Here Naverokê

Here naverokê

Ûsivê Arîmetyayî; Zilamekî Cesûr

Ûsivê Arîmetyayî; Zilamekî Cesûr

ÛSIVÊ ARÎMETYAYÎ dibe ku xwexa ji xwe ecêbmayî ma, ku ew çawa bi cesaretî nêzîkî hikumdarê Romê bû. Pontiyos Pîlatos eyan bû wek mirovekî ku ser ya xwe sekinî. Lê da ku Îsa bi qedir û layîqî bihata defn kirin, kesekî gerek cesedê wî ji Pîlatos bixwesta. Û dibe ku Ûsiv ne jî difikirî ku Pîlatos wê hêsa qayîl be daxweza wî bîne cih. Lê gava Pîlatos ji leşker bihîst ku Îsa mir, wî îzin da Ûsiv ku cesedê hilde. Paşî vê yekê Ûsiv dilşikestî leze-lez vegeriya li ber ciyê ku Îsa mir (Mar. 15:42-45).

  • Ûsivê Arîmetyayî kî bû?

  • Kê bû ew bona Îsa?

  • Û serpêhatiya wî çi feyde ye bona we?

ENDAMÊ CIVÎNA GIREGIRAN

Di kitêba Marqos de li ser Ûsiv tê gotin ku ew “endamekî civîna giregiran ê bi rûmet bû”. Hingê civîna giregiran dîwana Cihûyan ya herî bilind bû û tesîra vê civînê li ser serweriyê, cimetê û dînê hebû (Mar. 15:1, 43). Ûsiv endamê vê civînê bû, û loma wî dikaribû here bal hikumdarê Romê. Û wisa jî ecêbmayî nîne ku Ûsiv mirovekî dewletî bû (Met. 27:57).

Gelo cesareta te heye ku Îsa eyan qebûl kî wek Padîşahê xwe?

Civîna giregiran wek kom miqabilî Îsa bû. Û endamên vê civînê tevayî şêwir kirin, ku Îsa bidine kuştin. Lê Kitêba Pîroz Ûsiv nav dike wek “mirovekî qenc û rast” (Lûqa 23:50). Belê, ew mîna gelekan ji vê civînê nîbû. Ew mirovekî dilpak, nav-namûs bû û çiqas dikaribû temiyên Xwedê dianî cih. Ew wisa jî “hêviya Padîşahiya Xwedê bû”, û ev yek nîşan dide ku çima ew bû şagirtê Îsa (Mar. 15:43; Met. 27:57). Ji bo wî rastî û heqî gelek muhîm bû, û dibe ku loma wî elimandinên Îsa qebûl kir.

ŞAGIRTÊ ÎSA KU XWE AŞKERE NEKIRIBÛ

Yûhenna 19:38 dibêje ku Ûsiv “şagirtê Îsa bû û ji tirsa serekên Cihûyan xwe aşkere nekiribû”. Lê gelo Ûsiv ji çi ditirsiya? Wî zanibû ku Cihû ji Îsa re dijminatiyê dikişînin, û ku ewê her kesî yê ku baweriya xwe bi Îsa bîne ji kinîştê derxin (Yûh. 7:45-49; 9:22). Û wê ku ji kinîştê bihata derxistin, ber çavê Cihûyan wê reş bûya, û wê berî wî dana ji xwe dûrxistana. Loma Ûsiv ditirsiya aşkere bêje ku ew baweriya xwe Îsa tîne. Eger wî wisa bikira, navê wî biketa û wê ciyê xwe jî winda kira.

Lê Ûsiv tenê nîbû ku wisa ditirsiya. Yûhenna 12:42 wisa dibêje: “Ji serekan gelekan bawerî bi wî [Îsa] anî. Lê ji tirsa Fêrisiyan, ji bo ku ji kinîştê neyên avêtin, ev eşkere nekirin”. Dîsa endamekî civîna giregiran jî, ji bo tirsê nikaribû bigota ku ew Îsa nas dike. Navê wî mirovî Nîkodêmos bû (Yûh. 3:1-10; 7:50-52).

Ûsiv şagirtê Îsa bû, lê yeke nikaribû der heqê vê yekê de aşkere bêje. Ev yek nerast bû, li gor wan gotinên Îsa: “Her kesê ku li ber mirovan min eşkere bike, ez jî, ezê wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan eşkere bikim. Lê kî ku min li ber mirovan înkar bike, ez jî, ezê wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan înkar bikim” (Met. 10:32, 33). Belê, Ûsiv aşkere nedigot ku Îsa nas nake, lê wî wisa jî newêribû bigota ku ew Îsa qebûl dike.

Kitêba Pîroz dibêje ku çaxa civîna giregiran şêwira xwe miqabilî Îsa dikirin, Ûsiv piştgiriya şêwira wan nekiribû (Lûqa 23:51). Wisa jî, wek hinek dibêjin, diqewime çaxa dîwana Îsa dikirin, Ûsiv wêderê nîbû. Çi jî hebe, ew neheqiya bêxwedêtî ber çavê Ûsiv reş bû, lê sed heyf wî nikaribû ev neheqî bide sekinandinê!

TIRSÊ DITEMIRÎNE

Çaxa Îsa mir, wisa tê fehm kirin ku Ûsiv tirsa xwe temirand û qerar da ku piştgiriya şagirtên Îsa bike. Ev yek ji Marqos 15:43 tê fehm kirin. Ev ayet wisa dibêje: “Wî wêrî û çû ba Pîlatos, cesedê Îsa jê xwest.”

Tê kifşê ku çaxa Îsa mir Ûsiv wêderê bû, çimkî wî pêşiya Pîlatos zanibû ku Îsa miriye. Kitêba Pîroz dibêje ku çaxa Ûsiv ji wî cesedê xwest, ew “şaş ma” gava “bihîst ku Îsa ji xwe miriye” (Mar. 15:44). Eger Ûsiv xwexa bi çavê xwe mirina Îsa ser stûna cefê dît, hilbet wê yekê wê li ser wijdana wî bandor kira û di axiriyê de fehm kira ku gerek bêje ku ew aliyê rastiyê digire. Dibe ku wisa jî bû, çimkî êdî tirsa wî tune bû û wî nedixwest veşarta ku şagirtê Îsa ye.

ÛSIV ÎSA DEFN DIKE

Qanûna Cihûya dewa dikir ku mirovên kîjan ku bi mirinê hatin cezakirin, pêşiya ku roj biçûya ava gerek bihatana defn kirin (5. Mû. 21:22, 23). Di vê yekê de xema Romayan nîbû, çimkî wana cesedên qaçaxan an ser stûnê dihiştin, an jî diavîtine çelê. Lê Ûsiv îzin neda ku tevî cesedê Îsa jî wisa bikin. Nêzîkî ciyê ku Îsa mir, goreke nû hebû qeyê de kolayî, xweyê kîjanê Ûsiv bû. Ew yek ku vê di goreke de tu car kesek nehatibû danîn, nîşan dike ku Ûsiv nû ji Arîmetyayê * derbasî Orşelîmê bûbû û wî xwestibû ew gore cihê defnkirina wî û malbata wî be (Lûqa 23:53; Yûh. 19:41). Ew yek ku Ûsiv di gore xwe de Îsa defn kir, nîşan dike ku ew çiqas comerd û heyf bû. Bi vê yekê wisa jî pêxembertiya der heqê Mesîh de hate cih, ku ew wê tevî yê “dewlemend” bê defn kirin (Îşa. 53:5, 8, 9).

Bal te heye tiştekî wisa ku ji eleqeya te tevî Yehowa muhîmtir e?

Her çar kitêbên pêşin a Mizgînê dibêjin, ku çaxa cesedê Îsa ji stûnê daxistin, Ûsiv cesedê hilda, qedekê kitanîyî paqij de kefen kir û danî nav gore xweye nû (Met. 27:59-61; Mar. 15:46, 47; Lûqa 23:53, 55; Yûh. 19:38-40). Tenê der heqê mirovekî de tê gotinê ku alîkarî daye Ûsiv, ew Nîkodêmos bû, yê ku anegorî edetê defnkirinê biharet anî. Ew herdu mêr navdar bûn, loma jî dibe ku wana cesedê wê xwexa nebirana. Diqewime wana ji berdestiyên xwe re gotin ku cesedê hildin û defn bikin. Eger jî ew yek wisa bû, yeke ew şixuleke biçûk nîbû. Her kesê ku destê xwe bida cesedê, wê heft rojan ne paqij bihata hesabê, û wana destê xwe bidana çi jî, wê ne paqij bûya (4. Mû. 19:11; Hag. 2:13). Ji xeynî vê yekê, vê heftiyê Cejina Derbasbûnê bû, û wana wê nikaribûna cejin derbas kirana û gerek ne jî nêzîkî mirovan bûna (4. Mû. 9:6). Hin jî Ûsiv zanibû ku bona defnkirina Îsa, ew wê aliyê endamên giregiran de bibe pêkenî. Belê, Ûsiv ew yek zanibû, lê yeke hazir bû her tiştî teyax ke ku defnkirina Îsa layîqî be, û ku xwe eyan ke ku ew şagirtê Îsa ye.

DAWIYA SERPÊHATIYA ÛSIV

Ji xeynî defnkirina Îsa ku di her çar kitêbên pêşin a Mizgînê de tê gotin, der heqê Ûsivê Arîmetyayî de di Kitêba Pîroz de tiştek nayê gotin. Gelo halê wî çawa bû? Em tiştekî nizanin der heqê vê yekê de. Lê çi ku me şêwir kir, nîşan dike ku wî dibe ku xwe eyan kir wek şagirtê Îsa. Çaxa ew kete ceribandinê û çetinayê, baweriya wî û cesareta wî hê zêde bû, ne ku kêm bû. Ew nîşaneke baş bû.

Serpêhatiya wî pirseke wisa pêşda tîne, ku wê baş be her kes ji me li ser vê pirsê bifikire: Gelo heye tiştekî wisa, besa xeberê, navekî baş, milk, hezkirin hindava malbet an jî azaya me, ku ji eleqeya me tevî Yehowa hê muhîmtir e?

^ par. 18 Diqewime ku Arîmetya ev şeherê Rama ye, ku roja îroyîn tê navkirin Rentis (Rantis). Di wî şeherî de Samûyêl pêxember hate bûyîn, kîjan ku ji Orşelîma aliyê bakur-rojhilatê 35 km dûr bû (1. Sam. 1:19, 20).