Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 18

Seba Îsa Mesîh Nekeve Şikê

Seba Îsa Mesîh Nekeve Şikê

“Xwezî bi wî, yê ku seba min nakeve şikê” (METTA 11:6, NWT).

KILAM 54 “Rê Ev e”

PÊŞGOTIN *

1. Gava te cara pêşîn ji kesên din re behsa Kitêba Pîroz kir, çi qewimî?

GAVA te fehm kir ku te rastî dîtiye, te çi hîs kir? Ma gotinên Kitêba Pîroz ji te re wek ava zelal xuya nedikir? Tu belkî fikirî ku her kes wê rastiya Kitêba Pîroz bi hêsanî qebûl bike. Tu emîn bûyî ku ewê bi saya gotinên Kitêba Pîroz bextewartir bibin û hêviyeke xweş bi dest bixin (Zebûr 119:105). Loma, te ji hemû heval û merivên xwe re bi coşî behsa Kitêba Pîroz kir. Lê çi qewimî? Gelek ji wan gotinên te qebûl nekirin, ne wisa ye?

2-3. Li rojên Îsa Mesîh, piraniya mirovan di heqê wî û mizgîna wî de çi difikirîn?

2 Eger kesên din mizgîna ku em belav dikin, red bikin, gerek em şaş nemînin. Li rojên Îsa Mesîh, piraniya mirovan ew red dikir. Bi eslê xwe, mucîzeyên ku Îsa Mesîh dikirin, îsbat dikir ku Xwedê piştgiriya wî dike. Mesela, wî hevalê xwe Lazar ji mirinê rakir. Kesên ku ji Îsa Mesîh hez nedikir jî nikaribû ev mucîze înkar bikirana. Dîsa jî, alimên dînî Îsa wek Mesîhê sozdayî qebûl nedikir. Bi ser de, wan dixwest hem Îsa Mesîh hem jî Lazar bikuştana! (Yûhenna 11:47, 48, 53; 12:9-11).

3 Îsa dizanibû ku piraniya mirovan wê wî wek Mesîh qebûl nekin (Yûhenna 5:39-44). Wî ji hin şagirtên Yehya re wisa got: “Xwezî bi wî, yê ku seba min nakeve şikê” (Metta 11:2, 3, 6, NWT). Îsa Mesîh çima ji aliyê gelek kesan ve dihat redkirin?

4. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

4 Li vê meqaleyê û li meqaleya din, emê bibînin ku li sedsala yekê, gelek kesan çima baweriya xwe bi Îsa Mesîh nedianî. Wekî din, emê bibînin ku îro gelek kes çima mizgîna me red dikin. Ya herî muhîm jî, emê bibînin ku em çawa dikarin bi Îsa Mesîh bawer bin û gerek em çi bikin ji bo ku em nekevin şikê.

(1) KOK Û MALBATA ÎSA MESÎH

Gelek kes seba kok û malbata Îsa Mesîh diketin şikê. Îro, hin kes çawa ji ber vê sebebê dikevin şikê? (Li paragrafa 5an binêre) *

5. Hin kesan belkî Îsa çima wek Mesîhê sozdayî qebûl nedikir?

5 Gelek kes seba kok û malbata Îsa Mesîh diketin şikê. Ew ji mamostetî û mucîzeyên wî re heyran diman, lê dîsa jî, bi dîtina wan, ew tenê kurê xeratekî feqîr bû. Wekî din, ew ji bajarê Nisretê bû, bajarekî ku ji aliyê gelek mirovan ve dihat biçûkdîtin. Mesela, berî ku Natanyêl bû şagirtê Îsa Mesîh, wî wisa gotibû: “Ma ji Nisretê tiştekî qenc dikare derkeve?” (Yûhenna 1:46). Dibe ku Natanyêl ji bajarê Nisretê pir hez nedikir. Yan jî, wî belkî dianî bîra xwe ku li gor Nivîsarên Pîroz, Mesîh wê ne li Nisretê, lê li Beytlehemê bihata dinyayê (Mîka 5:2).

6. Li rojên Îsa, mirovan çawa dikaribû fehm bikira ku Mesîhê sozdayî ew e?

6 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Îşaya pêxember ji berê ve gotibû ku dijminên Îsa Mesîh wê bala xwe nedin “hûrgiliyên eslê wî” (Îşaya 53:8, NWT). Pêxemberan gelek ji van hûrgiliyan ji berê ve eşkere kiribûn. Eger mirovên li rojên Îsa Mesîh bala xwe bidaya van hûrgiliyan, wanê fehm bikira ku wek li Mîka 5:2 ji berê ve hatibû gotin, Îsa Mesîh li Beytlehemê hatibû dinyayê. Wekî din, ew ji zuriyeta Dawid Padîşah bû (Lûqa 2:4-7). Gelo problema mirovan çi bû? Ew diketin şikê ji ber ku wan hemû hûrgilî rind lêkolîn nekiribûn.

7. Gelek kes Şahidên Yehowa çima red dikin?

7 Gelo ev problem îro jî heye? Belê! Piraniya xizmetkarên Yehowa mirovên sade ne. Li dinyayê, hinek Şahidên Yehowa wek mirovên “nexwenda û di halê xwe de” dibînin (Karên Şandiyan 4:13). Hin kes jî difikirin ku ji ber ku xizmetkarên Xwedê fakulteyên îlahiyatê xelas nekirine, îzna wan tune ku Kitêba Pîroz hîn bikin. Bi dîtina hin kesan, Şahidên Yehowa “dînekî Amerîkayî” ne, lê bi eslê xwe, ji her 7 Şahidên Yehowa, tenê yek Şahid li Amerîkayê dijî. Hin kesan jî bihîstiye ku Şahidên Yehowa bi Îsa Mesîh bawer nakin yan ku ew “komunîst”, “casûsên Amerîkayê” yan “ekstremîst” in. Kesên ku van çîrokan dibihîzin û rastiyê lêkolîn nakin yan jî qebûl nakin dikevin şikê.

8. Li gor Karên Şandiyan 17:11, ji bo ku mirov fehm bikin ku kî bi rastî xizmetkarên Xwedê ne, gerek ew çi bikin?

8 Gerek mirov çi bikin ji bo ku ew nekevin şikê? Pir muhîm e ku ew lêkolîn bikin ku çi rast e û çi na. Gava Lûqa Încîla xwe nivîsî, wî jî wisa kir. Wî xîret kir ku her tiştî rind lêkolîn bike, da ku xwendevan têderxin ka tiştên ku wan di heqê Îsa Mesîh de bihîstibûn, rast in yan na (Lûqa 1:1-4). Cihûyên ku li bajarê Beroyayê dijiyan jî mîna Lûqa bûn. Wexta ku wan mizgîna li ser Îsa Mesîh cara pêşîn bihîst, wan “her roj li ser Nivîsarên Pîroz lêkolîn kirin, ka gelo ev tişt wisa ne” (Karên Şandiyan 17:11 bixwîne). Îro jî lazim e ku mirov rind lêkolîn bikin û gotinên Şahidên Yehowa bi gotinên Kitêba Pîroz bidin ber hev. Wekî din, wê baş be ku ew tarîxa Şahidên Yehowa jî lêkolîn bikin. Eger ew vêya bikin, ewê nekevin ber bayê pêşhikuman.

(2) ÎSA MESÎH HEWL NEDIDA KU BI MUCÎZEYAN BIKEVE ÇAVAN

Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh hewl nedida ku bi mucîzeyan bikeve çavan. Îro, hin kes çawa ji ber vê sebebê dikevin şikê? (Li paragrafên 9 û 10an binêre) *

9. Gava Îsa Mesîh daxwaza Fêrisî û Sadûqiyan neanî cih, wan çi kir?

9 Li rojên Îsa Mesîh, hin kes bi mizgîna wî razî nedibûn. Wan dixwest ku ew “ji ezmên nîşanekê raberî wan bike” û bi vî awayî îsbat bike ku Mesîhê sozdayî ew e (Metta 16:1). Sebeba daxwaza wan belkî ew bû ku wan gotinên Danîêl 7:13, 14 şaş fehm dikirin. Bi eslê xwe, wext nehatibû ku ev gotinên kitêba Danîêl bên cih. Gerek Fêrisî û Sadûqiyan ji hîndariyên Îsa fehm bikira ku Mesîhê sozdayî ew e. Lê belê, gava Îsa bi ya wan nekir, wan ew red kir (Metta 16:4).

10. Îsa gotinên Îşaya pêxember yên di heqê Mesîh de çawa anîn cih?

10 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Îşaya pêxember di heqê Mesîh de ji berê ve wisa nivîsîbû: “Dê ew neqêre û dengê xwe bilind neke û wê di kuçê de nede bihîstin” (Îşaya 42:1, 2). Îsa Mesîh xizmeta xwe bi awayekî sakîn û dilnizm dianî cih. Wî dêr yan perestgeh ava nedikirin, kincên xisûsî li xwe nedikirin û nedixwest ku mirov wî bi sernavên xisûsî birûmet bikin. Gava Îsa Mesîh dihat dîwankirin, wî mucîzeyeke xisûsî nekir ku bikeve çavê Hêrodês Padîşah (Lûqa 23:8-11). Belê, Îsa Mesîh hin mucîze dikirin, lê wî herî zêde bala xwe dida îşê belavkirina mizgînê. Wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Ez ji bo vê yekê hatime” (Marqos 1:38).

11. Baweriya Şahidên Yehowa çima li hin kesan xweş nayê?

11 Gelo ev problem îro jî heye? Belê. Gelek mirov ji katedralên mezin û ji alimên dînî re heyran dimînin, lê zanîna wan a di heqê Xwedê û armanca wî de bi rastî hindik e. Bi ser de, ayînên gelek dîn û baweriyan ji pûtperestiyê tên. Ji hêla din ve, yên ku tên civînên me hîn dibin ku Yehowa ji me çi dixwaze û em çawa dikarin li gor daxwaza wî bijîn. Salonên me paqij û xweşik in, lê sade ne. Yên ku di nav me de rêberiyê dikin kincên xisûsî li xwe nakin û bi sernavên xisûsî nayên birûmetkirin. Esasê baweriya me, Kitêba Pîroz e. Dîsa jî, gelek kes dikevin şikê, çimkî ew difikirin ku îbadeta me bi zêdeyî sade ye, û tiştên ku em hîn dikin li gor dilê wan nînin.

12. Wek em li Îbranî 11:1, 6 dixwînin, gerek baweriya me li ser çi ava be?

12 Ji bo ku em nekevin şikê, gerek em çi bikin? Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa yên Romayî re wisa got: “Îcar bawerî ji bihîstinê tê û tiştê bihîstî ji peyva Mesîh e” (Romayî 10:17). Gelek ayînên dînî li mirovan xweş tên, lê bi eslê xwe ne li gor Kitêba Pîroz in. Pir muhîm e ku em baweriya xwe, ne bi ayînên pûtperest, lê bi lêkolîna Nivîsarên Pîroz ava bikin. Lazim e ku baweriya me li ser zanîna rast ava be, çimkî “bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê” (Îbranî 11:1, 6 bixwîne). Hewcedariya me bi mucîzeyeke ji ezmên tune ku em fehm bikin ka em li ser riya rast in yan na. Gotinên Kitêba Pîroz baweriya me qewîtir dikin û me îqna dikin ku me rastî dîtiye.

(3) ÎSA MESÎH GELEK URF Û ADETÊN CIHÛYAN RED DIKIRIN

Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh hin urf û adetên wan red dikirin. Îro, hin kes çawa ji ber vê sebebê dikevin şikê? (Li paragrafa 13an binêre) *

13. Gelek kesan çima Îsa Mesîh rexne dikir?

13 Li rojên Îsa Mesîh, şagirtên Yehya şaş diman ji ber ku şagirtên Îsa Mesîh rojî nedigirt. Îsa ji wan re got ku heta ku ew sax e, sebeb tune ku ew rojiyê bigirin (Metta 9:14-17). Fêrisî û muxalifên din Îsa Mesîh rexne dikir ji ber ku wî urf û adetên wan nedianîn cih. Wexta ku Îsa Mesîh kesên nexweş li roja Sebtê qenc dikirin, ew hêrs diketin (Marqos 3:1-6; Yûhenna 9:16). Ji aliyekî ve, Cihûyan digot ku ew qedrê roja Sebtê digirin, lê ji aliyê din ve, wan li perestgehê tîcaret dikir, û gava Îsa ew seba vê mehkûm kirin, ew pir bihêrs bûn (Metta 21:12, 13, 15). Wekî din, gava Îsa Mesîh li kenîşteya Nisretê behsa hin mîsalên ji tarîxê kir û xwehezî û bêbaweriya mirovan eşkere kir, hêrsa wan rabû (Lûqa 4:16, 25-30). Gelek kes seba gotin û kirinên wî yên nehêvîkirî diketin şikê (Metta 11:16-19).

14. Îsa Mesîh hin urf û adet çima mehkûm dikirin?

14 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Yehowa bi navgîniya Îşaya pêxember wisa gotibû: “Ev gel bi devê xwe nêzîkî min dibe û bi lêvên xwe min birûmet dike lê dilê wan ji min dûr e. Tirsa wan a ji min jî, tenê emrên mirovan in ku ji wan hîn bûne” (Îşaya 29:13). Îsa Mesîh urf û adetên ku li dijî Nivîsarên Pîroz in, mehkûm dikirin. Lê belê, mirovên ku ji Nivîsarên Pîroz zêdetir qîmet dida qaîde û adetên xwe hem Yehowa hem Mesîh red dikirin.

15. Gelek kes çima ji Şahidên Yehowa hez nakin?

15 Gelo ev problem îro jî heye? Belê. Gelek kes dixeyidin ji ber ku Şahidên Yehowa rojên xisûsî û cejnên wek roja bûyînê yan Serê Salê bi wan re pîroz nakin. Hin kes jî hêrs dikevin ji ber ku Şahidên Yehowa cejnên netewî pîroz nakin yan adetên cenazayê, yên ku li dijî Peyva Xwedê ne, naynin cih. Mirovên ku seba van tiştan aciz dibin belkî ji dil emîn in ku ew bi awayekî rast ji Xwedê re îbadetê dikin. Lê belê, heta ku ew urf û adetên dinyayê bi ser gotinên Kitêba Pîroz re bigirin, Xwedê wê ji wan razî nebe (Marqos 7:7-9).

16. Li gor Zebûr 119:97, 113, 163-165, gerek em çi bikin û çi nekin?

16 Ji bo ku em nekevin şikê, gerek em çi bikin? Gerek em ji qanûn û prensîpên Yehowa ji dil hez bikin (Zebûr 119:97, 113, 163-165 bixwîne). Eger em ji Yehowa hez bikin, emê urf û adetên ku li wî xweş nayên, red bikin. Emê îznê nedin ku tiştek dostaniya me ya bi Yehowa re xera bike.

(4) ÎSA MESÎH TEV LI SIYASETÊ NEDIBÛ

Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh tev li siyasetê nedibû. Îro, hin kes çawa ji ber vê sebebê dikevin şikê? (Li paragrafa 17an binêre) *

17. Li rojên Îsa Mesîh, gelek kesan ew çima qebûl nedikir?

17 Li rojên Îsa Mesîh, hin kes tev li siyasetê dibûn, û wan dixwest ku Mesîh wan ji bindestiya Romayê azad bike. Lê belê, gava wan dixwest Îsa Mesîh bikira padîşahê xwe, wî ev teklîf red kir (Yûhenna 6:14, 15). Ji aliyê din ve, dewleta Romayî qudret û otorîte dabû destê alimên dînî, û hin ji wan ditirsiyan ku Îsa Mesîh wê sîstema siyasî biguherîne û hêrsa Romayiyan gur bike. Seba van xemên siyasî, gelek Cihûyan Îsa Mesîh red dikir.

18. Gelek kesan bala xwe nedida kîjan ayetan?

18 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Rast e ku ji berê ve hatibû gotin ku Mesîh wê bibe Şervanekî serkeftî, lê ji xeynî vê, bi eşkereyî hatibû gotin ku gerek Mesîh pêşî ji bo gunehên me bimire (Îşaya 53:9, 12). Problema Cihûyan çi bû? Wan bala xwe nedida ayetên ku dibêjin ku ji bo safîkirina problemên dinyayê wext lazim e (Yûhenna 6:26, 27).

19. Gelek kes çima ji me hez nakin?

19 Gelo ev problem îro jî heye? Belê. Gelek kes ji me hez nakin ji ber ku em tev li siyasetê nabin. Ew dixwazin ku em jî di hilbijartinên polîtîk de piştgiriya partî yan lîderekî bikin. Lê belê, yên ku însanan wek hikumdarên xwe hildibijêrin bi eslê xwe Yehowa red dikin (1. Samûyêl 8:4-7). Wekî din, gelek kes difikirin ku gerek em mekteb û nexweşxaneyan ava bikin û di warên din de xêrê bikin. Ew fehm nakin ku em çima xîret nakin ku problemên acîl ên dinyayê safî bikin, lê herî zêde bala xwe didin belavkirina mizgînê.

20. Li gor Metta 7:21-23, gerek em ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin çi?

20 Ji bo ku em nekevin şikê, gerek em çi bikin? (Metta 7:21-23 bixwîne). Gerek em ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin îşê ku Îsa Mesîh emanetî me kiriye (Metta 28:19, 20). Gerek em îznê nedin ku problemên siyasî û civakî me bi zêdeyî mijûl bikin. Em helbet ji însanan hez dikin û xema wan dixwin, lê em dizanin ku alîkariya herî bitesîr ev e ku em ji wan re behsa Padîşahiya Xwedê bikin û alî wan bikin ku ew bibin dostên Yehowa.

21. Qerara te çi ye?

21 Li vê meqaleyê, me dît ku li sedsala yekê, gelek kesan Îsa Mesîh ji ber kîjan çar sebeban red dikir. Îro jî, gelek kes şagirtên Îsa Mesîh ji ber van çar sebeban red dikin. Li meqaleya din, emê bibînin ku mirov seba kîjan çar sebebên din jî dikevin şikê. Wê baş be ku em nekevin şikê, lê bibin xwediyê baweriyeke qewî!

KILAM 56 Rêya Rastiyê Hilbijêre

^ par. 5 Îsa Mesîh mamosteyê herî mezin bû. Dîsa jî, piraniya mirovan seba wî diketin şikê û nebûn şagirtên wî. Gelo çima? Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çar sebeban. Wekî din, emê bibînin ku îro gelek kes çima seba gotin û kirinên Şahidên Yehowa dikevin şikê û nabin şagirtên Îsa Mesîh. Ji xeynî vê, emê bibînin ku em çawa dikarin baweriya xwe ya bi Îsa Mesîh qewîtir bikin, da ku em nekevin şikê.

^ par. 60 RESIM: Filîpos ji Natanyêl re dibêje ku bila ew Îsa Mesîh nas bike.

^ par. 62 RESIM: Îsa Mesîh mizgînê belav dike.

^ par. 64 RESIM: Li ber çavê muxalifan, Îsa Mesîh zilamekî bi destekî seqet qenc dike.

^ par. 66 RESIM: Îsa Mesîh bi tena serê xwe hildikişe çiyayekî.