Nameya ji Romayiyan re 8:1-39

  • Jiyan û azadî bi saya ruhê pîroz (1-11)

  • Ruhê ku mirovan dike kurên Xwedê (12-17)

  • Hemû tiştên ku Xwedê xuliqandine li benda azadiya zarokên Xwedê ne (18-25)

  • “Ruhê pîroz ji bo me rica dike” (26, 27)

  • Xwedê ji berê ve dizanibû ku ewê kê hilbijêre (28-30)

  • Bi saya hezkirina Xwedê em bi ser dikevin (31-39)

8  Kesên ku bi Îsa Mesîh re di yekîtiyê de ne nayên mehkûmkirin.  Qanûna ruh, a ku jiyanê dide, tu, yanî şagirtê Îsa Mesîh, ji qanûna guneh û mirinê azad kirî.  Qanûna Mûsa nikaribû we azad bike, çimkî mirov gunehkar û sist in. Lê Xwedê ev yek kir. Wî Kurê xwe di şeklê mirovê* gunehkar de şand dinyayê, da ku guneh ji holê rake. Bi vî awayî Xwedê gunehê di hundirê mirovan de mehkûm kir.  Eger em ne bi ya bedena xwe ya gunehkar, lê bi ya ruh* bikin, emê qaîdeyên rast ên Qanûnê bînin cih.  Kesên ku bi ya bedena xwe dikin li ser tiştên nefsê difikirin, lê kesên ku bi ya ruh dikin li ser tiştên ruhî* difikirin.  Çimkî gava hiş* bi tiştên bedenî ve mijûl e, ew ber bi mirinê ve dibe. Lê gava hiş bi tiştên ruhî ve mijûl e, ew ber bi jiyan û aştiyê ve dibe.  Gava em îzin didin ku bedena me ya gunehkar li ser hişê me hukim bajo, em dibin dijminên Xwedê. Bedena me ya gunehkar hem bi ya qanûna Xwedê nake hem jî nikare bike.  Kesên ku li gor bedena xwe ya gunehkar hereket dikin, nikarin Xwedê razî bikin.  Lê hûn, birano, li gor bedena xwe ya gunehkar hereket nekin. Eger ruhê Xwedê bi rastî di hundirê we de heye, hingê hûn li gor ruh hereket dikin. Eger li ba kesekî ruhê Mesîh tune ye, ev kes ne aîdî Mesîh e. 10  Lê eger hûn bi Mesîh re di yekîtiyê de ne, her çi qas bedena we ji ber guneh mirî be jî, ruh ji ber ku hûn wek kesên rast tên hesabkirin, we sax dike. 11  Ruhê Xwedê Îsa ji mirinê rakiriye. Eger ew ruh di hundirê we de heye, îcar yê ku Mesîh Îsa ji mirinê rakiriye, wê bi destê ruhê xwe, yê ku di hundirê we de ye, bedena we ya ku dikare bimire, sax bike. 12  Îcar birano, em ne mecbûr in ku bi ya bedena xwe ya gunehkar bikin. 13  Eger hûn bi ya bedena xwe ya gunehkar bikin, hûnê bimirin. Lê eger hûn îzin bidin ku qeweta ruhê pîroz xwestekên bedena we ya gunehkar bikuje, hûnê bijîn. 14  Çimkî kesên ku di bin rêberiya ruhê Xwedê de ne, kurên Xwedê ne. 15  We ruhê ku we dike xulam û we dîsa ditirsîne, nestandiye. Lê belê, we ruhê ku we dike kurên Xwedê, standiye. Bi vî ruhî em gazî dikin: “Abba*, Bavo!” 16  Ruhê Xwedê ji me re zelal dike ku em zarokên Xwedê ne. 17  Eger em zarokên wî ne, ev tê maneya ku em hem mîrasgirên Xwedê ne hem jî bi Mesîh re mîrasgir in. Lê pêşî, gerek em bi hev re cefayê bikişînin, da ku em bi wî re bên birûmetkirin. 18  Li gor rûmeta ku wê ji me re bê dayîn, cefayên ku em niha dikişînin ji bo min qet ne tiştek e. 19  Hemû tiştên* ku Xwedê xuliqandine* bi çar çavan li bendê ne ku Xwedê kurên xwe eşkere bike. 20  Çimkî tiştên ku Xwedê xuliqandine nedixwest cezayê jiyana bêhêvî bistînin, lê Xwedê îzin da vê yekê. Lê belê, gava Xwedê cezayê wan îlan kir, wî hêvî jî da wan. 21  Xwedê dizanibû ku hemû tiştên ku wî xuliqandine wê ji xulamtiya ku ber bi helakê ve dibe, azad bibin, û azadiya birûmet a zarokên Xwedê wê ji wan re bê dayîn. 22  Çimkî em dizanin ku hemû tiştên ku Xwedê xuliqandine heta niha dinalin û êşê dikişînin. 23  Me ruhê Xwedê, yê ku para pêşîn a xelatê ye, standiye. Lê em jî dinalin û li bendê ne ku Xwedê me wek kurên xwe qebûl bike. Hingê emê bi saya fîdyeyê ji bedenên xwe yên gunehkar azad bibin. 24  Em bi vê hêviyê azad bûne. Lê hêviya ku tê dîtin, ne hêvî ye. Ma mirov dikare bi tiştê ku ew dibîne hêvî bike? 25  Lê gava em bi tiştê ku em nabînin hêvî dikin, em bi hesret û bi sebir* li bendê dimînin. 26  Wekî din, gava em sist in, ruhê pîroz dikare alî me bike. Belkî em dizanin ku gerek em dua bikin, lê nizanin ku ji bo çi dua bikin. Û gava em dinalin û nizanin ku çi bibêjin, ruhê pîroz ji bo me rica dike. 27  Xwedê dilê me dixwîne û dizane ku ruhê pîroz ji bo yên pîroz çi dixwaze, çimkî ev yek li gor daxwaza Xwedê ye. 28  Em dizanin ku Xwedê hemû karên destê xwe bi hev re wisa çêkirine ku ew ji bo xêra kesên ku ji wî hez dikin û li gor armanca wî hatine gazîkirin, bixebitin. 29  Xwedê pêşî ew hilbijartin û ji berê ve qerar da ku şeklê wan wek şeklê Kurê wî be. Bi vî awayî, di nav gelek birayan de Kurê wî wê bibe yê pêşîn. 30  Hingê Xwedê gazî kesên ku wî hilbijartine kir û ew wek kesên rast hesab kirin. Li dawiyê, Xwedê kesên ku wî wek kesên rast hesab kirin, birûmet kirin. 31  Îcar em li ser van tiştan çi bibêjin? Eger Xwedê bi me re ye, kî dikare li dijî me be? 32  Madem ku wî Kurê xwe neda paş, lê ji bo me hemûyan qurban kir, ma ewê bi dilovanî hemû tiştên din jî nede me? 33  Ma kî dikare hilbijartiyên Xwedê sûcdar bike? Yê ku wan wek kesên rast hesab dike Xwedê ye. 34  Ma kî dikare wan mehkûm bike? Tu kes nikare. Mesîh Îsa ev kes e, yê ku ji bo xatirê wan mir û ji nav miriyan hat rakirin. Niha ew li milê Xwedê yê rastê ye û ji bo me rica dike. 35  Ma tiştek dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? Ma tengasî yan zehmetî yan zilm yan birçitî yan feqîrî* yan talûke yan zordarî dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? 36  Nivîsarên Pîroz dibêjin: “Ji bo xatirê te em her tim rastî mirinê tên. Mirov me wek miyên ji bo şerjêkirinê dibînin.” 37  Bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemû tiştan de bi temamî bi ser dikevin. 38  Çimkî ez bawer im ku tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê veqetîne: Ne mirin, ne jiyan, ne melek, ne hukimdarî, ne tiştên niha, ne tiştên ku wê bên, ne qudret, 39  ne bilindahî, ne kûrahî, ne jî tiştekî din ê ku Xwedê çêkiriye. Qet tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê, ya ku bi saya Efendiyê me Mesîh Îsa hatiye nîşandayîn, veqetîne.

Jêrenot

Bi herfî “beden”.
Yanî ruhê Xwedê.
Yan “tiştên ku ruh wan teşwîq dike ku ew bikin”.
Yan “aqil”.
Ev peyveke Îbranî yan Aramî ye, ya ku tê maneya “Bavo”.
Di van ayetan de bi xisûsî behsa mirovan tê kirin.
Yan “çêkirine; afirandine”.
Yan “tehemul”.
Bi herfî “tazîtî”.