Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 10

“Şexsiyeta Kevn” ji Xwe Bike

“Şexsiyeta Kevn” ji Xwe Bike

“Şexsiyeta kevn û kirinên wê ji xwe bikin” (KOLOSÎ 3:9, NWT).

KILAM 29 Em Dixwazin Hêjayî Navê Xwe Bin

PÊŞGOTIN *

1. Berî ku te dest bi kursa Kitêba Pîroz kiribû, jiyana te çawa bû?

 BERÎ ku te bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kiribû, jiyana te çawa bû? Belkî tu naxwazî jiyana xwe ya berê bînî bîra xwe jî. Bi îhtimaleke mezin, fikir û nêrînên vê dinyayê li ser şexsiyet û nêrînên te bandor dikir. Halê me gelekan wisa bû. Em “li dinyayê bê hêvî û bê Xwedê bûn” (Efesî 2:12). Lê belê, bi saya kursa Kitêba Pîroz, her tişt guherî!

2. Gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, te çi fehm kir?

2 Gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, te dît ku Bavê teyî ezmanî ji te pir hez dike. Te fehm kir ku ji bo ku tu Yehowa razî bikî û bikevî malbata xizmetkarên wî, lazim e ku tu jiyan, nêrîn û fikrên xwe biguherînî û li gor qanûnên wî bijî (Efesî 5:3-5).

3. Li gor Kolosî 3:9, 10, Yehowa dixwaze ku em çi bikin, û li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

3 Yehowa Bavê meyî ezmanî ye. Wî em xuliqandine, loma heqê wî heye ku ji bo me qanûn û qaîdeyan deyne. Berî ku em bin av bibin, lazim e ku em li gor van gotinan bikin: “Ji hevdû re derewan nekin. Şexsiyeta kevn û kirinên wê ji xwe bikin û şexsiyeta nû, ya ku bi destê zanîna tam li gor sûretê yê ku ew xuliqandiye tê nûkirin, li xwe bikin” * (Kolosî 3:9, 10, NWT). Ev meqale wê alî kesên ku dixwazin bin av bibin bike ku ew cewaba van sê pirsan bidin: (1) “Şexsiyeta kevn” çi ye? (2) Yehowa çima dixwaze ku em “şexsiyeta kevn” ji xwe bikin? (3) Em çawa dikarin vêya bikin? Eger em jixwe binavbûyî ne, ev meqale wê alî me bike ku em xwe ji xisûsiyetên “şexsiyeta kevn” dûr bigirin.

“ŞEXSIYETA KEVN” ÇI YE?

4. “Şexsiyeta kevn” çawa li ser mirovan bandor dike?

4 Piraniya kesên ku di bin kontrola “şexsiyeta kevn” de ne li gor xwestekên nefsê difikirin û hereket dikin. Ew gelek caran xwehez, hêrsok, nankor û qure ne. Belkî ew ji pornografiyê yan ji fîlmên bêexlaq û zordar hez dikin. Ba wan bê şik hin xisûsiyetên baş jî hene, û belkî ew xwe seba gotin û kirinên xwe yên xerab sûcdar dikin. Lê belê, îradeya wan sist e, loma ew nikarin hal û hereketên xwe biguherînin (Galatî 5:19-21; 2. Tîmotêyos 3:2-5).

Gava em “şexsiyeta kevn” ji xwe dikin, em ji bindestiya nefsê difilitin (Li paragrafa 5an binêre) *

5. Gelo em dikarin “şexsiyeta kevn” bi temamî ji xwe bikin? (Karên Şandiyan 3:19)

5 Ji ber ku em qisûrdar in, em nikarin fikir û xwestekên xerab bi temamî ji hiş û dilê xwe derxin. Carinan, em seba tiştekî ku me gotiye yan kiriye poşman dibin (Yêremya 17:9; Aqûb 3:2). Lê belê, wexta ku em “şexsiyeta kevn” ji xwe dikin, em ji bindestiya xwestekên nefsê derdikevin, û şexsiyeta me diguhere (Îşaya 55:7; Karên Şandiyan 3:19 bixwîne).

6. Yehowa çima dixwaze ku em dev ji fikir û adetên “şexsiyeta kevn” berdin?

6 Ji ber ku Yehowa ji me pir hez dike û dixwaze ku em ji jiyanê kêfê bistînin, ew ji me re dibêje ku bila em dev ji fikir û adetên xerab berdin (Îşaya 48:17, 18). Ew dizane ku kesên ku dikevin ber bayê xwestekên xerab zerarê didin xwe û kesên din, û ev yek dilê wî diêşîne.

7. Li gor Romayî 12:1, 2, gerek em çi qerarê bidin?

7 Gava em xîret dikin ku şexsiyeta xwe biguherînin, dibe ku hin meriv û hevalên me qerfên xwe bi me bikin (1. Petrûs 4:3, 4). Dibe ku ew bibêjin ku bila em li gor dilê xwe bijîn û îznê nedin ku kesên din li ser qerarên me tesîr bikin. Lê belê, kesên ku qanûnên Yehowa red dikin bi rastî azad nînin. Bi eslê xwe, ew dikevin bin kontrola dinyaya Îblîs (Romayî 12:1, 2 bixwîne). Loma, li ber me du rê hene: Em dikarin “şexsiyeta kevn”, a ku di bin bandora guneh û dinyaya Îblîs de ye, xwedî bikin yan jî îznê bidin ku Yehowa me biguherîne û alî me bike ku em bibin mirovên baştir (Îşaya 64:8).

EM ÇAWA DIKARIN “ŞEXSIYETA KEVN” JI XWE BIKIN?

8. Çi dikare alî me bike ku em dev ji fikrên şaş û adetên xerab berdin?

8 Yehowa dizane ku ji me re wext û xîret lazim e ku em dev ji fikrên şaş û adetên xerab berdin (Zebûr 103:13, 14). Lê belê, bi destê Peyva xwe, ruhê xwe û teşkîlata xwe, Yehowa hîkmet, qewet û destekê dide me, da ku em xwe biguherînin. Bê şik, te jixwe ji alîkariya Yehowa feyde dîtiye. Ka bibîne ku tu dikarî kîjan gavên din bavêjî ji bo ku tu “şexsiyeta kevn” ji xwe bikî û ji bo binavbûnê hazir bî.

9. Peyva Xwedê çawa dikare alî te bike?

9 Xwe bi alîkariya Kitêba Pîroz rind analîz bike. Peyva Xwedê dişibe neynikekê. Ew dikare alî te bike ku tu fikir, gotin û hereketên xwe analîz bikî (Aqûb 1:22-25). Di vî warî de, mamosteyê te û xwişk û birayên bitecrûbe dikarin alî te bikin. Mesela, bi destê Nivîsarên Pîroz, ew dikarin alî te bikin ku tu fehm bikî ku tu di çi de qewî yî û di çi de sist î. Ew dikarin rêyî te bidin ku tu çawa dikarî di weşanên Şahidên Yehowa de tewsiyeyên bifeyde bibînî, yên ku wê alî te bikin ku tu dev ji adetên xerab berdî. Wekî din, Yehowa her tim hazir e ku were hawara te. Ew rind dizane ku çawa alî te bike, çimkî ew dizane ku di dilê te de çi heye (Methelokên Silêman 14:10; 15:11). Loma, roj bi roj dua bike û Peyva Xwedê lêkolîn bike.

10. Tu ji serpêhatiya Elie çi hîn dibî?

10 Bawer be ku qanûnên Yehowa, qanûnên herî baş in. Hemû qanûn û şîretên Yehowa ji bo xêra me ne. Kesên ku li gor qanûnên wî dijîn xwebawerî, jiyaneke bimane û dilşadiya rastîn bi dest dixin (Zebûr 19:7-11). Ji aliyê din ve, kesên ku guh nadin qanûnên Yehowa, lê li gor xwestekên nefsê dijîn, serê xwe dixin belayê. Ka binêre ku zilamekî bi navê Elie di heqê redkirina qanûnên Yehowa de çi dibêje. Dê û bavê wî ji Yehowa hez dikir û ew li riya rastiyê mezin dikir. Lê gava Elie ciwan bû, ew ket ber bayê hevalên xerab û ji rê derket. Wî narkotîk bi kar dianîn, bêexlaqî dikir û dizî dikir. Elie her ku diçû dibû yekî behicî û zalim. Ew dibêje: “Min hemû tiştên ku gerek şagirtên Îsa Mesîh nekin, dikirin.” Dîsa jî, Elie tiştên ku ew di zaroktiya xwe de çi hîn bûbû, ji bîr nekiribûn. Bi zeman re, wî dîsa dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Wî pir hewl da ku dev ji adetên xerab berde, û di sala 2000î de, ew bin av bû. Gelo wî ji pêkanîna qanûnên Yehowa çawa feyde dîtiye? Elie dibêje: “Hizûr ketiye dilê min, û wijdanê min rihet e.” * Çawa ku ev serpêhatî nîşan dide, kesên ku qanûnên Yehowa red dikin zerarê didin xwe. Lê belê, Yehowa hazir e ku alî wan bike ku ew xwe biguherînin.

11. Yehowa ji çi nefret dike?

11 Ji tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, nefret bike (Zebûr 97:10). Li gor Kitêba Pîroz, Yehowa ji ‘çavên bi xirûr, zimanê derewîn û destên ku xwîna bêsûcan dirijînin’ nefret dike (Methelokên Silêman 6:16, 17). Wekî din, ew ji “zilamê xwîndar û hîlekar” dikerihe (Zebûr 5:6). Li rojên Nûh, Yehowa hemû însanên xerab ji holê rakirin ji ber ku wan rûyê erdê bi zilm û zordariyê ve tije kiribû (1. Mûsa 6:13). Wekî din, Yehowa bi destê Maleyaxî pêxember gotibû ku ew ji kesên ku jina xwe bi xayîntî berdidin nefret dike. Xwedê îbadeta kesên wisa qebûl nake, û ewê wan dîwan bike (Maleyaxî 2:13-16; Îbranî 13:4).

Çawa ku em ji xwarina genî dikerihin, gerek em ji tiştên ku di çavê Yehowa de xerab in ew qas nefret bikin (Li paragrafên 11 û 12an binêre)

12. Ev yek ku gerek em “ji xerabiyê bikerihin” tê çi maneyê?

12 Yehowa dixwaze ku em “ji xerabiyê bikerihin” (Romayî 12:9, KP). Peyva “kerihîn” tê maneya “jê çûn” yan “nefret kirin”. Gava bêhna xwarineke genî dikeve pozê me, dilê me li hev dikeve û em dixwazin jê birevin, ne wisa ye? Mîna vê, gerek em ji tiştên ku di çavê Yehowa de xerab in nefret bikin û xwe ji wan dûr bigirin.

13. Çima muhîm e ku em hişê xwe biparêzin?

13 Hişê xwe biparêze. Fikrên me li ser hereketên me bandor dikin. Loma, Îsa Mesîh gotibû ku gerek em fikrên xerab, ên ku dikarin bibin sebeba gunehên giran, ji hişê xwe derxin (Metta 5:21, 22, 28, 29). Madem ku em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmanî şa bikin, pir muhîm e ku em hişê xwe ji fikrên xerab biparêzin.

14. Xeberdana me çi nîşan dide, û gerek em li ser kîjan pirsan bifikirin?

14 Zimanê xwe kontrol bike. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên” (Metta 15:18). Belê, xeberdana me nîşan dide ku di hundirê dilê me de çi heye. Ji xwe bipirse: “Her çi qas zor be jî, gelo ez her tim rastiyê dibêjim? Eger ez zewicî me, gelo ez xwe ji flortkirina bi kesên din re dûr digirim? Gelo ez ji xeberdana bêexlaq direvim? Gava kesek dilê min diêşîne, gelo ez dîsa jî bi awayekî sakîn cewabê didimê?” Wê baş be ku tu li ser van pirsan bifikirî. Xeberdana xerab dişibe bişkokên ku kincan bi hev ve girêdidin. Gava em bişkokan vedikin, li me hêsantir tê ku em kincên xwe ji xwe bikin. Mîna vê, eger tu xîret bikî ku dev ji derewkirin û xeberdana sert û bêexlaq berdî, wê li te hêsantir bê ku tu “şexsiyeta kevn” ji xwe bikî.

15. Em çawa dikarin “şexsiyeta kevn” li ser stûnê mix bikin?

15 Hazir be ku xwe biguherînî. Pawlosê şandî bi destê mîsaleke tesîrdar nîşan da ku gerek em jiyana xwe çawa biguherînin. Wî got ku gerek em ‘şexsiyeta kevn li ser stûnê mix bikin’ (Romayî 6:6, NWT). Îsa Mesîh hazir bû ku li ser stûnê bê mixkirin, da ku daxwaza Yehowa bê cih. Mîna wî, gerek em jî hazir bin ku li gor daxwaza Yehowa hereket bikin. Ji bo vê, gerek em dev ji hemû fikir û kirinên ku Yehowa ji wan nefret dike, berdin, da ku wijdanê me paqij be û riya jiyana herheyî li ber me vebe (Yûhenna 17:3; 1. Petrûs 3:21). Yehowa wê qanûnên xwe neguherîne ku me razî bike. Lazim e ku em xwe biguherînin û li gor qanûnên wî bijîn (Îşaya 1:16-18; 55:9).

16. Çima muhîm e ku em bi dewamî bi xwestekên nefsê re micadele bikin?

16 Bi dewamî bi xwestekên nefsê re micadele bike. Piştî binavbûnê jî, wê lazim be ku tu bi dewamî bi xwestekên nefsê re micadele bikî. Ka bala xwe bide serpêhatiya zilamekî bi navê Maurício. Ji xortaniya xwe ve, ew bi mêran re radiket. Paşê, ew rastî Şahidên Yehowa hat, û wî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Wî dev ji bêexlaqiyê berda û di sala 2002yan de hat binavkirin. Êdî gelek sal derbas bûne, lê dîsa jî, Maurício dibêje: “Rast bêjim, xwestekên nerast carinan dikevin dilê min.” Lê belê, li şûna ku cesareta xwe winda bike, ew dibêje: “Ez dizanim ku gava ku ez van xwestekan red dikim, ez dilê Yehowa şa dikim, û ev yek qewetê dide min.” *

17. Di serpêhatiya Nabihayê de, çi bala te kişand?

17 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Xwe nespêre qeweta xwe, lê xwe bispêre ruhê wî (Galatî 5:22; Filîpî 4:6). Gerek em xîret bikin ku “şexsiyeta kevn” ji xwe bikin û jê dûr bimînin. Bala xwe bide serpêhatiya jinikeke bi navê Nabiha. Gava ew 6 salî bû, bavê wê ew terk kir. Nabiha dibêje: “Dilê min pir diêşiya.” Her ku Nabiha mezin dibû, ew dibû yeke bihêrs. Wê narkotîk difrotin û çend sal li hebsê ma. Şahidên Yehowa, yên ku diçûn ziyareta girtiyan, pê re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Nabihayê jiyana xwe hêdî hêdî guherand. Ew dibêje: “Min bi hêsanî dev ji hin adetên xwe yên xerab berda. Lê belê, li min pir zor dihat ku ez dev ji cixareyê berdim.” Ji salekê zêdetir wext derbas bû heta ku Nabiha ji vê adeta xwe filitî. Gelo ew çawa bi ser ket? Nabiha dibêje: “Min bi dewamî dua dikir ku bila Yehowa alî min bike ku ez dev ji cixareyê berdim.” Îro, ew ji kesên din re dibêje: “Madem ku min dikaribû jiyana xwe biguherînim ku Yehowa razî bikim, her kes dikare vê bike!” *

TU DIKARÎ XWE JI BO BINAVBÛNÊ HAZIR BIKÎ

18. Li gor 1. Korîntî 6:9-11, gelek xizmetkarên Xwedê çi kiriye?

18 Di sedsala yekê de, hin kesên ku tiştên xerab kiribûn xwe guherand û paşê ji aliyê Xwedê ve wek hempadîşahên Îsa Mesîh hatin hilbijartin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ma hûn nizanin ku kesên nerast wê Padîşahiya Xwedê mîras nestînin? Neyên xapandin. Kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin, pûtperest, zînakar, mêrên ku bi mêran re radikevin, diz, çavbirçî, serxweş, kufirbaz û talanker wê Padîşahiya Xwedê mîras nestînin. Dîsa jî, hin ji we wisa bûn, lê hûn bi navê Efendî Îsa Mesîh û bi ruhê Xwedayê me hatine şûştin û pîrozkirin û wek kesên rast hatine hesabkirin” (1. Korîntî 6:9-11, NWT). Belê, bi alîkariya ruhê pîroz, wan şexsiyeta xwe guherand. Îro jî, Kitêba Pîroz alî gelek kesan kiriye ku ew jiyana xwe biguherînin. * Ev yek ku wan çawa dev ji adetên xwe yên xerab berdaye nîşan dide ku tu jî dikarî şexsiyeta xwe biguherînî û dev ji adetên xerab berdî, da ku tu ji bo binavbûnê hazir bî.

19. Meqaleya din wê behsa çi bike?

19 Ji xeynî vê ku “şexsiyeta kevn” ji xwe bikin, ên ku dixwazin bin av bibin gerek xîret bikin ku “şexsiyeta nû” li xwe bikin. Meqaleya din wê nîşan bide ku em çawa dikarin vê bikin û kesên din çawa dikarin alî me bikin.

KILAM 41 Bavo, Guh Bide Min

^ par. 5 Wexta ku em ber bi binavbûnê ve diçin, gerek em hazir bin ku hin xisûsiyetên şexsiyeta xwe biguherînin. Ev meqale wê rêyî me bide ku kîjan xisûsiyet bi “şexsiyeta kevn” ve girêdayî ne, çima lazim e ku em wan ji xwe bikin û em çawa dikarin vêya bikin. Meqaleya din wê nîşan bide ku em çawa dikarin piştî binavbûnê jî bi dewamî li ser “şexsiyeta nû” bixebitin.

^ par. 3 NOT: Ev yek ku gerek em ‘şexsiyeta kevn ji xwe bikin’ tê maneya ku gerek em dev ji nêrîn û xwestekên ku li Yehowa xweş nayên, berdin. Gerek em berî binavbûnê dest bi vê yekê bikin (Efesî 4:22).

^ par. 10 Ji bo zêdetir melûmatê, li meqaleya “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne – ‘Lazim Bû ku Ez Vegerim ba Yehowa’” binêre (The Watchtower, 1 Nîsan 2012; bi zimanê Îngilîzî).

^ par. 16 Ji bo zêdetir melûmatê, li meqaleya “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne – ‘Ew li Hemberî Min Pir Nazik Bûn’” binêre (The Watchtower, 1 Gulan 2012; bi zimanê Îngilîzî).

^ par. 17 Ji bo zêdetir melûmatê, li meqaleya “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne – ‘Ez Bûm Jinikeke Hêrsok’” binêre (The Watchtower, 1 Cotmeh 2012; bi zimanê Îngilîzî).

^ par. 18 Li çarçoveya “ Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” binêre.

^ par. 64 RESIM: Terkkirina adet û nêrînên nebaş dişibe jixwekirina kincên kevn.