Here Naverokê

Here naverokê

Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew ji bo Binavbûnê Hazir Bibin

Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew ji bo Binavbûnê Hazir Bibin

“Tu li benda çi yî? Rabe, imad bibe” (KAR. 22:16).

KILAM: 51, 135

1. Berî ku zarok bên bin av kirin, wê baş be ku dê û bavê wan ji çi emîn bin?

“ÇEND mehan min ji dê û bavê xwe re digot ku ez dixwazim bin av bibim, û wan jî li ser vê mewzûyê bi min re pir xeber dida. Wan dixwest ku ez rind zanibim ku qerarê min çi qas cidî ye. Li sala 1934an, roja 31ê ya meha 12an, ez êdî hatim bin av kirin.” Dê û bavê xwişka Blossom Brandt wisa alî wê kiribû ku ew ji bo binavbûnê hazir bibe. Îro jî, dê û bav dixwazin alî zarokên xwe bikin ku ew qerarên baş bidin. Eger zarok ji bo binavbûnê bêsebeb dereng bimînin, dibe ku ev yek zerarê bide dostiya wan bi Yehowa re (Aqûb 4:17). Dîsa jî, berî ku zarok bên bin av kirin wê baş be ku dê û bavên wan emîn bin ku ew ji bo mesûliyeta şagirtbûnê bi rastî hazir in.

2. (a) Hin nazirên herêmî ji bo çi xem dixwin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

2 Hin nazirên herêmî xem dixwin ji bo ku pir ciwanên ku ji zaroktiya xwe ve rastiyê dizanin û êdî nêzikî 20 salî ne, hê nehatine bin av kirin. Piraniya van ciwanan diçin civînan û mizgînê belav dikin. Ew xwe wek Şahidên Yehowa dibînin. Dîsa jî, çi heyf e ku ew ji Yehowa re weqf nabin û nayên bin av kirin. Sebeba vê çi ye? Hin dê û bav difikirin ku zarokên wan ne hazir in. Tirsên wan çi ne? Li vê meqaleyê, emê li çar waran binêrin û bibînin ku hin dê û bav çima alî zarokên xwe nakin ku ew ji bo binavbûnê hazir bibin.

GELO ZAROKÊ MIN BI TÊRA XWE AQILKEMAL E?

3. Dê û bavê Blossomê dixwest ji çi emîn bin?

3 Dê û bavê Blossomê helbet dixwest emîn bin ku ka keçika wan rind fehm dike ku binavbûn tiştekî çi qas muhîm e. Dê û bav çawa dikarin bizanin ku ka zarokê wan ji bo weqf û binavbûnê bi têra xwe aqilkemal e?

4. Gotinên Metta 28:19, 20 çawa dikarin alî dê û bavan bikin ku ew ji zarokên xwe re rastiyê bielimînin?

4 Metta 28:19, 20 bixwîne. Wek me li meqaleya berê dîtibû, Kitêba Pîroz nabêje ku mirov gerek çend salî be gava tê bin av kirin. Dîsa jî, wê baş be ku dê û bav li ser maneya peyva “bikin şagirt” bifikirin. Li gor Metta 28:19, ji bo ku kesek bibe şagirt, lazim e ku ew gotin û emrên Îsa rind fehm bike û bîne cih. Zarok çi qas biçûk bin jî, wê baş be ku dê û bav ji wan re riya rastiyê bielimînin ku ew paşê karibin bên bin av kirin. Helbet zarokekî di pêçekê de nikare bê bin av kirin. Lê belê Kitêba Pîroz nîşan dide ku zarokên biçûk jî dikarin rastiya Kitêba Pîroz fehm bikin û qebûl bikin.

5, 6. (a) Li gor Kitêba Pîroz, Tîmotêyos çawa ji bo binavbûnê hazir bû? (b) Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin?

5 Tîmotêyos di ciwantiya xwe de bû şagirtê Îsa. Pawlosê şandî got ku Tîmotêyos rastiya Kitêba Pîroz “ji zaroktiya xwe ve” elimîbû. Bavê Tîmotêyos ne şagirtê Îsa bû, lê dê û pîrika wî alî wî kiribû ku ew qîmetê bide Nivîsarên Pîroz. Loma baweriya Tîmotêyos pir saxlem bû (2. Tîm. 1:5; 3:14, 15). Gava ew nêzikî 20 salî bû, ew êdî hazir bû ku di civatê de mesûliyetên mezin bistîne (Kar. 16:1-3).

6 Helbet hemû zarok ji hev cuda ne. Hemû di eynî salî de aqilkemal nabin. Hinek rastiyê zû fehm dikin, qerarên baş didin û dixwazin bên bin av kirin. Ji hinekan re jî zêdetir wext lazim e ku hazir bibin. Ji ber vê yekê, lazim e ku dê û bav zorê li zarokên xwe nedin ku ew bên bin av kirin. Li şûna vê, gerek ew alî zarokan bikin ku ew li gor qabiliyeta xwe ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin û dilê Xwedê şa bikin (Methelokên Silêman 27:11 bixwîne). Wê baş be ku dê û bav ji xwe wisa bipirsin: “Gelo zarokê min rastiya Kitêba Pîroz bi têra xwe dizane ku ew karibe ji Xwedê re weqf bibe û bê bin av kirin?”

GELO ZAROKÊ MIN RASTIYA KITÊBA PÎROZ RIND DIZANE?

7. Gelo lazim e ku kesekî ku dixwaze bê bin av kirin Kitêba Pîroz bi temamî zanibe?

7 Dê û bav helbet dixwazin ku zarokên wan rastiya Kitêba Pîroz rind bielimin. Dîsa jî, ji bo ku mirov karibe ji Xwedê re weqf bibe û bê bin av kirin, ne lazim e ku ew her tiştî zanibe. Jixwe, piştî binavbûnê lazim e ku hemû şagirtên Îsa zêdetir melûmatê bistînin (Kolosî 1:9, 10 bixwîne). Lê belê di serî de çi qas melûmat lazim e?

8, 9. Serpêhatiya zindanvan çi rêyî me dide?

8 Serpêhatiya malbeteke ku di sedsala yekê de dijiya dikare alî dê û bavan bike (Kar. 16:25-33). Li sala 49an a P.M., Pawlos li seyahata xwe ya diduyan çû Filîpyayê. Li wê derê, Pawlos û hevalê wî Sîlas seba îftirayê ketin zindanê. Li nîvê şevê, zelzele çêbû û hemû deriyên zindanê vebûn. Hindik mabû ku zindanvan xwe bikuje, çimkî ew difikirî ku her kes ji hebsê reviye. Lê Pawlos nehişt ku zindanvan xwe bikuje. Paşê, Pawlos û Sîlas ji wî û malbata wî re behsa rastiya Kitêba Pîroz kir. Wan pir qîmet da melûmata der heqê Îsa de û dixwest der hal bên bin av kirin. Ji vê serpêhatiyê em çi dersê distînin?

9 Dibe ku ev zindanvan leşkerekî teqawidbûyî bû. Wî Kitêba Pîroz nedizanî. Loma, ji bo ku ew bibe şagirtê Îsa, lazim bû ku ew rastiyên temelî bielime, fehm bike ku Yehowa ji xizmetkarên xwe çi dixwaze û hazir be ku ew guh bide emrên Îsa. Bi saya rastiyên ku ew di wexteke kin de elimîbû, wî dixwest bê bin av kirin. Piştî binavbûnê, wî bêguman zêdetir melûmat stand. Li gor vê mîsalê, eger zarokê te dibêje ku ew ji Yehowa hez dike û dixwaze bê bin av kirin, bila zarok vê yekê ji kalên civatê re bibêje. Kalên civatê wê bibînin ku ka ew ji bo binavbûnê hazir e an na. * Wek hemû şagirtên binavbûyî, ewê jî heta bi hetayê der heqê Yehowa de zêdetir melûmatê bistîne (Rom. 11:33, 34).

RIYA HERÎ BAŞ KÎJAN E?

10, 11. (a) Hin dê û bav çi difikirin? (b) Ji bo zarokan, riya herî baş kîjan e?

10 Hin dê û bav difikirin ku berî binavbûnê, wê baş be ku zarokên wan herin zanîngehê û ji xwe re îşekî baş bibînin. Niyeta dê û bav çi qas baş be jî, gelo armanceke wisa wê alî zarokan bike ku ew bi rastî serkeftî bibin? Gelo fikreke wisa bi gotinên Kitêba Pîroz ve hevgirtî ye? Yehowa dixwaze ku ciwan çi bikin? (Waiz 12:1 bixwîne).

11 Gerek em ji bîr nekin ku dinya û her tiştê ku tê de heye li hemberî daxwaz û fikrên Yehowa ye (Aqûb 4:7, 8; 1. Yûh. 2:15-17; 5:19). Zarok çi qas nêzikî Yehowa bimîne, ewê ew qas karibe li hemberî Îblîs, vê dinyaya xerab û fikrên nerast bisekine. Eger dê û bav bi zêdeyî qîmetê bidin xwendina bilind û îşekî baş, dibe ku zarok riya xwe şaş bike û bifikire ku menfaetên vê dinyayê ji dostiya bi Yehowa re muhîmtir e. Ma dê û bavên ku ji zarokên xwe hez dikin, bi rastî dixwazin ku zarok li gor fikrên vê dinyayê li bextewariyê bigerin? Eger em dixwazin bextewarî û serkeftina rastîn bibînin, gerek em ji her tiştî zêdetir qîmetê bidin daxwaza Yehowa (Zebûr 1:2, 3 bixwîne).

EGER ZAROKÊ TE GUNEH BIKE

12. Hin dê û bav çima naxwazin ku zarokên wan zû bên bin av kirin?

12 Xwişkeke me nedixwest ku keçika wê bê bin av kirin. Çima? Wê wisa got: “Tirsa min a herî mezin ev bû ku keçika min ji civatê bê derxistin.” Mîna vê xwişkê, hin dê û bav difikirin ku heta ku talûke heye ku zarok şaşiyan bikin, wê baştir be ku ew neyên bin av kirin (1. Mû. 8:21; Mtl. 22:15). Dibe ku ew wisa bifikirin: “Heta ku zarokê min bin av nebe, ewê ji civatê neyê derxistin.” Ev fikir çima şaş e? (Aqûb 1:22).

13. Eger kesek bin av nebûye, gelo ev yek tê maneya ku ew li ber Yehowa ne mesûl e?

13 Ji bo ku zarok karibe bin av bibe, helbet lazim e ku ew bi rastî hazir be ku ji Yehowa re weqf bibe. Çi heyf e ku hin dê û bav difikirin ku heta ku zarok bin av nebin, ew li ber Yehowa ne mesûl in. Lê belê ev fikreke pir şaş e, çimkî eger zarok dizanin ku li ber çavê Yehowa çi rast e û çi şaş e, ew li ber wî êdî mesûl in (Aqûb 4:17 bixwîne). Li şûna ku dê û bav riya zarokên xwe bigirin, wê baş be ku ew ji wan re bibin emsalên baş. Gerek ew ji biçûktiyê ve alî zarokên xwe bikin ku ew ji rastiyê hez bikin û ji xerabiyê nefret bikin (Lûqa 6:40). Ev yek wê alî wan bikin ku ew nekevin gunehên giran û her tim li gor rêberiya Yehowa hereket bikin (Îşa. 35:8).

KESÊN DIN ÇAWA DIKARIN ALÎKARIYÊ BIKIN?

14. Kalên civatê çawa dikarin piştgiriya dê û bavan bikin?

14 Şivanên ruhî – yanî kalên civatê – çawa dikarin piştgiriya dê û bavan bikin? Mesela, wê baş be ku ew her tim behsa qîmeta armancên ruhî bikin. Xwişkeke ku zêdetirî 70 salî pêşengî dikir, hê ji bîr nekiriye ku birayê Charles Russell jê re çi gotibû gava ew 6 salî bû. “Wî 15 deqe bi min re li ser armancên ruhî xeber da.” Belê, peyvên xweş dikarin tesîreke mezin bihêlin (Mtl. 25:11). Wekî din, kalên civatê dikarin hin îşên Salona Îbadetê bidin dê û bavan û zarokên wan. Ciwan dikarin li gor emir û qabiliyetên xwe li îşên wisa bixebitin.

15. Em çawa dikarin alî ciwanan bikin?

15 Em çawa dikarin alî ciwanên civata xwe bikin? Gerek em bala xwe bidin ku ciwan ji aliyê ruhî ve çawa bi pêş ve diçin. Gava ew cewabên xweş didin, wezîfeyên civînê rind pêk tînin, li mektebê behsa mizgînê dikin an li hemberî ceribandinan saxlem disekinin, wê baş be ku em pesnê wan bidin. Wekî din, em dikarin berê an jî piştî civînan bi ciwanan re sohbet bikin. Bi vî awayî, ciwan wê xwe aîdî “civîna mezin” bibînin (Zeb. 35:18).

ALÎ ZAROKÊ XWE BIKIN KU EW JI BO BINAVBÛNÊ HAZIR BIBE

16, 17. (a) Binavbûn çima pir muhîm e? (b) Hêviya me çi ye? (Li resmê ewilî binêre.)

16 Lazim e ku dê û bav zarokên xwe “bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin” (Ef. 6:4; Zeb. 127:3). Zarokên Şahidên Yehowa ne wek zarokên miletê Îsraêl in, ên ku ji bûyîna xwe ji Xwedê re weqf bûbûn. Wekî din, zarok hezkirina Xwedê û hezkirina rastiyê bi otomatîk mîras nastînin. Loma lazim e ku dê û bav ji roja bûyînê alî zarokên xwe bikin ku ew ji Xwedê re weqf bibin û bên bin av kirin. Belê, ev tiştekî pir muhîm e! Bi saya weqfbûn û binavbûnê, xizmetkarên Xwedê yên dilsoz wê karibin di tengahiya mezin de sax bimînin (Met. 24:13).

Dê û bavno, alî zarokên xwe bikin ku ew bibin şagirtê Îsa (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

17 Gava Blossom Brandt gotibû ku ew dixwaze bin av bibe, dê û bavê wê dixwest emîn bin ku ka ew bi rastî hazir e an na. Gava ew emîn bûn ku Blossom hazir e, wan destek da wê. Şeva berî binavbûna wê, bavê wê tiştekî pir xweş kir. Blossomê wisa got: “Bave min xwest ku em li ser çokan bisekinin, û dua kir. Di duaya xwe de, wî wisa got: ‘Ez pir kêfxweş im ku keçika min dixwaze ji te re weqf bibe.’” Zêdetirî 60 sal piştî vê, Blossomê wisa got: “Bawer bin ku ezê wê şevê qet ji bîr nekim!” Dê û bavno, em hêvî dikin ku rojekê, zarokên we jî ji Yehowa re weqf bibin û bên bin av kirin!

^ par. 9 Dê û bav dikarin tevî zarokên xwe li van weşanan binêrin: Questions Young People Ask—Answers That Work, cîld 2, rûpel 304-310, û Our Kingdom Ministry, Nîsan 2011, rûpel 2, “Question Box”