Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 13

“Bi Germî ji Hevdû Hez Bikin”

“Bi Germî ji Hevdû Hez Bikin”

“Ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin” (1. PTR. 1:22).

KILAM 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

PÊŞGOTIN *

Li şeva dawîn berî mirina xwe, Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re behsa hezkirinê kir (Li paragrafên 1 û 2 binêre)

1. Îsa çi emir da şagirtên xwe? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

ŞEVA berî mirina xwe, Îsa Mesîh emrekî muhîm da şagirtên xwe. Wî ji wan re got: “Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûh. 13:34, 35).

2. Çima muhîm e ku em ji hevdû hez bikin?

2 Îsa got ku eger ew ji hevdû hez bikin wekî ku wî ji wan hez kir, mirovên din wê bizanibin ku ew bi rastî jî şagirtên wî ne. Di sedsala yekê de wisa bû, û îro jî wisa ye. Ji ber vê yekê, her çi qas zor be jî, pir muhîm e ku em ji hevdû hez bikin.

3. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

3 Ji ber ku em qisûrdar in, li me carinan zor tê ku em “bi germî ji hevdû hez bikin”. Dîsa jî, gerek em xîret bikin ku Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku hezkirin çawa alî me dike ku em aştîhez, bêteref û mêvanperwer bibin. Gava tu vê meqaleyê lêkolîn dikî, ji xwe bipirse: “Gelo ez dikarim ji xwişk û birayên ku li gel astengan dev ji hezkirina hevdû ber nadin, çi dersan bistînim?”

AŞTÎHEZ BE

4. Li gor Metta 5:23, 24, çima muhîm e ku em li aştiyê bigerin?

4 Îsa gotibû ku eger dilê xwişk yan birayekî li me maye, pir muhîm e ku em pê re li hev werin (Metta 5:23, 24 bixwîne). Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em xîret bikin ku bi kesên din re di aştiyê de bin. Eger em dev ji xeydê bernedin û qet xîret nekin ku li hev werin, Xwedê wê îbadeta me qebûl neke (1. Yûh. 4:20).

5. Li birayê Mark çima zor dihat ku bi birayekî din re li hev were?

5 Carinan belkî li me zor tê ku em li hev werin. Çima? Bîne ber çavê xwe ku çi hatibû serê birayekî bi navê Mark *. Gava birayekî din ew rexne kir û ji xwişk û birayên din re di heqê wî de tiştên xerab gotin, ew xemgîn bû. Hingê Mark çi kir? Ew tîne bîra xwe: “Ez li wî pir hêrs ketim.” Paşê, Mark poşman bû, û wî dixwest ji vî birayê efû bixwaze û bi wî re li hev were. Lê belê, vî birayî nedixwest pê re li hev were. Di serî de, Mark wisa difikirî: “Madem ku ew aştiyê naxwaze, ne lazim e ku ez ew qas xîret bikim. Jixwe, min çi ji destê min hat, kir.” Lê belê, nazirê herêmî ew teşwîq kir ku ew dev ji xîreta xwe bernede. Gelo Mark çi kir?

6. (a) Mark çawa li aştiyê digeriya? (b) Mark çawa li gor Kolosî 3:13, 14 hereket dikir?

6 Gava Mark fikrên xwe analîz kirin, wî ferq kir ku ew têra xwe dilnizm nîne û xwe carinan ji kesên din bilindtir dibîne. Loma wî fehm kir ku gerek ew nêrîna xwe biguherîne (Kol. 3:8, 9, 12). Ji ber vê yekê, Mark bi dilnizmî çû ba wî û seba hereketên xwe dîsa efû xwest. Wekî din, Mark çend caran bi destê nameyan got ku ew çi qas xemgîn e û dixwaze pê re dîsa hevaltiyê bike. Çi heyf e ku birayê din dev ji kîna xwe berneda. Dîsa jî, Mark guh da emrê Îsa, yê ku gotibû ku gerek em ji birayê xwe hez bikin û efûkar bin (Kolosî 3:13, 14 bixwîne). Eger em dixwazin bi kesekî re li hev werin, lê ew me red bike, hezkirina rastîn wê alî me bike ku em wî efû bikin û ji bo netîceyeke baş dua bikin (Met. 18:21, 22; Gal. 6:9).

Gava kesek li me hêrs dikeve, wê belkî lazim be ku em pir xîret bikin ku li hev werin (Li paragrafên 7 û 8an binêre) *

7. (a) Îsa got ku gerek em çi bikin? (b) Xwişkek rastî kîjan tengasiyê hat?

7 Îsa wisa got: “Çawa hûn dixwazin ku mirov ji we re bikin, hûn jî ûsa ji wan re bikin!” Wekî din, wî got ku gerek em ne tenê kesên ku ji me hez dikin, hez bikin (Lûqa 6:31-33). Her çi qas tiştekî ecêb be jî, eger xwişk yan birayek ji te bireve û silav nede te, tuyê çi bikî? Tiştekî wisa hatibû serê xwişkeke bi navê Lara. Ew wisa dibêje: “Xwişkek ji min direviya, û min nizanibû ku çima. Ji ber vê yekê, ez pir aciz bûm, û min ji civînan kêf nedistend.” Di serî de, Lara wisa difikirî: “Sûcê min tune! Ji xeynî vê, xwişk û birayên din jî difikirin ku hereketên vê xwişkê ecêb in.”

8. Lara çawa li aştiyê digeriya, û serpêhatiya wê çi rêyî me dide?

8 Larayê dixwest bi vê xwişkê re li hev were. Loma Larayê ji Yehowa re dua kir û qerar da ku bi wê re sohbetê bike. Wan di heqê problemê de xeber da û hevdû hembêz kir. Lara difikirî ku di nav wan de êdî aştî heye. Lê paşê, Larayê fehm kir ku problem safî nebû. Ew wisa dibêje: “Hal û hereketên vê xwişkê neguherîn. Ji ber vê yekê, ez pir xemgîn bûm.” Di serî de, Lara difikirî ku heta ku xwişka din nêrîna xwe neguherîne, dilê wê wê rihet nebe. Bi zeman re, Larayê fehm kir ku problem her çi qas berdewam bike jî, gerek ew hezkirina xwe jê re eyan bike û wê ji dil efû bike (Ef. 4:32–5:2). Larayê anî bîra xwe ku hezkirina rastîn “li xerabiya kesî nagere; bîhna xwe di her tiştî de fireh dike, ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike” (1. Kor. 13:5, 7). Bi vî awayî, dilê Larayê êdî rihet bû. Hêdî hêdî, xwişka din jê re baştir bû. Gava em xîret dikin ku bi xwişk û birayan re di aştiyê de bin û ji wan hez bikin, em dikarin bawer bin ku “Xwedayê aştî û hezkirinê wê bi [me] re be” (2. Kor. 13:11).

BÊTEREF BE

9. Li gor Karên Şandiyan 10:34, 35, çima muhîm e ku em bêteref bin?

9 Yehowa teref nagire, loma gerek em jî teref negirin (Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne). Bi vî awayî, em dikarin îsbat bikin ku em zarokên wî ne. Em guh didin emrê ku gerek em ji cîranê xwe hez bikin wekî ku em ji xwe hez dikin, û em aştiya di nav xwişk û birayan de diparêzin (Rom. 12:9, 10; Aqûb 2:8, 9).

10-11. Xwişkek çawa ji fikrên xwe yên negatîf filitî?

10 Li hinekan zor tê ku bêteref bimînin. Mesela, bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Ruth. Gava ew hê ciwan bû, kesekî ji welatekî xerîb li malbata wê xerabî kiribû. Vê yekê li ser Ruthê çawa tesîr kir? Ew wisa dibêje: “Min ji wî welatî û ji her tiştê ku pê ve girêdayî bû, nefret dikir. Ez difikirîm ku hemû kesên ji wî welatî – û xwişk û birayên me jî – mirovên xerab in.” Ruth çawa ji nêrîna xwe ya negatîf filitî?

11 Ruthê fehm kir ku gerek ew bi fikrên xwe yên negatîf micadele bike. Wê li Yearbook’ê di heqê tarîx û serpêhatiyên xwişk û birayên li wî welatî de xwend. Ew wisa dibêje: “Min xîret kir ku ez di heqê xelkê wî welatî de pozîtîf bifikirim. Min dît ku xwişk û birayên li wê derê bi xîret ji Yehowa re xizmetê dikin û ku ew jî pareke malbata me ya cîhanî ne.” Bi zeman re, Ruthê fehm kir ku gerek ew hezkirina xwe bi hal û hereketên xwe eyan bike. Ew wisa dibêje: “Gava ez rastî xwişk û birayên ji wî welatî dihatim, min xîret dikir ku ez ji wan re dilgerm bim. Min bi wan re sohbet dikir û ew zêdetir nas dikirin.” Netîce çi bû? Ruth wisa dibêje: “Bi zeman re, fikrên min ên negatîf winda bûn.”

Eger em ji hemû xwişk û birayan ji dil hez bikin, emê di nav wan de cihêtiyê nekin (Li paragrafên 12 û 13an binêre) *

12. Problema xwişka me Sarah çi bû?

12 Hin kes hay jê nînin ku ew di nav mirovan de cihêtiyê dikin. Mesela, xwişkeke bi navê Sarah difikirî ku ew mirovan li gor kok, rewşa ekonomîk yan mesûliyetên ku wan di teşkîlatê de stendine, cihê nake. Lê belê, Sarah’yê hêdî hêdî fehm kir ku bi eslê xwe, ew bêteref nîne. Problema wê çi bû? Sarah ji malbateke xwendî bû, û wê herî zêde bi kesên xwendî re hevaltî dikir. Heta, wê ji hevalekî xwe re wisa got: “Ez bi xwişk û birayên xwendî re hevaltiyê dikim, lê ez xwe ji yên nexwendî dûr digirim.” Eşkere ye ku gerek Sarah’yê nêrîna xwe biguherta.

13. Ev yek ku Sarah’yê nêrîna xwe çawa guhert, çi rêyî me dide?

13 Nazirekî herêmî alî Sarah’yê kir ku ew nêrîna xwe analîz bike. Sarah wisa dibêje: “Wî seba xizmeta min a dilsoz, cewabên min ên baş û zanîna min a di heqê Kitêba Pîroz de pesnê min da. Paşê, wî got ku her ku zanîna me zêdetir dibe, lazim e ku em dilnizmî û dilrehmiya xwe jî zêde bikin.” Sarah’yê gotinên nazirê herêmî xist dilê xwe. Ew wisa dibêje: “Min fehm kir ku tiştê herî muhîm ev e ku em nazik û dilovan bin.” Di netîceyê de, nêrîna wê ya li ser xwişk û birayan guherî. Sarah wisa dibêje: “Min hewl da ku ez fehm bikim ku Yehowa qîmetê dide kîjan sifatên wan.” Belê, em çi qas xwendî bin jî, gerek em xwe ji kesên din bilindtir nebînin. Eger em ji hemû xwişk û birayan ji dil hez bikin, emê di nav wan de cihêtiyê nekin (1. Ptr. 2:17).

MÊVANPERWER BE

14. Li gor Îbranî 13:16, Yehowa li mêvanperweriya me çawa dinêre?

14 Mêvanperwerî li Xwedê xweş tê (Îbranî 13:16 bixwîne). Yehowa mêvanperweriyê wek pareke îbadeta me dibîne, bi xisûsî gava em alî kesên hewcedar dikin (Aqûb 1:27; 2:14-17). Loma Nivîsarên Pîroz me teşwîq dikin ku em “xwe bidin mêvanperweriyê” (Rom. 12:13). Mêvanperweriya me nîşan dide ku em xema mirovan dixwin, ji wan hez dikin û dixwazin bibin hevalên wan. Gava em bi kesên din re çay vedixwin yan xwarinê dixwin yan bi hev re tenê wext derbas dikin, Yehowa ji me razî dibe (1. Ptr. 4:8-10). Gelo li hin kesan çima zor tê ku mêvanperweriya xwe nîşan bidin?

“Berê, li min zor dihat ku ez mêvanperwer bim, lê ez êdî guherîme û pir şa me” (Li paragrafa 16an binêre) *

15-16. (a) Li hinekan belkî çima zor tê ku mêvanperwer bin? (b) Edit çawa hîn bû ku mêvanperwer be?

15 Belkî seba şertên me li me zor tê ku em mêvanperweriya xwe nîşan bidin. Mesela, serpêhatiya jinebiyeke bi navê Edit bîne ber çavê xwe. Berî ku ew bû Şahida Yehowa, wê xwe ji kesên din dûr digirt. Edit difikirî ku ew nikare bibe mazûvaneke baş.

16 Piştî ku Edit bû Şahida Yehowa, wê nêrîna xwe guherand, û wê hin gav avêtin ku mêvanperweriya xwe zêde bike. Edit wisa dibêje: “Wexta ku li herêma me Salona Îbadetê dihat ava kirin, kalekî civatê behsa jin û mêrekî kir, ên ku wê bihatana ku li ser projeyê bixebitin, û wî ji min pirsî ka ez dikarim wana ji bo du heftiyan bikim mêvan. Min anî bîra xwe ku Yehowa jinebiya Sarefatî çawa bibereket kiribû” (1. Qra. 17:12-16). Loma Editê ew kirin mêvan. Gelo mêvanperweriya wê hat bibereket kirin? Edit wisa dibêje: “Du hefte bûn du meh. Di hundirê wê wextê de, em bûn dostên hev.” Wekî din, Edit nêziktirî xwişk û birayên li civata xwe bûye. Ew niha pêşeng e, û gava kesên ku bi wê re derdikevin xizmetê tên mala wê ku tiştekî bixwin û vexwin, ew dilxweş dibe. Edit wisa dibêje: “Ez ji dayînê pir kêfê distînim! Bi ser de, min gelek bereket stendine” (Îbr. 13:1, 2).

17. Luke û pîreka wî çi fehm kir?

17 Em her çi qas kesên mêvanperwer bin jî, gelo em dikarin mêvanperweriya xwe zêdetir bikin? Mesela, Luke û pîreka wî kesên mêvanperwer in. Wan her tim dê û bavê xwe, merivên xwe, dostên xwe û nazirê herêmî û pîreka wî li mala xwe dikirin mêvan. Lê belê, Luke û pîreka wî tiştek fehm kir: “Me tenê kesên ku me nêzikî xwe didîtin dikirin mêvan.” Gelo wan mêvanperweriya xwe çawa zêde kir?

18. Luke û pîreka wî mêvanperweriya xwe çawa zêde kir?

18 Van gotinên Îsa Mesîh alî Luke û pîreka wî kir ku ew nêrîna xwe biguherînin: “Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, ma wê xelata we çi be?” (Met. 5:45-47). Wan fehm kir ku gerek ew Yehowa ji xwe re bikin emsal, ê ku ji her kesî re comerd e. Loma wan qerar da ku xwişk û birayên din jî dawet bikin, ên ku wan berê dawet nekiribûn. Luke wisa dibêje: “Gava em bi hev re wext derbas dikin, em û hemû mêvanên me, em pir şa dibin. Her kes kêfê distîne û teşwîq dibe.”

19. Em çawa dikarin îsbat bikin ku em şagirtên Îsa ne, û tu dixwazî çi bikî?

19 Em hîn bûne ku hezkirina germ dikare alî me bike ku em aştîhez, bêteref û mêvanperwer bin. Gerek em hîsên negatîf ji dilê xwe derxînin û ji xwişk û birayan ji dil hez bikin. Eger em wisa bikin, emê dilşad bin, û emê îsbat bikin ku em bi rastî şagirtên Îsa ne (Yûh. 13:17, 35).

KILAM 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

^ par. 5 Îsa gotibû ku şagirtên wî yên rastîn wê ji hezkirina di nav wan de bên nas kirin. Ji ber ku em ji xwişk û birayên xwe hez dikin, em aştîhez, bêteref û mêvanperwer in. Dîsa jî, ev yek belkî carinan li me zor tê. Ev meqale nîşan dide ku em çawa dikarin her tim “ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin”.

^ par. 5 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 57 RESIM: Xwişkek pir xîret dike ku bi xwişkeke din re li hev were, û hezkirina wê di netîceyê de bi ser dikeve.

^ par. 59 RESIM: Birayekî extiyar xwe tenê hîs dike.

^ par. 61 RESIM: Xwişkeke ku di serî de difikirî ku ew nikare mêvanperwer be nêrîna xwe diguherîne, û ev yek dilê wê xweş dike.