Li gor Yûhena 21:1-25

  • Îsa ji şagirtên xwe re xuya dibe (1-14)

  • Petrûs dibêje ku ew ji Îsa hez dike (15-19)

    • “Miyên min biçêrîne” (17)

  • Çi wê bê serê şagirtê ku Îsa jê hez dike (20-23)

  • Peyvên dawîn (24, 25)

21  Piştî vê yekê, Îsa dîsa ji şagirtan re xuya bû, îcar li ber behra Taberiyayê. Ev wisa çêbû:  Şîmûn Petrûs, Tomas (ê ku jê re “Cêwî” digotin), Natanaêlê ji Kanaya Celîleyê, kurên Zebedî û du şagirtên din bi hev re li wê derê bûn.  Şîmûn Petrûs ji wan re got: “Ez diçim ku masiyan bigirim.” Wan jê re got: “Em jî bi te re tên.” Ew çûn û li qeyîkê* siwar bûn, lê temamiya şevê wan tu tişt negirt.  Lê belê gava roj hilat, Îsa li ber behrê sekinî bû, lê şagirtan ew nas nekir.  Hingê Îsa ji wan pirsî: “Zarokno, gelo li ba we xwarin* heye?” Wan cewab da: “Na!”  Wî ji wan re got: “Torê bavêjin aliyê rastê yê qeyîkê*, û hûnê masiyan bigirin.” Wan tor avêt, lê ji ber pirbûna masiyan, wan nikaribû torê bikişînin.  Hingê şagirtê ku Îsa jê hez dikir ji Petrûs re got: “Ev Efendiyê me ye!” Gava Şîmûn Petrûs ev yek bihîst, wî serkirasê xwe li xwe kir, çimkî ew nîv tazî bû, û xwe avêt avê.  Lê şagirtên din bi qeyîka biçûk hatin, û wan tora tije masî li pey xwe kişand, çimkî ew weke 100 metre ji devê behrê dûr bûn.  Gava ew derketin ber devê behrê, wan li wê derê masî li ser êgir û nan dîtin. 10  Îsa ji wan re got: “Hinek ji wan masiyên ku we niha girtine bînin.” 11  Hingê Şîmûn Petrûs ket qeyîkê û tora ku bi 153 masiyên mezin tije bû, kişand ber devê behrê. Her çi qas masî gelek bûn jî, tor nediriya. 12  Îsa ji wan re got: “Werin, taştê bixwin.” Ji şagirtan tu kesî newêrî ku jê bipirse: “Tu kî yî?”, çimkî wan dizanibû ku ew Efendiyê wan bû. 13  Îsa nan hilda û da wan, û wî bi eynî awayî masî jî da wan. 14  Piştî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, ev cara sisêyan bû ku ew ji şagirtan re xuya bû. 15  Piştî ku wan taştê xwar, Îsa ji Şîmûn Petrûs pirsî: “Şîmûnê kurê Yûhena, gelo tu ji wan zêdetir ji min hez dikî?” Wî cewab da: “Erê, Efendiyê min, tu dizanî ku ez ji te hez dikim.” Hingê Îsa got: “Berxên min biçêrîne.” 16  Îsa cara diduyan jê pirsî: “Şîmûnê kurê Yûhena, gelo tu ji min hez dikî?” Wî got: “Erê, Efendiyê min tu dizanî ku ez ji te hez dikim.” Îsa jê re got: “Şivantiya miyên min bike.” 17  Îsa cara sisêyan jê pirsî: “Şîmûnê kurê Yûhena, gelo tu ji min hez dikî?” Ji ber ku Îsa cara sisêyan jê pirsî: “Gelo tu ji min hez dikî?”, Petrûs xemgîn bû. Wî got: “Efendiyê min, tu her tiştî dizanî. Tu dizanî ku ez ji te hez dikim.” Îsa ji wî re got: “Miyên min biçêrîne. 18  Bi rastî, gava tu xort bûyî, te bi xwe kincên xwe li xwe dikirin û li ku derê te dixwest bigerî, tu digeriyayî. Lê gava tu kal bibî, tuyê destê xwe dirêj bikî, û kesekî din wê kincan li te bike û te bibe cihê ku tu naxwazî.” 19  Wisa wî ev yek da fehmkirin ku Petrûs wê bi çi awayî bimire û rûmetê bide Xwedê. Piştî van gotinan, wî jê re got: “Bi dewamî li pey min were.” 20  Petrûs li pişt xwe zivirî û dît ku ew şagirtê ku Îsa jê hez dikir li pey wan tê. Ev ew şagirt bû, yê ku li dema şîvê pala xwe dabû singê Îsa û wisa pirsîbû: “Efendiyê min, yê ku wê te bide dest, kî ye?” 21  Gava wî ew dît, Petrûs ji Îsa pirsî: “Efendiyê min, çi wê bê serê wî?” 22  Îsa cewab da wî: “Eger ez bixwazim ku ew bimîne heta ku ez bêm, îcar çi îşê te ye? Tu bi dewamî li pey min were.” 23  Loma ev gotin di nav şagirtên Îsa de belav bû ku ev şagirt wê nemire. Lê Îsa negotibû ku ewê nemire, lê gotibû: “Eger ez bixwazim ku ew bimîne heta ku ez bêm, îcar çi îşê te ye?” 24  Ev ew şagirt e, yê ku şahidiya van tiştan dike û ev tişt nivîsandin, û em dizanin ku şahidiya wî rast e. 25  Bi rastî jî, Îsa gelek tiştên din jî kirine. Eger ew hûr û kûr bihatana nivîsîn, ez dibêjim qey di dinyayê de wê ji bo wan hemû destnivîsan cih tunebûya.

Jêrenot

Yan “belem”.
Yan “masî”.
Yan “belem”.