Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 11

“Şexsiyeta Nû” bi Dewamî li Xwe Bike

“Şexsiyeta Nû” bi Dewamî li Xwe Bike

“Şexsiyeta nû li xwe bikin” (KOLOSÎ 3:10, NWT).

KILAM 49 Dilê Yehowa Şa Bike

PÊŞGOTIN *

1. Herî zêde çi li ser şexsiyeta me tesîr dike?

 FERQ nake ku em nû bin av bûne yan ji zû ve, em gişt dixwazin ku şexsiyeta me li Yehowa xweş bê. Ji bo vê, lazim e ku em fikrên xwe kontrol bikin. Gelo çima? Çimkî fikrên me li ser şexsiyeta me pir tesîr dikin. Eger em bi dewamî li ser xwestekên nefsê bifikirin, emê tiştên xerab bibêjin û bikin (Efesî 4:17-19). Ji aliyê din ve, eger em hişê xwe bi fikrên baş ve tije bikin, wê li me hêsantir bê ku em bi awayekî ku dilê Yehowa şa dike, xeber bidin û hereket bikin (Galatî 5:16).

2. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Wek me li meqaleya berê dîtibû, fikrên xerab carinan dikarin bikevin hişê me. Dîsa jî, em ne mecbûr in ku li gor van fikran hereket bikin. Berî binavbûnê, gerek em dev ji gotin û kirinên ku Yehowa ji wan nefret dike, berdin. Ji bo ku em “şexsiyeta kevn” ji xwe bikin, ev yek pir muhîm e. Wekî din, ji bo ku em Yehowa razî bikin, gerek em guh bidin vî emrî jî: “Şexsiyeta nû li xwe bikin” (Kolosî 3:10, NWT). Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin: Gelo “şexsiyeta nû” çi ye? Em çawa dikarin “şexsiyeta nû” li xwe bikin û wê xwedî bikin?

“ŞEXSIYETA NÛ” ÇI YE?

3. Li gor Galatî 5:22, 23, “şexsiyeta nû” çi ye, û em çawa dikarin vê şexsiyetê li xwe bikin?

3 Kesê ku “şexsiyeta nû” li xwe kiriye, bi gotin û kirinên xwe Yehowa ji xwe re dike emsal. Ji bo ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin, gerek em xisûsiyetên “berê Ruh” eyan bikin û îznê bidin ku ruhê pîroz li ser fikir, hîs û kirinên me tesîr bike (Galatî 5:22, 23 bixwîne). Eger em wisa bikin, emê ji Yehowa û ji xizmetkarên wî hez bikin (Metta 22:36-39). Emê li gel tengasiyan jî dilşadiya xwe winda nekin (Aqûb 1:2-4). Emê aştiyê bi pêş bixin (Metta 5:9). Emê li hemberî kesên din nazik û bisebir bin (Kolosî 3:13). Emê ji qenciyê hez bikin û bi xwe qenciyê bikin (Lûqa 6:35). Emê bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku em baweriya xwe bi Bavê xweyî ezmanî tînin (Aqûb 2:18). Emê zû hêrs nekevin, û emê xwe li hemberî ceribandinan bigirin (1. Korîntî 9:25, 27; Tîtos 3:2).

4. Ji bo ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin, gelo em dikarin sifetên ku li Galatî 5:22, 23 derbas dibin, yek bi yek bi pêş bixin?

4 Ji bo ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin, gerek em hemû sifetên ku li Galatî 5:22, 23 û li ayetên din derbas dibin, bi pêş bixin. * Ev sifet gişt bi hev ve girêdayî ne, û gerek em wan gişt bi hev re “li xwe bikin”. Mesela, eger tu bi rastî ji însanan hez dikî, tuyê jixwe li hemberî wan nazik û bisebir bî. Wekî din, ji bo ku tu bibî yekî qenc, lazim e ku tu sernerm bî û xwe bigirî.

EM ÇAWA DIKARIN “ŞEXSIYETA NÛ” LI XWE BIKIN?

Her ku em mîna Îsa Mesîh bifikirin, wê li me hêsantir bê ku em çav bidin şexsiyeta wî (Li paragrafên 5, 8, 10, 12 û 14an binêre)

5. “Fikra Mesîh” çi ye, û çima muhîm e ku em jiyana Îsa Mesîh lêkolîn bikin? (1. Korîntî 2:16)

5 1. Korîntî 2:16 bixwîne. Ji bo ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin, gerek em “fikra Mesîh” bi dest bixin, yanî gerek em hîn bibin ku Îsa Mesîh çawa difikire û çav bidin wî. Îsa Mesîh sifetên “berê Ruh” bi awayekî bêqisûr eyan dike. Wek neynikeke bêkêmasî, ew sifetên Yehowa rasterast nîşan dide (Îbranî 1:3). Her ku em wek Îsa Mesîh bifikirin, emê zêdetir mîna wî hereket bikin, û şexsiyeta me wê zêdetir bişibe şexsiyeta wî (Filîpî 2:5).

6. Gava em hewl didin ku “şexsiyeta nû” li xwe bikin, gerek em çi ji bîr nekin?

6 Gelo em bi rastî dikarin mîna Îsa Mesîh bin? Belkî tuyê bibêjî: “Îsa Mesîh yekî kamil bû. Ez nikarim bi temamî mîna wî bim!” Lê belê, van tiştan ji bîr neke: A yekê, însan di sûretê Xwedê de hatiye xuliqandin. Loma, gava tu Xwedê û Îsa Mesîh ji xwe re emsal digirî, tu dikarî heta dereceyekê serkeftî bibî (1. Mûsa 1:26). A diduyan, ruhê pîroz di temamiya gerdûnê de hêza herî mezin e. Ruhê pîroz dikare alî te bike ku tu tiştên ku ji te re bêîmkan xuya dikin, bikî. A sisêyan, Yehowa nabêje ku gerek tu “berê Ruh” bi awayekî bêqisûr pêk bînî. Li dinyaya nû, Xwedê wê 1.000 sal li bendê bisekine ku mirov bigihîjin bêqisûriyê (Peyxam 20:1-3). Îro, Yehowa tenê dixwaze ku em çi ji destê me tê bikin û xwe bispêrin desteka wî.

7. Niha emê li çi binêrin?

7 Gelo em çawa dikarin çav bidin Îsa Mesîh? Niha emê bi kurtasî li çar xisûsiyetên “berê ruh” binêrin. Emê bibînin ku Îsa Mesîh ev xisûsiyet çawa eyan dikirin û em çawa dikarin mîna wî bikin. Wekî din, emê bibînin ku gerek em ji xwe çi bipirsin, da ku em têderxin ka me “şexsiyeta nû” li xwe kiriye yan na.

8. Îsa Mesîh çawa nîşan dida ku ew ji Yehowa û ji însanan hez dike?

8 Ji ber ku Îsa Mesîh ji Yehowa pir hez dike, wî hem ji bo xatirê Bavê xwe hem ji bo xatirê me fedakarî dikir (Yûhenna 14:31; 15:13). Jiyana Îsa Mesîh eşkere dike ku ew ji însanan çi qas hez dike. Roj bi roj, ew li hemberî mirovan – heta li hemberî dijminên xwe jî – dilovan û dilrehm bû. Ji ber ku wî ji însanan hez dikir, wî ji wan re bi dewamî behsa Padîşahiya Xwedê dikir (Lûqa 4:43, 44). Bi ser de, Îsa Mesîh hazir bû ku ji aliyê gunehkaran ve bê kuştin. Ev yek nîşan dide ku ew ji Xwedê û ji însanan çi qas hez dike. Bi saya vê fedakariyê, wî riya jiyana herheyî ji bo me hemûyan vekiriye.

9. Em çawa dikarin mîna Îsa Mesîh hezkirinê eyan bikin?

9 Me jiyana xwe daye destê Yehowa û em bin av bûn ji ber ku em ji Bavê xweyî ezmanî hez dikin. Loma, wek Îsa Mesîh, gerek em bi mirovan re baş bin û bi vî awayî nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin. Yûhennayê şandî nivîsîbû: “Yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike” (1. Yûhenna 4:20). Bila em ji xwe bipirsin: “Gelo ez ji dil ji însanan hez dikim? Gelo ez ji însanan re dilrehm im – heta ji mirovên sert re jî? Gelo ez hazir im ku wext û derfetên xwe xerc bikim ku mizgînê bidim mirovan? Eger piraniya mirovan guh nedin min yan jî muxalefetê bikin, gelo ez dîsa jî hazir im ku vêya bikim? Gelo ez dikarim ji bo xizmetê zêdetir wextê veqetînim?” (Efesî 5:15, 16).

10. Îsa Mesîh çawa aştî bi pêş dixist?

10 Îsa Mesîh mirovekî aştîhez bû. Gava însanan xerabî lê dikir, wî dîsa jî xerabî li wan nedikir. Bi ser de, wî xîret dikir ku aştiyê bi pêş bixe, û wî kesên din teşwîq dikirin ku ew problemên di nav hev de safî bikin. Mesela, wî got ku ji bo ku Yehowa îbadeta kesekî qebûl bike, gerek ew pêşî “bi birayê xwe re li hev were” (Metta 5:9, 23, 24). Wekî din, gava şandiyên wî li ser pirsa ku di nav wan de yê herî mezin kî ye li hev diketin, wî şîret da wan, da ku ew bi hev re şer nekin (Lûqa 9:46-48; 22:24-27).

11. Em çawa dikarin aştiyê bi pêş bixin?

11 Ji bo ku em aştiyê bi pêş bixin, ne bes e ku em tenê nebin sebeba şerkirinê. Gerek em xîret bikin ku bi kesên din re li hev werin û xwişk û birayan teşwîq bikin ku ew problemên di nav hev de safî bikin (Filîpî 4:2, 3; Aqûb 3:17, 18). Ka ji xwe bipirse: “Ji bo ku ez bi kesên din re li hev werim, gelo ez hazir im ku fedakariyê bikim? Wexta ku xwişk yan birayek dilê min diêşîne, gelo dilê min jê dimîne? Gelo ez li bendê disekinim ku kesê din gava pêşîn bavêje ku bi min re li hev were, yan ez hazir im ku gava pêşîn bavêjim? Eger kesê din bi dîtina min neheq be jî, gelo ez dîsa jî hazir im ku nêzîkî wî bim? Eger minasib be, gelo ez kesên din teşwîq dikim ku ew li hev werin?”

12. Îsa Mesîh çawa nezaket eyan dikir?

12 Îsa Mesîh yekî “nerm û ji dil nefsbiçûk” bû (Metta 11:28-30). Gava zor bû jî, ew li hemberî mirovan nazik û dilgerm bû. Mesela, wexta ku jinikeke Kenanî ji wî xwest ku bila ew keça wê qenc bike, wî di serî de daxwaza wê red kir, lê gava wî dît ku baweriya jinikê çi qas qewî ye, wî keça wê qenc kir (Metta 15:22-28). Îsa Mesîh her çi qas yekî dilşewat bû jî, gava lazim dibû ku ji kesekî re şîret bidaya, wî xwe paş nedigirt. Mesela, wexta ku Petrûsê şandî dixwest Îsa Mesîh îqna bikira ku ew daxwaza Yehowa neyne cih, Îsa ew li ber şagirtên din serrast kir (Marqos 8:32, 33). Armanca Îsa ne ev bû ku Petrûs li ber her kesî rezîl bike, lê ku wî perwerde bike û dersê bide şagirtên din, da ku ew kustaxiyê nekin. Petrûs bê şik şerm kir, lê di netîceyê de, wî ji vê serrastkirinê feyde dît.

13. Em çawa dikarin nezaketê eyan bikin?

13 Carinan lazim e ku tu rasterast şîretê bidî kesên ku tu ji wan hez dikî. Wek Îsa Mesîh, her tim bi nezaket û li gor prensîpên Kitêba Pîroz şîretê bide wan. Îtibara xwe bi wan bîne û bawer be ku yên ku ji Yehowa û ji te hez dikin wê şîreta te ya dilovan qebûl bikin. Ji xwe bipirse: “Gava ku ez dibînim ku dostekî min tiştekî nerast dike, gelo cesareta min heye ku pê re xeber bidim? Gava lazim dibe ku ez şîretê bidim, gelo ez bi nezaket yan bi sertî xeber didim? Gelo ez çima şîretê didim kesekî – ji ber ku wî hêrsa min anî yan ji bo xêra wî?”

14. Îsa Mesîh çawa qencî dikir?

14 Îsa Mesîh dizane ku çi qenc e, û ji ber ku ew ji Bavê xwe hez dike, ew her tim bi niyeta rast qenciyê dike. Kesê qenc bi dewamî hazir e ku alî kesên din bike û qenciyê li wan bike. Ji xeynî vê ku em bizanibin ku gerek em çi bikin, gerek em vê bi niyeta rast bikin. Gelo mumkin e ku mirov bi niyeta xerab qenciyê bike? Belê. Mesela, li rojên Îsa Mesîh, hin kesan dixwest ku her kes xêra ku ew li feqîran dikin, bibînin. Kirinên van kesan her çi qas wek qencî xuya dikir jî, qenciya wan di çavê Yehowa de bêqîmet bû (Metta 6:1-4).

15. Ji bo ku em bi rastî wek kesên qenc bên hesibandin, gerek em çi bikin?

15 Ji bo ku em bi rastî wek kesên qenc bên hesibandin, gerek em bi fedakarî û bi niyeta rast qenciyê bikin. Ji xwe bipirse: “Ji xeynî vê ku ez dizanim ku gerek ez çi bikim, gelo ez vê bi rastî dikim? Gava ez qenciyê dikim, ez vê bi çi niyetê dikim?”

EM ÇAWA DIKARIN “ŞEXSIYETA NÛ” XWEDÎ BIKIN?

16. Gerek em roj bi roj çi bikin, û çima?

16 Gerek em nefikirin ku piştî binavbûnê, êdî ne lazim e ku em xîret bikin ku “şexsiyeta nû” li xwe bikin. Lazim e ku em van “kincên xwe yên bedew” xwedî bikin. Ji bo vê, wê baş be ku em roj bi roj bifikirin ku em çawa dikarin sifetên “berê Ruh” bi pêş bixin. Gelo çima? Çimkî ruhê Xwedê, hêzeke aktîf û tesîrdar e (1. Mûsa 1:2). Loma, lazim e ku her xisûsiyeta “berê Ruh” li ser me tesîr bike û me bixe hereketê. Mesela, Aqûb wisa nivîsîbû: “Baweriya bê kirinan be, mirî ye” (Aqûb 2:26). Hemû xisûsiyetên din ên “berê Ruh” jî wisa ne. Her ku em wan pêk tînin, em nîşan didin ku ruhê Xwedê li ser me tesîr dike.

17. Eger em têderxin ku me li gor “berê Ruh” hereket nekiriye, gerek em çi bikin?

17 Eger em êdî bi gelek salan xizmetkarên Yehowa ne jî, dibe ku carinan li me zor bê ku em sifetên “berê Ruh” eyan bikin. Dîsa jî, gerek em dev ji xîreta xwe bernedin. Ka bifikire: Eger leke li kincekî me bikeve, ma emê vî kincî hemen bavêjin çopê? Helbet na! Emê xîret bikin ku wê paqij bikin, û dû re, emê êdî zêdetir bidîqat bin. Mîna vê, eger te carek li hemberî kesekî bê nezaket yan bê sebir hereket kiribe jî, cesareta xwe winda neke. Eger tu ji dil efû bixwazî, tu dikarî vê “lekeyê” paqij bikî û bi vî kesî re li hev werî. Wekî din, tu dikarî xîret bikî ku vê şaşiyê dubare nekî.

18. Em dikarin ji çi emîn bin?

18 Em pir şikurdar in ku Îsa Mesîh ji me re emsaleke baş hiştiye. Her ku em fikir û nêrînên wî ji xwe re bikin emsal, wê li me hêsantir bê ku em mîna wî hereket bikin. Her ku em mîna wî hereket bikin, wê li me hêsantir bê ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin. Li vê meqaleyê, me tenê bala xwe daye çar xisûsiyetên “berê Ruh”. Wê baş be ku em xisûsiyetên din ên “berê Ruh” jî di ber çavan re derbas bikin û bifikirin ka em wan bi awayekî baş pêk tînin yan na. Li ser vê mijarê, di weşanên me de pir melûmat heye. Bawer be ku eger tu çi ji destê te tê bikî, Yehowa wê alî te bike ku tu “şexsiyeta nû” li xwe bikî û xwedî bikî.

KILAM 127 Gerek Ez Bibim Yekî Çawa?

^ par. 5 Jiyana me ya berê her çawa bû jî, em dikarin xwe biguherînin û “şexsiyeta nû” li xwe bikin. Ji bo vê, gerek em fikrên xwe bi dewamî serrast bikin û xîret bikin ku em mîna Îsa Mesîh bin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin hin fikir û kirinên Îsa Mesîh, û emê bibînin ku em çawa dikarin piştî binavbûnê jî bi dewamî çav bidin wî.

^ par. 4 “Berê ruh” tenê ji sifetên ku li Galatî 5:22, 23 derbas dibin, pêk nayê. Ji bo zêdetir melûmatê, li kovara Birca Çavdêriyê ya Hezîran 2020 li “Pirsên Xwendevanan” binêre.