Nameya ji Romayiyan re 7:1-25

  • Li ser azadbûna ji Qanûnê mîsalek tê dayîn (1-6)

  • Qanûn eşkere dike ku guneh çi ye (7-12)

  • Micadeleya li dijî guneh (13-25)

7  Birano, hûn ên ku Qanûnê dizanin, ez ji we re dibêjim: Ma hûn nizanin ku heta ku mirov sax e Qanûn li ser wî hukim dajo?  Mesela, jinikeke zewicî heta ku mêrê wê sax e, li gor qanûnê ew bi wî ve girêdayî ye. Lê eger mêrê wê bimire, jin ji qanûna ku gerek ew bi wî ve girêdayî be, azad dibe.  Eger mêrê wê hê sax e û ew bi zilamekî din re bizewice, ew zinayê dike. Lê eger mêrê wê bimire, ew ji qanûna ku gerek ew bi wî ve girêdayî be, azad dibe. Hingê, eger ew bi zilamekî din re bizewice, ew zinayê nake.  Bi eynî awayî, birano, bedena Mesîh hûn ji Qanûna Mûsa azad kirine ji bo ku hûn bibin aîdî wî kesê ku ji mirinê hat rakirin. Niha em dikarin ji bo xizmeta Xwedê bên bikaranîn.  Gava em li gor halê xweyî gunehkar dijiyan, Qanûnê em li ser xwestekên gunehkar ên di bedena me de hişyar dikirin. Û dawiya van tiştan tenê mirin e.  Lê niha em ji Qanûnê azad bûne, û em ji aliyê Qanûnê ve, ya ku em di destê wê de girtî bûn, mirine. Niha em ji Xwedê re bi awayekî nû xizmet dikin, yanî bi ruh û ne bi awayê kevn, ê ku di Qanûnê de nivîsî bû.  Îcar em çi bibêjin? Ma Qanûn guneh e? Helbet na! Eger Qanûn nebûya, minê fehm nekira ku guneh bi rastî çi ye. Eger di Qanûnê de wisa nehatiba gotin: “Çavê xwe neavêje tiştên kesekî din!”, minê nizanibûya ku nerast e ku mirov tiştên kesekî din bixwaze.  Lê guneh ev emir bi kar anî ku her cureyê çavbirçîtiyê di dilê min de hişyar bike. Bêyî vê Qanûnê, guneh mirî bû.  Bi rastî jî, berî ku Qanûn hat dayîn, ez sax bûm, lê gava Qanûn hat, guneh sax bû û ez mirim. 10  Û emrê ku gerek min ber bi jiyanê ve bibe, bi eslê xwe ez ber bi mirinê ve birime. 11  Guneh ev emir bi kar anî ku min bixapîne û bikuje. 12  Dîsa jî Qanûn pîroz e û emir jî pîroz e, rast e û baş e. 13  Ma tiştekî baş bû sebebê mirina min? Helbet na! Guneh bû sebebê mirina min. Qanûn baş e, lê ew zelal dike ku guneh bû sebebê mirina min. Bi vî awayî, emir nîşan da ku guneh bi rastî çi qas xerab e. 14  Em dizanin ku Qanûn bi saya ruh ji Xwedê ye, lê ez mirov im* û wek xulam ji guneh re hatime firotin. 15  Ez fehm nakim ku ez çi dikim. Çimkî tiştê ku ez dixwazim bikim ez nakim, lê tiştê ku ez jê nefret dikim ez dikim. 16  Ez qebûl dikim ku Qanûn baş e, lê dîsa jî tiştên ku ez naxwazim bikim ez dikim. 17  Ne ez van tiştên xerab dikim, lê gunehê ku di hundirê min de ye van tiştan dike. 18  Ez dizanim ku di hundirê min de, yanî di bedena min a gunehkar de, tiştekî baş tune ye. Her çi qas ez dixwazim tiştên qenc bikim jî, ji destê min nayê ku ez van bikim. 19  Tiştên baş, ên ku ez dixwazim bikim, ez nakim, lê tiştên xerab, ên ku ez naxwazim bikim, ez dikim. 20  Eger tiştên ku ez naxwazim bikim, ez dikim, îcar yê ku van tiştan dike ne ez im. Gunehê ku di hundirê min de ye van tiştan dike. 21  Ez di hal û rewşa xwe de vê qanûnê dibînim: Gava ez dixwazim tiştê rast bikim, ji hundirê min xerabî derdikeve. 22  Di kûrahiya dilê xwe de ez bi rastî ji qanûna Xwedê hez dikim. 23  Lê di bedena xwe de ez qanûneke din dibînim, a ku li dijî qanûna hişê* min micadele dike. Ev yek min dike girtiyê qanûna guneh, ya ku di bedena min de ye. 24  Ez rebeno! Kî wê min ji bedena ku min ber bi mirinê ve dibe xelas bike? 25  Şikir ji Xwedê re, çimkî ew min bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh xelas dike! Belê, bi hişê xwe ez xulamê qanûna Xwedê me, lê bi bedena xwe ez xulamê qanûna guneh im.

Jêrenot

Bi herfî “ji xwin û goşt im”.
Yan “aqil”.