Here Naverokê

Here naverokê

“Guh Bidin Terbiyeyê û Bihîkmet Bibin”

“Guh Bidin Terbiyeyê û Bihîkmet Bibin”

“Kurên min, ... guh bidin terbiyeyê û bihîkmet bibin” (MTL. 8:32, 33, WDN).

KILAM: 56, 89

1. Em çawa dikarin hîkmetê bistînin? Feydeya vê çi ye?

YEHOWA Çavkaniya hîkmetê ye, û ew hîkmeta xwe bi comerdî dide kesên din jî. Aqûb 1:5 wisa dibêje: “Eger şehrezayiya [an “hîkmeta”] yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze û wê ji wî re bê dayîn.” Ji bo ku em hîkmeta Xwedê bistînin, gerek em terbiyeya wî qebûl bikin. Hîkmeta wî dikare me ji zerar û ziyana exlaqî û ruhî biparêze (Mtl. 2:10-12). Bi vî awayî, em dikarin “xwe di hezkirina Xwedê de bigirin” û bigihîjin “jiyana herheyî” (Chd. 21).

2. Gerek em li terbiyeya Xwedê çawa binêrin?

2 Ji ber ku em qisûrdar in an seba bandora derdora me, ji me re carinan zor tê ku em terbiyeyê qebûl bikin û terbiyeyê wek tiştekî baş bibînin. Lê belê gava em feydeyên terbiyeya Xwedê dibînin, em fehm dikin ku ew ji me çi qas hez dike. Methelokên Silêman 3:11, 12 (WDN) wisa dibêje: “Kurê min, terbiyeya Yehowa red neke. ... Ji ber ku Yehowa hezkiriyên xwe edeb dike.” Belê, bila em tu caran ji bîr nekin ku Yehowa her tim xêra me dixwaze (Îbranî 12:5-11 bixwîne). Yehowa me hûr û kûr nas dike û me her tim bi awayekî rast û li gor hewcedariya me terbiye dike. Niha emê li ser çar warên terbiyeyê binêrin: (1) xweterbiye, (2) terbiyeya dê û bavan, (3) terbiyeya di civatê de û (4) tiştekî ku ji êşa terbiyeyê xerabtir e.

GEREK EM ÇIMA XWE TERBIYE BIKIN?

3. Zarokek çawa dikare xweterbiyeyê bielime? Mîsalekê bide.

3 Xweterbiye ev e ku em kirin û fikrên xwe kontrol bikin. Xweterbiye bi otomatîk nayê meydanê, loma lazim e ku em bielimin ku gerek em xwe çawa terbiye bikin. Mesela, gava zarokek cara pêşîn li bisîkletê siwar dibe, dê an bavê wî bisîkletê digire da ku zarok nekeve. Lê belê her ku zarok bi pêş ve diçe, dê an bav bisîkletê car caran dihêle. Wexta ku zarok dikare bisîkletê rind bajo, dê an bav êdî bisîkletê nagire. Mîna vê, gava dê û bav zarokên xwe bi dewamî û bi sebir “bi terbiye û şîreta Xudan” perwerde dikin, ew bi vî awayî alî zarokan dikin ku ew ji aliyê xweterbiye û hîkmetê ve bi pêş ve herin (Ef. 6:4).

4, 5. (a) Xweterbiye çima pareke muhîm a “şexsiyeta nû” ye? (b) Eger em ‘heft caran bikevin jî’, gerek em çima xwe bernedin?

4 Piraniya kesên gihîştî jixwe dizanin ku gerek ew xwe çawa terbiye bikin. Dîsa jî, gava ew Yehowa nû nas dikin, lazim e ku ew xîret bikin ku ew “şexsiyeta nû” li xwe bikin û wek Îsa bibin (Ef. 4:23, 24, WDN). Bi saya xweterbiyeyê, ewê karibin “nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn” (Tît. 2:12).

5 Helbet her kes gunehkar e (Waiz 7:20). Dîsa jî, gava em şaşiyan dikin, ev yek nayê maneya ku xweterbiyeya me kêm e an qet tune. Methelokên Silêman 24:16 wisa dibêje: “Kesê rast, heft cara bikeve jî dê dîsa rabe.” Belê, bi saya ruhê Xwedê, em dikarin dîsa rabin (Filîpî 4:13 bixwîne). Yek ji sifatên “berê ruh” xwegirtin e, û xwegirtin pir dişibe xweterbiyeyê.

6. Em çawa dikarin ji aliyê lêkolînê ve bi pêş ve herin? (Li resmê ewilî binêre.)

6 Wekî din, duayên jidil, lêkolîna Kitêba Pîroz û fikirîna kûr dikarin alî me bikin ku em ji aliyê xweterbiyeyê ve bi pêş ve herin. Gelo ji te re zor tê ku tu Peyva Xwedê lêkolîn bikî? Dibe ku tu ji xwendinê pir hez nakî. Lê belê eger tu îzin bidî, Yehowa wê alî te bike ku tu bi zeman re ji Peyva wî hez bikî û “bêriya” wê bikî (1. Ptr. 2:2). Loma dua bike ku Yehowa alî te bike ku tu xwe terbiye bikî û ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz wext veqetînî. Serê pêşîn tu belkî dikarî tenê çend deqeyan lêkolîn bikî. Hêdî hêdî, lêkolînkirin wê ji te re hêsantir bê û zêdetir kêfê bide te. Bi zeman re, tuyê ji fikirîna li ser gotinên Yehowa pir kêfê bistînî (1. Tîm. 4:15).

7. Xweterbiye çawa dikare alî me bike ku em bigihîjin armancên ruhî?

7 Xweterbiye alî me dike ku em bigihîjin armancên ruhî. Mesela, birayekî me dixwest xîreta xwe zêde bike û bibe pêşengê daîmî. Ji bo ku ew bigihîje vê armancê, wî meqaleyên li ser pêşengiyê dixwend û dua dikir. Bi vî awayî, ew her ku diçû ji aliyê ruhî ve xurttir dibû. Her ku fersend diket destê wî, ew dibû pêşengê alîkar. Wî îzin neda ku tiştek ji wî re bibe asteng, lê wî her tim bala xwe dida armanca xwe. Di dawiyê de, ew bû pêşengê daîmî.

ZAROKÊN XWE BI TERBIYEYA YEHOWA PERWERDE BIKE

Gava zarok tên dinyayê, ew nizanin ku çi rast e û çi şaş e, loma ji wan re perwerde lazim e (Li paragrafa 8an binêre)

8-10. Lazim e ku dê û bav çi bikin ku zarokên wan ji Yehowa re xizmetê bikin?

8 Yehowa ji dê û bavan dixwaze ku ew zarokên xwe “bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin” (Ef. 6:4). Di dinyaya îroyîn de, ev yek îşekî zor e (2. Tîm. 3:1-5). Gava zarok tên dinyayê, ew nizanin ku çi rast û çi şaş e. Lazim e ku wijdanê wan bê perwerde kirin, yanî terbiye kirin (Rom. 2:14, 15). Li gor kitêbeke li ser Kitêba Pîroz, peyva Yewnanî ya ku wek “terbiye” hatiye wergerandin, tê maneya “pêşvexistina zarokan”.

9 Zarokên ku bi hezkirinê tên terbiye kirin xwe di emniyetê de hîs dikin. Ew dielimin ku sînorên azadiyê hene. Wekî din, ew fehm dikin ku hemû qerar û hereket netîceyên baş an netîceyên xerab tînin meydanê. Loma pir muhîm e ku dê û bav zarokên xwe li gor rêberiya Yehowa perwerde bikin. Li dinyayê, li ser perwerdekirina zarokan gelek fikrên cuda hene. Lê eger dê û bav guh bidin Xwedê, ji bo wan ne lazim e ku ew cure cure metodan biceribînin an xwe bispêrin fikir û tecrûbeya însanan.

10 Mesela, gava Yehowa ji Nûh re got ku ew gemiyekê çêke, Nûh bi temamî bêtecrûbe bû, çimkî wî qet gemî çênekiribû. Loma lazim bû ku ew xwe bispêre Yehowa. Belê, “Nûh li gor hemû tiştê ku Xwedê jê re emir kiribû, ûsa kir” (1. Mû. 6:22). Netîce bû çi? Nûh û malbata wî di gemiyê de sax man. Wekî din, di rojên xerab ên berî Tofanê de, Nûh zarokên xwe rind perwerde kiribûn û ji wan re bûbû nimûne (1. Mû. 6:5).

11. Wê baş be ku dê û bav zarokên xwe çawa perwerde bikin?

11 Dê û bavno, hûn çawa dikarin wek Nûh guh bidin Xwedê? Zarokên xwe li gor Kitêba Pîroz û li gor rêberiya teşkîlata Yehowa perwerde bikin. Bi zeman re, zarok wê bi îhtimaleke mezin pir şa bibin ku we wisa kiriye. Birayekî me wisa nivîsî: “Ez pir şa me ku dê û bavê min ez wisa mezin kirime. Wan pir xîret dikir ku bigihîjin dilê min. Bi saya alîkariya wan, ez ji aliyê ruhî ve rind pêş ve çûme.” Lê çi heyf e ku dê û bav çi qas xîret bikin jî, hin zarok dev ji riya Yehowa berdidin. Dîsa jî, eger dê û bav bi dil û can hewl bidin ku rastiya Xwedê bikeve dilê zarokan, wijdanê wan dikare rihet be. Ji xeynî vê, ew dikarin hêvî bikin ku zarokên wan rojekê vegerin Yehowa.

12, 13. (a) Eger zarokek ji civatê bê derxistin, dê û bavê wî çawa dikarin guh bidin Xwedê? (b) Malbatek çawa feyde dît ji bo ku dê û bav guh dida Yehowa?

12 Gava zarokek ji civatê tê derxistin, dibe ku ev yek ji bo dê û bavê wî tiştekî pir zor be. Gelo ewê dîsa jî guh bidin Yehowa? Keçika xwişkeke me ji civatê hat derxistin û çû maleke din. Îcar xwişka me çi kir? Ew wisa dibêje: “Min di weşanên me de li bahaneyan digeriyam ku ez bi keçika xwe û bi neviya xwe re wext derbas bikim. Lê belê zilamê min alî min kir ku ez fehm bikim ku keçika me êdî ji malê çûye, û gerek em jê dûr bisekinin.”

13 Çend sal pişt re keçika wan vegeriya civatê. Diya wî wisa dibêje: “Niha ew hema hema her roj ji min re telefon dike an mesajan dişîne. Bi ser de, ew pir hurmetê dide min û zilamê min ji ber ku me guh dida Xwedê. Niha em pir nêzikî hev in.” Eger zarokê te ji civatê hatiye derxistin, gelo tuyê ‘bi hêmû dilê xwe bi Yehowa ve ewle bibî û pişta xwe nespêrî aqlê xwe’? (Mtl. 3:5, 6). Terbiyeya Yehowa nîşanî me dide ku hîkmeta wî çi qas mezin e û ew ji me çi qas hez dike. Qet ji bîr neke ku wî Kurê xwe ji bo me giştan daye, yanî ji bo zarokê te jî. Xwedê naxwaze ku kesek helak bibe (2. Petrûs 3:9 bixwîne). Ji ber vê yekê, bi terbiye û rêberiya Yehowa baweriyê bîne. Dilê te çi qas biêşe jî, guhdariya Yehowa bike. Belê, li gor terbiyeya Xwedê hereket bike û serê xwe li hemberî vê terbiyeyê raneke.

TERBIYEYA DI CIVATÊ DE

14. Em ji perwerdeya ku Yehowa bi navgîniya “şahneyê dilsoz” dide me, çawa feyde dibînin?

14 Yehowa soz daye ku ewê civata şagirtên Îsa xwedî bike, biparêze û perwerde bike. Xwedê sozê xwe çawa tîne cih? Mesela, wî Kurê xwe kiriye serê civatê, û Îsa jî “şahneyê dilsoz” tayîn kiriye ku ew di wexta minasib de xwarina ruhî bide me (Lûqa 12:42). Ev xwarina ruhî me perwerde û terbiye dike. Ma gotar an meqale carinan nabin sebeb ku tu fikir û hereketên xwe biguherînî? Eger te wisa kiriye, ev tiştekî pir baş e. Bi vî awayî tu îzin didî ku Yehowa te terbiye bike (Mtl. 2:1-5).

15, 16. (a) Em çawa dikarin ji alîkariya kalên civatê feyde bistînin? (b) Em çawa dikarin barê kalên civatê siviktir bikin?

15 Ji xeynî vê, Îsa Mesîh kalên civatê tayîn kirine ku ew ji keriyê Xwedê re şivantiyê bikin (Ef. 4:8, 11-13). Em çawa dikarin ji van hediyeyên biqîmet feyde bistînin? A yekê, wê baş be ku em baweriya kalên civatê û kirinên wan ên baş ji xwe re bikin nimûne. A diduyan, wexta ku ew li gor Kitêba Pîroz şîretê didin me, wê baş be ku em guh bidin wan (Îbranî 13:7, 17 bixwîne). Kalên civatê ji me hez dikin û dixwazin ku em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Mesela, eger ew bibînin ku em nayên civînan an ku xîreta me kêm bûye, ewê bêguman alîkariya me bikin. Ewê guh bidin me, cesaretê bidin me û şîretên Kitêba Pîroz nîşanî me bidin. Ma tu nafikirî ku alîkariya wan îsbat dike ku Yehowa ji te çi qas hez dike?

16 Dibe ku ji kalên civatê re ne hêsan bê ku ew şîretê bidin me. Mesela, wexta ku Dawid kir ku guneha xwe veşêre, bîne ber çavê xwe ku ji Natan pêxember re çi qas zor hat ku şîretê bide Dawid (2. Sam. 12:1-14). Carekê, Petrûs – yanî yek ji 12 şandiyan – şagirtên Cihû ji şagirtên ji miletên din bilind dihesibandin. Ji bo vê, Pawlosê şandî re cesaret lazim bû ku şîretê bide Petrûs (Gal. 2:11-14). Tu çawa dikarî barê kalên civatê siviktir bikî? Dilnizm, xwîngerm û şikurdar be! Alîkariya wan wek îsbateke hezkirina Xwedê bibîne. Eger tu wisa bikî, tuyê feyde bibînî û kalên civatê wê ji îşê xwe zêdetir kêfê bistînin.

17. Xwişkeke me ji alîkariya kalên civatê çawa feyde dît?

17 Seba tiştên berê, ji xwişkeke me re zor dihat ku ji Yehowa hez bike. Ew wisa dibêje: “Gava tiştên berê û meseleyên din ez aciz dikirim, min fehm kir ku gerek ez bi kalên civatê re xeber bidim.” Wan dilê min nediêşand, lê wan cesaret û qewet didan min. Piştî her civînê, ew çi qas mijûl bûn jî, yek ji wan dihat û digot ‘Tu çawa yî?’. Seba tiştên berê, min xwe layiqî hezkirina Xwedê nedidît. Lê belê Yehowa bi destê civat û kalên civatê nîşanî min dide ku ew bi rastî ji min hez dike. Ez dixwazim her tim nêzikî wî bimînim.”

TIŞTEKÎ KU JI ÊŞA TERBIYEYÊ XERABTIR E

18, 19. Tiştekî ku ji êşa terbiyeyê xerabtir e, çi ye?

18 Dibe ku terbiye me carinan biêşîne. Lê belê, zerar û ziyana ku ji redkirina terbiyeyê tê meydanê, ji vê xerabtir e (Îbr. 12:11). Du mîsalan bîne ber çavê xwe: Kurê Adem Qayîn û padîşahê Cihûyan Tsedekiya. Gava Qayîn ji birayê xwe Habîl nefret kir, Xwedê jê re wisa got: “Tu çima hêrs bûyî û te çima rûyê xwe tirş kir? Heger tu ya rast bikî, ma tê serbilind nebî? Lê heger tu ya rast nekî, guneh li ber deriyê te, di kozikê de li benda te ye. Lê divê tu bi ser guneh bikevî” (1. Mû. [Destpêkirin] 4:6, 7). Lê belê Qayîn guh neda Xwedê. Paşê ew ket gunehê. Qayîn çi êşeke mezin anî ser serê xwe! (1. Mû. 4:11, 12). Eger wî terbiyeya Yehowa qebûl bikira, êşa wî wê ew qas mezin nebûya.

19 Tsedekiya padîşaheke bêqerar û zalim bû. Li wê demê, rojên Orşelîmê reş û tarî bûn. Yêremya pêxember dîsa û dîsa ji Tsedekiya re got ku gerek ew dev xerabiyê berde, lê padîşah ev terbiye qebûl nekir. Netîce pir û pir xerab bû (Yêr. 52:8-11). Yehowa dixwaze ku em serê xwe nexin belayê (Îşaya 48:17, 18 bixwîne).

20. Çima muhîm e ku em terbiyeya Xwedê qebûl bikin?

20 Gelek mirovên vê dinyayê ji terbiye û xweterbiyeyê hez nakin. Lê nêrîneke wisa bêaqilî ye (Mtl. 1:24-31). Loma bila em “guh bidin terbiyeyê û bihîkmet bibin”. Methelokên Silêman 4:13 wisa dibêje: “[Terbiyeyê] bigire, bernede, wê bîne cih, ji ber ku jiyana te ew e.”