Li gor Yûhena 10:1-42

  • Şivan û hevşiya miyan (1-21)

    • Îsa şivanê qenc e (11-15)

    • “Miyên min ên din jî hene” (16)

  • Cihû li Cejna Pîrozkirina Îbadetgehê rastî Îsa tên (22-39)

    • Gelek Cihû naxwazin bawer bikin (24-26)

    • “Miyên min guh didin dengê min” (27)

    • Kur bi Bav re di yekîtiyê de ye (30, 38)

  • Gelek kes li aliyê din ê Çemê Urdunê bawer dikin (40-42)

10  Îsa got: “Bi rastî, yê ku ne di derî re dikeve hevşiya miyan, lê hildikişe ser dîwêr û dikeve hundir, ew diz û rêbir e.  Lê yê ku di derî re dikeve hundir, ew şivanê miyan e.  Nobedar ji wî re derî vedike, û mî guh didin dengê wî. Ew miyên xwe bi navê wan gazî dike û wan derdixe derve.  Gava ew hemû miyên xwe derdixe derve, ew li pêşiya wan diçe û mî li pey wî diçin, çimkî ew dengê wî nas dikin.  Ewê tu caran li pey yekî xerîb neçin, lê ewê ji wî birevin, çimkî ew dengê xerîban nas nakin.”  Îsa ev mîsal ji wan re got, lê wan fehm nekir ku ew ji wan re behsa çi dike.  Îsa dewam kir û got: “Bi rastî, deriyê ji bo miyan ez im.  Hemû kesên ku xwe kirine cihê min, ew diz û rêbir in, lê miyan guh nedaye wan.  Ez derî me. Her kesê ku bi saya min dikeve hundir, ewê xelas bibe. Û ewê bikeve hundir û derkeve û çêreyê bibîne. 10  Diz tenê ji bo dizîn, şerjêkirin û telankirinê tê. Lê ez hatime, da ku mî jiyanê bistînin û jiyana wan bêdawî be. 11  Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc canê xwe ji bo xatirê miyan dide. 12  Xebatkarê ku ne şivan û ne jî xwediyê miyan e, gava ew dibîne ku gur tê, ew miyan dihêle û direve. Gur wan digire û ji hev belav dike, 13  çimkî ev zilam tenê xebatkar e û ew xema miyan naxwe. 14  Ez şivanê qenc im. Ez miyên xwe nas dikim û miyên min jî min nas dikin, 15  çawa ku Bav min nas dike û ez jî Bav nas dikim. Û ez canê xwe ji bo xatirê miyan didim. 16  Miyên min ên din jî hene, yên ku ne di vê hevşiyê de ne. Gerek ez wan jî bînim, û ewê guh bidin dengê min. Ewê bibin yek kerî, û yek şivanê wan wê hebe. 17  Bav ji min hez dike, çimkî ez canê xwe didim, da ku ez canê xwe dîsa bistînim. 18  Tu kes canê min ji min nastîne, lê ez bi xwe canê xwe didim. Heqê min heye ku ez canê xwe bidim, û heqê min heye ku ez canê xwe dîsa bistînim. Min ev emir ji Bavê xwe standiye.” 19  Ji ber van gotinan, di nav Cihûyan de dîsa cudahî çêbû. 20  Gelekan ji wan digot: “Ew bi cin ketiye û dîn bûye. Çima hûn guh didin wî?” 21  Hin kesên din digot: “Mirovekî bicinketî wisa xeber nade. Ma cinek dikare çavê kesekî kor veke?” 22  Wê demê li Orşelîmê Cejna Pîrozkirina Îbadetgehê derbas dibû. Hingê zivistan bû, 23  û Îsa li îbadetgehê di eywana* Silêman de digeriya. 24  Hingê Cihûyan derdora wî girt û ji wî re got: “Ma tuyê heta kengê me di şikê de bihêlî? Eger tu Mesîh î, ji me re bi eşkereyî bibêje.” 25  Îsa cewaba wan da: “Min ji we re got, lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi navê Bavê xwe dikim şahidiya min dikin. 26  Lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne miyên min in. 27  Miyên min guh didin dengê min, ez wan nas dikim û ew li pey min tên. 28  Ez jiyana herheyî didim wan, û ewê tu caran helak nebin. Û tu kes nikare wan ji destê min bistîne. 29  Tiştê ku Bavê min daye min, ji hemû tiştên din biqîmettir e, û tu kes nikare wan ji destê Bav bistîne. 30  Ez û Bav yek in*.” 31  Cihûyan dîsa kevir hildan, da ku wî bidin ber keviran. 32  Îsa ji wan re got: “Min gelek karên qenc, ên ku Bav li min emir kirine, nîşanî we dan. Ji ber kîjan ji van karan hûn min didin ber keviran?” 33  Cihûyan cewaba wî da: “Em te ne ji ber karên qenc, lê ji ber ku tu kufir dikî, didin ber keviran. Çimkî tu mirov î, lê xwe dikî Xwedê.” 34  Îsa ji wan re got: “Ma di Qanûna we de ne nivîsî ye ku Xwedê gotiye: ‘Hûn îlah in’? 35  Yên ku peyva Xwedê wan mehkûm dike, Xwedê ji wan re got ‘hûn îlah in’, û tiştên ku Nivîsarên Pîroz dibêjin, mirov nikare betal bike. 36  Lê kesê ku Xwedê pîroz kiriye û şandiye dinyayê, ez im. Îcar hûn çawa dikarin bibêjin, ‘Tu kufir dikî’, ji ber ku min got ‘Ez Kurê Xwedê me’? 37  Eger ez karên Bavê xwe nakim, ji min bawer nekin. 38  Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nekin jî, bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fehm bikin ku Bav bi min re di yekîtiyê de ye û ez bi Bav re di yekîtiyê de me.” 39  Hingê wan dîsa dixwest Îsa bigirin, lê ew ji destê wan filitî. 40  Ew dîsa derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû, cihê ku Yehya* di destpêkê de vaftîz dikir*, û ew li wê derê ma. 41  Gelek mirov hatin ba wî û digotin: “Yehya* mucîzeyek jî çênekiriye, lê her tiştê ku wî di heqê vî zilamî de got rast derketiye.” 42  Û li wê derê gelek kesan bawerî bi wî anî.

Jêrenot

Rê yan korîdora bi stûn û banî.
Yan “di yekîtiyê de ne”.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad dikir”, “bin av dikir”.
Yan “Yûhena”.