Li gor Yûhena 18:1-40

  • Cihûda Îsa dide dest (1-9)

  • Petrûs şûr bi kar tîne (10, 11)

  • Îsa hat birin ba Henan (12-14)

  • Petrûs cara pêşîn Îsa înkar dike (15-18)

  • Îsa li ber Henan disekine (19-24)

  • Petrûs cara diduyan û cara sisêyan Îsa înkar dike (25-27)

  • Îsa li ber Pîlatos disekine (28-40)

    • “Hukimdariya min, ne wek hukimdariya vê dinyayê ye” (36)

18  Piştî ku Îsa ev tişt gotin, ew bi şagirtên xwe re derbasî aliyê din ê newala Kîdronê* bû û ew ketin baxçeyekî.  Xayînê wî Cihûda jî ev cih dizanibû, çimkî Îsa gelek caran bi şagirtên xwe re li wê derê top dibû.  Îcar Cihûda komeke eskeran û nobedarên ku serokên kahînan û Fêrisiyan şandibûn, bi xwe re anîn, û li ba wan pêtal*, qendîl û çek hebûn.  Îsa bi tiştên ku wê bihatana serê wî dizanibû, û derket pêş û ji wan pirsî: “Hûn li kê digerin?”  Wan ji wî re got: “Îsayê Nasirayî.” Hingê wî ji wan re got: “Ez im.” Xayînê wî Cihûda jî bi wan re sekinî bû.  Gava Îsa ji wan re got, “Ez im”, ew paş ve çûn û ketin erdê.  Hingê wî dîsa ji wan pirsî: “Hûn li kê digerin?” Wan got: “Îsayê Nasirayî.”  Îsa cewab da: “Min ji we re got ku ew ez im. Madem ku hûn li min digerin, bihêlin bila yên din herin.”  Wî ev yek got, da ku ev gotin bên cih: “Ji yên ku te dane min, min yek jî winda nekir.” 10  Hingê Şîmûn Petrûs, şûrê ku pê re bû kişand û li xulamê kahînê mezin xist û guhê wî yê rastê jêkir. Navê wî Malxos bû. 11  Îsa ji Petrûs re got: “Şûrê xwe bixe kalanê xwe. Ma ne lazim e ku ez ji kasa ku Bav daye min vexwim?” 12  Hingê esker, fermandar û nobedarên Cihûyan Îsa girt û girêda. 13  Pêşî, wan ew bir ba Henan, çimkî Henan xezûrê Kayafas bû, yê ku wê salê kahînê mezin bû. 14  Kayafas ew kes bû, yê ku ji Cihûyan re gotibû ku eger yek mirov ji bo xatirê xelkê bimire, ev yek wê ji bo wan baştir be. 15  Şîmûn Petrûs û şagirtekî din li pey Îsa diçûn. Ji ber ku ev şagirt nasê kahînê mezin bû, ew bi Îsa re ket hewşa kahînê mezin, 16  lê Petrûs li derve li ber derî sekinî ma. Hingê şagirtê ku nasê kahînê mezin bû, derket û bi nobedara dergehê re xeber da û Petrûs anî hundir. 17  Keçika xizmetkar, a ku nobedara dergehê bû, ji Petrûs pirsî: “Ma tu jî ne yek ji şagirtên vî zilamî yî?” Wî got: “Na.” 18  Xulam û nobedaran agirek vêxistibû, li dora wî sekinî bûn û xwe germ dikirin, çimkî sar bû. Petrûs jî bi wan re sekinî bû û xwe germ dikir. 19  Serokê kahînan ji Îsa li ser şagirtên wî û hînkirinên wî pirs pirsîn. 20  Îsa cewaba wî da: “Min li ber hemû mirovan bi eşkereyî xeber da, û min her tim di sînagog* û îbadetgehê de, li cihê ku hemû Cihû top dibûn, hîn dikir û min tu tişt bi awayekî veşartî negot. 21  Tu çima ji min pirsan dipirsî? Ji kesên ku gotinên min bihîstine bipirse. Ew dizanin ku min çi gotiye.” 22  Gava wî wisa got, yek ji nobedarên ku li wê derê sekinî bû, sîleyekê li Îsa xist û ji wî re got: “Ma cewaba serokê kahînan wisa tê dayîn?” 23  Îsa cewaba wî da: “Eger min tiştekî nerast got, nîşanî min bide ku min çi nerast got. Lê eger min rast got, îcar tu çima li min dixî?” 24  Piştî vê, Henan ew girêdayî şand ba kahînê mezin Kayafas. 25  Gava Şîmûn Petrûs li ber agir sekinî bû û xwe germ dikir, ji wî pirsîn: “Ma tu jî ne yek ji şagirtên wî yî?” Wî ev yek înkar kir û got: “Na.” 26  Li wê derê xulamekî kahînê mezin hebû. Ew merivê wî kesî bû yê ku Petrûs guhê wî jêkiribû, û wî ji Petrûs re got: “Ma min tu di baxçe de bi wî re nedîtî?” 27  Lê Petrûs dîsa ev yek înkar kir, û di cih de dîkekî bang da. 28  Serê sibehê bû û Îsa ji ba Kayafas hat birin qesra walî. Lê yên ku Îsa birin, bi xwe neketin qesra walî, da ku ew mirdar nebin û bikaribin xwarina Cejna Derbasbûnê bixwin. 29  Loma Pîlatos derket derve ba wan û pirsî: “Hûn vî mirovî bi çi sûcdar dikin?” 30  Wan cewab da: “Eger ev zilam sûcdar nebûya, me ew nedida destê te.” 31  Hingê Pîlatos ji wan re got: “Wî bi xwe re bibin û li gor qanûna xwe wî hukim bikin.” Cihûyan ji wî re got: “Îzna me tune ye ku em kesekî bikujin.” 32  Wisa çebû, da ku gotinên Îsa ku ewê bi çi awayî bimire, bên cih. 33  Pîlatos dîsa ket qesra walî, gazî Îsa kir û jê pirsî: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” 34  Îsa cewab da: “Tu vê yekê ji ber xwe dipirsî, yan ji ber ku kesên din li ser min ji te re tiştek got?” 35  Pîlatos got: “Ma ez Cihû me? Xelkê te û serokên kahînan tu dayî destê min. Gelo te çi kiriye?” 36  Îsa got: “Hukimdariya min, ne wek hukimdariya vê dinyayê ye. Eger Hukimdariya min wek hukimdariya vê dinyayê bûya, xizmetkarên min wê şer bikirana, da ku ez nekevim destê Cihûyan. Lê belê, Hukimdariya min ne ji vê dinyayê ye.” 37  Hingê Pîlatos ji wî pirsî: “Îcar tu padîşah î?” Îsa cewab da: “Tu bi xwe dibêjî ku ez padîşah im. Ji bo vê yekê ez çêbûm û hatim dinyayê, da ku ji bo rastiyê şahidiyê bikim. Her kesê ku li aliyê rastiyê ye, guh dide dengê min.” 38  Pîlatos ji wî re got: “Rastî çi ye?” Piştî vê yekê, ew dîsa derket derve ba Cihûyan û ji wan re got: “Ez tu sûcê wî nabînim. 39  Ji xeynî vê, adeta we heye ku ez di Cejna Derbasbûnê de yekî girtî ji bo we berdim. Ma hûn dixwazin ku ez Padîşahê Cihûyan ji bo we berdim?” 40  Wan kir qîrîn û got: “Ne vî zilamî, lê Barabas berde!” Barabas dizekî zalim* bû.

Jêrenot

Eger li ziwistanê bi zêdeyî baran nedibarî, ev newal ziwa dibû.
Yan “meşale”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “rêbir”.