Li gor Yûhena 16:1-33

  • Şagirtên Îsa dikarin bên kuştin (1-4a)

  • Karê ruhê pîroz (4b-16)

  • “Xemgîniya we wê bibe dilxweşî” (17-24)

  • Îsa li hemberî dinyayê bi ser ketiye (25-33)

16  “Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn ji rê dernekevin.  Hûnê ji sînagogê* bên derxistin. Erê, wext tê ku her kesê ku we bikuje wê bifikire ku ew xizmeteke pîroz ji bo Xwedê dike.  Lê ewê wisa bikin, çimkî wan ne Bav, ne jî ez nas kirime.  Lê belê min ev tişt ji we re gotin, da ku dema ku ew çêbin, hûn wan bînin bîra xwe. Min di destpêkê de ji we re behsa van tiştan nekir, çimkî ez bi we re bûm.  Lê niha ez diçim ba yê ku ez şandime, lê tu kes ji we ji min napirse: ‘Tu diçî ku derê?’  Lê ji ber ku min ev tişt ji we re gotin, hûn pir xemgîn bûne.  Lê belê ji min bawer bikin, çûyîna min ji bo xêra we ye. Çimkî eger ez neçim, alîkar wê neyê ba we. Lê eger ez herim, ezê wî ji we re bişînim.  Gava ew were, ewê ji dinyayê re di heqê guneh, rastdarî û hukim de îsbatên pêbawer bide.  A pêşîn li ser guneh, çimkî ew baweriyê bi min naynin. 10  Paşê li ser rastdarî, çimkî ez diçim ba Bav, û hûnê min êdî nebînin. 11  Piştre li ser hukim, çimkî serokê vê dinyayê hukmê xwe standiye. 12  Hê gelek tişt hene ku ez dikarim ji we re bibêjim, lê niha hûn nikarin wan fehm bikin. 13  Gava ew*, yanî ruhê rastiyê were, ewê rêberiya we bike û alî we bike ku hûn temamiya rastiyê fehm bikin. Çimkî ewê ne ji ber xwe xeber bide, lê tiştê ku wî bihîstiye bibêje, û ewê li ser tiştên ku wê çêbin xeberê bide we. 14  Ewê min birûmet bike, çimkî ewê tiştê ku ew ji min bistîne, bide we. 15  Hemû tiştên ku li ba Bav hene, yên min in. Loma min ji we re got ku ewê tiştê ku ew ji min bistîne, bide we. 16  Piştî wexteke kin, hûnê min êdî nebînin, û dîsa piştî wexteke kin, hûnê min bibînin.” 17  Hingê çend şagirtên wî ji hevdû re got: “Gelo ew bi van gotinan dixwaze çi bibêje: ‘Piştî wexteke kin, hûnê min êdî nebînin, û dîsa piştî wexteke kin, hûnê min bibînin’, û ‘Çimkî ez diçim ba Bav’?” 18  Îcar wan got: “Gelo ‘wexteke kin’ tê çi maneyê? Em fehm nakin ku ew çi dibêje.” 19  Îsa dizanibû ku ew dixwazin ji wî çi bipirsin û ji wan re got: “Ma hûn li ser van gotinên min bi hev re xeber didin: ‘Piştî wexteke kin, hûnê min êdî nebînin, û dîsa piştî wexteke kin, hûnê min bibînin’? 20  Bi rastî, hûnê bigirîn û bikin qîrîn, lê dinya wê kêfxweş bibe. Hûnê xemgîn bibin, lê xemgîniya we wê bibe dilxweşî. 21  Gava jinikek zarokekî tîne dinyayê, ew êşê dikişîne*. Lê piştî ku wê zarok anî, ew ji ber dilxweşiya ku mirovek hatiye dinyayê, êş û tengasiya xwe ji bîr dike. 22  Bi eynî awayî, niha hûn jî xemgîn in, lê ezê we dîsa bibînim û dilê we wê bi kêfxweşiyê ve tije bibe, û tu kes wê nikaribe dilxweşiya we ji we bistîne. 23  Wê rojê, hûnê ji min qet tiştekî nepirsin. Bi rastî, eger hûn ji Bav tiştekî bixwazin, ewê bi navê min bide we. 24  Heta niha we bi navê min tiştek nexwestiye. Bixwazin, û hûnê bistînin, da ku dilxweşiya we temam bibe. 25  Min ji we re ev tişt bi mîsalan gotin. Wext tê ku ezê êdî ne bi mîsalan bi we re xeber bidim, lê ezê bi eşkereyî behsa Bav bikim. 26  Wê rojê, hûnê bi navê min ji Bav bixwazin. Lê ev nayê maneya ku ezê ji bo we bixwazim. 27  Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî we ji min hez kiriye û bawer kiriye ku ez wek temsîlkarê Xwedê hatime. 28  Ez wek temsîlkarê Bav hatime dinyayê. Niha ez dinyayê dihêlim û diçim ba Bav.” 29  Şagirtên wî got: “Niha tu bi eşkereyî xeber didî, û tu mîsalan bi kar naynî. 30  Niha em fehm dikin ku tu her tiştî dizanî, û ne lazim e ku kesek ji te tiştekî bipirse, çimkî tu dizanî ku ew çi difikire. Loma em bawer dikin ku tu ji ba Xwedê hatî.” 31  Îsa ji wan re got: “Ma hûn niha bawer dikin? 32  Wext tê û êdî hatiye ku her yek ji we wê bireve mala xwe, û hûnê min bi tenê bihêlin. Lê ez ne bi tenê me, çimkî Bav bi min re ye. 33  Min ev tişt ji we re gotin, da ku bi saya min aştiya we hebe. Di dinyayê de tengasiyên we wê hebin, lê dilxurt bin! Ez li hemberî dinyayê bi ser ketime.”

Jêrenot

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Di ayetên 13 û 14an de, peyva “ew” behsa “alîkar”, ê ku di ayeta 7an de derbas dibe, dike. Îsa peyva “alîkar” wek şexsek bi kar anî, da ku ruhê pîroz temsîl bike (lê belê ew qudretek e, ne mirovek e).
Bi herfî “xemê dikişîne”.