Li gor Meta 27:1-66

  • Îsa tê dayîn destê Pîlatos (1, 2)

  • Cihûda xwe didaleqîne (3-10)

  • Îsa li ber Pîlatos disekine (11-26)

  • Mirov qerfên xwe bi Îsa dikin (27-31)

  • Bizmarkirina li ser darê îşkenceyê (32-44)

  • Mirina Îsa (45-56)

  • Defnkirina Îsa (57-61)

  • Mezel bi nobedaran tê parastin (62-66)

27  Gava bû sibeh, serokên kahînan û rîspiyên xelkê bi hev re şêwirîn ku Îsa bidin kuştin. 2  Wan destên wî girêdan, birin û dan destê Pîlatosê Walî. 3  Gava Cihûda, yê ku ew dabû dest, dît ku ji Îsa re fermana mirinê hat dayîn, wijdanê wî nerihet bû. Loma wî 30 zîv li serokên kahînan û rîspiyan vegerandin 4  û got: “Min guneh kir û kesekî bêsûc da dest.” Lê wan got: “Îcar em çi bikin? Ev xema te ye!” 5  Hingê Cihûda zîv avêtin nav îbadetgehê û derket. Paşê ew çû û xwe daleqand. 6  Serokên kahînan ev zîv hildan û got: “Îzin tune ye ku em van pereyan bixin xezîneya îbadetgehê, çimkî ji bo van pereyan xwîn hat rijandin.” 7  Piştî ku ew bi hev re şêwirîn, wan bi van pereyan zeviya cerçêker kirî, da ku li wê derê kesên xerîb defn bikin*. 8  Ji ber vê yekê heta roja îro jî, ji vê zeviyê re “Zeviya Xwînê” tê gotin. 9  Hingê ev gotinên ku bi devê Yêremya pêxember ji berê ve hatibûn gotin, hatin cih: “Wan 30 zîvên ku hin Îsraîliyan wek heqê vî zilamî danîbû, hildan. 10  Û wek Yehowa emir dabû min, wan bi wan pereyan zeviya cerçêker kirî.” 11  Îsa li ber walî sekinî, û walî ji wî pirs kir: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” Îsa cewab da: “Te bi xwe got.” 12  Lê gava ew ji aliyê serokên kahînan û rîspiyan ve hat sûcdarkirin, wî qet tiştek negot. 13  Hingê Pîlatos ji wî re got: “Ma tu nabihîzî ku ew li dijî te çi qas tiştan dibêjin?” 14  Lê wî qet tiştek negot, û walî bi vê yekê pir ecêbmayî ma. 15  Li her cejnê, adeta walî ev bû ku li gor dilê xelkê girtiyekî berde. 16  Wê demê, zilamekî pir xerab ê bi navê Barabas girtî bû. 17  Îcar Pîlatos ji xelkê ku li hev top bûbû re wisa got: “Gelo hûn dixwazin ez kê berdim? Barabas yan Îsayê ku jê re Mesîh tê gotin?” 18  Çimkî Pîlatos dizanibû ku wan Îsa ji ber hesûdiya xwe teslîm kiribû. 19  Ji xeynî vê, gava ew li ser kursiyê hukim rûniştî bû, jina wî ji wî re xeberek şand û got: “Dest nede wî kesê adil û rast, çimkî îro min ji ber wî xewneke pir xerab dît.” 20  Lê serokên kahînan û rîspiyan, wan xelk îqna kir ku Barabas bê azadkirin û Îsa bê kuştin. 21  Walî dîsa ji wan pirsî: “Hûn dixwazin ku ez ji wan her duyan kê berdim?” Wan jî got: “Barabas.” 22  Pîlatos ji wan re got: “Îcar Îsayê ku jê re Mesîh tê gotin, ez çi li wî bikim?” Wan hemûyan got: “Wî li darê îşkenceyê bixe*!” 23  Wî got: “Çima? Wî çi xerabî kiriye?” Lê wan bi dengekî hê bilindtir gazî dikir: “Wî li darê îşkenceyê bixe!” 24  Gava Pîlatos dît ku tiştek ji destê wî nayê û xelk li dijî wî radibe, wî av hilda, li ber xelkê destê xwe şûşt û got: “Xwîna vî mirovî ne li ser stûyê min e, lê li ser stûyê we ye.” 25  Lê hemûyan ji wî re got: “Bila xwîna wî li ser stûyê me û zarokên me be.” 26  Hingê wî Barabas berda, û ferman da ku Îsa bidin ber qamçiyan û li ser darê îşkenceyê îdam bikin. 27  Hingê eskerên walî Îsa bir qesra walî û temamiya koma eskeran li derdora wî top kir. 28  Wan kincên wî ji wî kirin û xeftanekî sor li wî kirin. 29  Wan ji striyan tacek çêkir û danî ser serê wî û qamîşek jî da destê wî yê rastê. Ew ketin ser çokan û qerfên xwe bi wî kirin û got: “Silav li te, ya Padîşahê Cihûyan!” 30  Wan tif li wî kir û qamîş ji destê wî stand û li serê wî xist. 31  Piştî ku wan qerfên xwe bi wî kirin, wan xeftanê sor ji wî kir, kincên wî dîsa li wî kirin û ew birin ku wî li ser darê îşkenceyê bizmar bikin*. 32  Gava ew ji bajêr derketin, ew rastî zilamekî Kirênî yê bi navê Şîmûn hatin. Wan zor li wî kir ku ew darê îşkenceyê yê Îsa hilgire. 33  Gava ew gihîştin cihê bi navê Golgota, ya ku tê maneya “Qoqê Serî”, 34  wan şerab bi tiştên tehl tevlihev kir û da Îsa. Lê piştî ku wî jê tehm kir, wî nexwest vexwe. 35  Piştî ku wan ew li ser darê îşkenceyê bizmar kir*, wan pişk avêt, da ku kincên wî di nav xwe de parve bikin. 36  Paşê ew li wê derê rûniştin, û wan nobedariya wî kir. 37  Wan li ser serê wî nivîsek danî ku li ser wê sebebê sûcdarkirina wî nivîsî bû: “Ev Îsayê Padîşahê Cihûyan e.” 38  Hingê du dizên zalim* jî li kêleka wî li darê îşkenceyê hatin xistin, yek li aliyê çepê û yê din jî li aliyê rastê. 39  Kesên ku di ber wî re derbas dibûn çêrî wî dikir*. Wan serê xwe dihejand û 40  wisa digot: “Ey tu, te dixwest îbadetgehê hilweşînî û di nav sê rojan de dîsa ava bikî. Îcar xwe xelas bike! Eger tu kurê Xwedê yî, ji darê îşkenceyê dakeve xwarê!” 41  Bi eynî awayî, serokên kahînan tevî qanûnzan û rîspiyan qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: 42  “Wî kesên din xelas kirin, lê nikare xwe xelas bike! Ew Padîşahê Îsraîlê ye, bila ew niha ji darê îşkenceyê dakeve xwarê, û emê bi wî bawer bikin. 43  Wî baweriya xwe bi Xwedê anî, eger Xwedê ji wî razî ye, bila ew wî xelas bike. Çimkî wî digot: ‘Ez Kurê Xwedê me.’” 44  Bi eynî awayî, heta dizên zalim* ên ku li kêleka wî li darê îşkenceyê hatin xistin jî qerfên xwe bi wî kirin. 45  Ji saet şeş* heta saet neh* tariyek ket ser rûyê erdê. 46  Li dora saet neh, Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: “Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?”, ya ku tê maneya: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez terk kirim?” 47  Hin kesên ku li wê derê sekinî bûn, ev yek bihîst û wisa got: “Ew gazî Êlyas dike.” 48  Yekî ji wan bi lez çû, sungêrek* hilda, ew xist nav şeraba tirş, bi qamîşekî bilind kir û da Îsa ku ew jê vexwe. 49  Lê yên din got: “Dev jê berde! Ka em bibînin, gelo Êlyas wê bê ku wî xelas bike.” 50  Îsa dîsa carek bi dengekî bilind kir qîrîn û jiyana xwe ji dest da*. 51  Hingê perdeya cihê pîroz ji serî heta binî çiriya û bû du parçe. Erd hejiya û zinar qelişîn. 52  Mezel vebûn û gelek cesedên kesên pîroz, ên ku miribûn, ji mezelan hatin derxistin 53  (piştî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, kesên ku di goristanê re derbas dibûn, ketin bajarê pîroz) û ew ji gelek mirovan re xuya bûn. 54  Gava fermandar û kesên ku bi wî re nobedariya Îsa dikir, erdhej û tiştên ku çêbûn dîtin, ew pir tirsiyan û gotin: “Bi rastî ew Kurê Xwedê bû.” 55  Û gelek jinên ku bi Îsa re ji Celîleyê hatibûn û ji wî re xizmet kiribû ji dûr ve li wan tiştan mêze dikir. 56  Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûb û Yosês, û diya kurên Zebedî di nav wan de bûn. 57  Berê êvarê, zilamekî zengîn ê ku ji Arîmetyayê bû, hat. Navê wî Ûsiv bû, û ew jî şagirtê Îsa bû. 58  Ew çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. Pîlatos emir da ku cesed ji wî re bê dayîn. 59  Ûsiv cesedê wî hilda û bi kitanekî xas û paqij ew pêçand. 60  Ûsiv ev cesed danî mezelê xwe yê nû, yê ku wî li zinar kolabû. Piştî ku wî kevirekî mezin danî ber deriyê mezel, ew ji wê derê çû. 61  Lê Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê, li ber deriyê gorê rûniştî man. 62  Roja din, piştî roja Hazirkirinê*, serokên kahînan û Fêrisî li ber Pîlatos li hev kom bûn, 63  û wan got: “Ezbenî, tê bîra me ku wî xapînokî, gava ew hê dijiya wisa gotibû: ‘Piştî sê rojan ezê ji mirinê bêm rakirin.’ 64  Loma emir bide ku heta roja sisêyan nobedariya mezelê wî bê kirin, da ku şagirtên wî neyên, cesedê wî nedizin û ji xelkê re nebêjin ‘Ew ji nav miriyan hatiye rakirin!’. Hingê ev derewa dawîn wê ji ya pêşîn xerabtir be.” 65  Pîlatos ji wan re got: “Ezê nobedaran bidim destê we. Herin, û heta ku ji destê we tê, mezel biparêzin.” 66  Ew jî çûn û mezel parast. Wan kevir mor kir û nobedar danîn ber.

Jêrenot

Yan “veşêrin”, “bin ax bikin”.
Yan “li ser darê îşkenceyê îdam bike”.
Yan “mix bikin”.
Yan “mix kir”.
Yan “rêbir”.
Yan “peyvên pîs digotin”.
Yan “rêbir”.
Nîvro, li dora saet diwanzdeh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Piştî nîvro, li dora saet sisê. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Yan “îsfenc”.
Bi herfî “ruhê xwe da”.
Roja berî roja Sebtê wisa dihat binavkirin. Wê rojê, Cihûyan xwe ji bo roja Sebtê hazir dikir.