MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 10
Bi Saya Hezkirina Yehowa Here ber bi Binavbûnê
“Ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad [bin av] nebim?” (KAR. 8:36).
KILAM 37 Bi Dil û Can Yehowara Xizmet Dikin
PÊŞGOTIN *
1-2. Wek Karên Şandiyan 8:27-31, 35-38 nîşan dide, memûrê Etyopyayî çima dixwest bin av bibe?
GELO tu dixwazî bêyî bin av kirin û bibî şagirtê Îsa? Gelek kesan ev qerar da ji ber ku ew ji Yehowa hez dikin. Mesela, bala xwe bide serpêhatiya memûrekî şahbanûya Etyopyayê.
2 Gava memûrê Etyopyayî fehm kir ku li gor Nivîsarên Pîroz, gerek ew bin av bibe, ew hemen bin av bû (Karên Şandiyan 8:27-31, 35-38 bixwîne). Gelo çima? Eşkere ye ku wî qîmet dida Nivîsarên Pîroz, çimkî gava ew li erebeyê siwar bû, wî qismekî ji kitêba Îşaya dixwend. Wekî din, gava Filîpos bi wî re xeber da, ew seba kirinên Îsa şikurdar bû. Ev yek ku memûr çûbû Orşelîmê nîşan dide ku wî jixwe ji Yehowa hez dikir. Em vêya ji ku dizanin? Wî li Orşelîmê ji Yehowa re îbadet kiribû. Wisa tê fehm kirin ku wî dev ji dînê xweyî berê berdabû û ket nav miletê tek, ê ku li wê demê aîdî Xwedê bû. Hezkirina Yehowa ew dehf da ku ew bê bin av kirin û bibe şagirtê Îsa (Met. 28:19).
3. Çi dikare ji kesekî re bibe asteng ku ew bin av nebe? (Li çarçoveya “ Di Dilê Te de Çi Heye?” binêre.)
3 Hezkirina Yehowa dikare te jî dehf bide ku tu bêyî bin av kirin. Lê belê, carinan hezkirin dikare ji te re bibe asteng ku tu bin av nebî. Gelo çawa? Mesela, belkî tu ji heval û merivên xwe yên nebawermend pir hez dikî, û tu ditirsî ku eger tu bêyî bin av kirin, ewê ji te nefret bikin Met. 10:37). Wekî din, tu belkî ji hin tiştan hez dikî, yên ku Xwedê ji wan nefret dike, û li te zor tê ku ji bindestiya van tiştan bifilitî (Zeb. 97:10). Yan jî, dibe ku te ji hin urf û adetên pûtperest pir hez dikir û ji eydên dînê sexte pir kêf distend. Belkî li te zor tê ku tu dev ji adetên wisa berdî (1. Kor. 10:20, 21). Niha gerek tu ji xwe wisa bipirsî: “Gelo ez herî zêde ji çi yan ji kê hez dikim?”
(HEZKIRINA HERÎ MUHÎM
4. Sebeba herî muhîm, a ku wê te bibe ber bi binavbûnê, çi ye?
4 Gelek tiştên hêja hene, yên ku gerek tu qîmetê bidî wan û ji wan hez bikî. Mesela, berî ku te bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kiribû jî, te belkî ji Kitêba Pîroz û ji Îsa Mesîh pir hez dikir. Niha tu Şahidên Yehowa nas dikî, û tu belkî ji hevaltiya wan kêfê distînî. Hezkirina van tiştan her çi qas baş e jî, ev yek belkî ne bes e ku tu bixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa û bin av bibî. Tiştê herî muhîm, ê ku wê alî te bike ku tu herî ber bi binavbûnê, hezkirina Yehowa ye. Eger tu ji her tiştî zêdetir ji Yehowa hez bikî, tuyê îznê nedî ku tiştek yan kesek ji daxwaza te re bibe asteng ku tu jê re xizmet bikî. Belê, hezkirina Yehowa wê hem daxwaza te zêde bike ku tu bin av bibî hem jî alî te bike ku tu ji riya Yehowa dernekevî.
5. Li vê meqaleyê, emê kîjan pirsan şêwir bikin?
5 Îsa gotibû ku gerek em “bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe” ji Yehowa hez bikin (Mar. 12:30). Çi dikare alî te bike ku tu ji Yehowa ew qas hez bikî û hurmetê bidî wî? Gava tu tînî ber çavê xwe ku Yehowa ji te çi qas hez dike, ev yek wê alî te bike ku tu jî ji wî hez bikî (1. Yûh. 4:19). Eger di dilê te de hezkirina Yehowa mezin bibe, netîce wê bibe çi? *
6. Li gor Romayî 1:20, tu çawa dikarî di heqê Yehowa de melûmatê bistînî?
6 Bi destê tebîetê Yehowa nas bike (Romayî 1:20 bixwîne; Pey. 4:11). Ka bifikire ku tebîet hîkmeta Xwedê çawa eyan dike. Lêkolîn bike ku bedena te çawa dixebite (Zeb. 139:14). Wekî din, bifikire ku di Rojê de çi qas enerjî heye. Bi ser de, Roj tenê yek ji milyaran stêrkan e, yên ku Yehowa afirandine * (Îşa. 40:26). Her ku tu li ser van tiştan kûr bifikirî, tuyê ji wî re zêdetir heyran bimînî. Lê belê, ji bo ku tu bibî dostê Yehowa, ne bes e ku tu tenê fehm bikî ku hîkmet û qudreta wî çi qas mezin in. Lazim e ku tu di heqê wî de zêdetir melûmatê bistînî.
7. Ji bo ku tu ji dil ji Yehowa hez bikî, muhîm e ku tu bi çi bawer bî?
7 Pir muhîm e ku tu ji dil bawer bî ku Yehowa ji te hez dike. Eger li te zor tê ku tu bawer bikî ku Afirandêrê erd û ezmên te dibîne û xema te dixwe, bîne bîra xwe ku Yehowa “ji tu kesî ji me ne dûr e” (Kar. 17:26-28). Ew “lêkolînê li hemûya dilan dike”. Wek Dawid Padîşah ji kurê xwe Silêman re gotibû, ‘eger tu li wî bigerî, ewê xwe bi te bide dîtin’ (1. Dîr. 28:9). Bi eslê xwe, ev yek ku tu niha Kitêba Pîroz lêkolîn dikî nîşan dide ku Yehowa ‘tu kişandî ba xwe’ (Yêr. 31:3). Gava tu fehm dikî ku Yehowa ji bo te çi kiriye, tuyê ji wî zêdetir hez bikî.
8. Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu qîmetê didî hezkirina Yehowa?
8 Bi destê duakirinê, tu dikarî nîşan bidî ku tu qîmetê didî hezkirina Yehowa. Eger tu ji Xwedê re behsa xemên xwe bikî û ji wî re ji bo her tiştî ku wî ji bo te kiriye şikur bikî, hezkirina wî wê di dilê te de mezintir bibe. Wekî din, gava tu dibînî ku Yehowa çawa cewabê dide duayên te, dostaniya di nav te û wî de wê xurttir bibe (Zeb. 116:1). Tuyê ji dil bawer bî ku ew te fehm dike. Helbet, ji bo ku tu nêziktirî Yehowa bibî, lazim e ku tu nêrîna wî fehm bikî. Wekî din, lazim e ku tu bizanibî ku ew ji te çi dixwaze. Ji bo vê, divê tu Kitêba Pîroz lêkolîn bikî.
9. Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu qîmetê didî Kitêba Pîroz?
9 Qîmetê bide Kitêba Pîroz. Tenê Kitêba Pîroz rastiya li ser Yehowa û li ser armanca wî ya ji bo te eşkere dike. Ji bo ku tu ji Kitêba Pîroz feydeyê bistînî, lazim e ku tu Kitêba Pîroz her roj bixwînî, ji bo kursa Kitêba Pîroz haziriyê bikî û tiştên ku tu dielimî di jiyana xwe de bixebitînî (Zeb. 119:97, 99; Yûh. 17:17). Gelo tu Kitêba Pîroz her roj dixwînî?
10. Kitêba Pîroz çima kitêbeke bêemsal e?
10 Di Kitêba Pîroz de, gotinên kesên ku bi çavê xwe Îsa dîtibû hatine qeyd kirin. Tenê Kitêba Pîroz bi zelalî dibêje ku Îsa di oxira te de çi kiriye. Bi saya melûmata li ser gotin û kirinên Îsa, tuyê bixwazî bibî dostê Îsa.
11. Çi wê alî te bike ku tu ji Yehowa hez bikî?
11 Her ku tu ji Îsa zêdetir hez bikî, tuyê ji Yehowa jî zêdetir hez bikî. Gelo çima? Çimkî Îsa sifatên Bavê xwe bi awayekî bêqisûr ji xwe re dikirin emsal (Yûh. 14:9). Ji ber vê yekê, her ku tu Îsa nas bikî, tuyê Yehowa jî rindtir fehm bikî û zêdetir qîmetê bidî wî. Bîne ber çavê xwe ku Îsa ji kesên belengaz, nexweş û bêxwedî re çi qas birehm bû. Wekî din, bifikire ku şîretên wî ji bo jiyana te çi qas bifeyde ne (Met. 5:1-11; 7:24-27).
12. Zanîna di heqê Îsa de çawa dikare li ser te tesîr bike?
12 Bi îhtimaleke mezin, her ku tu li ser qurbanbûna Îsa kûr bifikirî, tuyê ji wî zêdetir hez bikî. Bi saya vê qurbanê, gunehên me dikarin bên efû kirin (Met. 20:28). Zanîna ku Îsa bi dilxwazî canê xwe di oxira te de feda kir dikare li ser te tesîr bike ku tu tobe bikî û ji Yehowa efû bixwazî (Kar. 3:19, 20; 1. Yûh. 1:9). Ji xeynî vê, gava tu ji Îsa û ji Yehowa hez dikî, tuyê xwe nêziktirî kesên din hîs bikî, yên ku wek te ji Îsa û ji Yehowa hez dikin.
13. Yehowa çi daye te?
13 Ji malbata Yehowa hez bike. Merivên te yên nebawermend û hevalên te yên berê belkî fehm nakin ku tu çima dixwazî bibî Şahidê Yehowa. Hin ji wan belkî muxalefetê li te dikin. Lê belê Yehowa wê bi destê xwişk û birayan alî te bike. Eger tu nêzikî vê malbata ruhî bimînî, tuyê hezkirin û desteka wan bistînî (Mar. 10:29, 30; Îbr. 10:24, 25). Bi zeman re, merivên te jî wê belkî rastiyê qebûl bikin û ji Yehowa re îbadetê bikin (1. Ptr. 2:12).
14. Wek 1. Yûhenna 5:3 nîşan dide, gerek em li rêberiya Yehowa çawa binêrin?
14 Qîmetê bide rêberiya Yehowa, û li gor vê rêberiyê bijî. Berî ku te Yehowa nas kir, te belkî li gor dilê xwe hereket dikir, lê niha, tu fehm dikî ku rêberiya Yehowa baştir e (Zeb. 1:1-3; 1. Yûhenna 5:3 bixwîne). Li ser şîretên Kitêba Pîroz ên ji bo jin, mêr, dê, bav û zarokan bifikire (Ef. 5:22–6:4). Ma bikaranîna van şîretan dilşadiya malbata te zêde nekiriye? Gava tu guh didî rêberiya Yehowa ya li ser hilbijartina hevalan, ma vê yekê li ser hal û hereketên te baş tesîr nekiriye? Ma tu hê bextewartir nebûyî? (Mtl. 13:20; 1. Kor. 15:33). Belê, rêberiya Yehowa bi rastî jî pir bifeyde ye!
15. Çi dikare alî te bike ku tu prensîpên Kitêba Pîroz bi awayekî rast bi kar bînî?
15 Carinan tu belkî meraq dikî ku tu çawa dikarî prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku tu niha hîn dibî, bi kar bînî. Ji bo vê, Yehowa bi destê teşkîlata xwe gelek weşanên li ser esasê Kitêba Pîroz tedarek dike, yên ku dikarin alî te bikin ku tu karibî ‘qencî û xerabiyê ji hev derxî’ (Îbr. 5:13, 14). Gava tu van weşanan dixwînî û lêkolîn dikî, tuyê bibînî ku şîretên ku di wan de hene çi qas bifeyde ne, û tuyê bixwazî bibî para teşkîlata Yehowa.
16. Teşkîlata Yehowa çawa dixebite?
16 Ji teşkîlata Yehowa hez bike û piştgiriya wê bike. Yehowa xizmetkarên xwe di civatan de organîze kirine û Kurê xwe Îsa wek serê wan tayîn kiriye (Ef. 1:22; 5:23). Îsa Mesîh komeke zilamên meshkirî tayîn kiriye ku ew îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê organîze bikin. Îsa ev kom wek “xulamê dilsoz û şehreza” bi nav kiribû. “Xulamê dilsoz” mesûliyeta xwe pir cidî digire ku te ji aliyê ruhî ve têr bike û biparêze (Met. 24:45-47). Ji bo vê, “xulamê dilsoz” kalên civatê dide tayîn kirin ji bo ku ew rêberiya te bikin (Îşa. 32:1, 2; Îbr. 13:17; 1. Ptr. 5:2, 3). Kalên civatê hazir in ku çi ji destê wan tê bikin ku piştgiriya te bikin, te teselî bikin û alî te bikin ku tu hê jî nêziktirî Yehowa bibî. Yek ji tiştên herî muhîmtir jî ev e ku ew dikarin alî te bikin ku tu kesên din di heqê Yehowa de hîn bikî (Ef. 4:11-13).
17. Li gor Romayî 10:10, 13, 14, gerek em çima ji kesên din re behsa Yehowa bikin?
17 Alî kesên din bike ku ew ji Yehowa hez bikin. Îsa ji şagirtên xwe re emir da ku ew kesên din di heqê Yehowa de hîn bikin (Met. 28:19, 20). Gerek em vî îşî ne tenê ji mecbûriyetê bikin. Her ku hezkirina Yehowa di dilê te de mezintir bibe, tuyê wek Petrûs û Yûhenna hîs bikî, yên ku wisa gotibû: “Em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (Kar. 4:20). Gava em alî kesekî dikin ku ew ji Yehowa hez bike, dilê me pir şa dibe. Bîne ber çavê xwe ku Filîpos çi qas dilşad bû gava wî alî memûrê Etyopyayî kir ku ew rastiya Nivîsarên Pîroz fehm bike û bin av bibe. Wexta ku tu wek Filîpos mizgînê li gor emrê Îsa belav dikî, ev yek nîşan dide ku tu dixwazî bibî Şahidê Yehowa (Romayî 10:10, 13, 14 bixwîne). Hingê tuyê bi îhtimaleke mezin wek memûrê Etyopyayî wisa bibêjî: “Ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad [bin av] nebim?” (Kar. 8:36).
18. Li meqaleya din, emê çi şêwir bikin?
18 Ji hemû qerarên te, qerara binavbûnê qerara herî muhîm e. Loma gerek tu rind bizanibî ku maneya binavbûnê çi ye. Di heqê binavbûnê de, gerek tu çi bizanibî? Berî û piştî binavbûnê, lazim e ku tu çi bikî? Li meqaleya din, emê cewabên van pirsan bistînin.
KILAM 2 Navê Te Yehowa ye
^ par. 5 Hin kesên ku ji Yehowa hez dikin meraq dikin ka ew hazir in yan na ku ew bên bin av kirin. Ev meqale nîşan dide ku ew çawa dikarin ber bi binavbûnê herin.
^ par. 5 Ji ber ku her kes ji hev cuda ye, ne lazim e ku tewsiyeyên ku li vir tên bi rêz kirin, li gor vê rêzê bên bi kar anîn.
^ par. 6 Ji bo mînakên din, li broşûrên Jiyanê Çawa Dest pê Kir? û The Origin of Life—Five Questions Worth Asking (bi zimanê Îngilîzî) binêre.
^ par. 61 RESIM: Xwişkek li bazarê belavokekê dide jinikekê.