Li gor Meta 12:1-50

  • Îsa “Efendiyê roja Sebtê ye” (1-8)

  • Zilamê destseqet qenc dibe (9-14)

  • Xizmetkarê ezîz ê Xwedê (15-21)

  • Cin bi ruhê pîroz tên derxistin (22-30)

  • Gunehê ku nayê efûkirin (31, 32)

  • “Dar bi mêweyên xwe tê naskirin” (33-37)

  • Nîşana Ûnis pêxember (38-42)

  • Gava cin vedigere (43-45)

  • Dê û birayên Îsa (46-50)

12  Carekê, di roja Sebtê* de Îsa di nav dexlan re derbas dibû. Şagirtên wî birçî bûn û dest pê kirin ku simbilên genim biçinin û bixwin. 2  Gava Fêrisiyan ev yek dît, wan ji wî re got: “Binêre! Şagirtên te tiştekî ku di roja Sebtê de qedexe ye, dikin.” 3  Wî ji wan re got: “Ma we nexwendiye ku gava Dawid û zilamên wî birçî bûn, wî çi kir? 4  Ku ew çawa ket mala Xwedê û wan nanê pîroz* xwar? Lê ew nan ji bo wî û zilamên wî qedexe bû, çimkî ew tenê ji bo kahînan bû. 5  Wekî din, ma we di Qanûnê de nexwendiye ku di rojên Sebtê de, kahîn di îbadetgehê de dişixulin û dîsa jî bêsûc dimînin? 6  Lê ez ji we re dibêjim: Yekî ku ji îbadetgehê mezintir e, li vir e. 7  Lê belê, eger we fehm bikira ku maneya gotina ‘Ez ne qurbanan, lê dilovaniyê* dixwazim’ çi ye, weyê kesên bêsûc sûcdar dernexistana. 8  Çimkî Kurê Mirov Efendiyê roja Sebtê ye.” 9  Piştî ku Îsa ji wê derê çû, ew ket sînagogekê*. 10  Li wê derê zilamekî destseqet* hebû. Hin kesan ji Îsa pirsî: “Ma îzin heye ku mirov di roja Sebtê de nexweşan qenc bike?” Ew li sebebekî digeriyan ku wî sûcdar bikin. 11  Îsa ji wan re got: “Eger miyeke we hebe û ew mî di roja Sebtê de bikeve çalê, ma kî ji we wê neçe û miya xwe dernexe? 12  Îcar mirovek ji miyekê çi qas biqîmettir e! Loma îzin heye ku di roja Sebtê de qencî bê kirin.” 13  Piştre Îsa ji wî zilamî re got: “Destê xwe dirêj bike.” Wî jî destê xwe dirêj kir, û destê wî qenc bû*. 14  Lê Fêrisî derketin derve û li rêyekê digeriyan ku wî çawa bidin kuştin. 15  Gava Îsa vê yekê pê hesiya, ew ji wê derê çû. Gelek kes li pey wî çûn, û wî ew hemû qenc kirin. 16  Lê wî tembîh li wan kir û emir da wan ku ew ji kesên din re behsa wî nekin, 17  da ku ev gotinên ku bi devê Îşaya pêxember ve hatibûn gotin, bên cih: 18  “Va ye xizmetkarê min, ê ku min hilbijartiye, ezîzê min, ê ku ez ji wî razî me! Ezê ruhê xwe deynim ser wî, û ewê ji miletan re eşkere bike ku edalet çi ye. 19  Ewê minaqeşe neke û neke qîrîn, û tu kes wê dengê wî li kolanên sereke nebihîze. 20  Ewê qamîşê xwar neperçiqîne, û fitîla ku hilma êgir jê diçe netemirîne, heta ku ew edaletê bîne. 21  Belê, milet wê hêviya xwe bi navê wî bînin.” 22  Rojekê, mirovan kesekî ku bi cinekî ketibû û kor û lal bû, anî ba Îsa. Piştî ku Îsa ew qenc kir, wî kesî êdî dikaribû xeber bide û bibîne. 23  Her kes ecêbmayî ma û got: “Gelo Kurê Dawid ev e?” 24  Gava Fêrisiyan ev yek bihîst, wan got: “Ew tenê bi destê serokê cinan Belzebûb* dikare cinan derxe.” 25  Lê Îsa dizanibû ku ew çi difikirin û ji wan re got: “Her hukimdariya ku li dijî xwe hatiye parçekirin, wêran dibe. Û her bajar û malbata ku li dijî xwe hatiye parçekirin, wê nemîne. 26  Eger Şeytan, Şeytan derxe, ew li dijî xwe hatiye parçekirin. Îcar hukimdariya wî wê çawa bimîne? 27  Wekî din, eger ez cinan bi destê Belzebûb derdixim, gelo şagirtên we* cinan bi destê kê derdixin? Loma ewê bibin hakimên we. 28  Lê eger ez cinan bi destê ruhê Xwedê derdixim, îcar Hukimdariya Xwedê hatiye* bêyî ku haya we jê hebe. 29  Yan jî, gelo kesek dikare bikeve mala zilamekî xurt û mala wî talan bike bêyî ku ew wî girêde? Bi tenê eger ew wî girêde, ew dikare mala wî talan bike. 30  Yê ku ne bi min re ye, li dijî min e. Û yê ku bi min re top nake, belav dike. 31  Loma ez ji we re dibêjim, her cure guneh û kufir wê ji mirovan re bê efûkirin, lê yê ku li dijî ruhê Xwedê kufir dike, ewê neyê efûkirin. 32  Mesela, eger kesek tiştekî li dijî Kurê Mirov bibêje, ewê bê efûkirin. Lê eger kesek tiştekî li dijî ruhê pîroz bibêje, ewê neyê efûkirin, ne niha* û ne jî di pêşerojê de. 33  Eger dara we baş be, mêweyên we jî wê baş bin, lê eger dara we xerab be, mêweyên we jî wê xerab bin. Çimkî her dar bi mêweyên xwe tê naskirin. 34  Ey zuriyeta marên bijehr, eger hûn xerab in, çawa xebereke baş dikare ji devê we derkeve? Di dilê mirov de çi heye, ew vê yekê dibêje*. 35  Mirovê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc ve tije ye. Lê mirovê xerab tiştên xerab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xerab ve tije ye. 36  Ez ji we re dibêjim: Di Roja Hukim de mirov wê ji bo her gotineke xwe ya pûç hesab bide. 37  Çimkî tuyê bi gotinên xwe wek kesekî rast yan wek kesekî sûcdar bêyî derxistin.” 38  Hingê hin qanûnzan û Fêrisiyan ji Îsa re got: “Mamoste, em dixwazin nîşanekê ji te bibînin.” 39  Îsa cewab da wan: “Neslekî xerab û nedilsoz* her tim li nîşanekê digere, lê ji xeynî nîşana Ûnis pêxember, ji wan re tu nîşan wê neyê dayîn. 40  Çawa ku Ûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyekî mezin de ma, Kurê Mirov jî wê sê roj û sê şevan di zikê erdê de* bimîne. 41  Xelkê Nînewayê wê di Roja Hukim de bi vî neslî re rabe û wî sûcdar derxe, çimkî xelkê Nînewayê guh da xebera Ûnis û tobe kir. Û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e. 42  Melîkeya başûr* wê di Roja Hukim de bi vî neslî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî ew ji cihekî dûr hat, da ku guh bide hîkmeta Silêman. Û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e. 43  Gava cinek* ji mirovekî derdikeve, ew li çolê digere ku cihekî rihet bibîne, lê ew cihekî wisa qet nabîne. 44  Hingê ew ji xwe re dibêje: ‘Ka ez vegerim mala xwe, ya ku ez jê derketime.’ Gava ew tê, ew dibîne ku mal vala ye, lê belê maliştî û xemilandî ye. 45  Paşê ew diçe û heft cinên din*, ên ku ji wî xerabtir in, bi xwe re tîne, û ew dikevin hundir û li wê derê dijîn. Êdî halê wî mirovî ji halê berê xerabtir dibe. Halê vî neslê xerab jî wê eynî wisa bibe.” 46  Hê Îsa bi xelkê re dipeyivî, diya wî û birayên wî li derve sekinî bûn, û wan dixwest bi wî re xeber bidin. 47  Kesekî ji wî re got: “Diya te û birayên te li derve sekinî ne û dixwazin bi te re xeber bidin.” 48  Îsa ji wî kesî re got: “Diya min kî ye, û birayên min kî ne?” 49  Wî bi destê xwe şagirtên xwe nîşanî wî da û got: “Diya min û birayên min ew in! 50  Çimkî her kesê ku li gor daxwaza Bavê min ê li ezmanan dike, birayê min, xwişka min û diya min ew e.”

Jêrenot

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “nanê pêşkêşkirinê”.
Yan “rehm”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “bi destekî hişkbûyî”.
Yan “bû wek destê wî yê din”.
Belzebûb ji Şeytan re tê gotin.
Bi herfî “kurên we”.
Bi herfî “gihîştiye we”.
Yan “ne li sîstem û nîzama vê dinyayê”.
Bi herfî “Dev ji tijebûna dil dipeyive”.
Bi herfî “zinakar”.
Bi herfî “di dilê erdê de”.
Yan “Qralîçeya başûr”.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Bi herfî “ruhên din”.