Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 14

“Bi Vê Yekê Hemû wê Bizanin ku Hûn Şagirtên Min in”

“Bi Vê Yekê Hemû wê Bizanin ku Hûn Şagirtên Min in”

“Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (YÛHENNA 13:35).

KILAM 106 Hezkirinê bi Pêş Bixe

PÊŞGOTIN a

Hezkirina di nav xizmetkarên Yehowa de çawa li ser gelek kesên ku ne Şahidên Yehowa ne tesîr kiriye? (Li paragrafa 1ê binêre)

1. Gava kesên eleqedar tên civînên me, ew çi dibînin? (Li resim jî binêre.)

 BÎNE ber çavê xwe ku jin û mêrek cara pêşîn tên civîneke Şahidên Yehowa. Dilgermiya xwişk û birayan û hezkirina di nav wan de dilê wan digire. Wexta ku ew vedigerin malê, jin ji mêrê xwe re dibêje: “Şahidên Yehowa mirovên çi qas baş in, ne wisa ye?”

2. Hin kesan çima dev ji xizmeta Yehowa berdaye?

2 Hezkirina di nav xizmetkarên Yehowa de bi rastî jî bêemsal e. Helbet, Şahidên Yehowa bêqisûr nînin (1. Yûhenna 1:8). Her ku em xwişk û birayan baştir nas dikin, hin kêmasiyan wan jî zêdetir dikevin çavên me (Romayî 3:23). Çi heyf e ku hin kesan ji ber kêmasiyên kesên din dev ji xizmeta Yehowa berdaye.

3. Nîşana şagirtên Îsa Mesîh ên rast çi ye? (Yûhenna 13:34, 35)

3 Ka ayeta sereke ya vê meqaleyê dîsa carekê bixwîne (Yûhenna 13:34, 35 bixwîne). Gelo nîşana şagirtên Îsa Mesîh ên rast çi ye? Ev nîşan hezkirin e, ne bêqisûrî ye. Bala xwe bidê ku Îsa Mesîh negot: ‘Bi vê yekê hûnê bizanin ku hûn şagirtên min in.’ Wî got: “Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in.” Yanî, Îsa Mesîh got ku bi saya hezkirina ku di nav şagirtên wî de heye, ne tenê şagirtên wî, lê her kes wê fehm bike ku Mesîhiyên rast ew in.

4. Hin kes belkî ji xwe çi dipirsin?

4 Hin kesên ku ne Şahidên Yehowa ne belkî ji xwe dipirsin: “Hezkirin çawa nîşan dide ku şagirtên Îsa Mesîh ên rast kî ne? Îsa Mesîh çawa nîşan dida ku ew ji şandiyên xwe hez dike? Û îro, em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin?” Wê baş be ku em li ser cewabên van pirsan kûr bifikirin. Ev yek wê alî me bike ku em ji xwişk û birayan zêdetir hez bikin – bi xisûsî gava em kêmasiyên wan dibînin (Efesî 5:2).

HEZKIRIN ÇAWA NÎŞAN DIDE KU ŞAGIRTÊN ÎSA MESÎH ÊN RAST KÎ NE?

5. Maneya gotinên ji Yûhenna 15:12, 13 çi ye?

5 Îsa Mesîh bi zelalî gotibû ku şagirtên wî wê ji hezkirineke xisûsî bên naskirin (Yûhenna 15:12, 13 bixwîne). Îsa Mesîh ev emir da şagirtên xwe: “Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir.” Maneya van gotinan çi ye? Îsa Mesîh zelal kir ku hezkirina di nav şagirtên wî de gerek ew qas mezin be ku eger lazim be, gerek ew hazir bin ku canê xwe ji bo hevdû feda bikin.

6. Peyva Xwedê çawa nîşan dide ku hezkirin sifetekî pir muhîm e?

6 Peyva Xwedê gelek caran dibêje ku hezkirin çi qas muhîm e. Mesela, gelek kes ji van ayetan hez dikin: “Xwedê hezkirin e” (1. Yûhenna 4:8). “Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike” (Metta 22:39). “Hezkirin gelek gunehan dinixumîne” (1. Petrûs 4:8). “Dawiya hezkirinê qet nayê” (1. Korîntî 13:8). Ji ayetên mîna van ayetan rind tê fehmkirin ku gelek muhîm e ku em hezkirina xwe bi pêş bixin û nîşan bidin.

7. Îblîs çima nikare di nav mirovan de yekîtî û hezkirina rast bîne meydanê?

7 Gelek kes dipirsin: “Mirov çawa dikare bizanibe ka dînê rast kîjan e? Hemû dîn û bawerî dibêjin ku rêya wan, rêya rast e, lê gotinên wan ên li ser Xwedê ji hev cuda ne.” Îblîs gelek dîn û baweriyên derewîn derxistine meydanê, loma li mirovan zor tê ku fehm bikin kîjan rê rast e. Lê belê, Îblîs qet nikare civateke mîna civata şagirtên Îsa Mesîh, yên ku ji hevdû hez dikin, ava bike. Tenê Yehowa dikare civateke wisa ava bike, çimkî çavkaniya hezkirina rast ew e. Ji ber vê yekê, tenê kesên ku ruhê pîroz û bereketa Yehowa li ser wan e dikarin ji dil ji hevdû hez bikin (1. Yûhenna 4:7). Loma, Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî yên rast wê ji hezkirina di nav wan de bên naskirin.

8-9. Hezkirina di nav Şahidên Yehowa de çawa li ser gelek kesan tesîr kiriye?

8 Wek Îsa Mesîh ji berê ve gotibû, gelek kesan hezkirina di nav xizmetkarên Yehowa de dîtiye. Bi saya vê hezkirinê, wan fehm kiriye ku şagirtên Îsa Mesîh ên rast ew in. Mesela, birayekî bi navê Îan tîne bîra xwe ku ew çawa cara pêşîn çû komcivîneke Şahidên Yehowa, a ku li stadyûmeke li nêzîkî mala wî derbas dibû. Çend meh berê, Îan ji bo lîstikeke sporê çûbû eynî stadyûmê. Ew dibêje: “Di nav Şahidên Yehowa û mirovên din de ferqiyeke pir mezin hebû. Şahidên Yehowa dilovan bûn, û kincên wan bi rêk û pêk bûn. Zarokên wan jî biterbiye bûn. Bi ser de, her kes dilxweş û bihizûr xuya dibû. Ez jî bi hesreta dilxweşî û hizûreke wisa bûm. Êdî qet nayê bîra min ku di gotaran de çi hatibû gotin, lê hal û hereketên Şahidên Yehowa dilê min girt.” Sebebê van hal û hereketan helbet ev e ku em ji hevdû hez dikin. Ji ber vê yekê, em ji hevdû re qenc in, û em qedrê hevdû digirin.

9 Birayekî bi navê John, gava wî dest bi hatina civînan kir, hal û hereketên xwişk û birayan li ser wî jî tesîr kir. Ew wisa dibêje: “Her kes pir dilovan bû … ew wek melekan xuya dibûn. Hezkirina di nav wan de ez îqna kirim ku rêya rast ev e.” Serpêhatiyên wisa îsbat dikin ku Şahidên Yehowa bi rastî jî şagirtên Îsa Mesîh in.

10. Bi xisûsî kengê em dikarin îsbat bikin ku em ji xwişk û birayan hez dikin? (Li jêrenotê jî binêre.)

10 Wek me di serî de gotibû, xwişk û birayên me helbet ne bêqisûr in. Carinan, gotin yan kirinên wan dikarin dilê me biêşînin b (Aqûb 3:2). Bi xisûsî di hal û rewşên wisa de, em dikarin bi hal û hereketên xwe îsbat bikin ku em ji xwişk û birayan hez dikin. Di vî warî de, gelo em dikarin ji mîsala Îsa Mesîh çi hîn bibin? (Yûhenna 13:15).

ÎSA MESÎH ÇAWA NÎŞAN DIDA KU EW JI ŞANDIYÊN XWE HEZ DIKE?

Gava kêmasiyên şandiyên Îsa Mesîh derdiketin meydanê, ew dîsa jî ji wan re dilovan bû (Li paragrafên 11 heta 13an binêre)

11. Di dilê Aqûb û Yûhenna de çi xisûsiyeta xerab hebû? (Li resim jî binêre.)

11 Îsa Mesîh dizanibû ku şagirtên wî ne bêqisûr in. Wî bi dilovanî alî wan dikir ku ew xisûsiyetên xwe yên xerab serrast bikin, da ku Yehowa ji wan razî be. Carekê, Aqûb û Yûhennayê şandî bi navgîniya diya xwe ji Îsa Mesîh xwest ku bila ew di Padîşahiyê de cihên xisûsî bide wan (Metta 20:20, 21). Bi vî awayî, wan nîşan da ku di dilê wan de quretî heye û wan dixwest ji kesên din mezintir bin (Methelokên Silêman 16:18, Mizgînî).

12. Ji xeynî Aqûb û Yûhenna, xisûsiyetên xerab ba kê jî hebûn? Şîrove bike.

12 Di vê rewşê de, ne tenê Aqûb û Yûhenna xisûsiyetên xerab nîşan dan. Bala xwe bidê ku cewaba şandiyên din çi bû: “Gava her deh şagirtan ev yek bihîst, li herdu birayan hêrs bûn” (Metta 20:24). Kî dizane ka Aqûb, Yûhenna û şandiyên din çawa bi gotinan bi hev ketin! Dibe ku şandiyên din wisa gotibû: “Hûn çima dixwazin di Padîşahiyê de ji me bilindtir bin? Ma ne eyb e? Me jî bi dil û can bi Îsa re kar kiriye. Heqê me jî heye ku em îmtiyazên xisûsî bistînin!” Em nizanin ku wan ji hevdû re çi got yan negot, lê eşkere ye ku wê demê, wan ji bîr kir ku hezkirinê ji hevdû re nîşan bidin, û dilê wan ji hev sar bû.

13. Îsa Mesîh li hemberî kêmasiyên şandiyên xwe çawa hereket dikir? (Metta 20:25-28)

13 Îcar Îsa Mesîh ev mesele çawa safî kir? Ew hêrs neket. Wî negot ku ewê wan bihêle û ji xwe re şandiyên dilnizmtir û dilovantir hilbijêre. Li şûna vê, Îsa Mesîh bi sebir şîret da wan, çimkî wî dizanibû ku ew dixwazin ya rast bikin (Metta 20:25-28 bixwîne). Her çi qas ev ne cara pêşîn û ne jî cara dawîn bû ku şandiyan minaqeşe kiribû ku di nav wan de yê herî mezin kî ye, dîsa jî Îsa Mesîh nîşanî wan da ku ew ji wan hez dike (Marqos 9:34; Lûqa 22:24).

14. Şandiyên Îsa Mesîh di kultureke çawa de mezin bûbûn?

14 Bê şik Îsa Mesîh kok û kultura şandiyên xwe ji bîr nedikir (Yûhenna 2:24, 25). Ew li cihekî wisa mezin bûbûn ku alimên dînî gelek qîmet dida nav û dengê xwe (Metta 23:6). Wekî din, alimên Cihû difikirîn ku ew ji kesên din baştir in c (Lûqa 18:9-12). Îsa Mesîh dizanibû ku vê kulturê li ser nêrîna şandiyan a di heqê xwe û kesên din de tesîr dikir (Methelokên Silêman 19:11). Ew nedifikirî ku şagirtên wî wê tu caran şaşiyan nekin, û gava ku wan şaşî dikirin, ew bi zêdeyî aciz nedibû. Wî dizanibû ku ew mirovên dilpak in, loma wî bi sebir alî wan dikir ku ew quretiyê ji dilê xwe derxin û ji hevdû zêdetir hez bikin.

EM ÇAWA DIKARIN ÎSA MESÎH JI XWE RE EMSAL BIGIRIN?

15. Em dikarin ji serpêhatiya Aqûb û Yûhenna çi dersê bistînin?

15 Em dikarin ji serpêhatiya Aqûb û Yûhenna gelek dersan bistînin. Ev yek ku wan dixwest di Padîşahiyê de cihekî xisûsî bistînin, tiştekî nebaş bû. Wekî din, ev yek ku şandiyên din hêrs ketin jî tiştekî nebaş bû, çimkî vê yekê zerar dida yekîtiya wan. Lê Îsa Mesîh ji hemû 12 şandiyên xwe re baş û dilovan bû. Dersa ji bo me çi ye? Tiştê herî muhîm ne ew e ku kesên din çi dikin yan nakin, lê ev e ku em li hemberî şaşî û kêmasiyên wan çawa hereket dikin. Di vî warî de, gelo çi dikare alî me bike? Gava em ji ber gotin yan kirinên xwişk yan birayekî aciz dibin, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo kirinên wî min çima ew qas aciz dikin? Gelo dibe ku kirinên wî kêmasiyeke min, a ku gerek ez bi xwe serrast bikim, eşkere dikin? Gelo dibe ku kesê ku ez aciz kirime di halekî zor de ye? Eger ez rast bim jî, gelo ez dikarim bi dilovanî çavê xwe li ser şaşiya wî kesî bigirim?” Her ku em ji kesên din re dilovan bin, emê îsbat bikin ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh in.

16. Em dikarin ji mîsala Îsa Mesîh çi hîn bibin?

16 Wekî din, em ji mîsala Îsa Mesîh hîn dibin ku gerek em xîret bikin ku ji xwişk û birayan fehm bikin (Methelokên Silêman 20:5). Îsa Mesîh helbet dikaribû bibîne ku di dilê mirovan de çi heye, lê em nikarin. Dîsa jî, em dikarin li hemberî qisûrên xwişk û birayan sebir bikin (Efesî 4:1, 2; 1. Petrûs 3:8). Eger em wan baştir nas bikin, wê ji bo me hêsantir be ku em wisa hereket bikin. Ka bala xwe bide serpêhatiya birayekî me.

17. Wê çima baş be ku em hevdû rind nas bikin? Mîsalekê bidin.

17 Çavdêrekî herêmê, yê ku li Afrîkaya Rojhilat xizmetê dike, birayekî ji civatekê tîne bîra xwe. Di serî de, ew difikirî ku şexsiyeta vî birayî sert e. Gelo çavdêrê herêmê çi kir? Ew dibêje: “Ez ji wî nedireviyam, lê min xîret dikir ku wî baştir nas bikim.” Bi vî awayî, çavdêrê herêmê fehm kir ku ew bira çawa mezin bûbû û vê yekê li ser şexsiyeta wî çawa tesîr kiribû. Çavdêrê herêmê wisa dewam dike: “Gava min fehm kir ku vî birayî çi qas xîret kiriye ku xwe biguherîne û ew çi qas bi pêş ketiye, gelek kêfa min ji wî re hat. Bi zeman re, em bûn dostên hev.” Belê, gava em xîret dikin ku ji xwişk û birayan fehm bikin, li me hêsantir tê ku em ji wan hez bikin.

18. Eger xwişk yan birayekî dilê me êşandibe, em dikarin ji xwe çi bipirsin? (Methelokên Silêman 26:20)

18 Belkî em carinan difikirin ku gerek em tevî xwişk yan birayekî ku dilê me êşandiye xeber bidin. Lê pêşî, wê baş be ku em pirsên wisa ji xwe bipirsin: “Gelo ez rind dizanim ku çi qewimiye?” (Methelokên Silêman 18:13). “Gelo dibe ku wî kesî bi eslê xwe nedixwest dilê min biêşanda?” (Waiz 7:20). “Ma min jî qet şaşiyeke wisa nekiriye?” (Waiz 7:21, 22). “Eger ez pê re bipeyivim, gelo problem wê safî bibe yan jî mezintir bibe?” Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji tunebûna êzingan agir ditemire; di cihê ko tu kes paşgotiniyê na ke, pevçûn disekine” (Methelokên Silêman 26:20; Methelokên Hezretê Silêman). Eger em bi bêhna fireh van pirsan ji xwe bipirsin û li ser wan kûr bifikirin, dibe ku em ji hezkirinê qerarê bidin ku em çavê xwe li ser şaşiya xwişk yan birayê xwe bigirin.

19. Tu bi dil û can dixwazî çi bikî?

19 Şahidên Yehowa ji hevdû hez dikin û bi vî awayî îsbat dikin ku ew bi rastî şagirtên Îsa Mesîh in. Eger her yek ji me li hemberî kêmasiyên xwişk û birayan sebir bike û ji wan hez bike, ewê jî îsbat bike ku ew şagirtekî Îsa Mesîh e. Bi vî şeklî, emê alî kesên din jî bikin ku ew dîn û baweriya rast bibînin û bi me re ji Xwedayê hezkirinê Yehowa re îbadetê bikin. Belê, hezkirin nîşana Mesîhiyên rast e! Loma, em bi dil û can dixwazin vê hezkirinê bi dewamî bi pêş bixin.

KILAM 17 “Dixwazim”

a Gelek kes dibînin ku di nav me de hezkirina rast heye. Loma ew dixwazin Yehowa û Peyva wî nas bikin. Lê belê, ji ber ku em qisûrdar in, li me carinan zor tê ku em ji hevdû hez bikin. Ka em bibînin ku hezkirin çima ew qas muhîm e û gava kesên din şaşiyan dikin, em çawa dikarin wek Îsa Mesîh hereket bikin.

b Hin gunehên giran, mesela yên ku 1. Korîntî 6:9, 10 behsa wan dike, ew qas giran in ku gerek rîspiyên civatê meseleyên wisa çareser bikin. Ev meqale behsa gunehên wisa nake.

c Dibêjin ku mamosteyekî Cihû gelek wext bi şûn de wisa gotiye: “Li dinyayê, herî kêm 30 kesên ku bi qasî Birahîm rast in hene. Eger 30 kesên wisa hebin, ez û kurê min, em di nav wan de ne. Eger 10 kesên wisa hebin, ez û kurê min, em di nav wan de ne. Eger 5 kesên wisa hebin, ez û kurê min, em di nav wan de ne. Eger 2 kes hebin, ew jî em in. Eger 1 kes hebe, ew ez im.”