Nameya ji Romayiyan re 6:1-23

  • Jiyaneke nû bi saya vaftîzbûna di Mesîh de (1-11)

  • “Bila guneh li ser we hukim nejo” (12-14)

  • Ji xulamên guneh dibin xulamên Xwedê (15-23)

    • Meaşê guneh – mirin; hediyeya Xwedê – jiyan (23)

6  Ma ev yek tê maneya ku gerek em bi dewamî guneh bikin, da ku qenciya mezin a Xwedê zêde bibe?  Helbet na! Jiyana me ji aliyê guneh ve miriye, îcar em çawa dikarin guneh bikin?  Ma hûn fehm nakin ku em hemû, yên ku di Îsa Mesîh de vaftîz bûne*, di mirina wî de jî vaftîz bûne?  Gava em di mirina wî de vaftîz bûn, em bi wî re hatine defnkirin*. Û çawa ku Mesîh bi saya qudreta birûmet a Bav ji mirinê hat rakirin, emê jî bi jiyaneke nû bijîn.  Madem ku em wek wî mirine û bi vî awayî bi wî re di yekîtiyê de bûn, emê jî wek wî ji mirinê bên rakirin û bi vî awayî bi wî re di yekîtiyê de bin.  Em dizanin ku şexsiyeta me ya berê bi wî re li ser dar hatiye bizmarkirin*, da ku qeweta guneh di bedena me de nemîne û em êdî ji guneh re xulamtiyê nekin.  Çimkî gava mirov dimire, ew ji gunehê xwe azad dibe*.  Em bi Mesîh re mirine, û em bawer dikin ku emê bi wî re bijîn jî.  Em dizanin ku piştî ku Mesîh ji mirinê hat rakirin, ewê dîsa nemire. Qeweta mirinê êdî li ser wî tune ye. 10  Ji bo ku ew mirinê ji holê rake, wî bi tenê carekê mirin tehm kir. Lê jiyana ku ew dijî, ew ji bo pêkanîna daxwaza Xwedê dijî. 11  Bi eynî awayî, hûn xwe ji aliyê guneh ve wek kesên mirî hesab bikin, lê ji bo ku hûn daxwaza Xwedê wek şagirtên Îsa Mesîh pêk bînin xwe wek kesên sax hesab bikin. 12  Nehêlin ku guneh li ser jiyana we hukim bajo. Li gor xwestekên bedena xwe, ya ku dikare bimire, nekin. 13  Bedena xwe wek hacetekî ji bo xerabiyê* pêşkêşî guneh nekin. Lê xwe wek mirovên ku ji mirinê hatine rakirin pêşkêşî Xwedê bikin. Bedena xwe wek hacetekî ji bo qenciyê* pêşkêşî Xwedê bikin. 14  Bila guneh li ser we hukim nejo, çimkî hûn ne di bin Qanûnê de, lê di bin kerema Xwedê de ne. 15  Ji ber ku em ne di bin Qanûnê de, lê di bin kerema Xwedê de ne, ma ev yek tê maneya ku em dikarin guneh bikin? Helbet na! 16  Ma hûn nizanin ku hûn wek xulam guhdariya kê bikin, hûn dibin xulamê wî kesî? Yan hûn xulamên guneh in û hûnê bimirin yan jî hûn xulamên Xwedê ne û guh didin wî, û hûnê bibin kesên rast. 17  Lê şikir ji Xwedê re ku her çi qas hûn xulamên guneh bûn jî, hûn niha ji dil guh didin hîndariya ku we standiye. 18  Piştî ku hûn ji guneh azad bûn, hûn bûne xulamên rastdariyê. 19  Ji ber ku hûn ne kamil in, ez bi zimanekî hêsan bi we re xeber didim. We li gor xwestekên bedena xwe hereket dikir, û hûn xulamên nepakî û xerabiyê bûn. Lê niha gerek hûn li gor wan xwestekan hereket bikin, ên ku we dikin xulamên tiştên rast û pîroz. 20  Çimkî gava hûn xulamên guneh bûn, ne lazim bû ku hûn tiştên rast bikin. 21  Netîceya rabûn û rûniştina we ya berê çi bû? We tiştên wisa dikirin ku hûn niha ji ber wan şerm dikin, û dawiya wan tiştan mirin e. 22  Lê niha ji ber ku hûn ji guneh azad bûne, wek xulamên Xwedê tiştên pîroz bikin, û netîce wê jiyana heta hetayê be. 23  Çimkî meaşê ku guneh dide mirin e, lê hediyeya ku Xwedê bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh dide me jiyana herheyî ye.

Jêrenot

Yan “imad bûne; bin av bûne”.
Yan “veşartin; binaxkirin”.
Yan “mixkirin”.
Yan “xelas dibe”.
Bi herfî “çekên neheqiyê”.
Bi herfî “çekên heqiyê”.