Netîceya Dilovaniyê
LI BAJAREKÎ biçûk ê Guceratê (Hindistan), kêm zêde 60 sal berê bavê lawekî bi navê John hat bin av kirin. John tevî sê xwişkên xwe, du birayên xwe û diya xwe, Katolîkên Romayî bûn. Loma ew miqabilî baweriya bavê xwe diçûn.
Carekê bavê John ji wî xwest ku ew nameyekê bide hevalekî wî yê li civatê. Lê wê sibê, berê ku John name bibira, tiliya wî kûr hate birînê çaxa kodikeke hesin vedikir. Lê wî dixwest xwestina bavê xwe bîne cih û loma pînek tiliya xweye birîndar aland û name hilda çû.
Çaxa John çû mala hevalê bavê xwe, ew mal de nîbû, jina wî mal bû û name hilda. Ew jî Şahîdê Yehowa bû. Wê dît ku destê wî birîndar e û got ku dixwaze alî wî bike. Wê tiliya wî pê derman paqij kir û girêda. Paşê wê çayeke germ da ber û bi nermî der heqê Kitêba Pîroz de tevî wî xeber da.
Ev qenciya wê wisa li ser wî bandor bû, ku ew dest pê dikir nerm be hindava Şahidên Yehowa. Wî du pirs da wê der heqê baweriya Şahidên Yehowa de kîjan ku ji Dêra Katolîkî cude dibûn. Wî jê pirsî gelo Îsa Xwedê ye, û gelo lazim e ku şagirtê Îsa ji Meryemê re dua bikin. Ew xwişk zimanê wî Gujaratî zanibû, loma ser zimanê wî cewaba pirsên wî ji Kitêba Pîroz da. Wê wisa jî li ser zimanê wî belavok da bi navê This Good News of the Kingdom.
Çaxa John ev belavok xwend, wî fehm kir ku ew cara pêşin rastiya Kitêba Pîroz dibihê. Ew çû bal keşîşekî xwe û ev du pirs da wî jî. Ev keşîş wisa hêrs ket ku Kitêba Pîroz avîte wî, û kire qajînî: “Tu bûyî Şeytan! Hela nîşanî min ke kîderê di Kitêba Pîroz de tê gotin ku Îsa Xwedê nîne û ku tu gerek ji Meryemê ibadet nekî. Hela nîşanî min ke!” John zendegirtî ma ku ev keşîş wisa qayîm hêrs ket, û got: “Êdî lingên min vê dêra Katolîkî nakeve.” Û wisa jî bû!
John dest pê kursa Kitêba Pîroz kir, rastî qebûl kir û bû xizmetkarê Yehowa. Wext şûnda, çend ferdên wî jî hatin li ser riya rast. Êdî 60 sal derbas bûye, û heta îro ev dexme hê li ser tiliya John e. Timê dikeve bîra wî ku qencîke şagirtê Îsa çawa wî anî li ser riya rastiyê (2. Kor. 6:4, 6).