Pirsên Xwendevanan
Gelo 2. Samûyêl 21:7-9 çima dibêje ku Dawid “Mefîboşetê lawê Yonatanê lawê Saûl parast”, lê paşê, wî îzin da ku Mefîboşet bê kuştin?
Hin kesên ku ev ayet xwendin meraq kir ku sebeba vê yekê çi ye. Lê belê, xuya ye ku ev ayet behsa du zilamên bi navê Mefîboşet dikin. Ka em bibînin ku çi qewimîbû.
Heft kur û du qîzên Saûl Padîşah hebûn. Kurê Saûl ê pêşîn Yonatan bû. Paşê, cariyeya Saûl a bi navê Rîtspa kurek anî dinyayê, û wê navê wî danî Mefîboşet. Navê yekî ji kurên Yonatan jî Mefîboşet bû. Yanî, navê kurê Saûl Padîşah Mefîboşet bû, û navê neviyê wî jî Mefîboşet bû.
Rojekê, Gîbeoniyên ku li welatê Îsraêlê dijiyan li ber çavê Saûl reş bûn, û wî dixwest ew ji holê rakirana. Wisa tê fehmkirin ku çend Gîbeonî hatin kuştin. Ev yek sûcekî giran bû, çimkî li rojên Yêşû, serokên Îsraêlê bi Gîbeoniyan re peymana aştiyê danîbû (Yêşû 9:3-27).
Li rojên Saûl Padîşah, hukmê vê peymanê hê dewam dikir. Dîsa jî, Saûl dixwest Gîbeonî ji holê rakirana. Li gor Kitêba Pîroz, xwîna Gîbeoniyan li ser Saûl û mala wî bû (2. Samûyêl 21:1). Ji ber vê yekê, gava Dawid bû padîşah, Gîbeoniyên ku sax man seba vî sûcê giran gilî û gazinên xwe jê re kirin. Ji bo ku Yehowa erdê Îsraêlê dîsa bibereket bike, Dawid ji Gîbeoniyan pirsî ka gerek berdêla sûcê Saûl çi be. Li şûna ku pere bixwazin, Gîbeoniyan xwest ku Dawid heft kurên Saûl bide destê wan, da ku ew bên kuştin (4. Mûsa 35:30, 31). Dawid Padîşah xwestina wan qebûl kir (2. Samûyêl 21:2-6).
Saûl û Yonatan êdî di cengê de miribûn, lê kurê Yonatan Mefîboşet hê sax bû. Seba qezayekê, ew ji zaroktiya xwe ve seqet mabû. Loma, eşkere ye ku wî tevî kalikê xwe hicûmî Gîbeoniyan nekiribû. Dawid bi Yonatan re peymana dostaniyê danîbû, û kurê Yonatan Mefîboşet jî di bin vê peymanê de bû (1. Samûyêl 18:1; 20:42). Kitêba Pîroz dibêje ku ji ber vê yekê, Dawid “Mefîboşetê lawê Yonatanê lawê Saûl parast” (2. Samûyêl 21:7).
Dîsa jî, Dawid xwestina Gîbeoniyan qebûl kir. Wî du kurên Saûl – ku navê yekî ji wan Mefîboşet bû – û pênc neviyên Saûl dan destê wan (2. Samûyêl 21:8, 9). Bi vî awayî, berdêla sûcê welêt êdî hat dayîn.
Em dikarin ji vê serpêhatiyê derseke muhîm bistînin. Xwedê bi zelalî wisa emir dabû: “Dê bona lawan bav neyên kuştin û bona bavikan law neyên kuştin” (5. Mûsa 24:16). Eger du kur û pênc neviyên Saûl bêsûc bûna, Yehowa wê ji qerara Dawid razî nebûya. Qanûnê wisa jî digot: “Dê her kes bona sûcê xwe bên kuştin.” Çawa ku tê fehmkirin, gava ku Saûl dixwest Gîbeonî bikuştana, van heft ferdên malbata wî jî piştgiriya wî kiribû. Loma, ew jî sûcdar bûn, û wan cezayê kirinên xwe stand.
Wekî ku ev serpêhatî nîşan dide, eger kesekî şaşiyek kiribe, ew nikare bibêje ku wî tenê emrê kesekî aniye cih û loma, ew bêsûc e. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Rêya ku tuyê tê de biçe rast bike û wê demê, dê hemû karên te zexm bibin. Bi rast û çepê ve neçe, lingê xwe ji xerabiyê ve dûr bigire” (Methelokên Silêman 4:24-27; Efesî 5:15).