Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Wêneyên li weşanên Şahidên Yehowa çima Pawlosê şandî wek porweşandî nîşan didin?

Îro tu kes nizane ku Pawlos bi eslê xwe çawa xuya dikir. Wêneyên li weşanên me li gor keşfên arkeologan nehatine çêkirin.

Dîsa jî, me ji berê de qebûl kiriye ku hin îşaret hene ku Pawlos çawa xuya dikir. Mesela, Zion’s Watch Tower a 1 Adar 1902, behsa yek ji wan kiribû: “Pawlos çawa xuya dikir? ‘Karên Pawlos û Teklayê,... ku nêzikî sala 150yî ya P. M. hat nivîsandin, tarîf dike ku Pawlos çawa xuya dikir. Gelek kes bawer dikin ku ev tarîf rast e. Kitêb dibêje ku ew ‘bejnkin, porweşandî, çîpxwar, gir, birûqalind û hebekî pozdirêj’ bû.”

The Oxford Dictionary of the Christian Church (çapa 1997an) der heqê vê kitêba kevnar de wisa dibêje: “Dibe ku di vê kitêbê de hin rastiyên tarîxî hebin.” Aşîkar e ku li sedsalên piştî nivîsandina Karên Pawlos û Teklayê, mirovan pir qîmet dida vê kitêbê, çimkî heta niha, 80 metnên bi zimanê Yewnanî û çend wergerên bi zimanên din jî hatine dîtin. Ji ber vê yekê, wêneyên Pawlos, ên ku li weşanên me hene, bi çavkaniyên kevnar ve hevgirtî ne.

Gelo ji bo me muhîm e ku Pawlos çawa xuya dikir? Na. Wexta ku Pawlos hê dijiya hinekan der heqê wî de wisa got: “Dîtina şexsê wî qels û peyivîna wî ne tiştek e” (2. Kor. 10:10). Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku Pawlos çawa hat hilbijartin. Îsa, bi mucîzeyekê ji wî re daxuyanî bûbû. Wekî din, Îsa ji bo wî wisa got: “Ew ji bo min hacetekî bijartî ye, da ku navê min bigihîne ber miletan” (Kar. 9:3-5, 15; 22:6-8). Bi ser de, em niha ji kitêbên Nivîsarên Pîroz, ên ku Pawlos bi îlhama Xwedê nivîsandiye, pir feyde dibînin.

Pawlos li ser tiştên ku wî berî ku ew bû şagirtê Îsa kiribûn, pesnê xwe nedida, û wî xwe tarîf nedikir (Kar. 26:4, 5; Flp. 3:4-6). Wî wisa got: “Ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin” (1. Kor. 15:9). Wekî din, wî wisa nivîsî: “Bi ser ku ez di nav hemû pîrozan de yê herî kêm im jî, ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez Mizgîniya dewlemendiya Mesîh a ku nayê salixdan ji miletan re bidim” (Ef. 3:8). Ev mizgîn bêguman ji vêya muhîmtir e ku Pawlos çawa xuya dikir!