Here Naverokê

Here naverokê

Nameya ji Romayiyan re

Beş

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16

Bi Kurtasî

  • 1

    • Silavên Pawlos (1-7)

    • Pawlos dixwaze here Romayê (8-15)

    • “Yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî” (16, 17)

    • Ji bo yên xerab mehne tune ye (18-32)

      • Sifetên Xwedê di tiştên ku wî çêkirine de tên dîtin (20)

  • 2

    • Hukmê Xwedê li ser Cihû û Yûnanan (1-16)

    • Cihû û Qanûn (17-24)

    • Sinetkirina dil (25-29)

  • 3

    • “Xwedê wê her tim rastiyê bibêje” (1-8)

    • “Hem Cihû hem jî Yûnan gunehkar in” (9-20)

    • Mirov bi saya baweriyê rast tê derxistin (21-31)

      • “Tu kes nikare bigihîje rûmeta Xwedê” (23)

  • 4

    • Birahîm bi saya baweriya xwe rast hat hesabkirin (1-12)

      • Birahîm, bavê hemû kesên ku bawer dikin (11)

    • Birahîm ji ber baweriya xwe soz stand (13-25)

  • 5

    • Bi saya Mesîh em bûne dostên Xwedê (1-11)

    • Mirin ji Adem, jiyan ji Mesîh (12-21)

      • Guneh û mirin derbasî hemûyan bûn (12)

      • Kirineke rast (18)

  • 6

    • Jiyaneke nû bi saya vaftîzbûna di Mesîh de (1-11)

    • “Bila guneh li ser we hukim nejo” (12-14)

    • Ji xulamên guneh dibin xulamên Xwedê (15-23)

      • Meaşê guneh – mirin; hediyeya Xwedê – jiyan (23)

  • 7

    • Li ser azadbûna ji Qanûnê mîsalek tê dayîn (1-6)

    • Qanûn eşkere dike ku guneh çi ye (7-12)

    • Micadeleya li dijî guneh (13-25)

  • 8

    • Jiyan û azadî bi saya ruhê pîroz (1-11)

    • Ruhê ku mirovan dike kurên Xwedê (12-17)

    • Hemû tiştên ku Xwedê xuliqandine li benda azadiya zarokên Xwedê ne (18-25)

    • “Ruhê pîroz ji bo me rica dike” (26, 27)

    • Xwedê ji berê ve dizanibû ku ewê kê hilbijêre (28-30)

    • Bi saya hezkirina Xwedê em bi ser dikevin (31-39)

  • 9

    • Ji ber Îsraîliyan di dilê Pawlos de derdekî giran heye (1-5)

    • Zuriyeta eslî ya Birahîm (6-13)

    • Qerarên Xwedê rast in (14-26)

      • Mirovên ku hêrsa Xwedê radikin û mirovên ku dilrehmiya wî distînin (22, 23)

    • “Bi tenê hin kes wê xelas bibin” (27-29)

    • Îsraîl li kevir dikeve (30-33)

  • 10

    • Çawa bigihîjin rastdariya Xwedê (1-15)

      • Bi eşkereyî di heqê baweriya xwe de xeber bide (10)

      • “Her kesê ku gazî navê Yehowa bike, ewê xelas bibe” (13)

      • Lingên xweşik ên mizgînvanan (15)

    • Mizgînî tê redkirin (16-21)

  • 11

    • Îsraîl ne bi temamî tê redkirin (1-16)

    • Mîsala dara zeytûnê (17-32)

    • Kûrahiya hîkmeta Xwedê (33-36)

  • 12

    • Bedenên xwe wek qurbaneke sax pêşkêş bikin (1, 2)

    • Cure cure xelat, lê yek beden (3-8)

    • Şîret ji bo jiyana Mesîhiyan (9-21)

  • 13

    • Guhdariya kesên ku hukim dajon, bikin (1-7)

      • Bacê bidin (6, 7)

    • “Hezkirin pêkanîna Qanûnê ye” (8-10)

    • “Wek di bin ronahiya rojê de, bila rabûn û rûniştina me baş be” (11-14)

  • 14

    • Hevdû mehkûm nekin (1-12)

    • Nebin sebebê ketina kesekî (13-18)

    • Aştî û yekîtiyê bi pêş bixin (19-23)

  • 15

    • “Çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, gerek hûn jî hevdû qebûl bikin” (1-13)

    • Pawlos, xizmetkarê miletan (14-21)

    • Pawlos behsa rêwîtiya xwe dike (22-33)

  • 16

    • Pawlos Fîbiyê dide naskirin (1, 2)

    • Silavên li Mesîhiyên Romayî (3-16)

    • Hay ji kesên ku cudahiyê bi pêş dixin hebin (17-20)

    • Silavên ji hevalkarên Pawlos (21-24)

    • Sira pîroz eşkere bûye (25-27)