Li gor Meta 17:1-27
17 Piştî şeş rojan, Îsa bi tenê Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhena bi xwe re birin û hilkişiya serê çiyayekî bilind.
2 Û wan dît ku xuyabûna Îsa hat guhertin. Rûyê wî mîna rojê şewq da, û kincên wî mîna ronahiyê dibiriqîn.
3 Ji nişka ve Mûsa û Êlyas li wan xuya bûn û bi Îsa re sohbet kirin.
4 Petrûs ji Îsa re got: “Efendiyê min, çi qas baş e ku em li vir in! Eger tu bixwazî, ez sê konan deynim, yekî ji bo te, yekî ji bo Mûsa û yekî jî ji bo Êlyas.”
5 Hê ew dipeyivî, ewrekî ronî daket ser wan, û dengek ji ewr hat: “Ev e Kurê min ê delal, ez ji wî razî me. Guh bidin wî.”
6 Gava şagirtan ev yek bihîst, tirseke mezin ket dilê wan, û wan xwe avêt erdê.
7 Lê Îsa nêzîkî wan bû, destê xwe li wan da û got: “Rabin, netirsin.”
8 Gava wan serê xwe bilind kir, wan ji xeynî Îsa tu kes nedît.
9 Gava ew ji çiyê daketin xwarê, Îsa li wan emir kir û got: “Heta ku Kurê Mirov ji mirinê bê rakirin, tiştên ku we dîtin ji tu kesî re nebêjin.”
10 Şagirtan ji Îsa pirsî: “Qanûnzan çima dibêjin ku gerek pêşî Êlyas were?”
11 Îsa cewab da: “Bi rastî Êlyas tê, û ewê her tiştî serrast bike.
12 Lê ez ji we re dibêjim, Êlyas jixwe hatiye, lê wan ew nas nekir. Wan çi dixwest, wisa li wî kir. Bi eynî şeklî, Kurê Mirov jî wê ji destê wan cefayê bikişîne.”
13 Hingê şagirtan fehm kir ku Îsa behsa Yehyayê* Vaftîzkar* dike.
14 Gava ew nêzîkî xelkê bûn, zilamek hat ba Îsa, xwe avêt ser çokan û ji wî re got:
15 “Efendiyê min, rehmê li kurê min bike. Ew bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye û halê wî qet ne baş e. Ew gelek caran dikeve nav avê yan nav êgir.
16 Min ew anî ba şagirtên te, lê wan nikaribû wî qenc bikin.”
17 Îsa got: “Ey neslê* bêbawer û gunehkar, heta kengê gerek ez bi we re bim? Heta kengê ez li we sebir bikim? Wî bînin cem min.”
18 Paşê Îsa ferman da cin, û cin ji kurik derket. Di eynî demê de ew qenc bû.
19 Piştre şagirt bi tena serê xwe hatin ba Îsa, û wan ji wî pirsî: “Çima me nikaribû cin derxin?”
20 Wî ji wan re got: “Çimkî baweriya we kêm e. Bi rastî, eger baweriya we wek toximekî xerdelê jî biçûk be, hûn ji vî çiyayî re bibêjin, ‘Ji vir here wê derê’, ewê here. Her tişt wê ji bo we mumkin be.”
21 ——*
22 Gava ew bi hev re li Celîleyê bûn, Îsa ji wan re got: “Kurê Mirov wê bê dayîn destê mirovan,
23 û ewê wî bikujin. Û di roja sisêyan de, ewê ji mirinê bê rakirin.” Gava wan gotinên wî bihîstin, ew pir xemgîn bûn.
24 Piştî ku ew gihîştin Kapernaûmê, zilamên ku bacên* ji bo îbadetgehê top dikirin nêzîkî Petrûs bûn û ji wî pirsî: “Gelo mamosteyê we baca ji bo îbadetgehê dide?”
25 Wî got: “Belê, dide.” Dema ku Petrûs ket malê, berî ku ew tiştekî bibêje, Îsa ji wî pirsî: “Şîmûn tu çi difikirî, padîşahên dinyayê bac û gumrikan ji kê distînin? Ji kurên xwe yan jî ji xerîban?”
26 Petrûs got: “Ji xerîban.” Îcar Îsa ji wî re got: “Hingê kurên wan ji bacê azad in.
27 Lê da ku em tu kesî aciz nekin, here ber behrê û şewkê bavêje. Masiyê pêşîn, ê ku tu digirî, devê wî veke û tuyê zîvekî bibînî. Wî bibe û ji bo min û ji bo xwe bide wan.”
Jêrenot
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
^ Yan “nifş”.
^ Ayeta 21an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
^ Bi herfî “2 draxma”.