Nameya ji Romayiyan re 4:1-25

  • Birahîm bi saya baweriya xwe rast hat hesabkirin (1-12)

    • Birahîm, bavê hemû kesên ku bawer dikin (11)

  • Birahîm ji ber baweriya xwe soz stand (13-25)

4  Em dikarin li ser bavê me Birahîm çi bibêjin?  Eger Birahîm ji ber kirinên xwe rast bihata derxistin, îcar sebebê wî wê hebûya ku ew pesnê xwe bide, lê belê ne li ber Xwedê.  Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Birahîm baweriya xwe bi Yehowa anî, û ew wek kesekî rast hat hesabkirin.”  Mirovê ku kar dike meaşê xwe ne wek hediye, lê wek heqê karê xwe distîne.  Lê belê, mirovê ku baweriya xwe ne bi kirinên xwe, lê bi Xwedê tîne, Xwedê, yê ku mirovên xerab rast derdixe, baweriya wî kesî rast hesab dike.  Dawid jî li ser mirovê ku Xwedê wî ne ji ber kirinên wî wek kesekî rast hesab dike, dibêje ku ew dilxweş e. Wî wisa got:  “Çi qas dilxweş in kesên ku şaşiyên wan hatine efûkirin û gunehên wan hatine jibîrkirin*.  Çi qas dilxweş e mirovê ku Yehowa gunehê wî hesab nake.”  Ma tenê kesên ku hatine sinetkirin dilxweş in? Yan kesên ku nehatine sinetkirin jî dikarin dilxweş bibin? Ma em nabêjin: “Birahîm bi baweriya xwe wek kesekî rast hat hesabkirin”? 10  Gelo di kîjan halî de ew bi saya baweriya xwe wek kesekî rast hat hesabkirin? Berî ku ew hat sinetkirin yan piştî ku ew hat sinetkirin? Ev yek berî ku ew hat sinetkirin çêbû. 11  Belê, gava Birahîm hê nesinetkirî bû, ew bi saya baweriya xwe wek kesekî rast hat hesabkirin û wî nîşanek, yanî sinetkirin, wek mor stand. Ev yek wisa çêbû, da ku ew bibe bavê hemû kesên ku nesinetkirî bûn, lê bawer dikirin ku ew jî wek kesên rast bên dîtin. 12  Bi vî awayî Birahîm bû bavê kesên sinetkirî. Lê belê, ne bi tenê ji bo kesên ku tên sinetkirin, lê wisa jî ji bo kesên ku li pey şopa baweriya bavê me Birahîm berî ku ew hat sinetkirin, diçin. 13  Çimkî Birahîm soza ku ew û zuriyeta wî wê dinyayê wek mîras bistîne, ne bi pêkanîna Qanûnê, lê bi rastdariya li ser esasê baweriya xwe stand. 14  Eger kesên ku xwe li Qanûnê digirin mîrasgirên vê sozê bin, îcar bawerî pûç e û soza Birahîm bêmane ye. 15  Binpêkirina Qanûnê xezeba Xwedê tîne meydanê, lê eger qanûn tune be, ew nikare bê binpêkirin. 16  Ev e sebeb ku em vê sozê bi destê baweriyê distînin, çimkî ev hediyeya Xwedê ji bo me ye. Temamiya zuriyeta Birahîm dikare vê sozê bistîne, hem kesên ku xwe li Qanûnê digirin hem jî kesên ku baweriya wan wek baweriya Birahîm e, yê ku bavê me hemûyan e. 17  (Wek di Nivîsarên Pîroz de nivîsî ye: “Min tu kirî bavê gelek miletan.”) Birahîm baweriya xwe li ber Xwedê nîşan da, Xwedayê ku miriyan sax dike û behsa tiştên ku hê tune ne dike, qey ew hene. 18  Birahîm di halekî bêhêvî de bû, lê dîsa jî wî hêvî dikir û bawer dikir ku ewê bibe bavê gelek miletan, ji ber ku Xwedê jê re wisa got: “Zuriyeta te jî wê wisa be.” 19  Her çi qas baweriya wî ne sist bû jî, ew difikirî ku zarokên wî wê çênebin (çimkî emrê wî li dora 100 salî bû), û ku Sara êdî pîr e û nikare zarokan bîne. 20  Lê ji ber soza ku Xwedê dabû wî, ew tu caran dudilî nebû, û baweriya wî sist nedibû. Baweriya wî ew xurt dikir, û wî rûmet dida Xwedê. 21  Ew bi temamî bawer bû ku Xwedê dikare soza xwe bîne cih. 22  Bi saya baweriya xwe “ew wek kesekî rast hat hesabkirin”. 23  Lê belê, gotinên “ew wek kesekî rast hat hesabkirin”, ne bi tenê ji bo Birahîm hatine nivîsîn. 24  Ew ji bo me jî hatine nivîsîn. Emê jî wek kesên rast bên hesabkirin, çimkî em bi Xwedayê ku Efendiyê me Îsa ji nav miriyan rakiriye, bawer dikin. 25  Îsa ji bo gunehên me hat kuştin, û ew ji mirinê hat rakirin, da ku em wek kesên rast bên hesabkirin.

Jêrenot

Yan “nixumandin”.