Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gerek em sepanên ji bo şandin û standina mesajan çima bi hîkmet bi kar bînin?

Hin şagirtên Îsa Mesîh bi alîkariya teknolojiya modern bi merivên xwe re û bi xwişk û birayan re xeber didin. Gava em teknolojiya modern bi kar tînin, wê baş be ku ew vê şîretê ji bîr nekin: “Kesê baqil dema xeterê dibîne, xwe vedişêre; lê yê çavzîq jî xwe davêje pêşiyê û dixesire” (Methelokên Silêman 27:12).

Em şa ne ku Yehowa dixwaze me biparêze. Ji ber vê yekê, em bi kesên ku yekîtiya me xera dikin, bi kesên ku ji civatê hatine derxistin yan bi kesên ku fikrên şaş belav dikin re hevaltiyê nakin (Romayî 16:17; 1. Korîntî 5:11; 2. Yûhenna 10, 11). Di civatê de, hal û hereketên hin kesan belkî “birûmet” nînin (2. Tîmotêyos 2:20, 21). Gava em ji xwe re hevalan hildibijêrin, em bala xwe didin van tiştan. Lê belê, gava em sepanên sohbetkirinê bi kar tînin, hêsan nîne ku em fehm bikin ku kî hevalekî baş e.

Li hin komên ku ji bo sohbetkirinê tên sazkirin, bi sedan yan bi hezaran kes hene. Lê belê, hin talûkeyên komên mezin hene. Ma mirov çawa dikare di komeke ew qas mezin de tê derxe ku kî hevalekî baş e û kî na? Di komên wisa de, mirov nikare her kesî yek bi yek nas bike û bizanibe ka baweriya wan saxlem e yan na. Zebûr 26:4 wisa dibêje: “Rûneniştim ez li ba derewkaran, û min neda pey durûyan.” Ma ev ayet nîşan nade ku gerek em tenê bi kesên ku em şexsen nas dikin re bikevin îrtibatê?

Eger koma sohbetkirinê biçûk be jî, gerek em hay ji xwe hebin ku em di heqê çi de xeber didin û wexta xwe çawa xerc dikin. Gerek em nefikirin ku mijar her çi be jî û sohbet çi qas dirêj be jî, em mecbûr in ku cewabê bidin her kesî. Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re gotibû ku hin kes “dibin pirrbêj, pozê xwe dixin xebata yên din û tiştên ku nayên gotin dibêjin” (1. Tîmotêyos 5:13). Îro, hin kes vêya bi navgîniya metodên elektronîk dikin.

Şagirtên gihîştî di heqê xwişk û birayên xwe de tiştên xerab nabêjin û melûmatên xisûsî belav nakin (Zebûr 15:3; Methelokên Silêman 20:19). Wekî din, ew guh nadin xeberên neîsbatkirî, û ew xeberên wisa belav nakin (Efesî 4:25). Xwarina ruhî û xeberên saxlem, ên ku em bi destê malpera jw.org û bernameyên JW Broadcasting® distînin, têra me dikin.

Hin xwişk û bira bi navgîniya sepanên sohbetkirinê hin tiştan dikirin yan difroşin, reklaman diweşînin yan îş teklîf dikin. Mijarên wisa, mijarên ticarî ne, ne mijarên teokratîk in. Madem ku em dixwazin xwe “ji hezkirina peran” dûr bixin, emê biratiya xwe ji bo armancên ticarî bi kar neynin (Îbranî 13:5).

Gelo em dikarin bi destê sepanên sohbetkirinê ji bo xwişk û birayên hewcedar yan ji bo alîkarîkirina piştî felaketan pereyan top bikin? Em helbet hazir in ku alî hevdû bikin û hevdû teşwîq bikin (Aqûb 2:15, 16). Lê belê, civat yan Beytel ji me baştir dizanin ku çi cure alîkarî lazim e û gerek ev alîkarî çawa bê dayîn. Loma, em naxwazin bi destê komên sohbetkirinê ji îşê wan re bibin asteng (1. Tîmotêyos 5:3, 4, 9, 10, 16). Wekî din, em naxwazin ku mirovên din bifikirin ku em bi xisûsî hatine hilbijartin ku miyên Xwedê xwedî bikin.

Em dixwazin “her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin” (1. Korîntî 10:31). Loma, sepanên sohbetkirinê û teknolojiyên din bi hîkmet bi kar bîne!