Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 10

Binavbûn Çima Muhîm e?

Binavbûn Çima Muhîm e?

“Bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad [bin av] bibe” (KARÊN ŞANDIYAN 2:38).

KILAM 34 Her Tim Dilrast Bimîne

PÊŞGOTIN a

1-2. (a) Gava kesên nû bin av dibin, rewş çawa ye? (b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

 TE QET mêze kiriye ku kesên nû çawa bin av dibin? Berî ku ew bin av bibin, tu dibihîzî ku ew çawa cewabên du pirsan didin. Tu dibînî ku her kes çi qas dilxweş dibe. Dema ku ew ji bin avê derdikevin, her kes ji wan re li çepikan dixe û çavên wan ji kêfxweşiyê dibiriqin. Her hefte, bi hezaran kes vê gavê diavêjin û wek Şahidên Yehowa tên binavkirin.

2 Gelo tu dixwazî bin av bibî? Eger wisa be, tu li vê dinyaya xerab mirovekî pir biqîmet î, çimkî tu ‘li Xwedê digerî’ (Zebûr 14:1, 2). Tu çi ciwan çi emirmezin bî, ev meqale ji bo te jî hatiye nivîsandin. Wekî din, ev meqale wê dilê kesên ku bin av bûne jî xurt bike ku ew her û her ji Yehowa re xizmetê bikin. Emê niha li sê sebeban binêrin ku em çima dixwazin ji Yehowa re xizmetê bikin.

TU JI RASTÎ Û RASTDARIYÊ HEZ DIKÎ

Bi hezaran salan, Îblîs hewl dide ku navê Yehowa li ber çavê her kesî reş bike (Li paragrafên 3 û 4an binêre)

3. Xizmetkarên Yehowa çima ji rastî û rastdariyê hez dikin? (Zebûr 119:128, 163)

3 Yehowa emir daye xizmetkarên xwe ku ‘ji rastiyê hez bikin’ (Zekerya 8:19, Mizgînî). Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew li pey rastdariyê herin (Metta 5:6). Yanî, kesên wisa bi dil û can dixwazin çi tiştê ku li ber çavê Xwedê qenc û rast e, bikin. Gelo tu ji rastî û rastdariyê hez dikî? Bê şik erê! Tu ji derewan û ji her tiştê şaş û xerab nefret dikî (Zebûr 119:128, 163 bixwîne). Derew, yek ji xisûsiyetên Îblîs e, yê ku serokê vê dinyayê ye (Yûhenna 8:44; 12:31). Hedefeke Îblîs ew e ku navê Yehowa Xwedê li ber çavê her kesî reş bike. Ji wexta serhildana li baxçeyê Adenê û vir ve, Îblîs li ser Xwedayê me gelek derew belav kirine. Ew dixwaze bi mirovan bide bawerkirin ku Yehowa Hukimdarekî xwehez, ne rast û ne jî durist e, yê ku qenciyê ji mirovan vedişêre (1. Mûsa 3:1, 4, 5). Derewên Îblîs ên li ser Yehowa hiş û dilê mirovan jehr kiriye. Îblîs dikare li ser kesên ku ji rastiyê hez nakin tesîr bike ku ew her tiştê xerab û bêedalet bikin (Romayî 1:25-31).

4. Yehowa çawa nîşan daye ku ew “Xwedayê rastiyê” ye? (Li resim jî binêre.)

4 Yehowa “Xwedayê rastiyê” ye, û ew rastiyê dide kesên ku ji wî hez dikin (Zebûr 31:5). Bi vî awayî, ew mirovan ji derewên Îblîs azad dike. Wekî din, Yehowa xizmetkarên xwe dielimîne ku ew rast û durist bin. Ev yek alî wan dike ku ew zêdetir qedrê xwe bigirin û dilrihet bibin (Methelokên Silêman 13:5, 6). Gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, gelo te ferq kir ku Yehowa eynî tişt ji bo te jî kiriye? Tu elimî ku rêya Yehowa ji bo her kesî rêya herî baş e (Zebûr 18:30). Loma tu dixwazî tiştê ku li ber çavê Xwedê rast e, bikî (Metta 6:33). Tu dixwazî rastiyê biparêzî û îsbat bikî ku hemû gotinên Îblîs, ên ku wî li ser Yehowa Xwedê gotine, derew in. Tu çawa dikarî vê yekê bikî?

5. Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji rastî û rastdariyê hez dikî?

5 Tu dikarî di jiyana xwe de vê qerarê bidî: “Ez derewên Îblîs red dikim û piştgiriya rastiyê dikim. Ez dixwazim Yehowa Serwerê min be, û tiştê ku ew dibêje rast e, bikim.” Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî? Ji Yehowa re dua bike û soz bide wî ku tu dixwazî her tim jê re xizmetê bikî û paşê bin av bibe. Hezkirina ji rastî û rastdariyê wê alî te bike ku tu qerara binavbûnê bidî.

TU JI ÎSA MESÎH HEZ DIKÎ

6. Li gor Zebûr 45:4, em çima ji Îsa Mesîh hez dikin?

6 Çima tu ji Îsa Mesîh hez dikî? Çend sebebên baş di vê ayetê de derbas dibin: “Li hespê xwe siwar bibe û here ji bo rastî, dilnizmî û rastdariyê şer bike” (Zebûr 45:4, NWT). Îsa Mesîh ji rastî, dilnizmî û rastdariyê hez dike. Ji ber ku tu ji rastî û rastdariyê hez dikî, tu ji Îsa Mesîh jî hez dikî. Îsa Mesîh bêtirs her tiştê ku rast e, diparast (Yûhenna 18:37). Îcar Îsa Mesîh çawa me dielimîne ku em dilnizm bin?

7. Dilnizmiya Îsa Mesîh çawa li ser te tesîr dike?

7 Îsa Mesîh yekî dilnizm e. Mesela, wî tu caran rûmet nedida xwe, lê dida Bavê xwe (Marqos 10:17, 18; Yûhenna 5:19). Dilnizmiya wî çawa li ser te tesîr dike? Ma ew dilê te xurt nake ku tu ji Kurê Xwedê hez bikî û li ser rêya wî bimeşî? Bê şik wisa ye. Îsa Mesîh çima yekî dilnizm e? Ji ber ku ew ji Bavê xweyî dilnizm hez dike û wî ji xwe re dike mînak (Zebûr 18:35; Îbranî 1:3). Îsa Mesîh bi awayekî bêqisûr sifetên Yehowa nîşan dide. Loma, em dixwazin nêzîkî wî bibin.

8. Çima em kêfxweş in ku Îsa Mesîh Padîşahê me ye?

8 Em kêfxweş in ku Îsa Mesîh Padîşahê me ye, çimkî ew Hukimdarê herî baş e. Yehowa bi xwe Kurê xwe perwerde kiriye û ew kiriye Padîşah (Îşaya 50:4, 5). Wekî din, Îsa Mesîh ji hezkirinê fedakariyeke mezin kiriye (Yûhenna 13:1). Ji ber ku Îsa Padîşahê te ye, ew hêjayî hezkirina te ye. Kesên ku bi rastî ji wî hez dikin dostên wî ne û guh didin emrên wî (Yûhenna 14:15; 15:14, 15). Ji bo me rûmeteke pir mezin e ku em dostên Kurê Yehowa ne!

9. Binavbûna me çawa dişibe binavbûna Îsa Mesîh?

9 Yek ji emrên Îsa Mesîh ew e ku gerek şagirtên wî bên binavkirin (Metta 28:19, 20). Ew bi xwe jî hat binavkirin. Binavbûna wî ji hin aliyan ve ji ya şagirtên wî cuda ye (li çarçoveya “ Binavbûna Îsa Mesîh Çawa ji ya Şagirtên Wî Cuda ye?” binêre). Lê ji hin aliyan ve dişibin hev. Gava Îsa bin av bû, wî eşkere kir ku ew dixwaze li gor xwestina Bavê xwe hereket bike (Îbranî 10:7). Bi eynî awayî, gava şagirtên Îsa Mesîh bin av dibin, ew nîşan didin ku wan jiyana xwe daye destê Yehowa Xwedê. Ji wê rojê û pê ve, ew dixwazin ne li gor xwestina xwe, lê li gor xwestina Yehowa hereket bikin. Bi vî awayî, ew li gor mînaka Efendiyê xwe dimeşin.

10. Tu çima ji Îsa Mesîh hez dikî, û ev hezkirin dilê te xurt dike ku tu çi bikî?

10 Tu Îsa Mesîh wek Kurê Yehowa yê yekta qebûl dikî û kêfxweş î ku Xwedê ew kiriye Padîşahê me. Tu dizanî ku Îsa Mesîh yekî dilnizm e û bi awayekî bêqisûr li gor mînaka Bavê xwe dimeşe. Tu elimî ku wî xwarin dida kesên birçî, hêvî dida kesên dilşikestî, û kesên nexweş qenc dikirin (Metta 14:14-21). Tu êdî dizanî ku ew îro çawa rêberiya civatê dike (Metta 23:10). Û tu bawer dikî ku di wexteke nêzîk de, ewê wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê gelek tiştên pir xweş ji bo me bike. Gelo tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji Îsa Mesîh hez dikî? Wî ji xwe re bike mînak (Yûhenna 14:21). Wek Îsa Mesîh, jiyana xwe bide destê Yehowa û paşê bin av bibe.

TU JI YEHOWA XWEDÊ HEZ DIKÎ

11. Sebebê herî muhîm ku mirov bin av bibe, çi ye?

11 Sebebê herî muhîm ku mirov bin av bibe, çi ye? Îsa Mesîh da zanîn ku emrê Xwedê yê herî mezin çi ye. Wî gotibû: “Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe hez bike” (Marqos 12:30). Ma ev gotin nîşan nadin ku tu çi qas ji Xwedê hez dikî?

Her tiştê qenc, ê ku tu îro kêfê jê distînî û tuyê heta hetayê kêfê jê bistînî, ji Yehowa tê (Li paragrafên 12 û 13an binêre)

12. Çima tu ji Yehowa hez dikî? (Li resim jî binêre.)

12 Ji ber gelek sebeban, tu ji Yehowa hez dikî. Mesela, te fehm kiriye ku Xwedê “çavkaniya jiyanê” ye û “her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî” ji wî tê (Zebûr 36:9, KP; Aqûb 1:17). Belê, her tiştê qenc dayîna Bavê meyî dilovan û destvekirî ye.

13. Ji ber çi fîdye hediyeyeke pir biqîmet e?

13 Fîdye hediyeyeke pir biqîmet e ku Yehowa daye me. Em çima dikarin vê yekê bibêjin? Ka li ser dostaniya Yehowa û Kurê wî bifikire. Îsa Mesîh gotibû: “Bav … ji min hez dike” û “ez ji Bav hez dikim” (Yûhenna 10:17; 14:31). Ji ber ku ew bi milyaran salan bi hev re bûn, dostaniya wan gelekî xurt bû (Methelokên Silêman 8:22, 23, 30). Ka bifikire, gava Xwedê hişt ku Kurê wî gelek cefa bikişîne û bê kuştin, êşa dilê wî çi qas giran bû. Yehowa ji te û ji hemû mirovan ew qas hez dike ku wî jiyana Kurê xweyî hezkirî ji bo me feda kir. Bi vî awayî, em dikarin jiyana bêdawî bistînin (Yûhenna 3:16; Galatî 2:20). Ma ev ne sebebekî pir mezin e ku em ji Xwedê hez bikin?

14. Tu dikarî ji xwe re kîjan hedefa herî baş deynî?

14 Ji ber ku tu êdî Yehowa baştir nas dikî, tu zêdetir ji wî hez dikî. Bê şik, tu dixwazî hem niha hem jî heta hetayê nêzîktirî wî bibî. Û ev yek mumkin e. Ew dixwaze ku tu bi gotin û kirinên xwe dilê wî şa bikî (Methelokên Silêman 23:15, 16). Tu dikarî di jiyana xwe de nîşan bidî ku tu bi rastî ji Yehowa hez dikî (1. Yûhenna 5:3). Ev, hedefa herî baş e ku tu dikarî ji xwe re deynî!

15. Tu çawa dikarî hezkirina xwe nîşanî Yehowa bidî?

15 Gelo tu çawa dikarî hezkirina xwe nîşanî Yehowa bidî? Ewilî, di duayeke şexsî de ji Yehowa re bibêje ku tu dixwazî jiyana xwe bidî destê wî (Zebûr 40:8). Dû re, gava tu bin av bibî, her kes wê bibîne ku te jiyana xwe teslîmî destê Yehowa kiriye. Wek me di serî de got, roja binavbûnê rojeke pir xweş û xisûsî ye. Tu dest bi jiyaneke nû dikî, ne ji bo xwe, lê ji bo Yehowa (Romayî 14:8; 1. Petrûs 4:1, 2). Ev wek gaveke pir mezin xuya dike, bi rastî jî wisa ye. Lê binavbûn deriyê jiyaneke xweş û bextewar li ber te vedike. Gelo çawa?

16. Li gor 1. Yûhenna 2:25, Yehowa wê hemû kesên ku jê re xizmetê dikin çawa bibereket bike?

16 Qet kesek wek Yehowa comerd nîne. Tu çi qas bidî Yehowa jî, ewê qat bi qat zêdetir bide te (Marqos 10:29, 30). Îro di vê dinyaya xerab de jî, Yehowa soz dide ku ewê jiyaneke xweş, bextewar û bimane bide te. Lê ev tenê destpêka serê rê ye. Rêwîtiya ku bi binavbûna te dest pê kiriye, hê jî dewam dike. Tu dikarî her û her ji Bavê xweyî ezmanî re xizmetê bikî. Hezkirina di navbera te û Bavê teyî ezmanî de wê mezintir bibe, û tuyê jiyana herheyî bi dest bixî (1. Yûhenna 2:25 bixwîne).

17. Gelo tu dikarî çi bidî Yehowa?

17 Bi destê sonda xwedayînê û bi destê binavbûnê, tu dikarî tiştekî pir biqîmet bidî Bavê xweyî ezmanî. Jixwe wî her tiştê qenc û her tiştê ku dilê te şa dike daye te. Îcar tu jî dikarî tiştekî pir biqîmet bidî Xwedayê erd û ezmanan: Tu dikarî bi dilsozî ji wî re xizmetê bikî (Eyûb 1:8; 41:11; Methelokên Silêman 27:11). Ma jiyaneke ji vê jiyanê xweştir heye? Bê şik, hezkirina te ya ji Yehowa sebebê herî baş e ku tu bin av bibî.

TU JI BO BINAVBÛNÊ HAZIR Î?

18. Tu dikarî ji xwe çi bipirsî?

18 Gelo tu dixwazî bin av bibî? Cewaba vê pirsê tenê tu dikarî bidî. Ji xwe bipirse: “Gelo çi ji min re dibe asteng ku ez bin av nebim?” (Karên Şandiyan 8:36). Her sê sebebên ku di vê meqaleyê de derbas dibin, bîne bîra xwe. (1) Tu ji rastî û rastdariyê hez dikî. (2) Tu ji Îsa Mesîh hez dikî. (3) Ya herî muhîm jî ev e ku tu ji Yehowa hez dikî. Ji xwe bipirse: “Gelo ez li hêviya wê rojê me ku her kes rastiyê bibêje û tiştê rast bike? Gelo ez dixwazim ku Kurê Xwedê Padîşahê min be û li gor mînaka wî bimeşim? Gelo ez dixwazim ji Yehowa re xizmetê bikim û dilê wî şa bikim?” Eger cewabên van pirsan erê be, gelo tu çima bin av nabî? (Karên Şandiyan 16:33).

19. Çima gerek tu binavbûna xwe bi derengî nexî? Mîsalekê bide. (Yûhenna 4:34)

19 Eger tu binavbûna xwe bi derengî dixî, ka li ser mîsaleke Îsa Mesîh bifikire (Yûhenna 4:34 bixwîne). Îsa Mesîh bicihanîna daxwaza Bavê xwe şiband xwarinê. Gelo çima? Çawa ku xwarin ji bo bedena me bifeyde ye, daxwaza Yehowa jî ji bo xêra me ye. Yehowa qet naxwaze ku em tiştekî ku ji bo me bizerar e bikin. Gelo Yehowa dixwaze ku tu bin av bibî? Erê! (Karên Şandiyan 2:38). Loma, bawer bike ku emrê binavbûnê ji bo qenciya te ye. Mesela, eger kesekî xwarineke tehmxweş bidaya te, ma teyê ew zû nexwara? Bi eynî awayî, gerek tu binavbûna xwe bi derengî nexî.

20. Di meqaleya din de, emê li ser çi xeber bidin?

20 Hinek kes çima binavbûna xwe bi derengî dixin? Belkî ew difikirin: “Ez ji bo binavbûnê hazir nînim.” Ji nav hemû qeraran, qerara sonda xwedayînê û binavbûnê ya herî muhîm e. Loma gerek tu li ser vê qerarê kûr bifikirî. Wekî din, ji bo ku tu hazir bî, wext û xîret lazim e. Lê eger tu bi dil û can dixwazî vê gavê bavêjî, gelo tu çawa dikarî xwe hazir bikî? Di meqaleya din de, emê cewaba vê pirsê bistînin.

KILAM 28 Dostaniya Yehowa

a Binavbûn ji bo her xwendekarekî Kitêba Pîroz pir muhîm e. Çi dikare alî xwendekarekî bike ku ew vê gava muhîm bavêje? Hezkirin! Lê gerek em ji çi û ji kê hez bikin? Di vê meqaleyê de, emê cewaba vê pirsê bistînin. Wekî din, emê bibînin ku jiyaneke çawa li benda kesên binavbûyî ye.