Here Naverokê

Here naverokê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Qismê “Tiştên Nû” bi Awayekî Baş bi Kar Bîne

Qismê “Tiştên Nû” yê di JW Library® de û yê li ser jw.org weşanên herî nû nîşan dide. Gelo em çawa dikarin ji vî qismî feydeyê bistînin?

JW Library

  • Gava tiştên nû tên weşandin, rêza meqaleyên ku ev tişt tê de hene tên rojanekirin. Loma, gava li qismê “Tiştên Nû” rêzeke meqaleyan tê nîşandayîn, tu dikarî versiyona dawîn a vê rêzê daxî. Paşê, meqaleya nû wê di lîsteyê de li jor xuya bike.

  • Belkî tu nikarî weşanên mezin (mesela kovaran) bi carekê bixwînî. Ji bo ku tu ji bîr nekî ku te xwendina weşanekê hê xelas nekiriye, tu dikarî vê weşanê li lîsteya Favoriyan zêde bikî û gava te xwendina wê temam kir, tu dikarî wê ji lîsteya Favoriyan paqij bikî.

JW.ORG

Hin tişt, mesela nûçe û îlan, ne di JW Library de, lê tenê li ser malpera jw.org tên weşandin. Loma, rûpela “Tiştên Nû” ya li ser malperê bi dewamî bişopîne, da ku tu meqaleyên herî nû bibînî.