yek kir, da ku rastdariya xwe nîşan bide. Bi vê yekê ku wî gunehên berê efû kirin, ew sebra xwe nîşan dide. 26  Wekî din, ew bi vê yekê ku ew kesekî ku bi Îsa bawer dike, rast derdixe, rastdariya xwe nîşan dide. 27  Îcar, ma sebebek heye ku em pesnê xwe bidin? Na, sebebek tune ye. Ma lazim e ku em pesnê xwe bidin ku em guhdariya Qanûnê dikin? Na, gerek em serbilind bin ku em li pey qanûna baweriyê diçin. 28  Çimkî em dizanin ku mirov ne bi vê yekê ku ew xwe li Qanûnê digire, lê bi saya baweriyê wek kesekî rast tê derxistin. 29  Ma Xwedê tenê Xwedayê Cihûyan e? Ma ew ne Xwedayê miletên din e jî? Belê, ew Xwedayê mirovên hemû miletan e. 30  Ji ber ku Xwedê yek e, ewê hem kesên sinetkirî hem jî kesên nesinetkirî bi saya baweriya wan rast derxîne. 31  Madem ku wisa ye, ma em bi baweriya xwe Qanûnê betal dikin? Na! Em destekê didin Qanûnê.

Jêrenot

Bi herfî “Gewriya wan goreke vekirî ye”.
Bi herfî “Lingên wan ji bo rijandina xwînê bilez in”.