Nameya ji Romayiyan re 9:1-33

  • Ji ber Îsraîliyan di dilê Pawlos de derdekî giran heye (1-5)

  • Zuriyeta eslî ya Birahîm (6-13)

  • Qerarên Xwedê rast in (14-26)

    • Mirovên ku hêrsa Xwedê radikin û mirovên ku dilrehmiya wî distînin (22, 23)

  • “Bi tenê hin kes wê xelas bibin” (27-29)

  • Îsraîl li kevir dikeve (30-33)

9  Ez wek şagirtê Mesîh rastiyê dibêjim û derewan nakim. Wijdanê min, ê ku di bin rêberiya ruhê pîroz de ye, şahidiya vê yekê dike:  Di dilê min de derdekî giran û êşeke ku nasekine, heye.  Minê bixwesta li şûna birayên xwe, merivên xwe, wek yê lanetkirî û ji Mesîh veqetandî bûma.  Ew Îsraîlî ne, û ew hatin hilbijartin ku bibin zarokên Xwedê. Xwedê rûmeta xwe nîşanî wan da, û peyman, Qanûn, soz û xizmeta pîroz jî dabûn wan.  Ew zuriyeta bav û kalên me ne, û Mesîh jî ji zuriyeta wan çêbû. Bila pesnê Xwedayê ku li ser hemûyan e, her û her bê dayîn. Amîn.  Ev yek nayê maneya ku soza Xwedê vala derketiye. Çimkî ne her kesê ku ji Îsraîl e, bi eslê xwe Îsraîlî ye.  Ev yek ku ew ji zuriyeta Birahîm in, nayê maneya ku ew zarokên wî ne. Xwedê ji Birahîm re gotibû: “Zuriyeta te wê ji Îshaq çêbe.”  Yanî ne hemû zarokên Birahîm zarokên Xwedê ne. Lê kesên ku bi saya soza Xwedê çêbûne, wek zarokên Birahîm ên eslî tên hesabkirin.  Çimkî Xwedê ev soz dabû: “Sala bê, vê demê ezê werim, û kurekî Sarayê wê hebe.” 10  Bi eynî awayî, gava Rebeka ji bavê me Îshaq bi cêwiyan bihemle bû, ev soz dîsa hat dayîn. 11  Berî ku ew çêbûn, û berî ku wan tiştekî qenc yan xerab kiribû, Xwedê nîşan dabû ku ewê kîjanî hilbijêre. Çimkî Xwedê mirovan ne li gor karên wan, lê li gor armanca xwe hildibijêre. 12  Xwedê ji wê re got: “Kurê mezin wê bibe xulamê kurê biçûk.” 13  Çawa ku hatiye nivîsîn: “Min ji Aqûb hez kir, lê ji Esaw nefret kir.” 14  Ma em dibêjin ku Xwedê ne adil e? Helbet na! 15  Çimkî Xwedê ji Mûsa re got: “Kesê ku ezê hilbijêrim, ezê rehmê li wî bikim, û kesê ku ezê bixwazim, ezê ji wî re dilşewat bim.” 16  Îcar, ev ne bi daxwaz yan xîreta mirovekî ve, lê bi dilrehmiya Xwedê ve girêdayî ye. 17  Di ayetekê de Xwedê ji Fîrawûn re got: “Min tu sax hiştî, da ku ez qudreta xwe li ser te nîşan bidim û navê xwe li seranserê dinyayê bidim naskirin.” 18  Xwedê rehmê li kesê ku ew dixwaze, dike, lê kesê ku dixwaze serhişk be, Xwedê dihêle ku ew serhişk be. 19  Kesek dikare ji min bipirse: “Xwedê çima li şaşiyên me digere? Ma kî dikare li hember daxwaza wî rabe?” 20  Ey mirov, çi heqê te heye ku tu li hember gotina Xwedê radibî? Ma cêr dikare ji cêrçêker re bibêje: “Te çima ez wisa çêkirim?” 21  Ma ne di destê cêrçêker de ye ku ew ji eynî heriyê firaqeke ji bo karekî birûmet çêke û firaqeke ji bo karekî bêrûmet çêke? 22  Xwedê jî bi eynî awayî dike. Wî dixwest hêrsa xwe li ser mirovên xerab birijîne û qudreta xwe nîşan bide. Lê dîsa jî ew li hember mirovên ku hêrsa wî radikin û hêjayî helakbûnê ne, gelek sebir dike. 23  Wî ev yek kir, ji bo ku rûmeta xwe ya mezin nîşanî mirovên ku wê dilrehmiya wî bistînin, bide. Wî ew hazir kirine ku ew rûmetê bistînin. 24  Yên ku ne bi tenê ji nav Cihûyan, lê ji nav miletên din jî hatine gazîkirin, em in. 25  Çawa ku Xwedê di kitêba Hoşeya de gotibû: “Yên ku ne miletê min in ezê wek ‘miletê xwe’ bi nav bikim, û ya nehezkirî ezê wek ‘ya hezkirî’ bi nav bikim. 26  Û li cihê ku ji wan re hat gotin, ‘Hûn ne miletê min in’, li wê derê ji wan re ‘kurên Xwedayê jîndar’ wê bê gotin.” 27  Wekî din, Îşaya li ser Îsraîlê got: “Eger hejmara Îsraîliyan bi qasî qûma behrê be jî, bi tenê hin kes wê xelas bibin. 28  Çimkî Yehowa wê hukmê dinyayê bide; ewê fermana xwe zû bîne cih.” 29  Çawa ku Îşaya ji berê ve gotibû: “Eger Yehowa, Xwedayê ordiyan, zuriyetek ji me re nehişta, emê wek Sodomê bibûna, û bişibiyana Gomorayê.” 30  Îcar em dikarin çi bibêjin? Mirovên ji miletên din bawer dikir û her çi qas wan xwe li rastdariyê nedigirt jî, ew wek kesên rast hatin hesabkirin. 31  Îsraîliyan xîret dikir ku xwe li qanûna rastdariyê bigirin, lê dîsa jî wan nikaribû wê qanûnê bînin cih. 32  Çima? Çimkî wan ne bi bawerî, lê bi kirinên xwe xîret dikir ku ew wek kesên rast bên hesabkirin. Ew li “kevir*” ketin. 33  Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Va ye, ezê li Siyonê kevirekî deynim, ê ku wê bibe sebebê ketina mirovan. Û ezê zinarekî deynim ku wan aciz bike, û kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, ewê xeyalşikestî nebe.”

Jêrenot

Bi herfî “kevirê terpilînê”.