Here Naverokê

Here naverokê

Mêvanperwerî – Tiştekî Xweş û Lazim

Mêvanperwerî – Tiştekî Xweş û Lazim

“Bê pitepit ji hevdû re mêvanperwer bin” (1. PTR. 4:9).

KILAM: 100, 87

1. Li sedsala yekê, şagirtên Îsa di çi halî de bûn?

DI NAVA salên 62 û 64an a P.M. de, Petrûsê şandî “ji xerîbên belavbûyî yên li herêmên Pontos, Galatya, Kepedokya, Asya û Bîtînyayê re” nameyek nivîsî (1. Ptr. 1:1). Kultura van civatên Anatolyayê ji hev cuda bû, lê ji hemûyan re teşwîq û rêberî lazim bû, çimkî wan seba baweriya xwe zilm û zorî û “tengahiyên wek êgir” didîtin. Li gor Petrûs, li wê demê “dawiya her tiştî nêzîk” bû. Bi rastî jî, Orşelîm li sala 70yî ya P.M. hat wêran kirin. Ji bo ku şagirtên Îsa serî bi wan tengahiyan re derxînin, lazim bû ku ew çi bikin? (1. Ptr. 4:4, 7, 12).

2, 3. Petrûs ji şagirtên Îsa re çima got ku gerek ew mêvanperwer bin? (Li resmê ewilî binêre.)

2 Petrûs ji van xwişk û birayan re wisa got: “Ji hevdû re mêvanperwer bin” (1. Ptr. 4:9). Peyva Yewnanî, ya ku wek “mêvanperwerî” an “mêvanhezî” tê wergerandin, tê maneya “hezkirina xerîban” an “dilovaniya ji xerîban re”. Lê belê Petrûs li vir behsa mêvanperweriya ji xerîban re nekir; wî got ku gerek xwişk û bira “ji hevdû re” mêvanperwer bin. Çima?

3 Bi saya mêvanperweriyê, ewê nêziktirî hev bibûna. Ma em hem ji mêvantiyê hem jî ji mazûvantiyê kêfê nastînin? Gava xwişk û birayên civata me tên mala me, em nêziktirî hev dibin. Li rojên Petrûs, lazim bû ku şagirtên Îsa hê jî nêziktirî hev bibin, çimkî halê dinyayê her ku diçû xerabtir dibû. Li van “rojên dawîn”, dîsa lazim e ku em wisa bikin (2. Tîm. 3:1).

4. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

4 Em çawa dikarin “ji hevdû re” mêvanperwer bin? Eger ji me re zor bê ku em mêvanperwer bin, em dikarin çi bikin? Em çawa dikarin dilê mazûvan xweş bikin?

EM ÇAWA DIKARIN MÊVANPERWER BIN?

5. Em çawa dikarin li civînan mêvanperwer bin?

5 Li civînan: Her kesê ku diçe civînan, li ziyafeteke ruhî dibe mêvan. Yehowa û teşkîlata wî jî mazûvan in (Rom. 15:7). Gava kesên nû tên civînên me, em jî dibin mazûvan. Loma şekil û şemala wan çi be jî, wê baş be ku em ji wan re bibêjin “Hûn bi xêr hatin!” (Aqûb 2:1-4). Eger kesekî nû bi tena serê xwe be, em dikarin jê re bibêjin ku ew tevî me rûne. Em dikarin alî wî bikin ku ew bernameya civînê fehm bike û ayetan bibîne. Bi vî awayî, em dikarin “xwe bidin mêvanperweriyê” (Rom. 12:13).

6. Gerek em bîlhesa kê ji xwe re bikin mêvan?

6 Ji bo çay an xwarinê: Li zemanên berê, mirovan gazî hev dikir û li mala xwe bi hev re xwarin dixwar (1. Mû. 18:1-8; Ser. 13:15; Lûqa 24:28-30). Daweta ji bo xwarinê, wek daweteke ji bo selamet û hevaltiyê dihat dîtin. Bîlhesa lazim e ku em xwişk û birayên xwe ji xwe re bikin mêvan. Wexta ku tengahî derdikeve, ma em hewceyî hev nabin? Loma lazim e ku em bi hemû xwişk û birayên xwe re di selametê de bin û bibin dost û heval. Li sala 2011an, Koma Rêberiyê qerar dabû ku lêkolîna Birca Çavdêriyê li Beytela Amerîkayê êdî ne di saeta 18:45 de, lê di saeta 18:15 de dest pê bike. Çima? Di îlanê de hat gotin ku eger civîn zûtir xelas bibe, xwişk û birayên ku li Beytelê dixebitin wê karibin hevdû bikin mêvan. Paşê, çend buroyên din jî wisa kir. Bi vi awayî, xwişk û birayên ku li Beytelê xizmet dikin, hê nêziktirî hev bûne.

7, 8. Em çawa dikarin ji temsîlkarên teşkîlatê yên ku civata me ziyaret dikin re, mêvanperweriyê eyan bikin?

7 Gava gotarbêjên ji civatên din, nazirê herêmî û carinan temsîlkarên buroyê tên civata me, em pir kêfxweş dibin. Dibe ku em kesên wisa ji bo çay an xwarinê ji xwe re bikin mêvan (3. Yûhenna 5-8 bixwîne).

8 Xwişkeke me li Amerîkayê wisa dibêje: “Bi salan re, min û zilamê min, me gelek gotarbêj û jinên wan ji xwe re kirin mêvan. Em her tim pir kêfxweş bûn û ji aliyê ruhî ve teşwîq bûn. Em tu caran poşman nebûn.”

9, 10. (a) Dibe ku cihê raketinê ji kê re lazim be? (b) Eger xaniyê me biçûk be, gelo em dikarin mêvanan qebûl bikin?

9 Mêvanên ku pir wext dimînin: Li zemanên berê, mêvanên biîtimad pir caran li mala mazûvan radiketin (Eyûb 31:32; Flm. 22). Îro jî carinan lazim dibe ku em wisa bikin. Gelek caran, gava nazirên herêmî diçin ziyareta civatekê, ji wan re cihê raketinê lazim dibe. Xwişk û birayên ku kursên teokratîk distînin an jî di îşê avakirinê de dixebitin carinan hewceyî cihê raketinê dibin. Wekî din, malbatên ku seba felaketên tebîetê xaniyên xwe winda dikin jî hewceyî cihê raketinê dibin, heta ku xaniyên wan ji nû ve bên ava kirin an temîr kirin. Hinek difikirin ku gerek bîlhesa xwediyên xaniyên mezin û baş mêvanan qebûl bikin, lê bi eslê xwe her kes dikare mêvanan qebûl bike.

10 Birayekî me li Koreya Başûrê xwişk û birayên ku kursên teokratîk distandin, ji xwe re dikirin mêvan û ji vê pir kêf distand. Ew wisa dibêje: “Ji bo ku em nû zewicî bûn û xaniyê me biçûk bû, em berê difikirîn ku em nikarin mêvanan qebûl bikin. Lê gava me mêvan qebûl kirin, em bi rastî pir bextewar bûn. Me fehm kir ku eger em ji Yehowa re xizmetê bikin û bi hev re bikevin pey armancên ruhî, emê bi rastî pir dilşad bibin.”

11. Em çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin, ên ku nû hatine civata me?

11 Xwişk û birayên ku nû hatine civata me: Carinan, dibe ku xwişk û birayên ji civatên din bên civata me. Hinek ji wan belkî dixwazin di herêma me de zêdetir xizmetê bikin. An jî dibe ku teşkîlat pêşengan bişîne civata me. Helbet wext lazim e ku ew hînî civat, war, ziman û kultura nû bibin. Wê baş be ku em wan ji bo çay an xwarinê dawet bikin, bi wan re wext derbas bikin û alî wan bikin ku ew ji xwe re hevalên nû bibînin.

12. Kîjan serpêhatî rêyî me dide ku ji bo mêvanperweriyê haziriyeke mezin ne lazim e?

12 Ji bo mêvanperweriyê, haziriyeke mezin ne lazim e (Lûqa 10:41, 42 bixwîne). Birayek û xanima wî ji bo xizmetê çûbûn xerîbiyê. Birayê me der heqê wan rojên pêşîn de wisa dibêje: “Em ciwan û cahil bûn, û me bêriya mala xwe dikir. Êvarekê, jina min pir xemgîn bû û hesreta malê dikişand, û min nikaribû dilê wê rihet bikira. Paşê, serê êvarê, yekî li deriyê me xist. Xwendekareke Kitêba Pîroz ji me re 3 heb porteqal anîn. Ew hatibû ku ji me re bibêje “Hûn bi xêr hatin”. Me ew dawet kir û tasek av da wê. Paşê me bi hev re çay vexwar. Wê çaxê me bi zimanê Swahîlî nizanibû, û wê jî bi Îngilîzî nizanibû. Ji wê demê û pê ve, me ji hevaltiya bi xwişk û birayên herêmî re pir kêfê distînim.”

GAVA MÊVANPERWERÎ LI TE ZOR TÊ

13. Feydeyên mêvanperweriyê çi ne?

13 Gelo ji te re carinan zor tê ku tu mêvanperwer bî? Bi eslê xwe, mêvanperwerî tiştekî pir xweş e. Mesela, bi saya mêvanperweriyê, mirov dikare ji xwe re dost û hevalan bibîne. Eger tu mêvanperwer bî, tuyê xwe tenê û bêkes hîs nekî. Lê mêvanperwerî çima ji hinekan re zor tê? Niha emê li çend sebeban binêrin.

14. Eger wext û qeweta me ji bo mêwanperweriye tune be, em dikarin çi bikin?

14 Wext û qewet: Şahidên Yehowa mirovên mijûl in, û mesûliyetên wan pir in. Hinek belkî difikirin ku wext û qeweta wan tune ku ew mirovan ji xwe re bikin mêvan. Eger halê te wisa be, wê baş be ku tu programa xwe analîz bikî. Gelo tu dikarî programa xwe eyar bikî da ku ji bo mêvantî û mazûvantiyê wext û qeweta te çêbe? Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em mêvanperwer bin (Îbr. 13:2). Loma ji bo mêvanperweriyê wext veqetîne. Helbet wê lazim be ku tu hin îşên fizûlî kêm bikî.

15. Ji hinekan re çima zor tê ku ew mêvanan qebûl bikin?

15 Tirs û fikrên dilê te: Hinek difikirin ku ew nikarin bibin mazûvanên baş. Mesela, ew ditirsin ku mêvan wê ji wan razî nemînin. Hinek jî ne dewletî ne û difikirin ku ew nikarin wek xwişk û birayên din haziriyeke baş bikin. Lê belê ji bo mêvanperweriyê tiştê herî muhîm ne ev e ku mala me mezin û xweşik be, lê ku ew bi rêk û pêk be.

16, 17. Tu çawa dikarî bê xem mêvanperweriyê bikî?

16 Eger tu ditirsî ku mêvanan qebûl bikî, bawer be ku tu ne tenê yî. Kalekî li Brîtanyayê wisa dibêje: “Haziriya ji bo mêvanan helbet hebekî bi stres e. Lê belê mêvanperwerî, para xizmeta me ye û pir bifeyde ye. Loma ne lazim e ku em xwe paş bigirin. Carinan qehwe û sohbeteke xweş bes e.” Belê, eger tu bi mêvanên xwe re bi dil û can eleqedar bî, ewê bêguman ji te razî bin (Flp. 2:4). Gava xwişk û bira dibin mêvanên hev, ew dikarin behsa jiyan û serpêhatiyên xwe bikin. Kalekî din wisa dibêje: “Gava ez xwişk û birayan dawet dikim mala xwe, ez dikarim wan hê rind nas bikim û bibihîzim ku ew çawa bûne Şahidên Yehowa.”

17 Pêşengeke ku gelek caran xwendekarên kursên teokratîk ji xwe re kiribûn mêvan, wisa dibêje: “Di serî de, min xem dixwar ji ber ku mala min ne xweşik e û eşya kevin in. Lê belê carekê, pîreka mamosteyê kursê dilê min pir rihet kir. Wê ji min re got ku gava ew tevî zilamê xwe diçe ziyareta civatan, ew carinan li malên nedewlemend dimînin. Lê eger mazûvan mîna wan qîmetê dide xizmeta Yehowa û dixwaze jiyaneke mutewazî bajo, ew pir kêfxweş dibin. Wek diya min digot gava ez zarok bûm: ‘Bila xwarin zebze be, lê bi hezkirinê be!’” (Mtl. 15:17). Belê, eger tu mêvanperweriya xwe bi hezkirinê eyan bikî, tu dikarî bêxem bî!

18, 19. Bi saya mêvanperweriyê, em çawa dikarin probleman hel bikin?

18 Fikrên te der heqê mirovan de: Gelo tu ji xwişk an birayekî aciz dibî? Eger tu tiştekî nekî ku vî halî rast bikî, dibe ku ev fikrên nexweş qet winda nebin. An jî dibe ku kesekî dilê te şikênandiye û tu nikarî vê ji bîr bikî. Tiştên wisa dikarin mêvanperweriya me xera bikin.

19 Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji her kesî re – û ji dijminên xwe re jî – mêvanperwer bin (Methelokên Silêman 25:21, 22 bixwîne). Belê, mêvanperwerî derfetê dide me ku em probleman kêm bikin an jî bi temamî hel bikin. Eger em xwişk an birayekî ji xwe re bikin mêvan, emê karibin sifatên wî yên xweş bibînin, ên ku Yehowa jî dîtibûn gava wî ew kişandiye ser riya rastiyê (Yûh. 6:44). Eger tu kesekî bi hezkirinê dawet bikî, dibe ku hûn bi zeman re bibin hevalên hev. Tu çawa dikarî hezkirina xwe zêde bikî? Filîpî 2:3 wisa dibêje: “Bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire.” Gelo em çawa dikarin vêya bikin? Mesela, dibe ku ew ji aliyê dilsozî, sebir an sifateke din ve ji me xurttir in. Eger em bala xwe bidin sifatên wan ên xweş, emê ji wan zêdetir hez bikin û bixwazin wan ji xwe re bikin mêvan.

DILÊ MAZÛVAN XWEŞ BIKE

Piraniya mazûvanan ji bo mêvanên xwe bi dil û can haziriyê dikin (Li paragrafa 20an binêre)

20. Eger me dawetek qebûl kiribe, gerek em çi bikin?

20 Zebûrbêj Dawid wisa pirsî: “Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te?” (Zeb. 15:1). Piştî vê, Dawid got ku gerek em xwediyê kîjan sifatan bin, da ku Xwedê me qebûl bike. Yek ji wan sifatan ev e ku gerek em sozê xwe xera nekin: “Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê” (Zeb. 15:4). Eger me dawetek qebûl kiribe, gerek em vê dawetê bêsebep îbtal nekin. Dibe ku mazûvan bi dil û can hazirî kiriye, û pir zehmet kişandiye (Met. 5:37). Hinek daweta berê îbtal dikin û daweteke din qebûl dikin. Lê belê kesekî ku ji însanan bi rastî hez dike û qîmetê dide wan, wisa nake. Mazûvan ji bo me çi hazir kiribe jî, gerek em wê teqdîr bikin (Lûqa 10:7). Eger lazim be ku em dawetekê ji bo sebebeke muhîm îbtal bikin, gerek em zû xeberê bidin mazûvan.

21. Kîjan adetên mêvantiyê hene?

21 Wekî din, gerek em qedrê urf û adetan bigirin. Mesela, li hin kulturan, wexta ku mirov dixwaze here mêvantiyê, lazim e ku ji berê de xeberê bide. Li kulturên din, mirov dikare bê xeber here mêvantiyê. Li hin deran, mazûvan xwarinên herî baş didin ber mêvanan. Li hin kulturan, mêvan dest vala naçin mêvantiyê. Li hin deran, heta ku mazûvan israr neke, mêvan dawetê qebûl nake. Welhasil, kultura me çi be jî, bila çi ji destê me tê em wisa bikin ku dilê mazûvan xweş be.

22. Gerek em çima “ji hevdû re mêvanperwer bin”?

22 Petrûs wisa got: “Dawiya her tiştî nêzîk e” (1. Ptr. 4:7). Belê, dawiya dinyayê her ku diçe nêziktir dibe. Em niha li benda tengahiya herî mezin in. Loma em hewceyî hezkirina xwişk û birayên xwe ne. Şîreta Petrûs di rojên me de pir lazim e: “Ji hevdû re mêvanperwer bin” (1. Ptr. 4:9). Belê, mêvanperwerî tiştekî xweş û lazim e!