Pirsên Xwendevanan
“Merivê nêzîktir” çima got ku eger ew bi jina bi navê Rût re bizewice, ewê mîrasa xwe têxe “talûkê”? (Rût 4:1, 6, Mizgînî)
Di zemanê Kitêba Pîroz de, eger zilamekî zewicî bêzarok bimira, çend pirs derdiketin meydanê: Erdê wî wê ji kê re bimaya? Gelo navê malbata wî wê bihata jibîrkirin? Bi alîkariya Qanûna Mûsa, meseleyên wisa dihatin safîkirin.
Eger zilamek bimira, yan feqîr bibûya û erdê xwe bifirota, gelo erdê wî wê ji kê re bimaya? Li gor mafê xweyîtiyê, birayekî wî yan merivekî wî yê nêzîk dikaribû ew dîsa bikiriya. Bi vî awayî, erdê wî wê di destê malbatê de bimaya (3. Mûsa 25:23-28; 4. Mûsa 27:8-11).
Gelo navê malbata zilamê mirî çawa dihat parastin? Bi destê wezîfeya tiyîtiyê yan zewaca tiyîtiyê. Yanî, zilamek bi jina birayê xwe yê mirî re dizewicî, da ku zarokek bihata dinyayê. Bi vî awayî, nav û mal û milkê kesê mirî bi mîrasî derbasî destê wî zarokî dibû. Wekî din, bi saya vê qanûnê, jinebî bêxwedî nediman (5. Mûsa 25:5-7; Metta 22:23-28).
Serpêhatiya Naomiyê bîne ber çavê xwe. Ew bi zilamekî bi navê Elîmelek re zewicî bû. Gava Elîmelek û du kurên wî mirin, Naomî ji aliyê madî ve bêxwedî ma (Rût 1:1-5). Piştî ku Naomî tevî bûka xwe Rût vegeriya Cihûdayê, Naomiyê ji Rûtê re got ku bila ew ji Boaz bixwaze ku ew li gor mafê xweyîtiyê erdê wan dîsa bikire, çimkî ew merivekî nêzîk ê Elîmelek bû (Rût 2:1, 19, 20; 3:1-4). Lê Boaz dizanibû ku ‘merivekî hê ji wî nêzîktir’ heye. Loma, ewilî heqê “merivê nêzîktir” hebû ku wezîfeya xweyîtiyê bîne cih (Rût 3:9, 12, 13).
Di serî de, “merivê nêzîktir” dixwest alîkariyê bike (Rût 4:1-4). Wî her çi qas dizanibû ku kirîna erd biha ye, wî fehm kiribû ku Naomî pîr bûye û nikare zarokekî bîne dinyayê, yê ku dikaribû erdê Elîmelek mîras bistanda. Di netîceyê de, “merivê nêzîktir” difikirî ku ev erd wê bibe mal û milkê wî. Loma wisa xuya dikir ku ev erd hêjayî pereyê wî ye.
Lê “merivê nêzîktir”, gava bihîst ku gerek ew bi Rûtê re bizewice, fikra xwe guhert. Wî got: “Ez nikarim wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bikim. Ez bikim, mîrasa min bi xwe dikeve talûkê” (Rût 4:5, 6, Mizgînî). Wî çima fikra xwe guhert?
Eger “merivê nêzîktir” bi Rûtê re bizewiciya û kurikek bihata dinyayê, kurik wê erdê Elîmelek mîras bistanda. Gelo “mîrasa” merivê nêzîktir wê çawa biketa “talûkê”? Kitêba Pîroz tiştekî nabêje, lê dibe ku çend sebeb ev bûn.
(1) Bi nêrîna wî, wîyê pereyê xwe badîhewa xerc bikira, çimkî dawiya dawî erdê Elîmelek wê bi mîrasî biketa destê kurê Rûtê.
(2) Mesûliyeta xwedîkirina Naomî û Rûtê jî wê biketa stûyê wî.
(3) Eger Rûtê bi “merivê nêzîktir” re zarokek bianiya dinyayê, gerek mîras li nav hemû zarokên ku hebûn bihata parkirin.
(4) Eger zarokên “merivê nêzîktir” tune bûna, hem erdê Elîmelek hem jî erdê wî wê ji kurê Rûtê re bimana. Loma, gava ew bimira, erdê wî wê biketa destê zarokekî ku ne navê wî, lê navê Elîmelek li ser bû. “Merivê nêzîktir” ne hazir bû ku mîrasa xwe têxe talûkeyê, da ku alî Naomiyê bike. Loma, wî ev mesûliyet da Boaz, ê ku mafê wî yê xweyîtiyê hebû. Boaz ev mesûliyet qebûl kir, çimkî wî xwest ku navê yê mirî bi mîrasa wî re dewam bike û bimîne (Rût 4:10, Mizgînî).
Wisa xuya dikir ku “merivê nêzîktir” herî zêde xema navê xwe û mîrasa xwe dixwar. Ew yekî xwehez bû. “Merivê nêzîktir” her çi qas xîret dikir ku navê xwe biparêze, heta roja îro em nizanin navê wî çi ye. Wekî din, ew ji îmtiyaza ku Boaz stand bêpar ma. Navê Boaz di nav rêza bav û kalên Îsa Mesîh de cih girtiye. Lê çi heyf e ku “merivê nêzîktir” tenê ji xwe hez dikir û alî kesên muhtac nedikir! (Metta 1:5; Lûqa 3:23, 32).