Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 12

Bi Saya Hezkirinê li hemberî Nefretê Sebir Bike

Bi Saya Hezkirinê li hemberî Nefretê Sebir Bike

“Emrê min ji bo we ev e: Ji hevdû hez bikin. Eger dinya ji we nefret bike, bizanin ku beriya we, ji min nefret kiriye” (YÛHENNA 15:17, 18).

KILAM 129 Em Hewceyî Sebrê ne

PÊŞGOTIN a

1. Li gor Metta 24:9, gerek em çima şaş nemînin eger mirov ji me nefret bikin?

 YEHOWA em wisa xuliqandine ku em ji însanan hez bikin û bixwazin ku ew jî ji me hez bikin. Loma, gava ku kesek ji me nefret dike, em aciz dibin û belkî jî ditirsin. Mesela, xwişkeke bi navê Georgina b, ya ku li Ewropayê dijî, wisa dibêje: “Gava ez 14 salî bûm, diya min ji min nefret dikir ji ber ku min ji Yehowa hez dikir. Ez pir xemgîn bûm, û ez difikirîm ku belkî ez însanekî baş nînim.” Birayekî bi navê Danîlo wisa dinivîse: “Gava leşkeran seba baweriya min li min dixist, çêrî min dikir û ez tehdîd dikirim, ez ditirsiyam û bêzar bûm.” Belê, em seba nefretê aciz dibin, lê em şaş namînin, çimkî Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku mirov wê ji me nefret bikin (Metta 24:9 bixwîne).

2-3. Mirov ji şagirtên Îsa Mesîh çima nefret dikin?

2 Dinya ji şagirtên Îsa Mesîh nefret dike. Gelo çima? Çimkî wek Îsa Mesîh, em “ne ji dinyayê ne” (Yûhenna 15:17-19). Loma, em her çi qas qedrê hikumetên dinyayê digirin jî, em ji wan re û ji sembolên ku wan temsîl dikin re îbadetê nakin. Em tenê ji Yehowa Xwedê re îbadetê dikin, û em qebûl dikin ku heqê Xwedê heye ku li ser dinyayê hikum bajo. Lê belê, Îblîs û zuriyeta wî serweriya Xwedê qebûl nakin (1. Mûsa 3:1-5, 15). Em ji mirovan re dibêjin ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare problemên dinyayê safî bike û ku di demeke nêzik de, ev Padîşahî wê hemû dijminên xwe helak bike (Danîêl 2:44; Peyxam 19:19-21). Ev xeber ji bo mirovên dilnizm mizgîn e, lê ji bo xeraban şîn e (Zebûr 37:10, 11).

3 Wekî din, hin kes ji me nefret dikin ji ber ku em li gor qanûnên Xwedê dijîn. Ev qanûn ji nêrînên dinyayê yên li ser exlaqê pir cuda ne. Îro, gelek kes difikirin ku bêexlaqiya cinsî tiştekî normal e. Ew ji bîr dikin ku Xwedê bajarên Sodom û Gomorayê seba bêexlaqiya wisa wêran kiribûn (Cihûda 7). Ji ber ku em guh didin Kitêba Pîroz, a ku bêexlaqiya cinsî qedexe dike, gelek kes qerfên xwe bi me dikin û dibêjin ku nêrîna me teng e (1. Petrûs 4:3, 4).

4. Gava mirov ji me nefret dikin, kîjan sifet dikarin qewetê bidin me?

4 Gava mirov ji me nefret dikin û heqaretê li me dikin, gelo çi dikare alî me bike ku em sebir bikin? Gerek em qayim bawer bikin ku Yehowa wê alî me bike. Wek mertalekî, baweriya me dikare ‘hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin’ (Efesî 6:16). Lê belê, ji xeynî baweriyê, hezkirin jî pir muhîm e. Gelo çima? Çimkî hezkirin “hêrs nabe”, lê li hemberî xerabiyê sebir dike (1. Korîntî 13:4-7, 13). Niha emê bibînin ku hezkirina Yehowa, hezkirina xwişk û birayan û heta hezkirina dijminan çawa dikare alî me bike ku em li hemberî nefretê sebir bikin.

JI YEHOWA HEZ BIKE

5. Ji ber ku Îsa Mesîh ji Bavê xwe hez dikir, ew hazir bû ku çi bike?

5 Li şeva berî ku Îsa Mesîh ji aliyên dijminên xwe ve hat kuştin, wî ji şagirtên xwe yên dilsoz re wisa got: “Ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min ez wisa dikim” (Yûhenna 14:31). Ji ber ku Îsa Mesîh ji Yehowa hez dikir, ew hazir bû ku li hemberî tengasiyan sebir bike. Eger em ji Yehowa hez bikin, emê jî hazir bin ku li hemberî tengasiyan ragirin.

6. Li gor Romayî 5:3-5, xizmetkarên Xwedê li nefreta dinyayê çawa dinêrin?

6 Belê, hezkirina Xwedê her tim alî xizmetkarên Yehowa kiriye ku ew li hemberî zilmê sebir bikin. Mesela, gava dîwana bilind a Cihûyan ji şandiyên Îsa Mesîh re emir da ku bila ew dev ji belavkirina mizgînê berdin, wan got ku gerek ew “ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin”, çimkî wan ji Xwedê hez dikir (Karên Şandiyan 5:29; 1. Yûhenna 5:3). Îro jî, hezkirina Xwedê qewetê dide xwişk û birayên me. Gava ew ji aliyê dewletê ve zilm û zordariyê dibînin, ew cesareta xwe winda nakin; dinya ji wan her çi qas nefret bike jî, ew dilşadiya xwe winda nakin (Karên Şandiyan 5:41; Romayî 5:3-5 bixwîne).

7. Eger merivên me muxalefetê li me bikin, gerek em çi bikin?

7 Muxalefeta malbatê tiştekî pir zor e. Gava em dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz dikin, hin merivên me belkî difikirin ku em tên xapandin yan ku me aqlê xwe winda kiriye (li Marqos 3:21 jî binêre). Dibe ku ew li me zordariyê jî bikin. Eger tiştekî wisa bê serê me, gerek em şaş nemînin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Dijminê mirov wê maliyên mala wî bi xwe bin” (Metta 10:36). Eger merivên me me wek dijminên xwe bibînin jî, em wan helbet wek dijminên xwe nabînin. Her ku em ji Yehowa zêdetir hez dikin, emê ji însanan jî zêdetir hez bikin (Metta 22:37-39). Dîsa jî, emê qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz tu caran binpê nekin ji bo ku kesên din ji me razî bin.

Eger em heta wextekê tengasiyê bikişînin jî, Yehowa wê her tim teselî û qewetê bide me (Li paragrafên 8 heta 10an binêre)

8-9. Çi alî Georginayê dikir ku ew li gel muxalefeta giran dilsoz bimîne?

8 Xwişka me Georgina li gel muxalefeta diya xwe dilsoz ma. Ew wisa dibêje: “Ez û diya min, me bi hev re bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kiribû. Lê belê, şeş meh bi şûn de, gava min dixwest herim civînan, diya min fikra xwe guhert. Min tê derxist ku wê bi dijminên rastiyê re xeber dida, çimkî ew wek wan dipeyivî. Wekî din, wê li min heqaret dikir, porê min dirûçikand, dest diavêt qirika min û ez difetisandim, û weşanên min diavêtin çopê. Gava ez 15 salî bûm, ez hatim binavkirin. Ji bo ku ez dev ji xizmeta Yehowa berdim, diya min ez şandim maleke ji bo parastina ciwanan. Hin keçikên ku li wê derê diman narkotîk bi kar dianîn û bêqanûnîtî dikir. Muxalefeta kesekî ku gerek ji te hez bike û te xwedî bike bi rastî jî tiştekî pir xerab e.”

9 Gelo Georgina çawa dilsoz ma? Ew wisa dibêje: “Roja ku diya min dest bi muxalefetê kir, min xwendina temamiya Kitêba Pîroz nû xelas kiribû. Ez êdî ji sedî sed bawer bûm ku riya rast ev e, û min xwe pir nêzikî Yehowa hîs dikir. Min gelek caran ji wî re dua dikir, û wî duayên min dibihîstin. Gava ez li mala ciwanan dijiyam, xwişkekê ez gazî mala xwe dikirim, û me Kitêba Pîroz bi hev re lêkolîn dikir. Wekî din, xwişk û birayên li Salona Îbadetê jî cesaret dida min. Wan ez wek para malbata xwe didîtim. Min rasterast didît ku Yehowa ji hemû muxalifên me qewîtir e.”

10. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê çi bike?

10 Pawlosê şandî nivîsîbû ku tu tişt nikare “me ji hezkirina Xwedê ya ku bi Xudanê me Mesîh Îsa ye, veqetîne” (Romayî 8:38, 39). Eger em heta wextekê tengasiyê bikişînin jî, Yehowa wê her tim teselî û qewetê bide me. Bi ser de, wek serpêhatiya Georginayê nîşan dide, Yehowa bi destê xwişk û birayan alî me dike.

JI XWIŞK Û BIRAYAN HEZ BIKE

11. Li Yûhenna 15:12, 13, Îsa Mesîh çima emir da şagirtên xwe ku bila ew ji hevdû hez bikin?

11 Li şeva berî mirina xwe, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re emir da ku bila ew ji hevdû hez bikin (Yûhenna 15:12, 13 bixwîne). Wî dizanibû ku hezkirina fedakar wê alî wan bike ku ew yekîtiya di nav xwe de biparêzin û li hemberî nefreta dinyayê sebir bikin. Mesela, serpêhatiya civata Selanîkê bîne ber çavê xwe. Ji roja ku civat hatibû sazkirin û pê ve, xwişk û birayên li Selanîkê rastî zilmê dihatin. Dîsa jî, ew ji aliyê dilrastî û hezkirinê ve ji kesên din re bûn emsal (1. Selanîkî 1:3, 6, 7). Pawlosê şandî ew teşwîq dikirin ku ji aliyê hezkirinê ve “hê bêtir pêşve herin” (1. Selanîkî 4:9, 10). Bi saya hezkirinê, wanê bikaribûya teselî bidaya kesên dilteng û destek bidaya kesên sist (1. Selanîkî 5:14). Eşkere ye ku wan guh da rêberiya Pawlos, çimkî salek bi şûn de, wî di nameya xwe ya diduyan de ji wan re wisa got: “Hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe” (2. Selanîkî 1:3-5). Belê, hezkirina wan alî wan dikir ku ew li hemberî zilm û zehmetan sebir bikin.

Hezkirin dikare alî me bike ku em li hemberî nefretê sebir bikin (Li paragrafa 12an binêre) c

12. Li welatekî ku li wê derê şer hebû, xwişk û birayan çawa nîşan da ku ew ji hevdû hez dikin?

12 Serpêhatiya Danîlo û pîreka wî bîne ber çavê xwe. Gava li welatê wan şer dest pê kir û li ser bajarê wan jî bandor kir, wan dîsa jî dev ji civînan berneda, û wan çi ji destê wan dihat kir ku mizgînê belav bikin. Wekî din, wan xwarina ku ba wan hebû bi xwişk û birayan parve dikir. Rojekê, çekdar hatin ba Danîlo. Ew wisa dibêje: “Wan dixwest ku ez dev ji baweriya xwe berdim. Gava min daxwaza wan red kir, wan li min xist û çekên xwe li ser min kişandin, lê gule avêtin hewayê. Paşê, wan got ku ewê vegerin û li pîreka min xerabiyê bikin. Lê belê, xwişk û birayan em zû li trenê siwar kirin û em şandin bajarekî din. Ezê hezkirina wan xwişk û birayên hêja tu caran ji bîr nekim. Gava em gihîştin bajarê din, xwişk û birayên herêmî xwarin da me û alî min kir ku ez ji xwe re îşekî û malekê bibînim. Bi saya vê, me dikaribû Şahidên din, ên ku ji şer direviyan, li mala xwe bikin mêvan.” Serpêhatiyên wisa nîşan didin ku hezkirina xwişk û birayan dikare alî me bike ku em li hemberî nefretê sebir bikin.

JI DIJMINÊN XWE HEZ BIKE

13. Eger mirov ji me nefret bikin jî, ruhê pîroz çawa alî me dike ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin?

13 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew ji dijminên xwe hez bikin (Metta 5:44, 45). Gelo hêsan e ku mirov ji dijminên xwe hez bike? Helbet na! Lê belê, bi alîkariya ruhê pîroz, ev yek mumkin e! Di nav “berê Ruh” de sifetên wek hezkirin, sebir, dilovanî, sernermî û xwegirtin hene (Galatî 5:22, 23). Ev sifet alî me dikin ku em li hemberî nefretê sebir bikin. Gelek muxalifan seba van sifetên xweş ên zilam, pîrek, zarok yan cîranê xwe dev ji muxalefetê berdaye. Bi ser de, gelek muxalif bi zeman re bûne xwişk û birayên me. Loma, eger li te zor tê ku ji muxalifan hez bikî, dua bike ku Yehowa ruhê pîroz bide te (Lûqa 11:13). Ji sedî sed bawer be ku riya Xwedê her tim riya herî baş e (Methelokên Silêman 3:5-7).

14-15. Gotinên Romayî 12:17-21 çawa alî Yasmînê dikir ku ew hezkirina xwe ji zilamê xwe re nîşan bide?

14 Serpêhatiya xwişka me Yasmîn, a ku li Rojhilata Navîn dijî, bîne ber çavê xwe. Gava Yasmîn bû Şahida Yehowa, zilamê wê difikirî ku ew hatiye xapandin, û wî dixwest ji wê re bibe asteng, da ku ew ji Yehowa re xizmet neke. Wî heqaret li wê dikir û ji merivên xwe re, ji alimekî dînî re û ji sêrbazekî re got ku bila ew wê tehdîd bikin û ji wê re bibêjin ku malbata wê seba baweriya wê xera dibe. Bi ser de, zilamê wê carekê li dema civînê çêrî xwişk û birayan kir. Yasmîn seba vê zilmê gelek caran giriya.

15 Li Salona Îbadetê, xwişk û birayan teselî û cesaret dida Yasmînê. Rîspiyan ew teşwîq dikir ku ew li gor Romayî 12:17-21 hereket bike (bixwîne). Yasmîn wisa dibêje: “Pir zor bû, lê min ji Yehowa alîkarî xwest û xîret dikir ku li gor Kitêba Pîroz hereket bikim. Loma, gava zilamê min ax avêt mutbexê ku min bibehicîne, min paqij kir. Gava wî heqaret li min dikir, min bi sernermî cewab dida. Û gava ew nexweş ket, min lê nêrî.”

Eger em nîşan bidin ku em ji muxalifên xwe hez dikin, ewê belkî fikra xwe biguherînin (Li paragrafên 16 û 17an binêre) d

16-17. Tu ji serpêhatiya Yasmînê çi hîn bûyî?

16 Hezkirina ku Yasmînê ji zilamê xwe re nîşan dida ne badîhewa bû. Xwişka me wisa dibêje: “Zilamê min her ku diçû zêdetir îtibara xwe bi min dianî, çimkî wî dizanibû ku ez tu caran derewan nakim. Gava em di heqê dîn de dipeyivîn, wî êdî guh dida min, û wî dev ji şerkirinê berda. Niha ew îznê dide ku ez herim civînan. Êdî hizûr ketiye mala me, û em bi rastî bextewar in. Hêviya min ev e ku zilamê min wê rojekê dilê xwe ji bo rastiyê veke û bi min re ji Yehowa re xizmet bike.”

17 Serpêhatiya Yasmînê nîşan dide ku hezkirin “bîhna xwe di her tiştî de fireh dike, ... hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike” (1. Korîntî 13:4, 7). Belê, nefret dikare xurt û zalim be, lê hezkirin xurttir e. Hezkirin dilê mirovan nerm dike û dilê Yehowa şa dike. Eger muxalif dev ji nefreta xwe bernedin, em dîsa jî dikarin dilşad bin. Gelo çawa?

LI GEL NEFRETÊ DILŞAD BE

18. Gava mirov ji me nefret dikin, em çima dikarin dîsa jî dilşad bin?

18 Îsa Mesîh gotibû ku eger mirov ji me nefret bikin jî, em dikarin dilşad bin (Lûqa 6:22). Em helbet ji nefretê kêfê nastînin. Armanca me ne ev e ku em bibin şehîd. Loma, em çima dikarin li gel nefretê dilşad bin? Ji bo sê sebeban: A yekê, gava em sebir dikin, Xwedê ji me razî dibe (1. Petrûs 4:13, 14). A diduyan, baweriya me kûrtir û xurttir dibe (1. Petrûs 1:7). Û ya sisêyan, emê xelateke bêemsal bistînin – jiyana bêdawî! (Romayî 2:6, 7).

19. Piştî ku şandiyên Îsa Mesîh hatibûn dayîn ber qamçiyan, ew çima dilşad bûn?

19 Demeke kin piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, gotinên wî hatin cih. Cihûyan şandiyên Îsa Mesîh dan ber qamçiyan û ji wan re emir da ku ew dev ji belavkirina mizgînê berdin. Dîsa jî, şandiyên Îsa Mesîh dilşad bûn ji ber ku “ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin” (Karên Şandiyan 5:40-42). Wan ji Îsa Mesîh ew qas hez dikir ku ew ji dijminan neditirsiyan. Seba vê hezkirinê, wan dev ji belavkirina mizgînê berneda. Îro, gelek xwişk û birayên me li gel zehmetan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin. Ew dizanin ku Yehowa keda wan û hezkirina ku wan ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr nake (Îbranî 6:10).

20. Li meqaleya din, emê di heqê çi de xeber bidin?

20 Heta dawiya vê sîstema xerab, dinya wê ji me nefret bike (Yûhenna 15:19). Dîsa jî, ne lazim e ku em bitirsin. Wek emê li meqaleya din bibînin, Yehowa wê xizmetkarên xwe yên dilsoz “qayîm bike û ji yê Xerab biparêze” (2. Selanîkî 3:3). Loma, bila em bi dewamî ji Yehowa, ji xwişk û birayan, û heta ji dijminên xwe jî hez bikin. Eger em guh bidin vê şîretê, yekîtiya me wê xera nebe û dostaniya me ya bi Yehowa re wê xurt bimîne. Wekî din, emê hurmet û rûmetê bidin Yehowa, û emê îsbat bikin ku hezkirin ji nefretê qewîtir e.

KILAM 106 Hezkirinê bi Pêş Bixe

a Li vê meqaleyê, emê bibînin ku hezkirina Yehowa, hezkirina xwişk û birayan û heta hezkirina dijminan çawa dikare alî me bike ku em li hemberî nefreta dinyayê sebir bikin. Wekî din, emê bibînin ku Îsa Mesîh çima gotibû ku eger mirov ji me nefret bikin jî, em dikarin dilşad bin.

b Navên li vê meqaleyê hatine guhertin.

c RESIM: Piştî ku leşkeran birayê me Danîlo tehdîd kir, xwişk û birayan alî wî û pîreka wî kirin ku ew derbasî bajarekî din bibin, û xwişk û birayên li wê derê jî bi dilgermî alî wan kir.

d RESIM: Gava zilamê Yasmînê muxalefet lê dikir, rîspiyên civatê şîretên baş dan wê. Xwişka me wezîfeyên xwe bi awayekî baş dianîn cih, û gava zilamê wê nexweş ket, wê lê nêrî.