Nameya ji Romayiyan re 5:1-21

  • Bi saya Mesîh em bûne dostên Xwedê (1-11)

  • Mirin ji Adem, jiyan ji Mesîh (12-21)

    • Guneh û mirin derbasî hemûyan bûn (12)

    • Kirineke rast (18)

5  Îcar, ji ber ku em bi baweriya xwe wek kesên rast hatine derxistin, bila em bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh bi Xwedê re di aştiyê de kêfxweş bin*. 2  Baweriya me ya bi Îsa ji bo me rê vedike ku em nêzîkî Xwedê bibin û ku Xwedê ji me razî be*. Bila em dilxweş bin ji ber ku hêviya me heye ku emê rûmetê ji Xwedê bistînin. 3  Wekî din, gava em tengasiyê dikişînin bila em dilxweş bin, çimkî em dizanin ku bi destê tengasiyan sebra me zêde dibe*. 4  Eger em sebir bikin, Xwedê wê ji me razî be, û razîbûna wî wê hêviyê bide me, 5  û hêvî me xeyalşikestî nake. Çimkî hezkirina Xwedê bi destê ruhê pîroz, ê ku ji me re hatiye dayîn, ketiye dilê me. 6  Gava em hê bêçare* bûn, Mesîh di wexta ku Xwedê hilbijartiye de ji bo mirovên gunehkar mir. 7  Ne her kes hazir e ku ji bo mirovekî rast bimire. Lê belê, ji bo mirovekî qenc belkî kesek hazir be ku bimire. 8  Lê gava em hê gunehkar bûn, Xwedê nîşan da ku ew ji me hez dike, çimkî Mesîh ji bo xatirê me mir. 9  Ev yek ku em bi xwîna Îsa wek kesên rast hatine derxistin me zêdetir dide bawerkirin ku em dikarin ji hêrsa Xwedê birevin. 10  Em dijminên Xwedê bûn, lê bi saya mirina Kurê wî em bûne dostên wî*. Madem ku em niha dostên Xwedê ne, şik û gumana me tune ye ku bi saya jiyana Îsa emê xelas bibin. 11  Ji xeynî vê, tiştên ku Xwedê bi destê Efendiyê me Îsa Mesîh kirine me dilxweş dikin, çimkî bi saya wî em niha bûne dostên Xwedê. 12  Lê belê, bi destê yek mirovî guneh ket dinyayê, û ji guneh mirin hat. Bi vî awayî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan guneh kir. 13  Berî Qanûnê guneh ketibû dinyayê, lê belê eger qanûn tune ye, mirov nikare ji ber gunehên xwe bê sûcdarkirin. 14  Ji rojên Adem heta rojên Mûsa mirin wek padîşah hukim ajot. Heta mirin li ser mirovên ku eynî wek Adem guneh nekir jî hukim ajot. Adem mînaka* wî kesê ku wê paşê bihata bû. 15  Lê belê, hediyeya Xwedê ne wek gunehê Adem e. Gelek kes ji ber gunehê Adem mirine. Lê qenciya mezin a Xwedê û hediyeya ku wî bi saya qenciya mirovekî, yanî Îsa Mesîh, daye, pir mezintir e. Bi saya vê hediyeyê, Xwedê bereketên xwe li ser gelek mirovan dirijîne. 16  Wekî din ferqa di nav hediyeya Xwedê û gunehê Adem de ev e: Gunehê vî mirovî bû sebeb ku hemû mirov neheq hatin derxistin, lê hediyeya Xwedê bû sebeb ku gelek mirov wek kesên rast hatin derxistin. 17  Ji ber gunehê Adem, mirin wek padîşah hukim ajot. Îcar em dikarin zêdetir bawer bikin ku qenciya mezin a Xwedê û hediyeya rastdariyê mezintir in. Kesên ku van tiştan distînin wê bi saya Îsa Mesîh bijîn û wek padîşah hukim bajon. 18  Çawa ku gunehê kesekî bû sebeb ku hemû mirov neheq hatin derxistin, bi eynî awayî kirineke rast bû sebeb ku gelek mirov rast tên derxistin ku bijîn. 19  Çawa ku bi neguhdariya yek mirovî gelek kes bûn gunehkar, bi eynî awayî bi guhdarîkirina yek mirovî gelek kes wê rast bên derxistin. 20  Qanûn hatiye dayîn ji bo ku eşkere bibe ku mirov çi qas gunehkar in. Lê gava zelal bû ku çi qas guneh heye, qenciya mezin a Xwedê jî zêde bûye. 21  Çawa ku guneh wek padîşah hukim dajo û mirinê tîne, qenciya mezin a Xwedê jî niha bi saya rastdariyê wek padîşah hukim dajo. Û ev yek wê bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh jiyana herheyî bîne.

Jêrenot

Yan belkî “aştiya me bi Xwedê re heye”.
Yan “ku em di bin qenciya mezin a Xwedê de bin”.
Yan “em tehemul dikin”.
Bi herfî “sist”.
Bi herfî “bi Xwedê re li hev hatine”.
Yan “sûretê”.