Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 21

Yehowa wê Qewetê Bide Te!

Yehowa wê Qewetê Bide Te!

“Kengê ez lewaz [zeîf] bim, hingê ez hêzdar im” (2. KORÎNTÎ 12:10).

KILAM 73 Me Cesûr Bike

PÊŞGOTIN *

1-2. Gelek xwişk û bira rastî çi cure tengasiyan tên?

PAWLOSÊ ŞANDÎ hevalê xwe Tîmotêyos û hemû şagirtên Îsa Mesîh teşwîq kiribûn ku ew xizmeta xwe bibin serî (2. Tîmotêyos 4:5). Em helbet hazir in ku li gor vê şîreta Pawlos hereket bikin. Dîsa jî, ev yek carinan hêsan nîne. Ji bo gelek xwişk û birayên me, cesareteke mezin lazim e ku ew mizgînê belav bikin (2. Tîmotêyos 4:2). Mesela, li hin welatan, îşê belavkirina mizgînê qedexe ye. Gava xwişk û birayên ku li van welatan dijîn, mizgînê belav dikin, ew dizanin ku ew dikarin bikevin hebsê.

2 Gelek tişt dikarin cesareta xizmetkarên Yehowa bişikînin. Mesela, ji bo gelekan hêsan nîne ku debara mala xwe bikin. Ew pir dixwazin xizmeta xwe zêde bikin, lê li dawiya heftiyê êdî qeweta wan namîne. Hin xwişk û birayên me jî bi nexweşiyên kronîk micadele dikin yan êdî kal û pîr bûne, û ji ber vê yekê, hin ji wan êdî nikarin ji malê derkevin. Hin kes jî xwe bêqîmet hesab dikin. Xwişkeke bi navê Meryem *, a ku li Rojhilata Navîn dijî, wisa dibêje: “Ez pir xîret dikim ku serî bi fikrên xwe yên negatîf re derxînim, û ev yek min pir diwestîne. Paşê, ez xwe sûcdar dikim ji ber ku ji bo xizmetê wext û qeweta min namîne.”

3. Li vê meqaleyê, emê çi bibînin?

3 Hal û rewşa me her çi be jî, Yehowa dikare qewetê bide me ku em karibin li hemberî tengasiyên xwe sebir bikin û çi qas ji destê me tê ji wî re xizmet bikin. Berî ku em bibînin ku Yehowa çawa dikare alî me bike, ka em bibînin ku wî çawa qewet dida Pawlos û Tîmotêyos ku ew xizmeta xwe li gel tengasiyan bibin serî.

QEWETA JI BO BELAVKIRINA MIZGÎNÊ

4. Pawlosê şandî rastî çi cure tengasiyan dihat?

4 Pawlosê şandî rastî gelek tengasiyan dihat. Bi xisûsî gava ew dihat lêxistin, kevirkirin û avêtin hebsê, ew hewceyî qewetê dibû (2. Korîntî 11:23-25). Wekî din, di bedena wî de “stiriyek” hebû, û wî gelek caran rica kir ku Xwedê wî ji vê belayê bifilitîne (2. Korîntî 12:7, 8).

Çi alî Pawlosê şandî dikir ku ew xizmeta xwe bibe serî? (Li paragrafên 5 û 6an binêre) *

5. Pawlosê şandî li gel tengasiyan çi îşên mezin dikirin?

5 Yehowa qewet dida Pawlosê şandî, da ku ew karibe xizmeta xwe li gel tengasiyan bibe serî. Bîne ber çavê xwe ku Pawlos îşên çi qas mezin dikirin. Mesela, gava ew li Romayê li malê girtî bû, wî mizgîn bi dil û can dida rêberên Cihûyan û belkî jî memûrên dewletê (Karên Şandiyan 28:17; Filîpî 4:21,22). Wekî din, wî mizgîn dida gelek nobedarên Sezar û hemû kesên ku dihatin ziyareta wî (Karên Şandiyan 28:30, 31; Filîpî 1:13). Nameyên ku Pawlosê şandî li wê demê bi îlhama Xwedê nivîsandin, îro jî pir bifeyde ne. Wekî din, emsala Pawlos cesaret dida xwişk û birayên li Romayê “ji bo ku bêtirs peyva Xwedê bêjin” (Filîpî 1:14). Belê, hin sînorên Pawlos hebûn, lê wî çi ji destê wî dihat, dikir, û di netîceyê de, “tiştên ku hatin serê [wî], hê bêtir ji pêşveçûna Mizgîniyê re bûn alîkar” (Filîpî 1:12).

6. Li gor 2. Korîntî 12:9, 10, çi alî Pawlosê şandî dikir ku ew xizmeta xwe bibe serî?

6 Pawlosê şandî dizanibû ku gerek ew xizmeta Yehowa, ne bi qeweta xwe, lê bi qeweta Xwedê bibe serî. Wî qebûl kir ku qeweta Xwedê “di bêhêziyê de temam dibe” (2. Korîntî 12:9, 10 bixwîne). Bi destê ruhê pîroz, Yehowa qewet dida Pawlos, da ku ew karibe xizmeta xwe li gel zilm, hebs û tengasiyên din bibe serî.

Çi alî Tîmotêyos dikir ku ew xizmeta xwe bibe serî? (Li paragrafa 7an binêre) *

7. Tîmotêyos xizmeta xwe li gel çi cure tengasiyan dibir serî?

7 Hevalê Pawlos Tîmotêyos jî hewceyî qeweta Xwedê bû ku xizmeta xwe bibe serî. Tîmotêyos bi Pawlos re diçû cihên dûr ku mizgînê belav bike. Wekî din, Pawlos ew bi tena serê xwe dişand cihên din jî, da ku ew cesaretê bide civatan (1. Korîntî 4:17). Tîmotêyos belkî carinan difikirî ku hunera wî nagihîje ku van îşan bike. Lê belê, Pawlosê şandî ji wî re wisa got: “Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne” (1. Tîmotêyos 4:12). Bi ser de, xuya ye ku ba Tîmotêyos jî “stiriyek” hebû, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku ew gelek caran nexweş diket (1. Tîmotêyos 5:23). Lê belê, Tîmotêyos dizanibû ku bi destê ruhê pîroz, Yehowa wê qewetê bide wî, da ku ew karibe mizgînê belav bike û alîkariya xwişk û birayan bike (2. Tîmotêyos 1:7).

QEWETA JI BO KU EM DILSOZ BIMÎNIN

8. Yehowa çawa qewetê dide xizmetkarên xwe?

8 Îro jî, Yehowa “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” dide xizmetkarên xwe, da ku ew karibin ji wî re bi dilsozî xizmet bikin (2. Korîntî 4:7, NWT). Niha emê bibînin ku Yehowa çawa bi destê dua, Kitêba Pîroz, hevaltiya xwişk û birayan û xizmetê qewetê dide me, da ku em ji wî re dilsoz bimînin.

Yehowa bi destê duayê qewetê dide me (Li paragrafa 9an binêre)

9. Dua çawa dikare alî me bike?

9 Dua qewetê dide me. Li Efesî 6:18, Pawlosê şandî gotibû ku bila em “herdem” dua bikin, da ku Xwedê qewetê bide me. Wexta ku birayekî bi navê Jonnie, yê ku li Bolîvyayê dijî, rastî tengasiyan hat, wî ji duayê pir feyde distand. Hem pîreka wî hem jî dê û bavê wî di eynî wextê de giran nexweş ketin. Li Jonnie pir zor dihat ku li hewcedariyên her sisêyan binêre. Paşê, diya wî mir, û pir wext derbas bû heta ku pîrek û bavê wî qenc bûn. Jonnie wisa dibêje: “Gava ez bi zêdeyî dilteng dibûm, min ji Yehowa re behsa derdên xwe dikir, û vê yekê pir alî min dikir.” Yehowa qewet dida Jonnie, da ku ew karibe sebir bike. Rîspiyekî bi navê Ronald, ê ku li Bolîvyayê dijî, bihîst ku diya wî kanser bû, û mehek bi şûn de, ew mir. Gelo çi alî birayê me dikir ku ew sebir bike? Ew wisa dibêje: “Wexta ku ez ji Yehowa re dua dikim, ez dilê xwe ji wî re vedikim. Ez emîn im ku ew ji her kesî – heta ji min jî – baştir dizane ku hîs û fikrên min çi ne.” Carinan, em belkî nizanin ku di duayên xwe de çi bibêjin. Lê belê, her çi qas li me zor tê ku em peyvên rast hilbijêrin, wê baş be ku em ji Yehowa re dua bikin (Romayî 8:26, 27).

Yehowa bi destê Kitêba Pîroz qewetê dide me (Li paragrafa 10an binêre)

10. Li gor Îbranî 4:12, çima muhîm e ku em Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê kûr bifikirin?

10 Kitêba Pîroz qewetê dide me. Çawa ku Pawlosê şandî ji Nivîsarên Pîroz qewet û teselî distand, wê baş be ku em jî xwe bispêrin Kitêba Pîroz (Romayî 15:4). Her ku em Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê kûr bifikirin, Yehowa dikare bi destê ruhê pîroz nîşanî me bide ku em çawa dikarin ji vî qismî feydeyê bistînin (Îbranî 4:12 bixwîne). Ronald wisa dibêje: “Her êvar, ez qismekî ji Kitêba Pîroz dixwînim, û ez li ser sifetên Yehowa û li ser dilovaniya wî kûr difikirim. Ev yek qewetê dide min.”

11. Xwişkekê çawa ji Kitêba Pîroz qewet stand?

11 Gava em li ser Peyva Xwedê kûr difikirin, ev yek dikare alî me bike ku em nêrîna xwe serrast bikin. Mesela, xwişkeke ku zilamê xwe winda kiribû ji Kitêba Pîroz pir teselî stand. Rîspiyekî ji wê re gotibû ku wê baş be ku ew kitêba Eyûb bixwîne, loma wê dest bi xwendina vê kitêbê kir. Di serî de, wê Eyûb seba fikrên wî yên şaş rexne dikir. Wê dixwest ji Eyûb re wisa bigota: “Eyûb! Dev ji van fikrên negatîf berde!” Lê paşê, wê têderxist ku fikrên wê pir dişibin fikrên Eyûb. Vê yekê alî wê kir ku ew nêrîna xwe serrast bike û qewet da wê ku ew sebir bike.

Yehowa bi destê hevaltiya xwişk û birayan qewetê dide me (Li paragrafa 12an binêre)

12. Yehowa çawa bi destê xwişk û birayan qewetê dide me?

12 Hevaltiya bi xwişk û birayan re qewetê dide me. Yehowa bi destê xwişk û birayan jî qewetê dide me. Pawlosê şandî pir qîmet dida teseliya ku wî ji xwişk û birayan distand (Romayî 1:11, 12) Mîna Pawlos, xwişka me Meryem jî pir qîmetê dide hevaltiya xwişk û birayan. Ew wisa dibêje: “Yehowa bi destê xwişk û birayên ku derdên min nedizanibûn jî alî min kiriye. Gotinên wan ên xweş û mesajên ku wan ji min re dişandin qewet dida min. Ji xeynî vê, ez dilê xwe ji xwişkên ku wek min rastî tengasiyan hatine vedikim û ji tecrûbeya wan feydeyê distînim. Wekî din, rîspiyên civatê her tim qedrê min digirin.”

13. Li civînan, em çawa dikarin qewetê bidin hevdû?

13 Li civînan, em dikarin cesaretê bidin hevdû. Gava em li civînan bi xwişk û birayan sohbet dikin, wê baş be ku em bi gotinên xwe nîşan bidin ku em qîmetê didin wan û ji wan hez dikin. Mesela, rîspiyekî bi navê Peter ji xwişkekê re, ya ku zilamê wê ne Şahidê Yehowa ye, wisa got: “Gava em we dibînin, dilê me pir şa dibe. Tu û şeş zarokên te, hûn her gav tên civînan û hazir in ku cewaban bidin.” Çavên xwişka me tijî hêstir bû, û wê şikurdariya xwe wisa anî zimên: “Tu nikarî texmîn bikî ku gotinên te dilê min çi qas rihet kir!”

Yehowa bi destê xizmetê qewetê dide me (Li paragrafa 14an binêre)

14. Xizmet çawa dikare li ser me tesîr bike?

14 Xizmet qewetê dide me. Gava em ji kesên din re behsa Kitêba Pîroz dikin, reaksiyona wan her çi be jî, dilxweşiya me tu caran winda nabe (Methelokên Silêman 11:25). Xwişkeke bi navê Stacy ji xizmetê pir qewet distand. Gava merivekî wê ji civatê hat derxistin, ew pir xemgîn bû, û wê her tim ji xwe dipirsî: “Gelo min dikaribû zêdetir alî wî bikira?” Ev fikir ji serê wê dernediket. Lê belê, xizmetê pir alî wê dikir ku ew serî bi vî halê zor re derxîne. Her ku ew diçû xizmetê, wê bala xwe dida mirovên ku hewceyî alîkariya wê bûn. Ew dibêje: “Wê demê, Yehowa xwendekarek da min, a ku ji aliyê ruhî ve zû bi pêş ve diçû. Vê yekê ez pir teşwîq dikirim. Min herî zêde ji xizmetê qewet distand.”

15. Tu ji gotinên Meryemê çi hîn dibî?

15 Hin kes belkî difikirin ku hal û rewşa wan îznê nade ku ew têra xwe xizmet bikin. Eger tu jî wisa difikirî, ji bîr neke ku eger tu çi ji destê te tê bikî, Yehowa wê ji te razî be. Serpêhatiya Meryemê dîsa bîne ber çavê xwe. Gava ew çû xerîbiyê, wê zimanê wê derê rind nizanibû û xwe bêkêr hîs dikir. Ew dibêje: “Di serî de, min tenê dikaribû cewabên kin bidana, ayetek bixwenda yan li xizmetê belavokek pêşkêş bikira.” Loma, ew difikirî ku ji ber ku ew zimanê herêmê bi qasî kesên din rind nizane, xizmeta wê badîhewa ye. Lê paşê, wê nêrîna xwe guherand. Wê fehm kir ku rastiya Kitêba Pîroz ew qas hêsan e ku zimanê wê her çi qas şikestî be jî, ew dikare vê rastiyê bigihîne însanan, û ev rastî dikare jiyana wan biguherîne.

16. Kesên ku nikarin ji malê derkevin çawa dikarin qewetê bistînin?

16 Eger em nikarin ji malê derkevin jî, Yehowa dizane ku em hazir in ku mizgînê belav bikin, û ew qîmetê dide vê daxwaza me. Loma, Xwedê dikare fersendan çêke ku em mizgînê bidin kesên ku tên mala me. Gerek em halê xweyî îro bi halê xweyî berê muqayese nekin. Eger em fehm bikin ku Yehowa niha çawa alî me dike, emê qewetê bistînin ku li hemberî tengasiyan bi dilxweşî sebir bikin.

17. Li gor Waiz 11:6, eger em feydeya xizmeta xwe zû nebînin jî, gerek em çima dev ji xizmetê bernedin?

17 Em nizanin ku ji toximên ku em diçînin, kîjanê wê kok berde û mezin bibe (Waiz 11:6 bixwîne). Mesela, xwişkeke bi navê Barbara, ya ku weke 80 salî ye, bi dewamî bi telefon û nameyan xizmet dike. Carekê, wê kovarek tevî nameyekê şand adresekê. Di kovarê de, meqaleyeke bi navê “Xwedê ji bo Te Çi Kiriye?” hebû (The Watchtower, 1 Adar 2014). Wê nizanibû ku name gihîşt jin û mêrekî ku 27 sal berê ji civatê hatibûn derxistin. Wan ev meqale çend caran xwend. Zilam wisa hîs dikir qey Yehowa rasterast bi wî re dipeyivî. Vê yekê ew teşwîq kirin ku ew dîsa herin civînan, û bi zeman re, ew dîsa bûn Şahidên Yehowa. Ka bîne ber çavê xwe ku Barbara çi qas dilşad bû ku nameya wê feydeyeke ew qas mezin anî!

Yehowa bi destê (1) dua, (2) Kitêba Pîroz, (3) hevaltiya xwişk û birayan û (4) xizmetê qewetê dide me (Li paragrafên 9, 10, 12 û 14an binêre)

18. Em çawa dikarin ji Xwedê qewetê bistînin?

18 Yehowa bi gelek awayan qewetê dide me. Gava em alîkariya wî qebûl dikin, a ku ew bi destê dua, Kitêba Pîroz, hevaltiya xwişk û birayan û xizmetê dide me, em nîşan didin ku em bawer in ku Yehowa dikare û dixwaze piştgiriya me bike. Bila em xwe her tim bispêrin Bavê xweyî ezmanî, yê ku hazir e ku qudreta xwe ji bo xêra xizmetkarên xwe yên dilsoz bi kar bîne (2. Dîrokan 16:9).

KILAM 61 Ey Şahidên Yehowa, Dilxurt Bin!

^ par. 5 Jiyan zor e, lê Yehowa alî me dike ku em sebir bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa çawa alî Pawlosê şandî û Tîmotêyos dikir, da ku ew karibin li gel problemên xwe ji wî re xizmet bikin. Emê bala xwe bidinê ku Yehowa bi kîjan çar awayan alî me dike ku em sebir bikin.

^ par. 2 Nav hatiye guherandin.

^ par. 53 RESIM: Gava Pawlosê şandî li Romayê li malê girtî bû, wî ji çend civatan re name şandin û xebera xêrê da mêvanên xwe.

^ par. 55 RESIM: Tîmotêyos civat ziyaret dikirin û cesaret dida xwişk û birayan.